Dosya: Serhildana 28’ê Adarê – 2

Piştî pîrozbahiyên Newrozê yên herî bi coş û aram di 24’ê adarê de agahiyeke dilsoj a ku hovîtiya dewleta tirk radixist ber çavan li Kurdistanê belav bû.

Mehmet Şahîn |

Hovîtiya artêşa tirk dawî li pêvajoya nerm anî 

Piştî pîrozbahiyên Newrozê yên herî bi coş û aram di 24’ê adarê de agahiyeke dilsoj a ku hovîtiya dewleta tirk radixist ber çavan li Kurdistanê belav bû. Agahiya ku di 24’ê adarê de li Kurdistanê belav bû weke xencereke zengarî ya bêbext di dilê civaka kurd de çikiyabû. Ji bo civaka kurd qebûlkirin û tehemûlkirina wê ne pêkan bû. Hovîtiya artêşa tirk dawî li wê pêvajoya nerm anî.

Li gorî wê agahiyê, 14 gerîlayên HPG’ê li navçeya Pasûr a Amedê li çiyayê Şênê ji hêla artêşa tirk ve bi çekên kimyevî hatibûn qetilkirin. Malbatên ku ji bo girtina cenazeyên xwe çûbûn Meletiyê ji ber şewatê cenazeyên zarokên xwe nas nekiribûn.

Ji 14 cenazeyan 4 ji wan, Êrîş Amed ( Bulent Tanişik – Amed),  Zafer (Muzafer Pehlîvan- Licê/Amed), Xemgîn Amed (Fatih Çetîn – Çinar/Amed), Rojhat Amed (Mahmut Guler – Pasûr/Amed) nasnameyên wan hatibûn tespîtkirin. Malbatan di 28’adarê de cenaze ji Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û ber bi Amedê ve ketibûn rê.

Gelê Amedê Ji bo pêşwazîkirin û definkirina wan şehîdên xwe bi hêrseke mezin li navçeya Rezan, li ber mizgefta Şefîk Efendî ya li Bûlwara Medîneyê kom bû. Girseya bi hêrs deqe bi deqe zêde dibû. Beriya ku cenazeyên şehîdan bigihîjin Amedê hêjmara girseyê gihîşt 40-50 hezar kesî.

Gelê Amedê li hemberî hovîtiya dewleta tirk gelek bi hêrs bû. Qebûlkirin û tehamûlkirin ne pêkan bû. 14 zarokên wê bi awayekî bêbext û bi awayekî hovane ji hêla dewleta tirk ve hatibûn qetilkirin. Lewre gelê Amedê di nav hestiyariyeke herî bilind de dixwest erka xwe ya dawîn bi awayekî herî xurt ji bo wan zarokên xwe bîne cih. Li ber mizgefta Şefîk Efendî bi dirûşmên, ‘Amed li şehîdên xwe xwedî derbikeve’, ‘TC dawî li sebra me neyîne’, ‘Tolhildan, tolhildan’ cenazeyên zarokên xwe pêşwazî kirin. Bi dehhezaran kesî mil da cenzayên bi ala kesk û sor û zer pêçayî û birin Goristana Yenî Koyê. Di bin alên kesk û sor û zer de bi sirûda Ey Raqîb şehîdên xwe defin kirin.

Parlamenterê DEP’ê yê berê Hatîp Dîcle li ser tirbê bi van hevokan hestên gelê kurd ên di wê pêvajoyê de pênase dikir; “Gelê kurd di Newrozê de ji bo aştiyê qîriya, aştî xwest, lê dewletê di 24’ê adarê de bi komkujiyê bersiv da gelê kurd. Ev li hemberî gelê kurd bêrêzî ye”

Em roj bi roj serhildana Amedê bi bîr bînin:

Roja 1’emîn (28’ê Adarê)

Piştî definkirina şehîdan; girseyê bi dirûşmên wekî ‘Şehîd namirin’, ‘Destên ku dirêjî gerîla bibe dê bişikê’, ‘TC şaş nebe, me raneke çiyayan’, ‘Di çiyayan de li Apociyan negere, Apocî li her deverê ne’, ‘Ocalan vîna me ya siyasî ye’ û hwd. berê xwe dan navenda bajêr.

Dema ku girse hat ber qerekola 10’ê Nîsan’ê ya li ser rêya goristanê, rastî barîqata polîsan hat. Gelê Amedê ji ber wê hovîtiya dewletê dilsoj û bi hêrs bû. Di encama provakasyona polîsan de di navbera çend deqeyan de gengeşî û rageşî ya heyî vegeriya şer û pevçûnên gelek mezin. Di demeke gelek kin de şer û pevçûnan hemû bajêr kir qada şerê ku bi rojan dewam kir.

Gelek rojnameger û siyasetmedaran di şîroveyên xwe de digotin, “Çawa çêbû ku di demeke ewqasî kurt de serhildan li hemû bajêr belav bû? Aqilê mirov nagire.” Bêguman ev şîrove ne belasebeb bûn.

Bersivên wan pirs û şîroveyan di hevokên çalakvanekî de veşarî bûn. Li ser pirsa rojnamagerekî çalakvan wiha bersiv dide; “Lî vî gelî neheqiyên gelek mezin tên kirin, lewma gelek bi kerb û bi hêrs e.”

Şer û pevçûnên ku li ber qerekola 10’ê Nîsanê dest pê kir, di demekî kin de li hemû bajêr belav bûn. Bi taybetî li taxên Ofîs û li Baxlarê şer gelek gur bû, polîsên tirk li hemberî berxwedêran çek bi kar dianîn, berxwedêran bi kevir, molotof û barîqatan xwe diparast.

Gelek saziyên dewletê yên fermî bi êrîşên serhildêran re rûbirû man û zirareke mezin dîtin. Bi dehan camên kargehan şikestin. Avahiyên AKP û MHP’ê hatin wêrankirin. 6 wesayîtên  sivîl ên polîs û hevkarên dewletê hatin şewitandin. Polîs û rayedarên dewletê nikaribûn ji avahiyên xwe serê xwe derbixin derve.

Piştî 6 salên agirbestê, cara yekem li Amedê gelek saziyên dewletê û banka jî di nav de hemû esnafan dikanên xwe girtin û derabeyên xwe anîn xwarê. Li taxa Ofîsê çend dikan û bankeyên ku nehatibûn girtin jî bûn hedefa serhildêran.

Di roja yekem de piştî 15 salan cara yekem waliyê Amedê ji leşkeran alîkarî xwest û cendirme vexwendin nava bajêr. Ji tirsa berxwedêran hemû lojmanên polîs û leşkeran hatin valakirin, malbatên polîs û leşkeran hemû di avahiyên sporê de hatin komkirin. Peywirên polîs ên nav bajêr hemû hatin betalkirin.

Bi kurtasî hemû taxên Amedê bûbûn qadên serhildanê. Polîs û malbatên xwe ketibûn tatêla parastina canên xwe û avahiyên xwe.

Di roja yekemîn de agahiya 2 birîndaran li raya gîştî hat parvekirin. Mehmet Akbulut ê 18 salî û Halîl Sogut ê 78 salî bi giranî birîndar bûbûn. Herduyan jî jiyana xwe ji dest da û bûn şehîdên yekemîn ên serhildanê.

Di dawiya rojê de zêdetirî 100 kes hatibûn binçavkirin û gelek birîndar jî rakiribûn nexweşxaneyan. Yên ku ji bo birîndaran diçûn nexweşxaneyan jî dihatin binçavkirin. Şaredarê Amedê Osman Baydemîr ji bo rawestandina şerê serhildêr û hêzên dewleta tirk ketibû nava hewldanan.

Roja 2’yemîn (29’ê Adarê)

Di roja duyemîn de balafirên şer F-16 û helîkopter bênavber li ser Amedê digeriyan. Li jêr jî bi teqwiyeyên tang, top û wesayîtên zirxî yên ku ji bajarên Mêrdîn, Riha, Xarpêt û Meletiyê anîbûn, dixwestin Amedê dorpêç bikin û bifetisînin. Lê Amed wekî şêrê ku qeyd û bendên xwe biqetîne rabûbû ser pêyan, teslîmgirtin û çewisandin ne pêkan bû. Hêrsa sedan salan hebû û dê wisa bi rihetî bi dawî nebûya.

Di roja 2’yemîn de hemû kolan û qadên Amedê bi tang û wesayîtên zirxî ve hatibûn dagirkirin. Esnafan dikanên xwe venekirin. Li gel dagirkeriya tang û wesayîtên zirxî gelê Amedê careke din berê xwe dabû qad û kolanan. Di roja duyemîn de li zanîngeha Dîcleyê jî şer û pevçûnan dest pê kiribû. Di dibistanên navîn û lîseyan de baykotan dest pê kiribû. Xwendekarên ku ji dibistanan derdiketin bi êrîşên polîsan re rûbirû diman û ji aliyê polîsan ve bi awayekî hovane dihatin derbkirin.

Hovîtiya polîsên tirk hêrsa civaka kurd roj bi roj zêde dikir. Serhildan li hemû erdnîgariya Kurdistanê belav bû. Bi taybetî li bajarên Sêrt, Êlih, Edene û Mêrdînê serhildanên gelek mezin çêbûn. Li her devera kurd lê, qetilkirina şervanên HPG’ê, kuştina sivîlên Amedê dihatin protestokirin.

Înîsiyatîfa Gel a Amedê, Kongreya Neteweya Kurd û gelek saziyên kurdan bal dikişandin ser rewşa Amedê û banga xwedîderketina serhildana Amedê li kurdan dikirin.

Di 29’ê adarê de ji nîvro ve di şûna bombeyên xazê de bikaranîna çekan dest pê kir. Berxwedana civaka kurd hêzên dewletê bêzar kiribûn. Rayedarên dewletê di nav tirs û xofeke mezin de bûn. Waliyê Amedê Efkan Ala ji bo rawestandina şer ji siyasetmedarên kurd alîkarî dixwest. Di navbera siyasetmedarên kurdan û walî Efkan Ala de hevdîtinan dest pê kir. Di encama wan hevdîtinan de peyamên erênî dihatin dayîn lê wan peyaman bandor li serhildêrên kolanan nedikir.

Şaredarê Amedê Osman Baydemîr dema ku ji bo pêkanîna hevdîtina bi çalakvanan re ber bi dibistana polîsan a li Koşuyoluyê ve diçû bi êrîşên tîmên taybet re rûbirû ma.

Di roja 2’yemîn de 28 kes bi çekên polîsan hatibûn birîndarkirin.  Tarik Ataykaya yê 23 salî bi guleyên polîsan, Mehmet Işıkçi yê 19 salî bi derbkirina polîsan hatibûn qetilkirin. Ji birîndaran Mûstafa Eryilmaz ê 26 salî, Emrah Fîdan ê 17 salî  û Abdulah Dûran ê 9 salî jî jiyana xwe ji dest dan.

Di heman rojê de li Êlihê jî zarokê 3 salî Fatîh Tekîn jî bi guleyên polîsan hatibû qetilkirin… (Didome)

Dikarî Biecibînî