Ji sala 2021’ê re

Heke baweriya te bi min tune be jî li xwezayê guhdar bike. Li dengê teqînên li Cûdî, Gabarê guhdar bike. Li Newala Qesaba guhdar bike. Li sewalekî di nava şewata bombebaranê de guhdar bike. Li masiyekî binê behrê ku di nava petrolê de digevize guhdar bike, li mêşhingiveke ku kulîlkên wê çilmise guhdar bike

Ferhat Akinci |

Merhaba 2021

Ez vê nameyê ji 2020’an ji te re dinivîsinim. Her çiqasî me hevdû nas nekiribe jî ez dixwazim ji te re hest û ramanên xwe bêjim. Lê dibe ku em hev qet nebînîn jî. Hemû girêdayî 2020 ye. Tu bi salekî ji 2020’an mezintir î. Lewma ez hêvî dikim ku tu hem min û 2020 ‘ê fêm bikî û li gorî wê hinek şîretan li me bikî. Dibe ku 2020 bi ya te bike. Ji niha ve gelek kes ji 2020’an aciz bûn. Hinek dibêjin divê saleke wekî hehatiye jiyîn bihesibînin. Hinek jî dibêjin em rasterast derbasî sala 2021ê bibin. Jixwe piranî jî dibêjin 2020 sala bobelatan e û qet jê hez nakin. Tu dibînî ku mirov çiqas ji 2020’an aciz bûne û ji niha ve beriya te kirine. Dixwazin hema demildest tu werî. Ez bawerim gelekan dest bi duayan kirine. Xelet fêm neke lê ewqasî baweriya min ku tu yê hemû tiştî sererast bikî tune. Ango dema ez van tiştan dibêjim ne ku pesnê te didim an jî ez te wekî xwedayekî ku serdestî hemû tiştî ye dibînim. Na wisa fêm neke. Ez tenê behsa hestên mirovan dikim. Bêguman hem der barê te de û hem jî der barê 2020’an de hest û ramanên min hene, ez ê wan jî bi te re parve bikim.

Bi qasî yên ku ji 2020’an aciz bûne û daxwaziya te dikin, ewqasî jî yên ku hej 2020’an kirine û naxwazin biqede jî hene. Ew jî hêmanên xwezayê ne. Kulîlk in, dar û ber in, sewal in, pirpirok in… Dibe ku cara ewil giyanewer li gelek cihan beyî tirsa mirov ji xwe re serbest digerin. Sewalên kuvî di sikakan de dimeşin. Pezkovî xwe berdidin bajaran. Hirç dibin xwediyê kolanan, li ser asfaltên ku mirov û maşîna diçûn niha giya şîn dibe. Mêşehingiv li ser kulîlkên daran bextewar difirin û zanist aşkera dikin ku qirêjiya hewa bi lez kêm dibe. Êdî asîman zelaltir, dengê çûkan xweşiktir e. Ma giyanewer çima bixwazin ku dem xelas bibe.

Niha te ez fêm kirim bê ka çima giyanewer naxwazin ev dem biqede. Mirovên ku giyanewer dixistin kafesan, niha ew ketine malên xwe. Mirovê ku jiyan li giyaneweran teng dikir, niha jiyana wî teng bûye. Mirovên ku giyanewer bi salan dixistin qefesê niha sebra wan nayê du-sê rojan di malê de bimînin. Li Emerîqa û Fransayê gel dadikeve kolanan dibêje; ‘Bila qedexeya derve rabe.’ Lê bi milyonan mirov niha di malên xwe de ne. Ev rewş wê çiqas riya fêmkirina xwezayê veke nizanim. Lê tiştekî zanibim heye ku xweza dibêje ‘Ez heme.’

Ez texmîn dikim ku tu niha şaşomaşo bûyî. Tu dibêjî ma çawa bi milyaran mirov ji malên xwe dernakevin? Çawa sewal di kolanan de digerin? Çi bûye sedem ku tiştek wiha çêbe. Ez di zanim tu gelek mereqan dikî. Lê ez jî wekî te me. Min jî di serî de qet bawer nedikir. Hinekan wekî ku niha ji te re name dinivîsim ji min re binivîsandibûna min jî qet bawer nedikir. Lê mixabin ev rewş bi qasî hebûna me rast e. Lê jixwe belkî tu min tune dihesibînî. Dibe ku ez nebim. Mixabin ez nebim jî hîn nîşaneyên ku bi te bidin fêmkirin wê her hebin. Ez zêde dirêj nekim û ji te re sedema wê bêjim.

Beriya sê-çar mehan li welatê Çînê gotin nexweşiyeke nû derketiye. Digotin mirov ji ber vê nexweşînê dimirin. Navê wê jî kiribûn Covîd-19. Sedema nexweşînê jî vîrûsa coronaya nû ye. Eceb e newisa! Vîrûsa coronaya nû mirovan dikuje. Vîrûsek tenê vîrûsek. Tu dizanî vîrûs çi ye? Tiştekî biçûk, bi çavan nayê dîtin. Zindî ye û nezindî ye. Tiştê herî zêde hez jê dike jî hucreyên kezebê ne. Ew kezeba ku xwîna mirov paqij dike, bêhna mirov vedike ji Covîd-19’ê re cihê herî xweş e. Welehî ew jî îşê xwe dizane. Min got Covîd-19 mirovan dikuje lê ne hemû mirovan. Kesên pîr, kesên ku nexweşiyên kronîk bi wan re hene, kesên ku bedena wan lewaz yekem hedefa Covîd-19’ê ne. Tu dibînî vîrûseke çawa ye. Hinekî jî dişibe feraseta Hîtler. Başe ku yên navê Covîd-19’ê lê kirine Hîtler nehatiye bîra wan an na dibe ku navê wê bikin vîrûsa Hîtler. Wê demê me yekcar nikarîbû ji nav vî karî derkevin. Jixwe zanyar bê çare mabûn ji bo nav. Wan jî hema ji ber ku ev vîrûs ji malbata vîrûsên coronayê ye di sala 2019’an de hatibû dîtin, navê wê kirin Covîd-19.

Covîd-19 dema hêj nû hate dîtin kesî bala xwe nedayê. Jixwe rayedarên çînî bijîşkê ku yekem car behsa vîrûsa coronayê kir, ji kar avêt û ceza dayê. Mixabin rastî nikarîbû were veşartin û rastî derket holê. Wî bijîşkî jî ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku mirin zêde bûn û diyar bû ku Covîd-19 bi lezgînî bela dibe, rayedarên Çînê bajarê Wuhan ê xist bin karantînayê. Me hemûyan ji xwe re temaşe dikir. Her yekî tiştek digot.

“We dît Çînê çawa di rojekê de nexweşxaneyeke têra hêzar kesî çêkir.”

“Ez dibêm ev hebe-tune be lîstika Emerîkayê ye.”

“Erê erê ev vîrûs teqez di labaratuaran de hatiye çêkirin.”

“Heke ewqasî goştê mişk û maran bixwin aha ew ê bobelatên wisa werin serê wan.”

“Ev teqez nîşaneya cezakirina xwedê ye.”

“Hûn dizanin dermanê vê çi ye. Ser û pê bixwin, sîrê bixin nav xwarina xwe tiştek bi we nayê.”

“Dimsa tûyan gelek baş e. Xwînê zêde dike û mirov xurt dike.”

“Tiştên wisa tune ne, ev hemû lîstik in.”

“Dixwazin aboriya Çînê biherifîni in.”

Belê belê rêzdar 2021, hema herkesî tiştek digot. Nedizanîn ku ev tişt wê were serê wan jî. Welehî min jî di serî de digot ev lîstike li ser welatê Çînê tê lîstin. Zêde di ser re dem derbas nebû, aşkera bû ku rewş ne wekî em dizanine. Ev mirovên ku ewqasî ji aqilê xwe razî tu ji min bipirsî hemû tiştî heq dikin. Hemû felaketan heq dike. Lê nizanim çima her carê wekî pisîka nehcaş li ser lingê xwe dimîne.

Birêz 2021 tu nizanî, lê di dîrokê de gelek caran vîrûsên ku mirovan dikujin li cîhanê belav bûne û bûne sedema mirina bi milyonan mirovan. Weba, kolera, şewba spanî… Çend ji van nexweşiyan in. Tişta balkêş ew e ku ev nexweşî hemû ji ber nêzikatiya mirov a li dijî xwezayê derketine û belav bûne. Webaya reş bi kesên ku bazirganî dikirin re ji Asyaya Dûr derbasî Ewropayê bû. Ev vîrûs ji mişkan derbasî mirovan dibû. Dema vîrûs yekem car diyar bû, rahîbên xiristiyan gotin ev sedema jinên pîrebok derketiye û dest bi kuştina jinên ku nexweşîn bi dermanê xwezayî çêdikirin, kirin. Her wiha digotin pisîk jî bi van jinan re tevdigerin û wiha digotin ‘Pisîk jî bi van jinan re tevdigerin’ û pisîk jî kuştin. Piştî ku mişk bi serbestî geriyan û tu kesê derman çêbike nema, vîrûs yekser belav bû û di encamê de nêzî sed milyon mirov mirin. Ez çima qala van dikim tu dizanî? Covîd-19 hişt ku em li ser gelek tiştan bifikirin.

Mirov careke din xweza bi bîr anî. Bi sedsalan e mirov xwe ji bîr kiribû. Êdî nedizanî ji ku ve hatiye. Lê Covîd-19’ê anî bîra mirov ku ew ji tenê parçeyeke ji xwezayê ye. Me xweza dagir kiriye. Hêlînên çûkan binê behran, asîman, daristan, çol, newal… hemû hatine dagirkirin. Mirov wê ji vê nexweşiyê ders derxin dernexin nizanim. Lê ez ji te re bêjim wisa dixuye ku ew ê ji feraseta xwe nazivirin. Tu bêjî çima? Ez wiha bêjim, ligel hemû zoriyan jî dewletan hewldanên dagirkerî nedan sekinandin. Ji vîrûsê zêdetir hê jî mirov mirovan dikujin. Ji vîrûsê zêdetir desthilatdar mirovan nexweş dikin. Hovîtiya dewletan ji Covîd-19’ê gelekî zêdetir can û wijdanê mirovan diêşînin. Ez ji te re behsa çîroka Dayika Xalîse bikim. Dayika Xalîse, sê sal bû li cenazeyê kurê xwe digeriya. Kurê wê Egît di şerekî li hemberî zilmê de jiyana xwe ji dest da. Dayik sê salan bi hesreta cenazeyê lawê xwe rabû û rûnişt. Lê rojekê ji nişkan ve gazî wê kirin, gotin emanetê te heye. Dayê çû emanetê xwe bigire. Lê çi bibîne. Emaneta ku digotin cenazeyê lawê wê bû. Xistibûne sêlikeke biçûk û bi kargoyê şandibûn jê re. Heke wijdan serdestî bazirganiyê bûya diviyabû di wê kêlikê de hemû tişt bi dawî bûbûna. Lê mixabin wisa nebû. Serdarê zilimkaran di got; ‘Em li gorî prosedûran tevgeriyan.’

Ma tu yê çawa zanibî êş û kedera dayika Egît. Nebêje ez ê wekî saleke nû werim û êş û kederan bi rehma xwe binuxîmînim. Erê hinek hêviyên min ji te hene. Lê tu jî dê wekî her salên ku hêvî û xeyalên xort û ciwanan, dayik û bavan di nav xemaniya xwe de xeniqandin werî û herî. Hema tu qet neyê çêtir e. Bila ne hêvî bişikiê û ne jî tu safîbûna xwe wenda bike. Bila xwerîbûna te bi çekên mirovan kirêt nebe. Hema wekî xwe bimîne. Nebe şahidê kuştina delaliya dayikan. Qet nebe bila dayik jî nifirina li te nebarînin.

Niha tu dibêjî qey ez gelek xemsar û bêhêvî me. Na ne wisa ye. Hêviyên min bi qasî çiya yê Agirî mezin û biheybet in. Lê baweriya min bi te nayê. Ez dixwazim ku tu bizanibî rastiyê û dema hatî jî amadekarî ku van hemû neheqiyan ji holê rakî û dilê dayikan şa bikî. Tu jî nebî wekî her salên din. Navê xerabiyê li xew bar nekî. Awirên Ceylan û Cemîle nekşînî ser xwe. Gunehê zarokan li xwe bar nekî. Dibe ku gelek tiştan ji te dixwazim û barê te jî giran dikim. Lê zanibe mirov gilî û gazincan ne ji neyarê xwe dike, ji hezkiriyên xwe dike. Ji yên bendewarî heye dike. Ez hêvî dikim ku tu min xelet fêm nekî. Dibe ku hin gotinên giran jî hatibin gotin lê ew ji ber dilêşiya min e.

Birêz 2021 ji ber ku ez te nas nakim û nediyar e ka em ê hev nas bikin ez ji te re tenê dibêjim birêz. Dilê xwe negire lê tu jî min nas nakî. Qet nebe haya min ji te heye. Lê bi guman im ku haya te ji min hebe. Jixwe dema em li rastî hev hatin ez ê ji te nas bikim tu jî dê min nas bikî. Lê ez hebim jî tunebim jî van gotinan ji bîr neke. Heke baweriya te bi min tune be jî li xwezayê guhdar bike. Li dengê teqînên li Cûdî, Gabarê guhdar bike. Li Newala Qesaba guhdar bike. Li sewalekî di nava şewata bombebaranê de guhdar bike. Li masiyekî binê behrê ku di nava petrolê de digevize guhdar bike, li mêşhingiveke ku kulîlkên wê çilmise guhdar bike. Nebêje ev mezin e, ev biçûke, li her giyanewerî guhdar bike. Tenê li mirovan guhdar neke. Heke tu yê guhdar bikî jî li dayikên kezeba wan şewitî û hê jî dibêjin ‘Bila şer nebe’ guhdar bike. Yan jî li nava çavên zarokên ku li Şengalê ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dane binêre bes e. Jixwe hemû trajediya mirovahiyê di wan çavên melûl û levên qeliştî de veşartiye. Heke tu hostayê nêrîn û xwendina şopên li ser rûyê wan zarokan bî tu yê hemû mebesta min fam bikî.

Belê 2021 ditirsim ku mirov hemû kerba 2020’an di serê te de biteqînin. Bazirgan, desthilat, zilimkar ji 2020’an gelek aciz in. Hesabên wan tev li bin guhê hev ketine. Bêguman mirovên xizan jî gelek ketine bin bandorê tesîra Covîd-19’ê ku herî zêde li ser wan pêk tê, lê ji aliyekî ve jî ew bûne hostayên jiyanê. Lê ew kesên dewlemend ku hînî hemû tiştên rihet bûne dema rehetiya wan diçe gelek aciz dibin û dikarin gelek tiştên xerab bikin. Ji bo wê jî tu jixwe haydar be.

Tiştên ez ji te re bêjim gelek in, lê jixwe dema tu hatî tu yê hemûyan bi çavê xwe bibînî. Lê divê haydar bî li rastî û derewiyê. Di vê serdemê de derew gelek hosta ye. Xwe dixe her cureyî. Herî zêde jî di sûretê rastiyê de derdikeve pêşberî me. Lê wekî min ji te re got heke şarazayê te xweza û dayik û zarok bin, tu yê derewê li her derî baş nas bikî.