Dawiya wijdan

Ferhat Akinci |

Di demên dawî de ji her derê agahiyên şikandina gorên kesên berxwedêr tên. Bêhurmetî û bêreziya li hemberî gorên şoreşgeran wekî kevneşopiyeke desthilatê her tim derketiye pêşberî mirovahiyê. Ango dîroka desthilatê ya li hemberî cenaze û goran xwedî dîrokeke kevnare ye. Parçekirina cenazeyan, şewitandina cenazeyan an jî avêtina ber dirindeyan… Ev çend mînakên sereke yê pêkutiyên desthilatê ne. Pêwîst e ev nêzîkatî baş were ravekirin.

Piştî êrîşên li ser goran hemû kes vê pirsê dike: “Çi ji goran dixwazin?” Bêguman divê ev pirs her tim were kirin. Lê ev pirs tenê ne ji bo yên ku goran xera dikin, divê ji hemû derdoran were kirin. Pêwîst e bi qasî sedema êrîşan hemû derdorên civakî û azadîxwaz jî wateya gor û cenazê fêm bikin. Îro hemû zanyar hema bêje hemfikirin ku civak zêdetir li ser watedayina miriyan hatiye avakirin. Li gorî nêzîkatiya cenaze û miriyan şêweya jiyana civakê tê dahurandin. Û balkêşe ku cara yekem mirovan miriyên xwe li ser vê erdnigariyê binax kirine. Li şikefta şanidar beriya 55-60 hezar berê mirî hatine veşartin û li ser gora wan ji kulîlk hatine reşandin. Ango ev çandeke pir kevn e. Xwedîderketina li miriyan di heman demê de nîşana jiyana civakê ye.

Ez bawerim hemû kes hemfikir e ku mirî bixwe nikarin tiştekî bikin. Lê navê wan, jiyana wan, rabirduya wan, fikr û ramanên wan hem ji bo civakê hem jî ji bo desthilatê gelek wate dihewînin. Ji ber vê jî desthilat her tim êrîşî cenazê û gorên berxwedêran dikin. Dixwazin bîr û baweriya civakê qels bikin. Ji ber ku li hember rewabûna berxwedêran nikare tiştekî bike ser gor û cenazeyên wan xwe mafdar dide nîşandan. Lê di heman demê de ev pêkutî nîşaneya derewkarî û neheqbûna desthilatê ye. Di çi dema dîrokê de û li ku devera cîhanê êrîşeke li ser gor û cenazeyan hebe zanibin ku li wir sextekariyeke mezin heye.

Niha em li rewşa dawî binêrin. Diyar dibe ku di pişt van êrîşan de fikrekî stratejîk ê faşîzmê heye. Ango êrîş wisa ji ber keyfiyetekê yan jî jixweber pêk nayên. Desthilat peyamê dide du aliyan. Peyama yekem ji bo civaka berxwedêr e. Dixwaze moral û baweriya civakê bişkîne. A duyem jî ji derdorên faşîzan re ye. Dibêje; ‘Binêre ez çi qasî li hember gel jêhatî me.’ Bi şikandina goran dixwaze rewabûna kesên jiyana xwe ji dest dane ji holê rake. Yanî ji bo têkbirinê kuştin têrê nake, divê sedema jiyana wî jî ji holê were rakirin.

Ev êrîş stratejiya pişt aqilê şerê taybet e. Ji ber wê jî îzaheta wê ya bi hiqûq û wijdanê re tune. Ango encama dawiya wijdanê ye. Çawa ku şerê taybet ji bo xizmeta dewletê tê kirin, ev êrîş ji wisa ne. Desthilat dixwaze tirs û xofê li ser civakê ava bike. Bi avakirina tirs û xofê re bihêle ku civak li gorên zarokên xwe, li nirx û baweriya zarokên xwe xwedî dernekeve. Dev ji nirxên xwe berde. Dev ji çanda berxwedanê berde. Li hember neheqî û zilmê bêdeng bimîne.

Tu rewabûna van êrîşan tune. Tu hincet nabin sedem ku êrîş li ser goran werin kirin. Hewldanên ku dixwazin îzaheta wê ya hiqûqî bikin ne rast in. Bêguman dibe ku di nav hiqûqê netewe dewletê de cihê rêzgirtina li hemberî goran hebe. Mirov daxwaza bicîhanîna vê hiqûqê bike. Wekî din rêzgirtina li hemberî mirî û goran ne mafekî olî, netewî yan jî hiqûqî ye. Ew mafekî mirovî ye, mafekî civakî ye, mafekî exlaqî û wijdanî ye. Ji bo wê gotina ku vê rewşê bi hiqûq îzah bike cihê xwe nagire. Lewma jî xwedîderketina li gor û cenaze jî hem maf, hem jî peywireke civakî, sincî û wijdanî ye. Helwestên berovajî vê nikare êrîşan vala derbixe. Jixwe dewlet ji wateya van êrîşan dizane. Rasterast êrîşî wijdanê civakî dike.

Wijdan ne li gorî hiqûq an jî makezagona dişixule. Wijdan hîsiyeta li hemberî neheqî û zilmê ye. Ango dema refleksê bide nabêje ka ev hiqûqî ye yan ne hiqûqî ye. Li ku derê neheqî hebe, ew li wir xwe dide der. Lewma desthilat di serî de dixwazin wijdanê kor bikin. Heke wijdan kor bibe pîvana neheqî û zilmê ji namîne. Watedayina hewldanên dijberî civakê namîne.  Jixwe faşîzm û netewperestî berî her tiştî xwe li ser korbûna wijdanê dide avakirin. Nijadperestî di heman demê de dawiya wijdanê ye. Niha hemû derdorên azadîxwaz û demokrat matmayî mane. Dixwazin wateyeke bidin vê rewşê. Lê di îzahkirinê de zehmetiyê dikşînin. Tiştên em bêwate dibînin di esasî de ji bo nijadperestan rewa û biwate ye. Ev polîtîkayên kirêt ên derveyî exlaq û wijdan ji bo faşîzmê erkên pîroz in. Ên van polîtîkayan dimeşînin jî hêjayî paye têne dîtin. Di rastiyê de jî ev polîtîka nîşaneya rizandin û pûçbûna desthilatê ye. Ji ber ku di hiş û raman de nikare hilberînê bike serî li van êrîşan dide.

Ji ber ku wijdan herî xwerû di hestên dayikan de xwe dide der, desthilat jî herî zêde van êrîşan li ser hestên dayikan pêk tîne. Dayikekê digot: “Di salên 90’an de cenaze nedidan, em diçûn û me hestiyên zarokên xwe kom dikirin, niha jî em kêlikên gorên wan kom dikin.” Dayikeke din ku hêj cenazeyê keça wê winda ye digot: “Hema bila parçeyek ji canê wê hebe da ku ez ber bi sînga xwe ve bikim ji min re bes e.” Lê desthilat di cihê guh bide van xwestekan, xerabiya xwe derdixe asteke jortir û cenaze bi riya qargoyê ji dayikan re dişîne.

Li hemberî van êrîşan gelek caran xemsarî û bemoralbûn çêdibe. Jixwe desthilat jî tam vî tiştî dixwaze. Dizane ku hemû hêza têkoşîn û berxwedanê ji moral tê. Dizane ku baweriya têkçûna desthilatê moral û hêvî dide mirovan. Ew jî dixwaze baweriya ‘têkçûna desthilatê’ vemire. Niha hemû hewldanên desthilatê ew in ku bide nîşandan ku ‘desthilat têk naçe.’ Ew çiqasî bêje ez xurt im pêwîst e civak berovajî fêm bike. Dema desthilat dixwaze dawî li wijdanê bîne, pêwîste civak tovê wijdanê li hemû erdên beyar bireşîne. Dema desthilat bixwaze nirxan binpê bike divê civak pêngava mezinkirina nirxan bide destpêkirin. Bêguman ên ku civakê bixin nav tevgerê û wijdanê birêxistin bikin jî pêşengên civakê ne. Saziyên civakî ne, partiyên siyasî ne, saziyên mafê mirovan in.  Tiştek bi qasî xwedîderketina cenaze û goran ne rewa ye. Di heman demê de tiştek bi qasî miriya nikare civakê bîne cem hev.

Dikarî Biecibînî