Dagirker ji kîjan kurdî hez dikin? (2)

Piştî destpêkirina têkoşîna çekdarî yê Tevgera Azadiyê yê 1984’an wekî her carê di nav civaka kurd de gelek hezkiriyên desthilatdariya tirk çêbûn

Mehmet Şahîn |

Piştî destpêkirina têkoşîna çekdarî yê Tevgera Azadiyê yê 1984’an wekî her carê di nav civaka kurd de gelek hezkiriyên desthilatdariya tirk çêbûn. Ji hezkiriyên xwe artêşa Qoriciyan ava kirin. Axa û serokeşîrên hezkiriyên xwe kirin payebilind û kirin serok û rêberê artêşa Qoriciyan. Axa û serokeşîrên ku heta wê rojê nikaribûn ji ber deriyên dewletê derbas bibin ji nişkeve di asta herî jor de muxatab hatin girtin û pişta wan hat mizdan.

Her ku Tevgera Azadiya Kurd xurt û mezin bû desthilatdariya tirk jî hewl da di nav civaka kurd de hezkiriyên xwe zêde bike. Desthilatdariya tirk ji salên 90’î şûn ve hêzên Başûr PDK û YNK jî tevilê hezkiriyên xwe kir! PDK û YNK’ê jî ji bo xatirê hezkirinê mil dan dewleta tirk û êrîşî birayên xwe şervanên azadiyê kirin. Wan jî xwest wekî hemû hezkiriyên berê erka xwe ya nebixêr bînin cih û di têkçûna birayên xwe de risteke girîng bilîzîn.  PDK û YNK xwestin bi destê xwe hêza Tevgera Azadiya Kurd bişikînin û careke din vîna kurdên azad tine bikin.

Lê plansaziya dewleta tirk û heskiriyên wê bi ser neket û daxwaza dilê wan nehat cih. Ji ber ku Tevgera Azadiya Kurd neşikest û têk neçû hezkirina desthilatdariya tirk a ji bo PDK û YNK’ê ji neçariyê dewam kir û bi demê re hezkirina desthilatdarên tirk a ji bo PDK’ê zêdetir bû. Her ku hezkirina wan zêde bû liv û tevgerên PDK yên nebixêr jî zêdetir bûn. Li gel destûra hemû cureyên êrîşên bejahî û hewayî yên li dijî Tevgera Azadiyê, bi destûrdayina avakirina 23 baregehên leşkerî rê li dagirkeriya dewleta tirk vekirin.

Hezkirina desthilatdariya tirk û ya PDK’ê tenê bi Başûr ve sînorkirî nema. Desthilatdariya tirk bi saya PDK’ê ji xwe re ji kurdên Rojava jî hezkirî çêkirin. Bi pêşketin û xurtbûna berxwedana kurdên Rojava re rêxistina ENKS’ê bû hezkiriyê desthilatdarên tirk. Ji ber ku bi piştgirî û hevkariya xwe rê li dagirkirin, talankirin û wêrankirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî vekirin û di şikandina berxwedana kurdên azad de piştgiriya wan kirin desthilatdariya tirk ji ENKS’ê hez dike.

Kurdên heskirî heke bikevin xefletê û pîvanên hezkirinê jibîr bikin bi encamên gelek giran re rû bi rû dimînin. Mînak; di sala 2017’an de PDK’ê pîvanên hezkirina desthilatdariya tirk jibîr kir û biryara referandûma serxwebûnê da. Desthilatdariya tirk demildest pîvanên xwe yên hezkirinê anîn bîra PDK’ê û di şexsê PDK’ê de 50 milyon neteweya kurd bi berdêleke gelek giran re rûbirû hişt. Di encamê de ji sedî 40’ê erdnîgariya başûrê Kurdistanê ji destê kurdan derxistin.

PDK’ê helwesta rayedarên tirk ên êrîşkar û bêrûmetên ku li dijî hebûna neteweya kurd pêk hatin ji xwe re qet nekir xem. Ji bo careke din bibe hezkiriyê desthilatdarên tirk li ber wan çong danî û got “min kir hûn nekin”.

Pîvanên kurdên hezkirî û kurdên dijmin diyar in. Li çar parçeyên Kurdistanê kîjan rêxistin, kîjan sazî û kîjan tevger ji ber çi dijmin in û ji ber çi hezkiriyên dagirkeran in diyar e û ji hêla civaka kurd ve jî baş tên zanîn.

Kurdên azadîxwaz, kurdên welatperwer û netewperwer, kurdên berxwedêr, kurdên têkoşer, kurdên xwedî nirx û pîvan û bi rûmet, bi kurtahî kurdê ku bixwaze wekî kurdekî bijî ji bo dagirkeran dijimin e.

Kurdên ku ji kurdbûna xwe û ji hebûna xwe dûr ketibin û hevkarên kujerên civaka xwe bin, kurdên ku ji nasnameya xwe, ji çanda xwe, ji zimanê xwe dûr ketibin û şibiyabin dagirkerên xwe, kurdên ku jiyaneke bê rûmet qebûl kiribin û li ber dagirkerên xwe çong danîbin û vîna xwe radestê dagirkerê xwe kiribin, kurdên ku berjewendiyên xwe yên şexsî, hîzbî û malbatî bi ser berjewendiyên neteweyî re girtibin û di nav partiyên pergalê de di eniya li dijî civaka xwe de cih girtibin hemû dibin hezkiriyên dagirkerên Kurdistanê!

Piştî sedan salan cara yekemîn kurdan di pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd de sînorên dagirkeran bêwate kirin û hemû beş û rengên kurdan ji bo têkoşîna azadiyê mil dan hevûdu û mil bi mil têkoşiyan. Piştî sedan salan cara yekemîn kurd di pêşengiya Tevgera Azadiyê de ewqasî nêzikî yekitiya neteweyî û nezikê azadiyê dibin.

Navenda Tevgera Azadiyê, navenda vîna kurdên azad çiyayê Qendîlê tê zanîn. Lewre Qendîl wekî qîbleya hemû kurdan e, navenda hêvî û bendewariya 50 milyon kurdî ye. Niha  ev navend di hedefa dagirkirinade ye. Dagirker dixwazin vê kelheyê birûxînin û hêvî û bendewariya 50 milyon kurdî careke din tine bikin.

Di tinekirina vê navendê de wekî her carê dixwazin dîsa rola nebixêr bidin kurdên heskiriyên xwe. Dixwazin careke din bi destê kurdên hezkiriyên xwe kelheya azadiya kurd birûxînin û vîna kurdê azad tine bikin. Plansaziya wan a dîrokiya kirêt li Zînî Wertê li ser kar e.

Geşedanên li Zînî Wertê pêk tên nîşan didin ku PDK ew rola nebixêr girtiye ser milê xwe û bi israre ku bibe hezkiryê dagirkerê xwe. Diyare ku PDK dixwaze di dorpêçkirina Qendîlê de û di êrîşên li dijî vîna kurdê azad de li gel dagirkerê welatê xwe û kujerê qewmê xwe cih bigire û di şopa Xalit Beg, Mele Hadî, Êzdînşêr, Sofî Evdila, Medenî, Bînbaşî Kasim û Rêberan de bibe hezkiriyê dewleta tirk û dijminê gelê xwe.

Dîroka kurd û Kurdistanê ya hezar salan bi awayekî gelek zelal nîşanê me dide ku yên  ku di ximeta gelê xwe de bibin hezkiriyên welatê xwe û hezkiriyên neteweya xwe dikarin hebûna xwe bidomînin û bi awayekî serbilind û rûspî di rûpelên dîrokê de cih bigrin.

Yên ku di xezmeta dagirkerên xwe de bibin hezkiriyên dagirkerên xwe yên zalim û zordar, her çiqasî xizmetên gelek giranbuha ji wan re kiribin jî di encamê de ji xezeba wan rizgar nebûne û her tim bi aqûbeteke nebixêr a dijwar re rûbirû mane û bi rûreşiya xwe di rûpelên dîrokê yên reş de cihê xwe yê bêrûmet girtine û çûne ser sergoyê dîrokê.

Kurdên îro hezkiriyên dagirkerên xwe ne hewce ye dîrok û aqûbeta kurdên hezkiriyên dagirkeran bi bîr bînin û ji xwe bipirsin, gelo çima ez hezkiriyê dagirkerê kujerê gelê xwe û birayê xwe me?

Kurdên xwenas û ji dîroka xwe hayîdar, kurdên xwedî nirx û rûmet dê tu carî nexwazin bibin hezkiriyên dagirkerê xwe. (Dawî)

Dikarî Biecibînî