Çîroka serkeftina derewîn (2)

Erdogan weke her carî keysperestiya xwe nîşan dide û hewl dide vîrusa Coronayê jî ji xwe re weke lutfa xweda bikar bîne

 

Mehmet Şahîn |

Erdogan Coronayê weke ‘lutfa xweda’ bikar tîne

Erdogan weke her carî keysperestiya xwe nîşan dide û hewl dide vîrusa Coronayê jî ji xwe re weke lutfa xweda bikar bîne. 

Ji bo têkoşîna li dijî vîrusa koronayê qaşo lijneya zanistiyê ava dike lê ji ber ku muxalîf e di wê lijneyê de cih nade odeya bijîşkan. Lê yên ku di şerê li dijî vîrusa koronayê de di refa herî pêş de cih digirin ew bijîşk bi xwe ne.

Gelek dewletên cîhanê tendurstiya girtiyan esas girt û piraniya girtiyan beyê cudakariyan berdan. Lê Erdogan dest ji kîndarî û faşîzma xwe ya li dijî muxalîfên xwe ber neda û rewşa heyî ji xwe re wekî lutfa xweda bi kar anî. Di bin navê berdana girtiyan de xwesteka şirîkê xwe Dewleta Bahçelî û ya cemaetên hevalbendên xwe ya efûkirina çeteyên qatîl, tiryakfiroş, tecawuzkar, diz û çeqelan anî cih. Hemû siyasetmadarên kurd ên bêsûc û bêguneh û muxalîfên ji ber peyam û rexneyên xwe yên herî biçûk ên li dijî Erdogan û desthilatdariya wî li ser medyaya civakî kirine hatine girtin di zindanan de bi mirinê re rû bi rû hiştin.

Ji cemaetan re serbest e ji şaredariyên muxalîf re qebahet e

Mirina gel a ji birçîna, rêjeya bêkariyê ya ji sedî 20’an, mehkûmbûna karkeran a rojane 39 lîreyan, girtina 253 hezar kargehî, bi kurtahî xizaniya ku weke kabûs li ser gel rûniştiye û nefesê li gel diçikîne qet ne xema Erdogan e.

Erdoganê ku ji bo gel tevdîran nagire û ji bo gel tiştek nake nahêle tu kesên din jî tevdîran bigrin û piştgiriya gel bikin. Rêveberiyên xwecihî yên bi dengên gel hatine hilbijartin û vîna gel temsîl dikin dixwazin piştgiriyê û hevkariya gel bikin lê desthilatdariya Erdogan weke henekê xwe bi aqilê civakê bike yên kurdan bi qayûman desteser dike, yên CHP’ê jî bi qedexeyên derhiqûqî asteng dike. Bi kurtahî hemû şaredarên muxalîfên ku hewl didin dest bidin gel ji hêla desthilatdariya Erdogan ve bi terorîzmê û bi ‘dewleta paralel’ tên sûcdarkirin.

Erdogan wekî tenê serokomarê AKP’ê be tenê bi şaredarên AKP’ê re civînê çêdike û ferman dide wan ku her tim piştgirî û alikariya gel bikin. Lê heman Erdogan bi destê waliyên xwe hemû piştgirî û alîkariya şaredariyên muxalîf ên ji bo gel asteng dike.

Komkirina alîkarî û bexşan ji bo hemû cemaat û komikên alîgirên wî serbest e lê ji bo şaredariyên muxalîf qedexe ye.

Ya herî sosret, li gel ku di makezagona dewleta tirk de dinivîse “Dewleteke Laîke” serokê saziya diyanetê nîqaşa “kîjan alîkarî helal e kîjan alîkarî nehelal e” dide destpêkirin.

Ji bo gel pere tune ye lê ji bo sermayedaran heye

Bankeya Navendî ya Tirkieyeyê di bêdengiyê de bi awayekî veşarî 56 milyar pere çap kir, di kampanyaya ÎBAN’ê ya Erdogan de 1,8 milyar pere kom bû. Lê ev pere li ku derê ye, ji bo çi tê xerçkirin kes nizane û kes nikare aqûbeta wan pereyan ji wan bipirse. 

Ya herî girîng ji bo di rojên reş de karker bi xeterayên dijwar re rûbirû nemînin bi salan e ji heqdestê karkeran di bin navê ‘fona bêkariyê’ de pere tê birîn. Di wê fonê de 136 milyar pereyê karkeran kom bûye. Lê niha di van rojên reş de wî pereyê jî nadin karkeran. Tenê faîza wî pereyî mehane 16 milyar lîra dike. Lê wisa xuya dibe ew pere jî xwarine. Heta niha tenê 4,4 milyar lîra li xizanên alîgirên xwe belav kiriye. 4,4 lîra tenê ji çaran yek faîza wî pereyê kakeran e. Hikûmeta Erdogan mixabin di nava xizanan de jî cudekariyê dike, tenê xizanên aligirên xwe dibîne yên din qet nabîne. 

Her çiqas ew nebêjin û veşêrin jî em dizanin ew pere diçe berîka kê. Pereyê ji bo gel tune ye ji bo sermayedar û rantxurên AKP û MHP’ê her tim heye.

Ji bo berevajîkirina heqîqetê di zilm û zor de pîvan nas nakin

Her çiqasî bi hemû hêza hewl bidin heqîqetê bin cil bikin jî dizanin ku heqîqet zêde veşarî namîne û di defeteke herî biçûk de derdikeve holê. Lewre ji bo heqîqet neyê bilêvkirin û neyê fêmkirin û derewên wan dernekevin holê ji dengê muxalîf ê herî biçûk re jî tehemul nakin. Bi hezaran kes ji ber peyameke muxalîf a herî biçûk û masûmane ya der barê pêvajoya koranyê de bi lipêrsîn û darazan re rûbirû man û dimînin.

Ajokarê tirê Malik Yimaz ê ku di medyaya civakî de got “Hûn dibêjin ji mal dernekevin, lê ez ji mal dernekevim ez ê ji birçîna bimirim…, vîrus min nakuje dê pergala we min bikuje…” Bi daxwaza wezîrê karên hundir dozgeran demildest biryara binçavkirina Malik Yilmaz da û bi lez û bez lê doz vekirin. Piştî doz vekirinê mixabin karê wî jî ji dest çû û bêkar ma.

Ew jî têr nake ji bo nixumandina têkçûna xwe di çarçoveya hewldanên guhertina rojevê de êrîşê sazî û dezgehên mucxalîf dikin, bi hincetên vala êrîşê baroya parêzeran û odeyên pîşeyan dikin. Bi hemû hêza xwe hewl didin rojevê biguherînin û têkçûna xwe ya aborî û siyasî binixumînin.

Erdogan li civakê gefan dixwe

Civakên Tirkiyeyê her şev li bendê ne Erdogan derkeve ser ekranên TV’an û qala çareseriya pirsgirêkên wan ên aborî yên malbatî û civakî bike, li bendê ne qala plansaziya çarseriyê bike, tiştên xweş û erênî bibêje. Lê her carê dema Erdogan derdikeve ser ekranan bi uslûba xwe ya şerker, gefxwar, pîvan nenas û xerab êrîşê partî, sazî û dezgeyên muxalîf dike. Li her kesî gefan dixwe. 

Erdogan Coronayê jî wekî ‘lutfa xweda’ dibîne

Ji bo astengkirina rêxistinbûyîna gel saziyên sivîl yek bi yek tên girtin, muxalîf yek bi yek tên tasfiyekirin, rêvebirineke zelal û hesabdayîn hatiye jibîrkirin. Venêrîn û pirdengî bê wate ne. Fikirîn û vegotin bê wate ne. Di şûna 83 milyon hemwelatiyan de tenê Erdogan difikire  û tenê ew biryar dide û tenê ew dibêje.

Wisa xuya dibe, Reîs hewl dide ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe ya totalîter û faşîst vîrusa Coronayê jî ji xwe re weke lutfa xweda bi kar bîne û civakê bi temamî teslîm bigre.

Ev geşedan hemû li ber çavên civakên Tirkiyeyê pêk tên û civak yek bi yek di bîra xwe de qeyd dikin. Bêguman dê li benda hatina roja hesabpirsînê bin. Çawa di hilbijartinên xwecihî de metropolên sereke ji destê desthilatdariya AKP-MHP’ê derxistin dê dikaribin desthilatdariya Tirkiyeyê jî ji destê wan derbixin. (Dawî)

Dikarî Biecibînî