DAIŞ li Kobanê şikest û li Baxozê jî hate binerdkirin

Şervanên HSD’ê û hêzên koalîsyona navdewletî di 23’ê adara sala 2019’an de li Baxozê dawî li serdestiya DAIŞ’ê ya li herêmê anî. Her çiqas HSD’ê mirovahî ji xetereyeke pir mezin xelas kiribe jî, niha bi hezaran DAIŞ’iyên girtî û dehhezaran malbatên wan ji hêla cîhanê ve tên paşguhkirin

Di 23’yê adara 2019‘an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê re bi merasîmeke girseyî ya li Heqil Umer a li bakurê rojhilatê Dêrazorê serkeftina leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê ya li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê ragihand. Baxoz devera dawî ya ku di destê DAIŞ’ê de mabûyî bû.

Daxuyaniya serkeftinê ji hêla Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ve hat xwendin û Ebdî wiha di got: “Em ji raya giştî ya cîhanê re radigihînin ku pêngaveke nû ya şerê li dijî terorîstên DAIŞ‘ê dest pê dike. Bi vê pêngavê re hebûna leşkerî ya veşartî ya şaneyên DAIŞ’ê dê bi temamî bên tunekirin da ku xetereya wê ya li ser herêmê û cîhanê bi dawî bibe. HSD’ê 5 milyon kes û 52 hezar km2 ji xaka Sûriyeyê ji DAIŞ‘ê rizgar kir.”

Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî di dawiya cotmeha 2019‘an de bi operasyoneke hevbeş a di navbera HSD û Koalîsyona Navneteweyî li gundewarên Idlibê ku di bin kontrola dewleta tirk de ye hate kuştin.

Derketina DAIŞ’ê

Dîroka derketina DAIŞ’ê li Iraqê heta sala 2003’an dema ku Ebû Miseb El Zerqawî rêxistina ‘Cîhad û tewîd’ di îlona 2003’an de ava kir diçe. Rêxistina behsa xeberê di gelek pêvajoyan re derbas bû heta ku di sala 2006’an de bi serkêşiya Ebû Umer El Bexdadî veguherî ‘Dewleta Iraq a Îslamî’. Bi kuştina Bexdadî di sala 2010’an de Meclisa Şêwirî Ebû Bekir El Bexdadî wekî emîrê nû hilbijart.

Bi destpêka Bihara Erebî û belavbûna wê ya li Sûriyeyê re Bexdadî ev yek wekî firsendeke mezin dît da ku derbasî Sûriyê bibe. Di vê çarçoveyê de ferman da çeteyên xwe yên li Sûriyeyê da ku şaxekî rêxistina El Qaîdeyê li vir ava bikin. Navê rêxistinê piştre bû ‘Cebhet El Nusra.’ Di 9’ê nîsana 2013’an de tora ‘Şimûx Îslam 56’ peyama deng a El Bexdadî weşand ku tê de tevlêkirina El Nusra û Dewleta Iraq a Îslamî di bin navê ‘Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam’ an ku DAIŞ’ê radigihand.

Piştî vê ragihandinê DAIŞ’ê di destpêka sala 2014’an de dest bi dagirkirina xaka Iraqê kir. Di vê çarçoveyê de Felûca, Remadî, Mûsil û Tikrît dagir kirin. Di destpêka sala 2013’an de bajarê Girê Spî yê bakurê Sûriyeyê û di sala 2014’an de jî Reqa, Eyn Îsa, Minbic û beşeke ji Dêrazorê dagir kirin. Di 15’ê îlona 2014’an de jî berê xwe dan Kobanê.

Şikestina destpêkê li Kobanê çêbû

Ji ber hovîtiya DAIŞ’ê, li Iraqê û hin deverên Sûriyeyê tu hêz li hemberî wê nedikariya bisekine. Lê li Kobanê rastî berxwedaneke mezin a şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin. Berxwedan 134 rojan dewam kir û DAIŞ cara yekemîn têk çû û ji Kobanê reviyan. Bi şikestina li Kobanê re jî DAIŞ hêdî hêdî li Sûriye û Iraqê hate têkbirin.

Berxwedana Kobanê hişt ku hêzên navdewletî li dijî DAIŞ’ê şer bidin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de di 11’ê îlona 2014’an de bi beşdarbûna 79 dewletan koaslîsyoneke navneteweyî hate avakirin. Her wiha HSD di 10’ê cotmeha 2015’an de hate avakirin û koalîsyonê piştgirî dayê. Piştî Kobanê, avakirina HSD’ê binkeftina duyemîn a DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destnîşankirin. Bi damezirandinê re, HSD’ê li gorî rêzê herêma ji Holê heta Şedad, Minbic, Tebqa, Dêrazor û gundewarên bakurê Dêrazorê ji DAIŞ’ê paqij kirin. Bajarokê Baxozê baregeha dawî ya DAIŞ’ê bû û ew bajarok jî di 23’ê adara 2019’an de ji hêla HSD’ê ve hate rizgarkirin.

Li Baxozê derbê mirinê li DAIŞ’ê hate xistin

Bajarokê Baxozê girêdayî herêma Bûkemal a Dêrazorê ye. Li qeraxê rojhilatê çemê Firatê ye. Ev der nedihat zanîn lê bi têkçûna DAIŞ’ê re hemû cîhanê navê wê bihîst. Piştî rizgarkirina Baxozê, HSD’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku serkeftina leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê nayê wateya tunebûna wê ya bîrdozî.

Erê raste di hêla leşkerî de DAIŞ têk çû lê DAIŞ’ê li pey xwe bi hezaran kes û malbatên ku bi bîrdoziya wê ya tundrew jehrî bûn û li her devera cîhanê belav bûn, hişt. Her wiha bi hezaran çete yên girtî û bi hezaran malbatên wan ên di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de (Hol û Roj) hene. Ji berpirsyarên hêzên ewlekariyê yên kampan Eylûl Rizgar dibêje ku ji bo malbatên DAIŞ’iyan kampên taybet hatine avakirin da ku rê li ber xetereya wan bigirin.

Xetereya malbatên DAIŞ’î

Rizgar got ku hejmara malbatên DAIŞ’î gihaştiye 19 hezar û 225’an û ev kes jî ji 53 dewletên ereb, rojavayî û Asyayî ne. Rizgar wiha didomîne: “Ji roja rizgarkirina Baxozê re tevgera jin û zarokên DAIŞ’î yên li kampê nesekinîne. Hewl didin birevin. Hinek jî malbatan birêxistin dikin û nahêlin malbatên din zarokên xwe ji bandora DAIŞ’ê xelas bikin. An wan dikujin an jî îşkence dikin. Divê ev xetereye bi dawî bibe. Divê ev dewlet hemwelatiyên xwe bibin an jî ji bo darizandina wan dadgeheke navdewletî ava bikin.”

Operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê

Piştî rizgarkirina Baxozê, HSD û koalîsyonê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyonên taybet kirin. Lê dewleta tirk ji bo ku pêşî li van operasyonan bigire, êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Têkildarî operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê, fermandarê Hêzên Antî- Terorê yên HSD’ê Mazlum Hesen axivî û got: “Tevî hemû astengiyan jî hêzên me sala borî 83 çalakiyên taybet pêk anîn. Di van çalakiyan de zêdetirî 137 DAIŞ’î hatin girtin û 40 jî hatin kuştin. Lê êrîşên dewleta tirk bandoreke neyînî li ser şerê li dijî DAIŞ’ê kir. Van êrîşan hêvî da DAIŞ’ê ku careke din zindî bibin. Ji xwe bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk re DAIŞ’ê bi awayeke hemwext li Reqa, Dêrazor û Tebqayê êrîş kirin.”

19 hezar girtiyên DAIŞ’î hene

Rêxistina terorî ya DAIŞ’ê dema ku ‘Bihara Ereban’ dest pê kirî, tenê 700 endamên xwe hebûn. Bi van kesan parçeyên mezin ên Sûriye û Iraqê dagir kirin. Lê niha 19 hezar DAIŞ’î ji hêla HSD’ê ve hatine girtin. Der barê mijarê de Berpirsê Girtîgehên DAIŞ’iyan Rûbar Hesen wiha dibêje: “Li vir 12 hezar jê sûriyeyî, 5 hezar jê iraqî û hezar jî jê yên biyanî, nêzî 19 hezar DAIŞ’iyên ji 55 dewletên biyanî hene. Ev kes gelemperî li Baxozê hatin girtin. Gelek caran hewl didin birevin. Protestoyan dikin. Bi taybet piştî êrîşên dewleta tirk, hewldanên wan ên revê zêdetir bûn.”

DCIM100MEDIADJI_0068.JPG

Dewlet ji berpirsyariya xwe direvin

Yek ji mijarên girîng jî darizandina DAIŞ’iyan e. Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku beriya ku ev mijar ji kontrolê derkeve, Rêveberiya Xweser û HSD dixwaze ev mijar bê çareserkirin. HSD’ê ragihandibû ku piştî êrîşên dewleta tirk, di 11’ê cotmeha 2019’an de 5 DAIŞ’î ji girtîgehê reviya bûn.

Lê dewletên ewropî û hin jî yên asyayî naxwazin DAIŞ’iyan wergirin. DYA’yê jî nasnameyên welatiyên xwe yên tev li DAIŞ’ê betal kirin. Hin dewletên mîna Fransa, Belçîka, Almanya û Swêd jî hewl didin di bin navê qanûnên welat de ji vê wergirtina hemwelatiyên xwe birevin.

Ev hewldana dewletên cîhanê, rastî bertekên hiqûqnasan tên. Hiqûqnas dibêjin ku divê ev dewlet erka xwe pêk bînin ji ber ku DAIŞ xwe  li kampan û girtîgehan ji nû ve birêxistin dike. Ji hiqûqnasan Rîma Berekat wiha dibêje: “Dewlet ditirsin zîhniyeta van DAIŞ’iyan li welatên wan belav bibe. Ji ber vê jî erka xwe pêk nayînin.” Hiqûqnas Rewda Xelîl jî anî ziman ku çareseriya herî guncav ew e ku dadgeheke navdewletî bê avakirin û DAIŞ’î bên darizandin. Lê tevî bangawaziyên Rêveberiya Xweser jî niha cîhanê di mijara DAIŞ’ê de xwe li bêdengiyê daniye.

Çavkanî: Ehmed Mihemed/ANHA

Dikarî Biecibînî