Çîroka serkeftina derewîn (1)

Ji roja tespîtkirina vîrusa koronayê ya 11’ê adarê vir ve rûpoşa desthilatdariya AKP-MHP’ê roj bi roj  dikeve. Her ku rûpoşa wan dikeve bîna gemariya desthilatdariya wan a 18 salan bi hemû dijwariya xwe derdikeve holê

Mehmet Şahîn |

Ji roja tespîtkirina vîrusa koronayê ya 11’ê adarê vir ve rûpoşa desthilatdariya AKP-MHP’ê roj bi roj  dikeve. Her ku rûpoşa wan dikeve bîna gemariya desthilatdariya wan a 18 salan bi hemû dijwariya xwe derdikeve holê.

Her çiqas bi zilm û zordariyên xweyên faşîzane hewl bidin kirêtiyên xwe binixumînin jî bi ser nakevin. Bi deh cihan ve serê bigirin jî heqîqet miheqeq deriyekî ji xwe re dibîne ku derkeve holê.

Weke tê zanîn jêdera vîrusa koranayê dewleta Çînê bû. Piştî Çînê ji çend dewletên ewil ê vîrus li wan hat dîtin yek ji wan Koreya Başûr bû, yek jî Japonya bû.  Du meh beriya Tirkiyeyê li Koreya Başûr vîrusa koranayê hat dîtin. Serjimara Koreya Başûr 50 milyon e. Li gorî daneyên herî dawîn hejmara kesên bi vîrusa koronayê nexweş ketine 10.765 kesin. Kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane tenê 247 kes in. Serjimara Japonyayê 126 milyon e. Rêjeya temenê hemwelatiyên Japonyayê gelek bilind e. Nexweşê yekemîn ê bi vîrusa koranayê ketî di 16’ê çileyê de yanî 55 roj beriya Tirkiyeyê li Japonyayê hat tespîtkirin. Li Japonyayê hejmara kesên bi vîrusê nexweş ketine di bin 14 hezarî de ye. Yên canê xwe ji dest dane jî di bin 400 kesî de ne. Heke di têkoşîna li dijî koronayê de qala serkeftinekê bê kirin bêguman ên serkeftî Japonya û Koreya Başûr in.

Di berevajîkirina heqîqetê de hosta ne

Li Tirkiyeyê nexweşê yekemîn ê bi vîrusa koronayê di 11’ê adarê de yanî nêzîkî du meh piştî van her du dewletan hat tespîtkirin. Piştî du mehan li gorî daneyên hikûmeta Erdogan ên biguman hejmara nexweşên bi vîrusa koronayê ji 136 hezarî, yên canê xwe ji dest dane jî 3.700 kesan bihuriye. Û ev hejmar roj bi roj zêde dibin. Ji niha ve hejmara nexweş û hejmara yên canê xwe ji dest dane 12-13 qat zêdeyî van her du dewletan e. Vîrusa koronayê li 184 dewletan hatiye tespîtkirin û 184 dewlet li dijî vîrusa koronayê têdikoşin. Di nav 184 dewletan de li gorî zêdebûna hêjmara nexweşan Tirkiye 7’emîn e, li gorî zêdebûna hejmara miriyan 12’emîn e. Yanî dewleta tirk di nav dewletên herî têkçûyî û xerab de cih digire.

Li gel vê rûreşiyê jî serokomarê tirk û çapemeniya wî her roj çîroka serkeftina xwe ya derewîn dinivîsin. Mînakên herî nebaş ên cîhanê nîşan didin û qala serkeftina xwe dikin. Hewl didin  weke her carê heqîqetê berevajî bikin û çîroka xwe ya derewîn a serkeftinê bi gel bidin qebûlkirin.

Di rojeva Erdogan de parastina civakê tune ye

Di pêvajoya desthilatdariyên dewletan ji bo parastin û tenduristiya civakên xwe yek bi yek tevdîrên xwe li du hev rêz dikirin Erdogan krediyên kirîna xaniyan ji sedî 80’yî derdixist ji sedî 90’î,  bilêtên balafiran erzan dikir û baca mayîna li otêlan kêm dikir. Çavên raya giştî di rêya girtina bergirî û çareseriyan de bû desthilatdariya Erdogan û wezîrên xwe di tatêla parastina ranta xwe û ya alîgirên xwe de ne. Wezîrên Erdogan di çarcoveya Kanal Stenbolê de li gel rapora neerênî ya Lijneya Hawirdorê (ÇED) bi rûyên xwe yên rûpoşkirî îhaleya neqilkirina pirên dîrokî dikirin.

Hemû desthilatdariyên cîhanê li dijî bobelata koronayê ketine tatêla parastina civaka xwe. Gelek ji wan bang li gelê xwe kirin û ji gelê xwe re gotin, debara malabata xwe, bêkarmayîna xwe, qet ji xwe re nekin xem, tenê hûn di malde bimînin bi cih anîna hemû pêdiviyên we barê ser milê me ye û biryar dan mehane bi hezardolaran piştgirî bidin malbatan. Lê Erdoganê her carê qala xurtbûna aboriya dewleta xwe dikir û pesnê xwe dida berevajiyê pratîkên desthilatdariyên cîhanê tevgeriya. Di şûna pereyan de jimareya ÎBAN’ê da gelê xwe û ji gelê xwe pere xwest. Erdogan bi dayîna ÎBAN’ê rasteraste ji gel re got pereyê me yê em bidin we tune ye, hûn pere bidine min ez ê jî bidim we. Biryar û helwesta Erdogan hemû cîhan matmayî hişt. Bêguman ev mikûrhatina li xwe têkçûyina aboriyê bû.

Derketina kesên ji 20 salî berjêrtir qedexe dike lê ji bo debara malbatên wan tu tedbîrek nastîne. Kesên temenê wan ji 20 salî berjêrtir e û debara malbatên wan li ser milên wan in ji wê re ne xem e.

Ji hemû kesî re dibêje li malê bin, ji malên xwe dernekevin lê nabêje ez ê heqê fatûreyên avê, ceyranê û xaza xwezayî ji we nestînim, nabêjê ezê heqdestê we bidim we, pêdiviyên we yên jiyanî bi cih bînim û we di tengasiya aborî de û birçî nehêlim.

Dewlet ne di xizmeta hemwelatiyên xizan de ye 

Erdoganê ji bo civaka xwe tu tevdîr negirtibû bi helwesteke tund û bi xwe bawer firotina maskeyan qedexe kir. Qaşo dê maske pê bere bida gel. Lê du meh derbas bûne hê jî maske nehatine dayîn. Erdoganê di hemû hilbijartinan de ji bo girtina (kirîna) dengan çay, makarna, komir û hwd. hemû cure amûr li gel belav dikir di du mehan de nekarî maskeyên bi 10 kirûşî bêpere li wan belav bike. Piştî du mehan Erdogan neçar ma di mijara maskeyan de jî têkçûyiyan xwe qebûl bike û paşve gav bavêje. Piştî du mehan ji hemwelatiyê xwe re dibêje hûn dikarin maskeyan ji xwe re bi pereyan bikirin.

Erdogan bi vê helwesta xwe ya kambax hişmendiya hezar salan a “di roja teng de dewlet li hemwelatiyên xwe xwedî derdikeve” pûç kir. Civakên Tirkiyeyê û hemû civakên cîhanê fêm kirin dewlet ne dewleta hemwelatiyên xizan e û di roja reş de ji bo hemwelatiyên xizan tune ye. Lewre ji bo wan hebûna dewletê jî êdî bê wate ye.

Kiryarên Erdogan weke pêkenaokên Xoce Nesredîn in

Lê heman Erdogan ji bo xwe li ber çavê cîhanê şêrîn bike û dîktatoriya xwe binixumîne bi şandina maskeyan a ji 55  dewletan re û piştgirî dayînê pesnê xwe dide. Ji wan dewletan yek jî Amerîka ye. Erdogan bi sedhezaran maske bi balefiran şandin ji Amaerîkayê re. Amerîka ya Erdogan jê re maske şandin di der barê tevdîrên koronayê de mehane 6 hezar dolar dide malbatên xwe.

Piştgiriya Erdogan a ji bo Amerîkayê pêkenaoka Xoce Nesredîn tîne bîra mirov. Gundî ji Xoce Nesredîn dipirsin, tu yê îsal zekata xwe bidî kê? Xoce bi dengekî bixwebawer û aram dibêje ez ê zekata xwe bidim herî dewlemendê gund. Gundî dibêjin, Xocê ewqas xizan û belengaz hene tu yê çewa bidî yê dewlemend. Xoce dibêje, ez mudaxaleya karê xwedê nakim, ew bide kê ez jî didim wî. (Didome)

Dikarî Biecibînî