Meha Gulanê û Îbrahîm Kaypakkaya

Dema ku behsa Kaypakkaya dibe, berî her tiştî; ser dan lê sir nedana wî tê gotin. Belê li ber îşkenceyên dewleta tirk bi berxwedana xwe ve bi nav û deng e. Lê Kaypakkaya berî her tiştî di nav têkoşînê de bi raman û analîzên xwe, di her aliyê de rêbereke komunîst e

Vedat Yeler |

Beriya her tiştî di şexsê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik, Armenak Bakirciyan, Îbrahîm Kaypakkaya û bi hezaran şehîdên ku di meha gulanê di rêya azadî û têkoşîna çînî de bi pêşengiya xwe ve bûne manîfestoya meşa rizgariyê, birêzdarî bi bîr tînim.

Jiyan û têkoşîn di nava dîrok û roja me de ji ber berxwedana ji bo hebûnê, di nava gelên bindest de xwedî cihekî girîng û bi rûmet e. Li ser vê, di nav têkoşîna ji bo hebûnê de tişta herî girîng û bi rûmet nirx, raman û jiyana şehîdên me ne. A rast jiyan di sedema şehîdbûna nemiran de xwe wekî aveke ku ji çiya dimeşe zelal dike. Ev sedem li ser raman û îdelojiya azadbûna mirovatiyê xwe birêxistin dike. Û di rêya azadbûnê de çiqas xwe bi cih bike ewqas jî zelal dibe.

Li ser xaka Mezopotamyayê ji ber zilma Dehaqên paşverû û yên rojana, rojek nîne ku xwînê ax şil nekirî. Li dijî zordarî, komkujî û dagirkeriya van Dehaqan şoreşgereke wekî Kawayê pêşverû di dîrok de cih girt û têkoşîna ji bo azadî û rizgariyê roj bi roj heta roja me ji aliyên Kawayên hemdem ve hate domandin. Û ji ber domandina pergala desthilatdaran, têkoşîna dengê gelên bindest jî bi  hesrên çavên dayik û bavên me li ser axa sor jiyandin û jiyanên nû dide afirandin. Ji ber vê yekê di nav mehên salê de cihê meha gulanê jî ji ber bîranîn û têkoşîna nemirên me bi cudatiya xwe ve her sal bi wateyeke girîng ve tê pêşwazîkirin. Li ser vê bingehê, di dîroka azadî û şoreşgeriya Kurdistan û Tirkiyeyê de nirx, raman û jiyana wan rêya têkoşîna gelên Rojhilata Navîn ronî dike.

Pêvajo û Kaypakkaya

Her pêvajo, ji pêvajoyên pêşerojê re bingeha têkoşîneke nû amade dike. Di vê çarçoveyê de rêxistinên bindestan û serdestan rojane xwe ji pêşerojê re amade dikin û tên avakirin. Û derketina rêber û qadroyên şoreşger, komunîst û welatparêz jî bi vê yekê re geş dibin û derdikevin. Raman û fikrên Îbrahîm Kaypakkaya jî bi nasnameya xwe ya komunist derdikeve û cudatiya wî pêşde dixe.

Di sala 1960’an de li her deverekê cîhanê bi pêşengiya tevgera xwendekaran li dijî pergala kapîtalîst û piştî Şerê  Cîhanê yê Duyemîn, serhildanên rizgarî û şoreşê dest pê dikin. Ev tevger bi tevlêbûna çîna karker û Nifşê 1968’an pêş dikeve. Li ser vê pêvajoyê di axa welatê me de jî Nifşê 1968’an li ser navê Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û rêhevalên wan bilind dibe. Di vir de cudatiya Îbrahîm Kaypakkaya û nasnameya wî ya rêbertiya komunîst hêdî hêdî kifş dibe. Di vir de li ser navê Kaypakkaya tişta herî girîng; ew bi kûrbûneke zanistî û dîrokî li ser şoreşa Çîn, Sovyet, şerê Vîetnam û serhildanên cihanê disekine û li ser vê bingehê rewşa dewleta tirk û gelên Tirkiyeyê dinirxîne û bi nêrîneke materyalîst rêya şoreşa Tirkiyeyê diyar dike.

Ji Nifşa 68’an de Kaypakkaya, Denîz û Mahîr dibin pêşengê bingeha  derketina şoreşgeriya 1971’an û Kaypakkaya jî di vir de ramanên xwe bi pratîka xwe ve geş dike. Ya bi rastî Kaypakkaya ji zarokatiya xwe heta nemirbûna xwe, her tim bi awayeke diyalektîk-materyalîst jiyan û geşeyên xwe birêxistin dike. Pêşketina raman û analîzên wî bi fetlên teorî-pratîk-teorî ve girêdayî ye û ev jî li ber pirsgirêkan de ji wî re rêya çareseriya rast ava dike. Ramanên Kaypakkaya yên li ser Revîzyonîzma Şafaqê, Kemalîzmê, Şerê Gel, Şoreşa Demokratîk a Gel, Pirsgirika Neteweya Kurd… tev bi vî awayî derdikevin. Û ji ber vê Kaypakkaya di sala 1972’yan de partiya TKP-ML ava dike û li ser navê Şerê Gel li dijî dewleta tirk rêya çiyayên Dêrsîmê digirê…

Bi kurtasî Kaypakkaya û dema niha

Analîz û ramanên Kaypakkaya ji wê demê heta niha ji rêxistinên şoreşger û welatparêz re pêşengtî kiriye û dike. Dîroka dewleta tirk û desthilatdarên wan a niha careke din vê yekê bi bîrdozî, polîtîka û pratîkên xwe ve piştrast dikin. Berê pêşiyê em guh bidin Kaypakkaya û bi çend hevokên wî yên kurt ve li îdeolojiya dewleta tirk ango Kemalîzmê binihêrin. Kaypakkaya wiha dibêje: “Kemalîzm îdeolojiya baskê rast ê burjuvaziya mezin a komprador a tirk û burjuvaziya navîn e.” Bi van gotinên xwe ji yên ku hîna Kemalîzmê pêşverû dibînin an jî Kemalîzmê ji çîna tirk ên serwer dûrdixin re rûyê Kemalîzmê yê rastî rave dike. Kemalîzm ne pêşverû û çepgir e. Kemalîzm îdeolojiya dewleta tirk û çîna serdest e. Her desthilatdarên tirk jî bi angorên vê yekê û ji aliyên çîna serwer ve li ser pêwîstiya pêvajoyê tên avakirin û birêxistin kirin. Her partiyên wan bi angorê pêvajoya xwe, di nav lîstika demokrasiyê de cihê xwe digirin. Bi vê yekê em di vê pêvajoya awarte de bi gotina Kaypakkaya ku dibêje: “Lihevnehatina Kemalîzm û faşîzmê li aliyekî, Kemalîzm bixwe faşîzm e. Dîktatoriya Kemalîst, dîktatoriyeke leşkerî ya faşîst e.” Bi van gotinan rewşa dewleta tirk a niha û desthilatdarê wan ê niha AKP’ê nîşan dide.

Car caran rastgir, car caran çepgir di bingehên deshilatdarên dewleta tirk de ji avabûna komara tirk heta niha her tim dîktatoriyeke leşkerî ya faşîst heye û îro jî ev dîktatoriya leşkerî nêzî 20 sale bi partiya AKP’ê ve xwe didomîne. Ew kesên ku AKP ji îdeolojiya Kemalîzmê dûr dibînin; şaşiyên dîrokî dubare dikin. Cudatiya AKP ji desthilatdarên din ên dema borî jî; ji ber daxwaza AKP’ê ku di nav dewletê de bi cih bibe û bêmuxalefetiyê tê. Di vir de bêmuxalafetî tê wateya ku xencî xwe, tu partiyên ji bo serdestiya tirk pêvajoyê bi rê ve bibe tune. Û AKP ji desthilatdarên berê baştir gel û qelsiyên gel nas dike û bi angorî wê polîtîkayên xwe birêxistin dike. Ev jî tê wateya ku di vê pêvajoyê de ji bo pêwistên çîna serdest a tirk, partiya AKP ji partiya M. Kemal CHP’ê baştir xwe bi îdeolojiya Kemalîzmê rapêçandiye. Û M. Kemal û îdeolojiya Kemalîzmê ne yek e. M. Kemal nav e lê Kemalîzm îdeolojiya serwer e. Yên ku vê yekê tevlihev dikin, ji rastiya dewleta tirk dûr dikevin.

Kaypakkaya dibêje: “Cewhera sîstema ku îro li Tirkiyeyê heye, dîktatoriyeke wisa ye ku ji her cure demokrasiyê dûr e.” Bi vê şîrovaye xwe jî pêşengiya xwe bi awayeke cudatir radixe ber çavan. Dema mirov li dîroka dewleta tirk vedigere û lê dinihêre û li ser tespîta Kaypakkay difikire, êdî tiştekî bibêje namîne.

Hindikahiyên Neteweyî û Neteweya Kurd

Kaypakkaya li ser pirsgirêka hindikahiyên neteweyî û neteweya kurd jî analîz û lêkolîn kirine û bi fikrên xwe ji şoreşgerên Tirkiyeyê rê pêşengiyeke herî girîng kiriye û hêj jî dike. Dema ku tu kesî behsa vê pirsgirêkê û kurdan nedikir û ne didît; Kaypakkaya bi lêkolîneke zanistî li ser vê pirsgirêkê  lêhûr bûbû û di nava têkoşînê de çareseriya vê pirsgirêkê dîtibû. Û tişta herî girîng, Kaypakkaya di wê demê de jî analîza şovenîzma ku hîna îroj di nav gel, şoreşger, sosyalîst û demokratên Tirkiyeyê de heye û di nava têkoşîna bindestan de pirsgirêkek mezin e, kiribû. Kaypakkaya vê pirsgirêkê bi awayeke dîrokî û zanistî raxistibû ber çavan û wiha destnîşan kiribû: “Dîktatoriya Kemalîst bi polîtîkaya zextê ya neteweyî, hindikahiyên neteweyî û bi taybetî neteweya kurd eciqand, serî li qetlîamên girseyî da, bi hemû hêza xwe şovenîzma tirkî gur kir.” Û di roja me de jî desthilatiya AKP’ê li ser heman polîtîkayê zextê û şovenîzmê dike û bi qetlîaman desthilatdariya xwe didomîne. Îroj êrîşên li ser Rojava, şaredariyên HDP’ê, gelê kurd û her kesên ku ne ji wan e weke dijmin dîtina wan vê yekê bêhtir piştrast dike. Ev pirsgirêk ji wan re di her qeyranên siyasî û aborî de dibe sedema xwe xilas kirinê. Polîtîkayên zexte û gurkirina şovenîzmê ji wan re armanceke îdeolojîk e. Di aliyeke din de jî îro di nav şoreşger, sosyalîst û demokratên Tirkiyeyê de jî hîna bêhna şovenîzmê tê. Ya bi rast ev bêhna şovenîzma ku di nav şoreşger, sosyalîst û demokratên Tirkiyeyê de jî bi van polîtîkayên îdeolojiya Kemalîst ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê  di vê pêvajoyê de ji ber hewcehiya  yekitiyê, careke din jî vegerin li nivîsên Kaypakkaya binêrin ku di her aliyê de rê ronî bibe.

Kaypakkaya ne bitenê berxwedan ne!

Dema ku behsa Kaypakkaya dibe, berî her tiştî; ser dan lê sir nedana wî tê gotin. Belê li ber îşkenceyên dewleta tirk bi berxwedana xwe ve bi nav û deng e. Lê Kaypakkaya berî her tiştî di nav têkoşînê de bi raman û analîzên xwe, di her aliyê de rêbereke komunîst e. Bi metoda xebatên xwe ve mamosteyek e. Bi ji gel hînbûna xwe ve xwendevanek e û xwendina Kaypakkaya her tim de rê ravê dike… Kaypakkaya, berxwedan e lê bi tenê berxwedan nîne.

Nîşe: Min hevokên Kaypakkaya ji pirtûka wî ya Nivîsên Bijarte Îbrahîm Kaypakkaya girtine.

Dikarî Biecibînî