Xwedîderketina li şîrê dayikê

10’ê Gulanê Roja Dayikan bûn. Min û hevaleke xwe kameraya xwe girt û me berê xwe da cihê cangoriyên ku di dema fermanê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê canê xwe feda kiribûn, ango Şehîdgeha Şengalê

Çavreş Zamanî |

10’ê Gulanê Roja Dayikan bûn. Min û hevaleke xwe kameraya xwe girt û me berê xwe da cihê cangoriyên ku di dema fermanê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê canê xwe feda kiribûn, ango Şehîdgeha Şengalê.

Şengal, ji aliyê endnigarî û civakî ve li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî ciheke girîng û watedar e. Dema fermana sala 2014’an, min jî gelek dixwest berê xwe bidim Şengalê, cih û warê Derweşê Evdî…

Piştî 3 salan ez bi kelacaneke mezin hatim axa berxwedêr a Şengalê. Di ditîna destpêkê de tişta ku herî zêde bala min kişandî, cilên spî yên dayikan bû. Ligel ku 74 caran bi ferman û qirkirinan re hatiye derbaskirin jî, dîsa cilên dayikan her spî ne. Vê yekê kefxweşiyeke mezin bi min re çêkir. Lewre li tevahiya Kurdistanê dema ku mirin, şîn, keraset û hwd çê dibin û zarok, hevjîn û endamên malbatên wan di qirkirin, enfal û fermanan de tên kuştin, temenê xwe yê biçûk be jî her şîn digrin û cilên reş li xwe dikin. Dema ez bi rastiya vê re rû bi rû mam, ez gelek xemgîn bûm û kir ku li ser bifikirim. Lê belê li gel ku jiyan û xweza ewqas rengîn, şox û şeng e lê çima rengê xemgîniyê her reş e ku dema mirov lê dinêre dilê mirov reş û tarî dibe! Vê yekê kir ku ez bi kûrahî li ser bifikirim. Lê dema mirov dikeve kûrahiya vê mijarê, mirov li hemberî van pêkanînên ji ber feraset û hişmendiya desthilatdariyê li ser jinê pêk hatî gelek hêrs dibe…

Şengal, yek ji cihê herî resen û kevnar ê çand, kevneşopî, bawerî û dilpakiyên civakî di nav xwe de dihewîne û dide jiyîn e. Di dema fermana 2014’an a ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye kirin de gelek jinên êzdî hatin kuştin, gelek jê hatin revandin û çeteyên DAIŞ’ê weke xenîmet dîtin û firotin.

Bi berxwedana YPG, YPJ û HSD’ê gelek jin û zarok hatin rizgarkirin. Lê hê jî gelek jinên êzdî tu agahî jê nayên girtin. Dema her jin û zarokek tê rizgarkirin, her kesên ku malbatên wan ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin bi kelecan dimînin bendê bê ka kî ye ji hovîtiya DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Bi bendewariyên xwe û hêviyên xwe zarokên xwe hembêz dikin…

Lê belê dema dibînin ku yê/a hatî rizgarkirin ne zaroka/ê wan e, ew xeyala hembêzkirinê vala derdikeve û bi dilêşî, rûgirî û xembarî vedigerin malên xwe.  Dayê Sûrê jî yek ji wan dayikan e. Du kurên Dayê Sûrê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Lê tu agahî jê nehatiye girtin. Kurekî wê yê bi navê Mensûr jî di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd dibe!

Dema em li cem Dayê Sûrê rûniştin, bi kişandina kesereke kûr bi çav û dilgirî li şehîdgehê nihêrî û got; ‘Dema kurê min Mensûr şehîd bû, em çûn Çilmêran û me cenazeyê wî anî. Wê demê tenê çar şehîdên me hebûn lê niha gelek in!’

Di awirên çavê Dayê Sûrê de hembêzkirina lawê xwe û hembêzkirina ev keç û xortên ku ji bo rizgarkirina Şengalê canê xwe feda kirine, anîn bîra xwe.

Roja Dayikan bû lê li şûna ku zarokên wan ji wan re gul û kûlîlkan bibin û biçin serdana wan; dayikan dilê xwe yê bi gul û kûlîlkên bihara Şengalê xemilandî xistibûn destê xwe û çûbûn ser gora zarokên xwe yên di şerê li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane. Dayik hatibûn ser goristanê da ku careke din zarokên xwe hembêz bikin… Dayê Sûrê û Dayê Dijwar bi hevre gul û kulîlk anîbûn û li ser gora zarokên xwe çandin. Dayikan weke pîroziya xwe ya herî bi nirx bi dil û giyana xwe hemêz bikin, destpêkê kêlikên gora zarokên xwe maçî kirin, bi destên xwe axa ser gora zarokên xwe mersandin û ji dil zarokên xwe silav kirin. Mîna ku ji nû ve zarokên xwe bînin ser dinê, dilê wan hem jan da, hem jî şad û keyfxweş bûn ku nava çavê wan diçirisî.

Di wan awirên dayikan de mirov bi hêsanî didît ku dayikan zarokên xwe weke cejnekê be hembêz dikirin. Dayikên ku zarokên xwe bi zor û zehmet mezinkirîn, bi lorînên xwe hewandin, di xewa şirîn de hişyar bûyî û zarokên xwe mêjandî anîn bîra xwe. Dayê Sûrê mîna ku destên xwe li nav pora kurê wê de bigere axa li ser gora Mensûr digerand û hêsir dibarand…

Ked û rença dayikan nayê jibîrkirin. Hevrê û mamosteyên me yên destpêkê yên jiyanê dayikên me ne. Çi nirx bi keda dayikê nayên berawirdkirin. Hezkirin despêkê ji dayikê dest pê dike. Hezkirina dayikê, hezkirina jiyan û welat e.

Di roja me ya îro de jî li tevahiya Kurdistanê li ser gelê me mêtîngerî û hovîtiyeke asta jor de pêk tê. Dayikên bakurê Kurdistanê ji bo şehîdên xwe, li ber gorên wan nobedê digirin. Yan jî bi paketa kargoyan hestiyên zarokan ji dayikan re tên şandin! Li rojavayê Kurdistan li hemberî dagirkeriyê zarokên leheng ên van dayikan li ber xwe didin û ji dayikên xwe re dibêjin; ‘Em ê heta dawî li ber xwe bidin.’ Lewre her çiqas canê xwe bibexşînin jî dayik ji vê berxwedana rûmetê ya zarokên xwe moral û hêz digirin.

Li rojhilatê Kurdistanê her roj bi hinceta ku kolberiyê dikin, zarok ji aliyê pastaran ve tên kuştin. Yên li hemberî rejîma Îranê radibe, tên bidarvekirin û cenazeyan nadin dayikan. Gelo ev ne hovîtiya herî mezin a bêrûmetiyê ye. Ji bo dayikan êşa herî giran ew e ku bi qetilkirina zarokên wan ve sînordar namînin, êş dîtine lê ne bese ev dewleta dagirker wê bi zanebûn cigera dayikan dişewitîne.

Em weke têkoşer lêgerînvanên azad, zilm û zoriyê ku li ser dayikên me tên meşandin nikarin ji nedîtîve bên. Ên ku hişt têkoşîna me mezin bike, hezkirina dayikên me ya xwedî ked û renç in. Roja Dayika em nikarin tenê bi dayîna diyariyekê pîroz bikin. Hewce ye ku em zarokên dayikên xwe, di her kêliyê de ked û hezkirina dayika xwe bifikirinn ku têkoşîna xwe bilind bikin. Diyariya me ya herî watedar a ji bo dayikên me yên ku desthilatdaran jiyan lê heram kiriye, têkoşîna li dijî van desthilatdaran û xwedîderketina li keda dayikan e. Ji bo jiyaneke azad û xweşik, bi hezkirina dayikên xwe xemilandine. Xwedîderketina li şîrê ku dayikên em mezinkirin e.

Dikarî Biecibînî