1’ê Gulanê (2)

1’ê Gulanê li gelek welatan bi awayekî fermî weke rojeke betlaneyê hatiye qebûlkirin. Di roja 1’ê Gulanê de li her devera cîhanê kedkar bi coşeke mezin û bi vîna xwe ya berxwedêr diherikin qadan û roja xwe pîroz dikin û hestên xwe yên berxwedêr bihêztir dikin. Bêguman, yekem daxwaza çalakvanên 1’ê Gulanê serwerbûna nirx û pîvanên demokrasiyê ye.

Mehmet Şahîn | 

Dîroka 1’ê Gulanê ya li Tirkiyeyê

1’ê Gulanê li gelek welatan bi awayekî fermî weke rojeke betlaneyê hatiye qebûlkirin. Di roja 1’ê Gulanê de li her devera cîhanê kedkar bi coşeke mezin û bi vîna xwe ya berxwedêr diherikin qadan û roja xwe pîroz dikin û hestên xwe yên berxwedêr bihêztir dikin. Bêguman, yekem daxwaza çalakvanên 1’ê Gulanê serwerbûna nirx û pîvanên demokrasiyê ye. Demokratîkbûna pergalên dewletan e.

1’ê Gulanê yekem car di navbera salên 1908’an û 1912’an di serdema dewleta Osmanî de tê pîrozkirin.

Piştî şerê yekemîn ê cîhanê bi avabûna komara Tirkiyeyê re 1’ê Gulanê tê qedexekirin. Her çiqas qedexe be jî di salên 1921 û 1922’yan de karkerên tersane û tramvayê li Stenbolê mitîng li dar dixin.

Di sala 1925’an de hişmendiya Îtîhat Terakî ya ‘tu nikarî bi qedexeyan asteng bikî ji navorka wê dûr bixîne û bike yê xwe’ dikeve dewrê. Ew hişmendî di sala 1925’an de qanûnek derdixe. Di wê qanûnê de 1’ê Gulanê weke ‘cejna bihar û kulîlkan’ tê ragihandin û li ser kedkaran tê ferzkirin ji bo di wê çarçoveyê de pîroz bikin.

Piştî wê qanûnê 1’ê Gulanê tê qedexekirin û li dijî kedkaran zext û zorên dijwar dest pê dikin. Ew zext û zor dibin sedema bêdengiya 43 salan. Di sala 1968’an de ew bêdengî dişikê û 1’ê Gulanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Ji wê salê vir ve ye 1’ê Gulanê bi coşeke mezin û bi vîneke xurt li Tirkiyeyê tê pîrozkirin.

Ji hêla dewletê ve qebûlkirina pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bi dil û ne ji demokratîkbûna pergalê pêk hatibû. Li dijî berxwedana kedkaran neçar mabû qebûl bike. Lewre zext û zorên dewleta tirk ên li dijî kedkaran bênavber dewam kirin.

Di 1’ê Gulana 1977’an de 500 hezar kedkar ji bo pîrozbahiyê li qada Taksîma Stenbolê  kom bûn. Girseya bi heybet û vîna berxwedêr a xurt dewleta tirk xistibû nav tirs û fikaran. Hêzên dewletê yên tarî li girseyê gule reşandin. Di encama gulereşana hêzên dewletê de 37 kesan jiyana xwe ji dest da û bûn şehîdên 1’ê Gulanê. Li gel wê komkujiyê jî her sal bi hêrs û vîneke xurt pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dewam kirin.

Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yan careke din 1’ê Gulanê bi qedexeyan re rû bi rû ma. Qedexeyan heta sala 1989’an dewam kir. Berxwedana Tevgera Azadiya Kurd bi berxwedana xwe roj bi roj vîna civakê xurt dikir û rê li geşedanên nû vedikir. Roj bi roj bêdengiya civakê dişikest û bêtehemuliya civakê bilind dibû. Di encamê de dewleta tirk neçar ma di sala 1989’an de dawî li qedexeya xwe bîne. Di sala 1989’an de 1’ê Gulanê li gelek fabrîqeyan bi greva kedkaran û di qadan de jî bi coş û berxwedaneke mezin a kedkaran hat pêşwazîkirin.

Ji wê salê şûn de pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bênavber dewam kirin. Di sala 1992’yan de li gelek navend û qadên bajaran bi tevlêbûna sedhezaran bi vîn û baweriyeke xurt hat pîrozkirin.

Rêxistin û tevgerên kedkaran roj bi roj bihêztir dibûn. Berxwedana kedkaran roj bi roj mezintir dibû. Di 1’ê Gulana sala 1996’an de li Tirkiyeyê bi milyonanan kes herikîn qadên pîrozbahiyan. Dewleta tirk careke din nekarî xwe li dijî mezinbûna berxwedana kedkaran rabigre. Girseya Kadikoya Stenbolê careke din ji aliyê polîsên tirk ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de careke din 3 kedkaran jiyana xwe ji dest da û bûn şehîdên 1’ê Gulanê.

Piştî demeke dirêj di sala 2007’an de dîsa bi tevlêbûna sedhezaran 1’ê Gulanê li qada Taksîmê hat pîrozkirin. Girseya ji sedan hezarî pêk dihat, careke din bi mudaxaleya hêzên dewletê re rû bi rû ma. Di encama mudaxaleya polîsan de ji 100 kesî zêdetir birîndar çêbûn û ji 700 kesî zêdetir jî binçavkirin çêbûn.

Li gel hemû êrîşên hovane yên li dijî kedkaran berxwedana kedkaran roj bi roj mezintir û bihêztir dibû. Piştî rayedarên dewletê dîtin nikarin berxwedana kedkaran asteng bikin neçar man di sala 2008’an de roja 1’ê Gulanê bi awayekî fermî weke roja cejna kedkaran qebûl bike. Di sala 2009’an de jî 1’ê Gulanê weke roja betlaneyê hat qebûlkirin.

Her çiqas 1’ê Gulanê bi awayekî fermî hatibe qebûlkirin jî zext û zor û bêtehumuliyên dewleta tirk ên li dijî kedkaran bi dawî nebûn. Li gel hemû zext û zordariyan her sal 1’ê Gulanê ji hêla kedkaran ve bi coş û vîneke mezin tê pêşwazîkirin û tê pîrozkirin.

Karker, karmend û bi giştî kedkarên bakurê Kurdistanê di rewşeke gelek xerab de, di bin şert û mercên giran de 1’ê Gulana sala 2020’an pêşwazî dikin. Bi hezaran kedkarên kurd ji karên xwe dûr, ji hemû mafên xwe yên aborî, siyasî û civakî dûr 1’ê Gulanê pêşwazî dikin.  Hêjmara bêkaran roj bi roj zêdetir dibe.

Yên li ser kar in jî di bin zext û zordariyên qeyûm û rayedarên tirk ên derhiqûqî de 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Her roj di nav tirs û fikarên wendakirina karên xwe de dijîn. Ji tirs û fikarên wê karên xwe wenda bikin, cesaret nakin di sendîkayan de, an rêxistineke kedkarên muxalîf de cih bigirin.

Bi kurtahî kedkarên kurd ên bakurê Kurdistanê weke her salê, îsal jî ji mafên xwe yên bingehîn ên aborî, civakî, neteweyî û demokratîk bêpar 1’ê Gulanê pêşwazî dikin.

Tevî hemû zext û zordariyan, di her şert û mercên herî giran de karker, kedkar û karmendên kurdên Bakur tu caran dest ji têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya gelê xwe,  têkoşîna xwe ya ji bo edaleta civakî, demokrasî, wekhevî û jiyaneke birûmet bernedane û dê bernedin.

Ji ber vê yekê ji bo karker, kedkar û karmendên kurd  wateya 1’ê Gulanê gelek cuda ye. Wateyke wê ya hîn firehtir û kûrtir heye. Têkoşîn û berxwedana kedkarên kurdên bakurê Kurdistanê ne tenê ji bo başkirina şert û mercên xebata xwe û heqdesteke baş e. Kedkarên kurd di heman demê de ji bo aştî, azadî, heq, edalet, wekhevî û demokrasiyeke xurt û mayinde têdikoşin û bi baweriyeke xurt li ber xwe didin.

Ji ber bobelata koronayê konfederasyon û saziyên kedkaran ên sereke DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê biryar da, îsal 1’ê Gulanê di şaneşînan de were pîrozkirin.

Her çiqasî kedkar îsal li qadan kom nebin jî dê wekî her salê bi kelecaneke mezin, bi vîn û baweriyeke xurt di malên xwe de, di şaneşînên xwe de 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û her şaneşînê bikin qadên 1’ê Gulanê. Wekî her salî dê bi milyon kes neherike qadan lê dilê milyonan dê ji bo berxwedaneke hevpar û serkeftinê bi yek dengî lê bide.

Dê îsal jî wekî her salê bi hêrs û kerba sedan salan, bi vîn û baweriya serkeftinê xwe ji rojên berxwedanê yên pêşerojê re amade bikin. Dê xwe ji bo şerê li dijî modernîteya kapitalîst û avakirina modernîteya demokratîk amade bikin. Em dizanin ku şert û mercên serkeftinê ji her demê hêsantirin.

Bi hêviya serkeftina vîna  Paratîgmaya Demokratîk 1’ê Gulanê di serî de li kedkarên kurd ên fedekar û dilpola û li hemû kedkarên cîhanê pîroz be.

BIJÎ 1 GULAN

(Dawî)

Dikarî Biecibînî