1’ê Gulanê (1)

Em îsal di şert û mercên gelek giran de 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pêşwazî dikin. Her sal roja 1’ê Gulanê li seranserê cîhanê bi milyonan kedkar ji bo pîrozbahiyên roja berxwedana xwe diherikin qad û kolanan

Mehmet Şahîn |

Bijî 1’ê Gulanê

Em îsal di şert û mercên gelek giran de 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pêşwazî dikin. Her sal roja 1’ê Gulanê li seranserê cîhanê bi milyonan kedkar ji bo pîrozbahiyên roja berxwedana xwe diherikin qad û kolanan.

Her sal di 1’ê Gulanê de hemû kedkarên cîhanê, sazî û sendîkayên wan balê dikişînin ser şert û mercên nebaş ên xebatê; balê dikişînin ser bêwijdanî û bêedaletiya kapîtalîzmê; balê dikşînin ser talankerî û wêrankeriya kapitalîzmê ya li ser mirov û ya li ser xwezayê. Di heman demê de nirx û pîvanên mirovahiyê bi bîr tînin û daxwaza jiyaneke wekhev, aştiyane û birûmet dikin.

Talankerî û wêrankeriya kapitalîzmê ya her sal kedkaran di qadan de bi israr dianîn ziman û li dijî wê têdikoşiyan îro mirovahî bi felaketeke mezin re rû bi rû hiştiye. Navê wê felaketê jî Covid-19 danîne. Lê em dizanin kabûsa di bin navê Covid-19’ê de mirovahî dîl girtiye kapîtalîzm bixwe ye.

Ji ber bobelata koronayê îsal kedkar dê nikaribin derkevin qadan. Di dîroka berxwedana kedkaran de belkî yekem car e tişteke wiha diqewime. Lê em dizanin, îsal 1’ê Gulanê ji her salê zêdetir biwate ye, dirûşm û xwestekên kedkaran îsal biwatetir in. Di rewşeke wiha de bilêvkirina têkçûna kapîtalîzmê û bibîranîna nirx û pîvanên mirovahiyê biwatetir e.

1’ê Gulanê li ser rûyê cihanê li 80 welatan wekî cejna fermî û li gelek welatên din jî bi awayekî pratîkî tê pîrozkirin.

Di sedsala 19’emîn de li Ewropa û Amerîkayê kedkar di şert û mercên gelek zehmet de dixebitiyan.Di karên herî giran de, di şert û mercên herî netendurist de rojane 15-16 saet dixebitiyan. Li gel vê yekê jî heqdestê kedkaran digirt gelek caran têra xwarin û vexwarina wan jî nedikir. Li gel karên herî giran di şertên gelek zehmet de, belengaz û hejar de dijiyan. Di wê serdemê de kedkar ji hişmendiya xwebirêxistinkirinê dûrbûn. Ji ber nerêxistinbûnê nedikariyan mafên xwe yên herî rewa û mirovî biparêzin.

Bi saya keda kedkaran di sedsala 19’emîn de teknolojî bi pêş dikeve, ceyran tê keşifkirin û makîneyên kar tên çêkirin. Bi pêşketina teknîkê re berhemên kar ên otomasyonê zêde dibin û pêdiviya bi karkeran kêm dibe. Zêdebûna makîne û berhemên otomasyonê hilberînê û destketiyên kompredoran zêde dike. Ev jî dibe sedema xurtbûn û pêşketina çîna bûrjûwayê.

Di kar û bar de bikaranîna makîne û otomasyonê dibe sedema bêkarmayîna karkeran. Di nav karkeran de roj bi roj rêjeya betaliyê zêde dibe. Ev jî dibe sedema pêşbaziya di navbera karkeran de. Pêşbaziya navbera karkeran jî mixabin dibe sedema kêmbûna heqdestê kedkaran.

Karker dibin dijminê makîne û teknolojiyê. Dijminahiya li dijî teknolojiyê cara yekemîn li Brîtanyayê bi çalakiyan dest pê dike û li cîhanê belav dibe. Kedkar di wan çalakiyên xwe de destnîşan dikin çareserî tunekirina teknolojiyê ye.

Piştî demekê tê fêmkirin, çareserî ne di tunekirina teknolojiyê de, çareserî di hevgirtin û xwebirêxistinkirinê de ye. Li ser wê hişmendiyê, li ser bingeha zanistî û felsefeya çînî ya kedkariyê xwebirêxistinkirina kedkaran dest pê dike.

Rêxistinbûyîn di warê hişmendiyê de guherînên gelek mezin pêk tîne û ji nav refên karkeran rêvebirên têkoşer ên xurt  derdixe holê. Bi derketina rêveberiyên xurt berxwedana kedkaran a li dijî pergala kapîtalîst dest pê dike.

Dîroka berxwedana kedkaran

Kedkaran piştî xwebirêxistinkirinê dît, çeka wan a herî mezin rêxistinbûyîn û keda wan e. Di sala 1884’an de, Yekitiya Karkeran a Navneteweyî û Federasyona Kedkarên Amerîkayê ji bûrjûwayên desthilatdar daxwaz kir dema xebatê ya rojane ji 15-16 saetan were 8 saetî. Ji bo pêkanîna wê daxwaza xwe 2 sal dem dan wan.

Piştî bidawîbûna dema diyarkirî ya 2 salan sendikaya karkerên Amerîkayê di 4’ê gulana sala 1886’an de li qada Haymertê yê bajarê Chicago mîtîngek li dar xist. Hemû rêxistinên karker û kedkaran beşdarê mîtîngê bûn. Mitîng bi tevlêbûna 80 hezar kedkar û malbatên xwe bi biryardarî û bi coşeke mezin pêk hatibû û bi awayekî aram bi dawî bûbû.

Lê belê di dawiya mîtîngê de, parazvanên neteweyî yên dewletê li çalakvanên piştî mîtîngê dest bi meşê kiribûn gule dibarînin. Di encama gulebarana polîsan de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û bûn şehidên berxwedanê.

Ji bo protestokirina kuştina 6 karkeran di 5’ê gulanê de dubare mitîng tê lidarxistin. Di mitînga dubare de provakatorek bombeyekê ber bi polîsan ve davêje û di encamê de polîsek birîndar dibe.

Piştî birîndarbûna polîs hêzên dewletê yên ewlekariyê li her deverê bombe û guleyan dibarînin. Bi sedan karker tên binçavkirin. 4 rêvebirên sendikayê wekî berpirsiyar tên girtin û bi destê heman hêzan tên dardekirin. Ev her çar rêvebir Albert Parsins, August Spies, Corc Encil û Adolph Fişher in. Lêhengên demê Spies û Parsins beriya bên dardekirin wiha dibêjin; ‘We îro dengê me fetisand, lê belê dê dengê me hê mezin û hê bihêztir bilind bibe. Dê gel, dengê xwe bi her awayî bide bihîstin’. Ew gotinên wan her du lêhengan bi berxwedana kedkaran bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de hatin nîgarkirin.

Sendîkaya Karkerên Emerîkayê di kongreya xwe ya 1888’an ya li Saint Lusê de biryarek  girt. Di wê biryarê de wiha dihat gotin; ‘Heta ku dema xebata karkeran bibe 8 saetan dê her sal di 1’ê gulanê de li çar hêlên welat greva giştî pêk bînin’.

Salek piştî biryara kongreyê di sala 1889’an de civîna Înternasyonalê ya Duyem li Parîsê hat lidarxistin. Di wê civînê de roja 1’ê Gulanê weke roja karkerên cîhanê hat qebûlkirin.

Ji wê rojê û şûn de, hemû karker û kedkarên cîhanê bi têkoşîn û çalakiyên xwe yên berxwedêr hê bêtir di rûpelên dîrokê de cih girtin. Wekî lêhengên berxwedana Chicagoyê Spies û Parsins gotibû dengê karkeran sal bi sal di cîhanê de bilintir bû. Dirûşmeya di sala 1886’an de li qada Haymertê bilind bûbû  “Hemû karkerên cîhanê bibin yek” her sal di 1’ê Gulanê de li hemû qadên bajêrên cîhanê bê navber bilind bû. Ew roj ev roj e kedkar û karker dîroka berxwedana xwe bi destê xwe dinivîsin.

Lewre, 1’ê Gulanê ji bo kedkarên cîhanê roja bibîranîna dîroka xwe ya berxwedanê ye, roja pêkanîna yekitiya kedkarên cîhanê ye, roja hevgirtin û piştgiriyê ye. (Didome)

Dikarî Biecibînî