Li Idlibê amadekariyên şer

Dewleta tirk piştî peymana Moskovê, hêza xwe ya leşkerî ya li Idlibê zêde kir. Li gorî agahiyan, heta niha 57 baregehên leşkerî hatine avakirin û hejmara leşkerên li Idlibê hatine bicihkirin jî gihişt 29 hezaran

Navenda Nûçeyan |

Li Idlibê piştî şerekê giran, di navbera Rûsya û dewleta tirk de di 5’ê adarê de peymanek hatibû îmzekirin. Lê tevî ku bi ser peymanê re mehek derbas bû jî şertên peymanê nayên bicihanîn.

Dev ji bicihanîna peymanê biqerin, dewleta tirk hêla vîrûsê ji xwe re weke firsendekê dibîne û sewqiyeta laşkerî ya li ser herêmê zêde dike û cihên nû yên kontrolê yên leşkerî ava dike.

Di peymana di navbeyna dewleta tirk û Rûsyayê de li gel biryara; ‘Rawestandina hemû xebatên leşkerî’ jî dewleta tirk di mehekê de bi dehan nuqteyên leşkerî li Idlibê ava kirin.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku tê zanîn bi komên çekdar ên Sûriyeyê re têkildar e û navenda wê li Londrayê ye, da zanîn ku hejmara cihên kontrola leşkerî yên dewleta tirk ên li Idlibê li gel yên ku sala 2017’an hatibûn avakirin, ji 57’an derbas kir.

Noqteyên ku hatine avakirin

SOHR’ê ragihand ku dewleta tirk vê meha dawî li herêmê gelek cihên kontrola leşkerî danîne û gelek leşker hatine bicihkirin. Li gorî SOHR’ê nuqteyên leşkerî yên nû ku dewleta tirk li Idlibê ava kirine wiha ne:

“Anedan, Raşîdîn, Maar Hetat, Seraqîb, El Tarnabeh, Neyrab, Muxir, Qumaynes, Sarmîn, Teftenaz, Maaret El Nehsan, Maaret El Masrin, Jineh, Kefer Karmîn, El Tawamah, Alaya 111’an, Mastumah, Tramnin, Atarîb, Daret Izze, Bardaqlî, Nahlaya, Mutaram, Basniqul, Nebî Eyub, Bazebur, Batabû, Kefer Nûran, Hamadan, El Cinah, Besanqul, Mişrafa, Til Hetab, Bidama, Najiya, Zeyniya, Xesaniyê, Kufeyr û Bernas.”

Di dawiya 2017’an de piştî hevdîtina Astanayê ya di navbera dewleta tirk û Îranê de dewleta tirk li Idlibê, li bakurê Hema û rojavayê Helebê 12 cihên kontrolê ava kiribûn. Lê li gorî agahiyên ku ji kanên xwecih hatine stendin, cihên kontrola leşkerî yên dewleta tirk ên li Idlibê zêdetir in. Li gelek herêman li gel nuqteyên leşkerî her wiha nuqteyên îstîxbaratê jî hatine danîn.

Her wiha tê gotin ku hejmara leşkerên tirk ku ji 2’yê sibatê û vir ve şandine Idlibê 5 hezar û 745 e. Li gel leşkerên ku beriya niha li nuqteyên cuda yên çavdêr bûn û demên cuda hatine şandin ji 29 hezaran derbas dibe.

Hejmara leşkeran ji ya êrîşa li dijî Qibrisê derbas kir

Tê gotin ji serê sibatê ve hejmara wesayîtên zirxî yên ku personelan hildigirin, tangan û kaîdeya obûsan ku birine herêmê ji 5 hezaran derbas bûye. Li gel leşkerên dewleta tirk û çeteyan, dewleta tirk 35 hezar kes li herêmê veguhestin. Ev hejmar, hejmara di dema êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Qibrisê derbas dike.  Piştî sewqiyeta dewleta tirk a li ser herêmê û avakirina cihên nû yên kontrolê, tevgera balafirên şer ên Rûsyayê ku ev demekê kêm bûbû, zêde bû.

Xalên peymana Moskovê

Piştî şerê li Idlibê serokomarê tirk Tayyîp Erdogan çûbû Moskovê û ji serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xwestibû ku agirbest were ragihandin. Di agirbestê de ku ya ku piştî Erdogan li bin lingê Çarîçe Katarîne destê wî li ber wî dabûn sekinandin û kiribûn rêzekê de hatibû îmzekirin ev hebûn:

* Li Idlibê ji 6’ê adarê ve rawestandina hemû tevgerên leşkerî.

* Vekirina korîdora ewlehiyê ya 6 km bakur û 6 km başûrê rêya Heleb-Laziqiyê (M4)

* Piştî vekirina korîdora ewlehiyê, ji 15’ê adarê ve destpêkirina dewriyeya Rûsya-Tirkiyeyê.

Piştî peymana Moskovê, li herêmê her çendî bi qismî agirbestek çêbûbû jî şertê xala pêşî, ‘rawestandina hemû tevgerên leşkerî’ ji hêla dewleta tirk ve nehate bicihanîn. Du şertên din ên peymanê jî heta niha nehatine bicihanîn.

Şertên NATO û DYA’yê

Beriya ku biçe Moskovê, Erdogan ê ku ji NATO û DYA’yê alîkarî xwest, piştî ku peyman îmze kir gotibû; ‘Êdî bivenevê ye ku li Idlibê statûyeke nû were avakirin.” Pûtîn jî bi gotinên; ‘Em bawerin ku divê mirov destûrê nede ku têkoşîna navneteweyî ya li dijî terorê were qelskirin.’ Bi vê yekê bi bîra dewleta tirk xist ku ‘komên terorîst ji hev veqetîne’ û heke ev pêk neyê jî der barê tiştên ku wê bibin îşaret dabû.

Dewleta tirk pê dizane tekane şertê ku bikaribe li wir mayînde bibe, mîsogeriya NATO û DYA’yê ye. Di şerê sibatê de NATO û DYA’yê desteka bi şert dabû dewleta tirk. Şertê NATO û DYA’yê ew bû ku jidev ji pergala berevaniya hewayî ya S-400’î biqere ku dewleta tirk ji Rûsyayê standibû û îdia kiribû ku nîsanê dê aktîf bike.

Hatibû îdiakirin S-400’ên ku tîrmeha par hin parçeyên wê anîbûn Tirkiyeyê, di hefteya duyemîn a meha nîsanê de dê bihatina aktîfkirin.

Çavkanî: Ersîn Çaksû/Qamişlo-ANF

Dikarî Biecibînî