Hebûn û xwebûn bi ziman pêkan e

Ziman ne tenê amûrekî xweîfadekirinê ye. Di heman demê de ziman ruh û vîna civakê ye. Civaka zimanê xwe winda bike ruhê xwe û vîna xwe winda dike

Mehmet Şahîn |

Îro 15’ê gulanê cejna zimanê kurdî ye. Îro roja xwebûnê ye.

Ziman ne tenê amûrekî xweîfadekirinê ye. Di heman demê de ziman ruh û vîna civakê ye. Civaka zimanê xwe winda bike ruhê xwe û vîna xwe winda dike.

Dagirker ji bo civakên bindest bê ruh, bê kok û bê cewher bihêlin û wan ji xwebûnê dûr bixin di serî de zimanê wan ji wan distînin. Ji bo civakên bindest bê rûmet bikin û ber bi tinebûnê ve bibin di serî de zimanê wan bêrûmet dikin. Ew dizanin, heke zimanê civakê ji dest civakê bê girtin ruhê wê û xwebûna wê civakê ji dest tê girtin.

Bi sedan sal in çar dagirkerên Kurdistanê bi vê hişmendiyê tevgeriyane. Li gel qirkirinên xwe yên fizîkî qirkirinên xwe yên spî, yên çand û ziman jî li ser civaka kurd ferz kirine. Ji bo çand û zimanê xwe bi civaka kurd bidin qebûlkirin rê û rêbazên herî faşîzane û herî bêexlaq bi kar anînê. Ji zimanê erebî re gotine, “zimanê neteweya necîp (neteweya biesl û paqij)”, ji zimanê farisî re gotine “zimanê esaleta dîrokî û zanyariyê”, ji zimanê tirkî re gotine “zimanê şadî û bextewariyê”. Lê ji zimanê kurdî yê qedîm re gotine “zimanê nezanî, xizanî, bê rûmetî û bextreşiyê.”

Çar dagirkerên Kurdistanê bi hewldanên xwe yên hevbeş û hovane yên di dîroka mirovahiyê de mînakên wê tunene ziman û nasnameya kurdî li civaka kurd qedexe kirin. Xwestin têgiha kurd û Kurdistanê bi civaka kurd bidin jibîrkirin. Bi jibîrkirina van têgihan dixwestin çand û zimanê kurdiyê ku ji şoreşa neolîtîkê vir ve bi hezaran sal in jîn daye çand û zimanên malbata Aryen tune bikin. Dixwestin nasnameya waletparêziya kurd û hişmendiya kurdewar û kurdperweriyê ji holê rabikin.

Bi faşîzma xwe ya ji Hîtler xerabtir dixwestin bi civaka kurd bidin qebûlkirin ku hetanî niha şaş jiyaye û jiyana rast bi çand û zimanê serdestan pêkan e. Ji bo kurd karibe bi ziman û çanda serdestan “rast” bijî hewce ye ji hebûna xwe, ji nasnameya xwe, ji çanda xwe, ji dîroka xwe, ji hemû tiştên aydê xwe dûr bikeve. Berhem û bermayiyên hezar salan ên bav û kalên xwe ji bîr bike.

Dagirker dizaniyan ku kurdên van tiştan ji bîr bikin wê bibin kurdên mirî, wê bibin biyaniyê hebûna xwe, biyaniyê welatê xwe, biyaniyê nasnameya xwe, biyaniyê çand û zimanê xwe. Kurdên bibin biyaniyê xwe wê bibin maşika destê neyarên xwe, wê bibin xayinê qewm û welatê xwe.

Piştî sedsalan îro li çar parçeyên Kurdistanê hebûna zaf maşik û zaf xayinan nebelaseb e, piştî ewqasî fersend û geşedanên dîrokî nepêkhatina kongreya neteweyî nebelesebeb e.

Ev heqîqeteke dilsoj e û li ber me ye. Yên vê heqîqetê nezanibin nekarin rast bijîn, rast têbikoşin û rast li ber xwe bidin. Rêya jiyana rast, rêya têkoşîn û berxwedana rast di vegera li xwe û nasnameya xwe de ye, di vegera li kok û rehên xwe de ye, di vegera li çand û zimanê xwe de ye.

Çil sal in civaka kurd di bin pêşengiya Tevgera Azadiyê de ji bo vegera li xwe û li cewhera xwe di şer û berxwedaneke bêhempa de ye. Bi kedeke mezin û bi berdêlên gelek giran berxwedana xwebûnê berdewam dike. Di berxwedana xwe ya çil salî de derbên giran li siyaseta faşîst a dagirkeran xistin û li çar parçeyên Kurdistanê encamên gelek girîng û serkeftinên mezin bi dest xistin. Ya herî girîng rêya rûmetê ya vegera li xwe û xwebûnê li civaka kurd vekir.

Niha erka her kurdekî/ê ew e ku di vê rêya rûmetê ya hebûn û xwebûnê de bimeşe û desketiyên berxwedana çil salî tacîdar bike. Şoreşa herî mezin piştî redkirina pişaftina sed salan li xwe û li cewhera xwe vegere. Ew jî bi xwedîderketina li çand û zimanê xwe pêkan e.

Em dizanin mebesta çar dewletên dagirker yek e, tinekirina kok û rehên civaka kurd e, çand û zimanê civaka kurd e, hêz û cewhera civaka kurd e. Bi kurtahî daxwaza wan ew e ku yek kurdek li ser erdê cîhanê nemîne, heke bîmîne jî bila hemû tiştên aydê xwe winde kiribe, bila kurdek mirî be.

Nexwe hewce ye mebesta civaka kurd jî li hember çar dagirkeran yek be. Redkirina pişaftinê be, li çand û zimanê xwe, li kok û rehên xwe, li xwe û cewhera xwe veger be. Li dijî polîtîkayên dagirker ên qirker bi awayekî bi inyad serhildêr, berxwedêr û têkoşer be.

Dîroka me, nasnameya me, çanda me, hebûna me, vîna me, ruhê me di zimanê me yê qedîm de veşarîne. Parastina zimanê xwe parastina hebûna xwe ye.

Cejna xwebûnê li civaka kurd pîroz be.

Dikarî Biecibînî