Ocalan: An krîz û kaosa domdar an jî modernîteya demokratîk

Li Rojhilata Navîn geşkirina antîteza modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst, ji bo heqderketina ji krîz û kaosa ku her roja ku diçe mezintir dibe, di serê wan pêkaniyên herî derbasdar de ye. Şertên dîrokî û civakî şensê pêkhatina vê dibêtiyê zêde dikin. Dirûşma sereke ya der barê şertên berbiçav ku têne jiyîn, bi rengê, ‘An krîz û kaosa domdar, an jî modernîteya demokratîk’ e.

Navenda Nûçeyan |

Serweriya sinayî ya li ser ekonomiyê, ku modernîteya kapîtalîst li şoreşa sinayî bar kiriye, ne ku tenê bi rengê hegemonyatiyê pêk tê, li ser yekdestiya îdeolojîk û yekdestiya desthilatê jî têsîrên girîng dike. Bi gotineke dîtir, dema ku mirov qîma xwe pê bîne ku endustrîyalîzmê bi wateya berteng weke mantiqa teknolojîk dahurîne, wê rê li ber wê veke ku mirov kapîtalîzmê bîne ser aboriyê. Fonksiyona ku kapîtalîzmê li endustrîyalîzmê bar kiriye bi giştî hilweşandina civaka aboriyî, bi taybetî jî hilweşandina civaka çandinî-gundîtiyê ye. Endustrîyalîzm di vê mijarê de bi rengê yekdestiya îdeolojîk û yekdestiya desthilatê sazkar e.  Her ku civaka aboriyî ji hev difeşkile, qanûna karê azamî ya kapîtalîzmê sazkar dike. Ev jî bi yekdestiya netew-dewletê re di nêv hev de geş dibe. Heta ku mirov dahurandina kapîtalîzmê li ser sê lingên modernîteyê neke, mirov nikare xwe jê dûr bigire ku li ser navê zanista sosyal di polîtîkaya pratîk de şaşiyên sereke neke û rê li ber kêmasiye bigire.

Feşkilîne ji ber sedema ku civaka mirov û aboriya wê li gorî qanûna karê azamî ketî ber hegemonyaya endustrîyalîzmê û encamên vê feşkilandinê bi kirinên xwe yên dused salî têra xwe derketine holê. Ji hêla zanistê ve jî ev encam hatiye tespîtkirin ku tenê hilweşîna ku germbûna global rê li ber vekiriye her roj bêhtir roja qiyametê dike. Hişmendiya ji ber şoweniya endustrîyalîst kor bûyî avaniya ekolojîk a ku ji bo civakê û raçînka aboriyê bivênevê ye, nabîne. Wateya vê avaniyê tênagihe. Bi hesabê ku domdariya qanûna karê azamî mirov endustrîyalîzmê li hemû raçînkan (Mirov dikare qadên civakî, sazî jî bibêje) û li jiyana aborî bisepîne, ev ji tundiya desthilatê bêhtir taloke ye.

Serîrakirina li ekolojiyê çûna ber bi qiyametê ve ye

Endustrîyalîzm bi gewherê xwe tê maneya ku rêgezên teorîk-pratîk ên fîzîk, kîmya û biyolojiyê li ser civakê, bi taybetî jî li ser avaniya wê ya aborî bi cih bîne. Ev jî bi xwe re redkirina sirûşta civakî tîne. Sirûşta civakî pergala ku tim li pey karê azamî ye nikare zêdetir ragire. Takekesîtiya kapîtalîst vê rasteqîniyê piştrast dike. Rêgezê sazkarbûna sirûşta civakî resen in. Bi rengê sinc û polîtîkayê sazkar dibe. Nêzîktêdayina endustrîyalîst zû yan jî dereng divê sazkarbûna sincî û polîtîk tasfiye bike. Ji bêkarî li nav aboriyê, ji krîz û jevcihêbûna dahatê berpirs e. Sedemên sereke yên ku ekolojiyê dizên, ji ber vê rasteqiniya endustrîyalîzmê tên ku bi kurtasî hate pênasekirin. Civaka serdema endustriyel, li hemû qadan bêyî geşkirina ekolojiya xwe nikare jiyana xwe bidomîne. Çawa ku destûrên demokratîk bi mebesta sînordarkirina Levîathanê (Cinawirê netew-dewletî) bin, ya ku wê cinawirê endustrîyalîzmê jî sînordar bike ekolojî ye. Divê mirov baş jê serwext bibe, di serdema beriya serdema endustriyel de, çeşnê mirov jî di nav de, jiyana tevahî zindiyan bi hişmendiya ajoyî (Zeka hîsî ya herî xurt) ekolojîk e. Zindiyê ku ne aboriyî be nikare ji tasfiyebûnê xilas bibe. Bêguman, her zindiyek xwedî zekayeke ekolojîk e. Mirov dikare endustrîtiyê weke serdema serîrakirina li jiyana ekolojîk jî bibîne. Serîrakirina li ekolojiyê jî çûna ber bi qiyametê ye. Roja mahşerê ku dîn û olan ji mêj ve behsa wê kirî,  bi sîsika xwe ve, têkildarî wê ye ku civak ji ekolojîkbûnê dûr dikevin.

Civaka Rojhilata Navîn di wê mijarê de ku xwe li jiyana ekolojîk bîne bi rola pêşeng e. Çîrokên Adem û Hewa, Nûh agahiya bobeleatên ekolojîk didin. Di çanda pêxemberiyê de jiyana ekolojîk bi rista sereke ye. Nirxandinên pêxemberan ên li ser jiyana ku ji ekolojîkbûnê derketiye, yên bi rengê roja mehşerê, nemrûdûn û bêqidoşbûnê, hê jî rêgezeke sereke ya civakî ye, ku divê serwer be. Dema ku ev rêgez nebin, domdariya civakan dikeve talûkeyê. Li gel ku di civaka aboriyî a Rojhilata Navîn de ji hezaran salan û vir tê bikaranîn jî, neanîna ser asta endustrîyalîzmê ya teknîka sinayî, têkilî çanda manewî û avaniya sincê ya herêmê ye. Serîrakirina li sirûştê weke serîrakirina li Xwedê hatiye dîtin. Lê di çanda Rojava de serîrakirina li sirûştê, serweriya li ser wê rêgeza sereke ya felsefeya wan e (felsefeya Derscartes). Di civaka Rojhilat de liheviya bi sirûştê re rêgeza sereke ye. Serîrakirina li dijî sirûştê, dev ji serwerîdanînê neberdan, sîsika geşbûna modernîteya kapîtalîst e. Di qonaxa berdest de, hê ji niha ve jiyana civakî ji her hêlê ve, hatiye ber sînorên ku êdî nema dikare were domandin.

Ji ber vê, rêz û rêçika civakî ya Rojhilata Navîn bi ekolojiyê re li hev e û guhdarê wê ye. Peywira ku divê were bicihanîn ew e ku mirov bi avakirina civaka ekolojîk bersivê bide nêzîktêdayinên fetihkrin, tunekirin û dagirkirinê yên kapîtalîzm û endustrîyalîzmê. Çeka sereke ya modernîteya demokratîk ew e ku mirov aborî û civakeke bi gewheriya ekolojîk li ber xwe deyne.

Şerê av û petrolê

Rista sereke ya dîrokî ya endustrîyalîzmê ya li Rojhilata Navîn ew e ku civaka çandiniyê ya rêz û rêçikî ya panzdeh hezar salî bifeşkilîne û tasfiye bike. Civaka çandinî û gundî û aboriya wê ku beriya bi pênc hezar salî jî beşê sereke yê aboriyê û civake bû, ber bi roja me ve bilez ji hev tê feşkilandin, ber bi topavêtin û bêkariyê ve tê ajotin, di bin deynan de tê hiştin û tê koçerkirin. Feşkilandin, rûxandin û tasfiyekirin ji ber dijminatiya li vê civakê ye. Bêyî feşkilandin û tertûbelavkirina civaka çandinî-gundî serkeftinên kapîtalîzma global ku li herêmên din ên cîhanê pêk hatî wê nikaribe were dubarekirin, weke ku hê ji niha ve tê jiyîn,  wê bikeve ber gefa (Tirsa ji ber civaka Îslamê, Îslamofobî).

Di şerê Rojhilata Navîn ê emperyalîzm, hegemoniya modernîteya kapîtalîst de endustrîyalîzm bi rola sereke radibe. Şerê av û petrolê tîpîk in. Şerê li ser avê dahatuyê wê bêhtir geş bibe.  Veguherîna li ser hîmê kapîtalîst a dema şixulandina axê de, qadeke dî ya şer ku wê geş bibe. Qutkirina gundiyan a ji xakê divê mirov weke şerekî bibîne. Armanca fetha dused salê dawî yê modernîteya kapîtalîst, bidawîkirina çanda jiyanê ye, wê çanda ku ev panzdeh hezar sal in çemê sereke yê mirovahiyê ava dike û beşê wê yê sereke civaka çandî çêkiriye.

Qirkirina çandî

Divê mirov di vê rasteqîniyê de li qirkeriya çandî bigere. Berevaniya li civakê, tê maneya ku mirov vê çanda mezin a jiyanê li dijî qirkirina modernîteyê azad bike, bi demokratîkirina wê, wê bihemîne. Dema ku dîroka şaristaniyê bi rengê şerê yekdestiyan hate şîrovekirin, wê girîngiya bi rengê formên sereke yên hêzên şaristaniya demokratîk a berevaniya li hebûna qabîle û cemeatên dînî, were dîtin. Aşkera ye, dema ku dîroka şaristaniyê bi diyalektîkeke wiha were manekirin, dahurandina şerê niha wê bi rengekî hê rastir were kirin. Wê were dîtin, tiştên ku jê re şerê êl û mezheban tê gotin, hatibe berevajîkirin jî wê were maneya berevaniya li heyîn û nasnameya xwe. Encama ku ji vê vegotina tevlihev were derxistin ew e ku endustrîyalîzma ku weke amûra herî li ber çav a rizgariyê tê nîşandan, Levîathana rasteqîn e.

Dema ku behs tê ser civakên Rojhilata Navîn û şaristaniyên wan hêmana pêşî ku tê bîra mirov rêze çiyayên Toros-Zagrosê û pergala çem ên Nîl, Ferat-Diclê û Pencab in. Civaka ku ev du pergal wan têr dikin, niha serdema xwe ya herî trajîk dijîn. Milliyetgirî, dîngirî, komunîzma real tim xwe mîna rizgarvanan nîşan dan. Encama ku derketî holê ew e ku mirov dibêje sal bi sal xwezî bi par. Dema ku dahurandin şaş be, mirov nikare rê li ber encameke wiha bigire. Ev îdeolojiyên yekdest ku ne di ber fêhmkirina bi giştî ya modernîteya kapîtalîst û ne jî di ber bi rengê ‘maweya avaniyê’ re çûne, dema ku mijar tê ser endustrîyalîzmê, weke ku gihabin êzdayên xwe yên hevpar li ber kirnûş dibin, dikevin secdê. Îdeolojiyên navborî bi rengekî jêbawer ku wê deriyê bihûştê (Mezintirîn rengdêra êzdayê sekuler piştî netew-dewletê endustrîyalîzm e) vekin, ji endustrîyalîzmê re diperizin. Mirov ji rewşa kaotîk a ûmeta xwedayê sekuler a nû, dikare bibîne ku jiyana ku hê ji serî de şaş hatiye sêwirandin wê nikaribe li ser rastiyê were jiyîn. Bêyî dudiliyekê mirov dikare bibêje ev êzda ji êzdayê serdemên berê bêhtir dilneşewat e. Bidawîbûna çanda jiyanê ku ji panzdeh hezar salan zêdetir pêşengiya mirovahiyê kiriye, mirov dikare wekî mehşerekê şîrove bike. Modernîteya demokratîk ku weke antîteza modernîteya kapîtalîst jê dibihure, divê di nav vê perspektîfa dîrokî de binêre. Jê berpirs e ku bibe xwediyê hemû derbirîna zanistî û avaniya rêxistinî ya avakiriya azad-wekhev û demokratîk, bi rengê dema niha ya vê dîrokê.

Ne rasteqîniye ku mirov ji modernîteya kapîtalîst veguherîneke reformîst hêvî bike

YE (Yekitiya Ewropayê) ji bo çareseriya li rewşa kaotîk a piştî şerê barabat ê mezhebî, pergala Westphalîa (Tovê pêşî yê hevsenga netew-dewletê)  ya ku 1648’an hatî bikeyskirin, piştî pêvajoya hişkbûnê ya tam sêsed salî, piştî dersên ku di vê pêvajoyê de ji şerên ji dîroka mirovahiyê û hilweşînê derxistî, hewl hatiye dayin ku were avakirin. Çawa ku pergala Westphalî weke antîteza şerê mezhebî geş bûbe, pergala YE’yê jî, weke antîteza pergala  Westphalîa netew-dewletî derketiye holê, ku vê hewl dane bi şoreşê lê bi reformê heq ji hişkbûna xwe derkeve. Rizgariya bi reformê ya ji faşîzma netew-dewletî ku di Şerê Cîhanê yê Duyan de pir geş bû û bi qirkirinê bi encam bû, navê wê ye ku bi hiqûqa mafê mirovan û weke civaka demokratîk a netew-dewletan xwe ji nû ve ava bike. Lê ji ber sedema ku rabûna xwe ji ser hîmekî şaş dide destpêkirin, nikare li armanca xwe kûr bibe, nikare konfederasyoneke pir sist jî ava bike. Sedema wê ew e, weke ‘Yekitiya Pola û Komurê’ ji hişmendiyeke bi temamî endustrîyalîst bi rê ketiye. Li derdora yekitiyeke wiha bi çarçoveya mafê mirovan û armancên demokratîk a netew-dewletê civaka azad û wekhev nikare were avakirin. A girîng ew e ku modernîteya kapîtalîst hewceyî pê bîbîne ku li niştimanê xwe reformê bike. Piştî ku tecrûbe kir wê bi avaniya hişk a berê ya hegemonîk nikaribe pêşengiyê li pergala cîhanê bike, ketine nav pêvajoya reformê ya YE’yê, dîsa jî geşedaneke wiha ye ku dê bandoreke diyarker li ser pergalê bike. Ji ber bidirûvbûna hişk a hegemonyayê ye ku ji bilî YE’yê tu hêza modernîteyê hewceyî pê nabîne ku xwe nûjen bike û vê zîrektiyê bi gewherî nîşan nade. Hêzên din ên modernîteyê, heta ku pêgirê lingên sereke yên pergalê bin, tu çareya wan tune ku nedin pey YE’yê.

Ji ber vê jî zêde rasteqînî xuya nake ku mirov ji modernîteya kapîtalîst, ku ev dused sal in hewl dide li Rojhilata Navîn xwe ava bike, li hêviya veguherîneke reformîst be. Tenê bi hevkariya bi YE’yê re derfeta reformê dibe ku bijî. Di vê rewşê de jî rewşa bi krîz û kaotîk a herêmê wê girantir bibe. Rastiya berdest vê darazê piştrast dike. Ji bo reformê bihurîna ji pergala YE’yê ji ber vê şert e. Ne herka dîrokî ya Rojhilata Navîn û ne jî şertên civakî yên aktuel ji bo reformên bi rengê YE’yê derfetê dide. Ji ber vê rasteqîniyê hewceyî pê heye ku mirov li rêyên nû bigere. Me gelek caran bal kişande ser; Îslama radîkal, Komara Îslamî, lêgerîna cemeatê, ne ji hêla teorîk û ne jî ji hêla pratîk ve derdekî xwe yê wiha nîne ku ji modernîteya kapîtalîst bibihure. Programa wan herî zêde modernîteyeke kapîtalîst a bi nivişka Îslamî ye. Ango derdê wan ew e ku ya bibin selefî û yên Îslamê yan jî Protestan, Calvînîstên wê, dewletê û civakê li ser vê bingehê bi dest bixin. Ya ku laîkan bi dixwest bi dînê sekuleriyê milliyetgiriyê bikin û bi ser neketin, dixwazin bi maskeya Îslamê temam bikin. Sîsika wan yek e û modernîteya kapîtalîst e.

Jixwe sosyalîzma reel ku destê çepê yê laîktiyê ye, tu dijminatiyê bi modernîteyê re nake. Tenê tişta ku dixwaze bi ser bixe ew e ku li şûna kapîtalîzma lîberal, kapîtalîzma dewletî ava bike. Encama vê jî bûye avakirina modernîteyeke ji kapîtalîzma lîberal bêhtir dilneşewat, bêhtir hilweşandinî.

An krîza domdar an jî modernîteya demokratîk

Naxwe li Rojhilata Navîn geşkirina antîteza modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst, ji bo heqderketina ji krîz û kaosa ku her roja ku diçe mezintir dibe, di serê wan pêkaniyên herî derbasdar de ye. Şertên dîrokî û civakî şensê pêkhatina vê dibêtiyê zêde dikin. Dirûşma sereke ya der barê şertên berbiçav ku têne jiyîn, bi rengê, ‘An krîz û kaosa domdar, an jî modernîteya demokratîk’ e. Dersa girîng a ku wê ji tecrûbeya YE’yê were derxistin ew e ku mirov xeleke reformî ya bi li ser bingehê civaka aborî zevt bike. Bi pêşketina ku mirov wê bi dest bixe, mirov dikare avakariyên civakî û siyasî pêkan bike. Dema ku mirov bîne ber çavan ku pola û komur malzemeyên sereke yên endustrîyalîzmê ne, mirov dikare nakokiya wê ya bi civaka ekolojîk re baştir bibîne. Sedema ji avaniyê, ku nahêle YE bigihe civaka ekolojîk ev e. Civakên li ser pola û komurê hatine avakirin antî-ekolojîk in. Naxwe, reforma li nav pergalê bi serê xwe têrê nake. Helbet, heke armanc civaka ekolojîk be!

Li Rojhilata Navîn gaveke berbiçav a aktuel a modernîteya demokratîk dema ku li gorî şertên dîrokî û civakî yên herêmê were avêtin, wê bibe xwedî şansekî. Helbet, kopîkirina ji derve wê bi ser nekeve. Biserneketina kopîkirinên dused salî ya modernîteyê vê darazê piştrast dike. Hawirdora ekolojîk ku civaka neolîtîk û antîteza wê lê zîl dayî, qada şaristaniya demokratîk û modernîteya wê ye. Qadên şaristaniya navendî ya pênc hezar salî, ya li geliyên Nîl, Dîcle, Ferat û Pencabê geş bûyî, niha jî navenda krîza herêmî ne. Netew-dewletên ku weke lingên sereke yên modernîteya kapîtalîst van dused salên dawî avakirin, sedemên sereke yên krîzê ne. Ji ber sedema ku ev dewlet ne bi wê zîrektiyê ne ku li pey şopa YE’yê biçin û reforma bikin, bi şikestinên tund krîz û qelşa kaotîk mezin dibe. DYA û YE, weke hegemanyaya tifaqê ya pergalê her çendî bi ser de diçin jî zor li wan dibe ku rêyekê bibînin, jinûveavakirina netew-dewletê pêk nayê. Ev rewş hem krîza global kûr dike û domdar dike, hem jî ji berevajî karîger dibe û tevliheviya kaotîk zêdetir dike. Ji ber vê jî, krîza avanî ya pergalê, herî pir li niştimanê şaristaniya navendî mayinde dibe. Weke ku tola xwe dihilîne.

Teza modernîteya demokratîk

Mirov nikare înkar bike ku di roja me de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê jiyîn. Ev şer hem ji hêla berfirehbûna xwe ve û hem ji hêla demê ve ji herduyên din kûrtir û domdirêjtir e. Li herêmê ne potansiyela xwenûjenkirinê ya pergalê heye û ne jî çêdibe. Tişta ku dibe rizîbûn û belawelabûn e. Di nav van şertan de, ji geşbûna şaristaniya Sumeran a bi rengê antîteza serdema neolîtîk heta dema bi modernîteya kapîtalîst, ji bo modernîteya demokratîk ku hemû serheviya çandî ya hatî dewisandin ji bo xwe bingeh dibîne, dibe derfeta rabûneke xurt ya bi rengê ku pêşî xwe bike tez û piştre bike antîteza pergalê.

Di herka navendî ya dîrokê de xeleka tez-antîtez-sentezê divê careke dî tevbigere. Heke em berbiçav bikin, li ser çandan ku pêşî geliyên Diclê-Firat par ve kirî û di dîrokê de tim bi rengekî yekere jiyayî, ji nû ve hewceyiyeke zêde bi rabûneke yekere heye. Rasteqîniyeke bênîqaş e ku xetên çêkirî yên sînorên ku îro ji wan re Sûriye, Iraq û Komara Tirkiyeyê tê gotin, ji serkeftiyên Şerê Cîhanê yê Yekemîn, ji hegemonyaya ingilîz û fransiyan mîrate maye û li gorî polîtîkaya dabeş bike- rêve bibe ya jeostratejîk a li ser vî hîmî dabeşkirina çanda dîrokî civakî ye. Heta ku sûnîbûna van sînoran bi berfirehî û bi hemû encamên xwe neyên fêhmkirin, yekîneyên çandî yên bimane yên Hîva Biber a dîrokê nikare were avakirin. Ehmeqiya herî mezin e ku mirov baweriya xwe bi pîroziya van sînoran bîne (Xetên herê bêqidoş, ên hegemonyayiyan) û nêhta xwe li avakirina çandeke yekere neke û vê rabûnê neyîne bîra xwe. Ji yekerebûna çandî mebest çanda madî û manewî ye ku li dora nirxên wekhevî, azadî û demokratîk hatiye avakirin. Çandeke wiha, bi netewayatiyeke bê milliyetgirî, bi ol û dînîtiyeke bê dîngiriyê, bi civakîbûneke ne zayendîparêz û bi zanistiya ne pozîtîf divê were şîrovekirin û avakirin.

Modêla aboriyî ya komunal

Li ser vê mijarê gava pêşî mirov biçe Komûna Dicle-Firata Çandinî-Av û Enerjiyê wê bibe bersiva herî baş hem ji bo dîrokîtiyê û hem jî ji bo geşedana yekerebûna civakî. Em pê dizanin dema ku ev yekitî hate avakirin, civaka dîrokî mûcizeyan pêk tîne û dibe dergûşa hemû pîroziyan. Diyar e ku ev komun di geşedana civakak ekolojîk û ekonomîk de wê bibe hîmeke têrker û potansiyeleke xurt. Li gel vê modêla aboriyî ya komunal li hemû qadên civakî mirov dikare komunên wiha pêş bixîne. Modêla Kîbbûtzê ya li Îsraîlê jî hêza xwe ji vê xisûsiyeta komunê digire. Di dîrokê de jiyana aboriyî bi giştî bi şêwaza komunê ye. Lîberalîzma kapîtalîst her çendî bi navê ‘helkefta taybet’ mohra takekesîtiyê lêbide jî, hilberandin dîsa bi giştî, di serî de li febrîqeyan ji hêla yekîneyên komunal ve tê pêkanîn. Ferq tenê pergala karparêz a takekesî ye. Dema ku mirov ji karparêziyê bibihure na jî ev were kêmkirin, wê pergala komun bimîne. Pergala komunal ne tenê li qada aborî, li hemû qadên civakî bi taybetmendiyên wiha ye ku xwedî avaniyeke gerdûnî ye. Meseleya sereke ya komunan ew e ku bibin sincî û polîtîk. Vederkirina ji van nirxên ku şaristanî û modernîte ferz dike, mirov bikaribe bi modernîteya demokratîk heq jê derkeve.

Hewzayên Dîcle û Firatê av û enerjî û axa ku ji bo berên sereke hewce ne, bi zêdeyî vedihewîne. Heta ku ev materyal têra xwe neyên dabînkirin civakîbûna ekolojîk û aboriyî ya Rojhilata Navîn nikare bi pêş bikeve. Lê heta ku serheviye meneyê ya zêhnî ya têrkar çênebe, ev metaryal bi serê xwe nikarin civaka avaniyê ava bikin. Ji ber vê jî nikarin xwe jê xilas bikin, ku weke civakên reel sosyalîst xizmetê ji modernîteya kapîtalîst re bikin. Ji bo serheviya maneya zêhnî, rêxistiniya akademîk a ku hem di dîrokê de û hem jî di kefika modernîteya demokratîk de ava bûyî, dikare bibe destpêkeke saxlem. Divê neyê jibîrkirin, akademiyên pêşî yên dîrokê zîgguratên Sumeran, Nîppûr, Babîl, Nisêbîn, Riha û Malên Zanînê yên Bexdayê, derbirîna wê ye ku şaristanî bêyî wan nabe. Modernîteya demokratîk bêyî akademiyê pêş nakeve. Cîhana zanistaniya nû û maneyî ya ku di nav krîza modernîteya kapîtalîst de, weke alternatîfbûna cîhana akademîk divê rêxistiniya xwe bike, ji bo civaka ekolojîk û ekonomîk bivênevê ye. Tenê dema ku civaka wekhev (Li gel cihêtiyan), azad û demokratîk were avakirin, bi jiyana bi hev re ya bi van, zanista wê ji yekdestbûna îdeolojîk û amûrbûna desthilatê xilas bibe. Her civaka-eko tenê dema ku bi rengekî bîrewereke ji modernîteya kapîtalîst bihurî û bi rêxistiniyê hate avakirin dikare bibe xwedî mane. Heta ku ew bîreweriya ji kapîtalîzmê, endustrîyalîzmê û netew-dewletiyê bihurî, rêxistin û vîna çalak çênebe, civakên-eko û civakên ekonomîk nikarin ava bibin. Hişmenidya zanist û bîr cuda, civak cuda berevajîkirineke şaristaniyê ye. Ev jî têkildarî kolekirina civakê ye.

Li nava civaka Rojhilata Navîn şoreşa teknolojîk herî pir ji bo civaka ekolojîk hewce ye

Civaka azad û demokratîk tenê bi hişmendiya maneya ji bo wê hewce dikare bijî. Her yekîneya ekonomîk bi hişmendiya ekolojîk dikare bijî. Yekîneyên ekonomîk ên ku xwe naspêrin ser hişmendiya ekolojîk, jiyanên wiha, bivênevêdi nav modernîteya kapîtalîst de wê bihelin û bijîn. Divê mirov yekîneyên ekolojîk-ekonomîk weke yekîneyên basît, ji teknolojiyê bêpar nefikire. Dema ku hewce kir teknolojiyên herî kopmleks û pêşketî jî, di yekîneyên ekolojîk-ekonomîk de dikarin werin bikaranîn. Bi ser de, yekîneyên ekolojîk-ekonomîk yekîneyên îdeal ên teknolojîk in.

Qadên herî kêrhatî yên bikaranîna teknolojiyê ne. Li civaka Rojhilata Navîn şoreşa teknolojîk herî pir ji bo civaka ekolojîk-aboriyî ye. Bi vê maneyê şoreşa teknolojîk antî-endustrîyalîst e.  Teknolojiya di ber xizmeta teknolojiyê de ber bi kolekirin û hilweşandinê ve dibe, teknolojiya di ber xizmeta civaka aboriyî û ekolojîk de teknolojiyê bêhtir ber bi jiyana azad û demokratîk ve dibe. Kurt û kurmancî hevsenga herî biwate ya di navbeyna ekolojiyê û teknolojiyê de şertên modernîteya demokratîk dikare ava bike. Ji ber vê şerê îdeolojîk ji bo şerê navbeyna modernîteyan bivênevê ye. Heke ku ev têkoşîn bi rengekî serkeftî neyê kirin, li bara modernîteya kapîtalîst, şansê jiyana modernîteya demokratîk û mayindebûna wê wê tim mîna dibêtiyeke qels, hêvî û utopyayekê bimîne.

Civaka ekolojîk û ekonomîk ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn ji serdema neolîtîk û vir ve li tevahiya şaristaniyê civak, çanda madî û manewî xwedî kirî divê bijî. Weke sê siwariyên mehşerî yên modernîteya kapîtalîst bi sermayegirî, endustrîgirî û netew-dewletgiriya xwe ev çanda civakî eciqandiye, xencer lê daye û parçe kiriye. Li dijî vê peywira sereke ya ku divê were bicihanîn, avakirina modernîteya demokratîk a li ser sê lingên demokratîk-sosyalîst, ekolojîk-ekonomîk û sincî-polîtîk e.

* Ji pirtûka Qeyrana Şaristaniya Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin.

Dikarî Biecibînî