Ziman stûna hebûna civakê ye

Ziman zîhniyet, jiyan, hiş û bîra civakan a zindî ye. Her wiha ziman par-vekirin e. Ji ber vê dewlemendiya xwe di nava civakê de rê li ber pêşketinên mezin vekiriye

Egîd Îpek |

Ziman, di civakbûnî û pêşketina civakan de roleke gelekî girîng dilîze. Hemû zimanzan û lêkolîner di vê mijarê de hemfikirin. Heta mirov dikare bibêje ku di vî alî de roleke diyarker lîstiye û hê jî dilîze. Ji bo ku mirov vê yekê baş fêm bike divê berê xwe bide cihê ku heqîqet lê hatiye windakirin û li wir li heqîqetê bigere. Heta ku mirov vê rêbazê ji xwe re esas negire û li gorî vê tevnegere, liv û tevgera mirov jî vala ye. Ji ber vê yekê hemû nîşaneyên heqîqetê berê me dide Serdema Neolîtîkê.

Serdema Neolîtîkê ango şoreşa çandiniyê ya bi destê jinê hatiye afirandin di dîroka mirovahiyê de rê li ber pêşketinên gelekî mezin vekir.  Ziman jî di nav de hemû nirxên mirovahiyê di vê serdemê de geşbûn, teşe girtin û tovê xwe li seranserê dinyayê reşand. Her çiqas niha mirovahî di bin qirkirina çandî de be jî, jiyana xwe li ser vê bingehê didomîne.

Bêguman pênşengên vê serdemê jî jin bi xwe ne. Di vê serdemê de hate dîtin ku dema jin pêşengiya jiyanê dikin bê çiqasî dikarin rê li pêşiya geşadan û pêşketinan vekin. Ji ber vê yekê şaristaniya navendî beriya her tiştî êrîşî jinê kir. Pêşî jin xistin û dawiyê jî êrîşî hemû nirxên civakê kirin. Bi darê zorê hemû nirxên civakê desteser kirin û ji bo desthilatdariya xwe bi kar anîn. Nirxên ku nikarîbûn desteser bikin jî yan ji holê rakirin an jî li ber çavên civakê reş kirin. Ev pêkanînên reşkirinê di serdema me de bi awayekî hovanetir tê bikaranîn.

Nirxên ku herî zêde bi êrîşî rûbirû mane çand û ziman e. Ji ber ku ev herdu nirx, civakê li ser lingan dihêlin bêserûber êrîşî stûna hebûna civakê dikin. Bi vê êrîşê hewl didin ku civakê bêhiş, bêdîrok, bêbîr û bêexlaq bihêlin. Ji ber vê pêkanîna dermirovahî gelek netewe, çand û ziman ji holê rakirin û hê jî hewl didin ji holê rakin.

Ji bo mirov feraseta desteserkirinê ya şaristaniya navendî baş fêm bike divê mirov rûyê wê yê veşartî derxe holê. Ji bo vê jî hewceye em bi çavên rast li dîrokê binêrin. Çavkaniya vê ya herî rast parêznameyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.

Hewceye mirov hê bêhtir hûrûkûr nêzî dîroka li Kevana Bi Bereket a bi destê jinan hatiye afirandin bibe. Li gorî lêkolîneran bîst hezar sal beriya niha Serdema Dawî ya Qeşayî bi dawî bû. Bi helandina qeşayê re ji Torosan heta Zagrosan xweza jinûve bişkivî. Ji heywanan bigirin heta hemû cureyên nebat û gihayan li vê herêmê hêşin bûn. Vê xwezaya nû hişt ku civakbûn zûtir pêş bikeve. Bêguman di pêşketina civakbûnê rol û rista ziman û çandê gelekî girîng e. Bi pêşengiya jinê, ziman û çand bi pêş ket. Êdî civak ji zimanê îşaretê derbasî zimanê axaftinê bû. Bi axaftinê re civaka di bin pêşengiya jinê de bû, li Kevana Bi Bereket bi cih bû. Ev bereketa xwezayî bi destê jinê veguherî şoreşa çandiniyê. Hê jî mirovahî li ser vê şoreşê jiyana xwe didomîne.

Şoreşa çandiniyê di warê ziman û fikrê de jî mirovahî ji qonaxekê derbasî qonaxeke gelekî pêşketîtir kir. Di vê serdemê de çanda Aryen jî gihîşt lûtkeyê.

Di vê navberê de divê mirov şaştiyeke ku heta niha binezanî dihat kirin sererast bike. Heta niha zimanê kurdî wekî di nava koma Hind-Ewropayê de dihat zanîn. Rêberê Gelan Ocalan ev şaştî di parêznameya xwe de wiha sererast kir: “Grûba ziman û çandê ya serdest a komên Hind-Ewropa (Ev navlêkirin şaş e, mirov bibêje Koma ziman û çandê ya Aryen rastir e) pêk hat. Mirov koka kurdên îro dikare weke şaneya kok a komên Hind-Ewropa bide naskirin. Lêkolînên li ser ziman û çanda kurdan hatine kirin vê rastiyê derdixin holê. Hem erdnîgariya wê ya jiyanê, hem jî dîroka wê vê rastiyê bêhtir piştrast dikin… Li ti devera dinyayê mînakeke evqasî kevin nehatiye dîtin.”

Ziman zîhniyet, jiyan, hiş û bîra civakan a zindî ye. Her wiha ziman parvekirin e. Ji ber vê dewlemendiya xwe di nava civakê de rê li ber pêşketinên mezin vekiriye. Ji bo ku mirov bi awayekî rast pêşketinên civakê bibîne beriya her tiştî divê mejiyê mirov bi ava paqij were şuştin. Ev şûştin jî bi fikir û ramanên rast pêkane. Ev jî ji hêla Rêberê Gelan Ocalan ve bi awayekî vekirî û zelal hatine pêşxistin.

Rêberê Gelan Ocalan di parêznameya Parastina Kurdên Di Nava Pençên Qirkirina Çandî de, li ser ziman dibêje ku ziman daneheva civakî ya zîhniyet, exlaq, hîs û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zîhnî ya mane û hîsê ya serwextbûyî ye, bûye xwediyê îfadeyê. Bi vê nerînê balê dikişîne ser rola ziman. Her wîsa Rêberê Gelan Ocalan bi van hevokan balê dikişîne ser pêşketin û paşketina civakan û dibêje: “Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonyaya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin.” Dema ku mirov li rastiya Kurdan dinêre dibîne ku ev nerîn çiqasî rast e û di cih de ye.

Zimanê civakekê çiqasî qels û lawaz dibe, ew qasî ber bi tunebûnê ve diçe û her wisa ji pişaftinê re vekirî ye. Ev yek di êrîş û pişaftina civakê de xwe bi awayeke vekirî dide der. Ji van civakên ku bi qirkirinê re rû bi rû ne yek jî gelê kurd e. Gelê kurd ne tenê di vê sedsala dawî de, ev hezar sal in bi êrîşên şaristaniya navendî re rû bi rû ne. Heke em qirkirina çandî tenê bi vê sedsala dawî bigirin dest wê demê em vê qirkirinê kêm digirin dest. Ev jî tê wateya ku armanca qirkirina çandî bi awayekî rast fêm nakin. Dagirker bi awayekî vekirî dibêjin; “Ji ber hûn gelê dayikê ne, yê NAN in û Şoreşa Çandiniyê ne, em ê we tune bikin.” Ango feraseta ku şoreşa çandiniyê ji holê rakirin civakê di qirkirina çandî de derbas dikin. Aliyeke din a feraseta qirkirinê ew e ku li hemberî dewlemendiya Şoreşa Çandiniyê ya li ser bingeha pirçandî, pirzimanî û hwd. hatiye afirandin e. Li hemberî vê dewlemendiyê hewl dide yekzimanî, yekçandî û hwd. bi cih bike. Ev jî tê wateya ku ew estetîk, etîk, exlaq û xweşikbûn a ku ziman pêşxistiye ji holê rake, li şûna wê nexweşikbûnî, reşbûnî û qirêjiyê bi cih bike. Anku bi kurt û kurmancî jiyanê li civakan biherimîne. Armanca wê ya sereke ev e.

Ji bo em girîngiya zimanê kurdî baştir fêm bikin hewceye em li ser hin peyvên kurdî jî rawestin. Dema mirov li zimanên din dinihêre, dibîne ku bi gelemperî peyvên wan hatine çêkirin. Wekî mînak; peyva ‘Xweda’ di kurdî de peyveke gelekî giranbûha ye. Dema ku mirov vê peyvê ji hev vediqetîne, wê demê wateya wê baştir fêm dike. ‘Xwe’ û ‘da’ ji du peyvan pêk tê. Anku tê wateya xwe bi xwe afirandinê ango ji xwe afirî ye. Ji bo baştir bê fêmkirin, em li peyveke din binêrin. Peyva ‘azadî.’ Dema mirov vê peyvê jî ji hev vediqetîne; ‘a’, ‘za’ û ‘dî’ derdikeve holê. Kesê/a ku zayiye, ronahî dîtiye û çavên xwe li ronahiyê vekiriye. Di zimanê kurdî de hema hema hemû peyv bi vî awayî watedar û nirxdarin. Ev jî nîşan dide ku bê ka zimanê kurdî li ser bingeheke çawa xurt şîn bûye û şaxê xwe bera binê erdê daye.

Pergala Kapîtalîst di esasê xwe de bi zanebûn êrîşî vê rastiya çanda Aryenî dikin. Ji ber vê yekê me belasebeb negot ew êrîşî şoreşa çandiniyê ya jinê dikin. Di serdema me de êrîşên xwe bi berfirehî didomînin. Ji van yek jê jî pişaftin e. Hem bi saziyên xwe û hem jî bi pergala otopîşaftinê hewl didin civakê ji nirxên xwe dûr bixe. Îro hemû malbat kirine cihê xwepişaftinê. Malbat bi zarokên xwe re bi zimanê xwe naxavin. Heta ewqasî pêşde çûye ku ji axaftina zimanê xwe şerm dikin. Ev jî nîşan dide ku bê malbat çiqasî bûne amûrê qirkirina çandî. Li hemberî vê xwepişaftin û hemû cure êrîşên qirkirinê hewceyî bi xweparastina rewa heye. Divê her kesê ku li hemberî vê pergala riziyayî ya dermirovahî li ber xwe didin û nerazî ne, beriya her tiştî divê xwe ji pençê vê qirkirinê xelas bikin.

Dema ku mijar çand û ziman be pêwîste helwest, sekn û çalakî me li gorî van êrîşan be. Nexwe berovajiyê vê, em ê hertim çerxa aşê dagirkeran bigerînin. Divê em tu carî ji bîr nekin ku heta em stûna jiyana xwe neparêzin nikarin xwe û civaka xwe biparêzin. Divê hişmendî û sekna me li ser bingeha ‘Ziman beden e, çand beden e, erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkevin’ be.

Di encamê de pêşîlêgirtina erîşên qirkirina çandî, bi xwedîderketina bedena xwe dest pê dike. Kesên ku bedena xwe li hemberî van êrîşan karibin biparêzin ew dikarin xwe ji pença qirkirinê xelas bikin. Rê û rêbaza sereke ya vê jî destpêkirina ji Xwe ye. Yên ku ji Xwe dest pê bikin wê karibin xwe jî, bedena xwe jî û civakê ji pençê qirkirina çandî biparêzin. Bi yekê em ê stûna hebûna xwe jî biparêzin û vegerin ser jiyana civaka azad.

Dikarî Biecibînî