Li hemberî 3 karesatên kapîtalîzmê, 3 mifteyên azadiyê (1)

Modernîteya kapîtalîst xwe wekî pergala aboriyê binav dike. Lê di esasê xwe de tu pergal wekî wê ne li dijî aboriyê ye. Aborî; ji bo ku pêdiviyên civakê pêşwazî bike, ji hêla civaka xwezayî ve hatiye pêşxistin. Lê pergala heyî desteser kiriye û ji bo berjewendiyên xwe yekdest kiriye

Egîd Îpek |

Şaristaniya Navendî ya li ser desteserkirina hemû nirxên civaka xwezayî xwe avakiriye, di van 400-500 salên dawî de xwe veguherand kapîtalîzma hovane. Ev kapîtalîzma hovane xwe li ser 3 lingan; modernîteya kapîtalîst, netewe dewlet û endustriyalîzmê birêve dibe. Hebûna xwe bi bi van 3 lingan didomîne û bi van hersê lingan êrîşî hemû nirxên mirovahiyê dike. Ne tenê mirovahî, ji xwezayê bigirin heta gerdunê her tişt dibin xeteriya tunebûnê de ye. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li hemberî van her sê lingên kapîtalîzmê, 3 lingên wekî; Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Eko-Endustrî pêşniyar kir. Rêber Ocalan bi perspektîf û paradîgmaya ku li ser van hersê lingan pêşxistiye bûye tekane alternatîfê kapîtalîzmê. Rêber Ocalan bi van hersê mifteyan deriyê rêya azadiya civakê vekiriye. Her wiha bi azadiya civakê re rêya jiyaneke azad jî daniye pêşiya mirovahiyê.

Modernîteya Demokratîk azadiya civakê ye

Modernîteya kapîtalîst xwe lûtkeya herî jor a şaristaniya navendî dibîne. Şaristaniya navendî ya xwe li ser bermahiyên civakê gihand û desteser kir, sed salên dawî ev peywira xwe radestî modernîteya kapîtalîst kir. Ev pergal di bingeha xwe de qeyran, bê pergalî, dijî civak û dijî xwezayê ye. Ji mirovahiyê re xwe wekî pergala ku herî jêneveger û ya herî baş a dawî ferz û raber dike.

Ji sedemên vê pergalê jiyan hatiye herimandin, civak şehitiye û xweza di her kêliyê de bi hawar e. Ger ev pergal neyê sekinandin wê ev rewş hîn kûrtir bibe. Daxistin û bê îradekirina jinê, nakokiyên di nava civakê de û bi talankirina xwezayê re dixwaze desthilatdariyeke yekdest û bêdawî ava bike. Bi dijberiyeke dijwar û bêserûber êrîşî jin, civak û xwezayê dike. Ji ber wê her roj li hêlêkê cîhanê pevçûn û nakokî dertên. Di vê serdemê de teknolojî herî pêş ketiye û dema herî pirbûna nebata ye. Ligel van pêşketinan, ji ber bêdadî û hirsa qezencê ya vê pergalê, xizanî û birçîbûn di asta herî jor de ye. Ev pergal bi destê dewletê dixwaze hebûna xwe bêdawî bike. Ji ber wê civak tên fetisandin. Seranserê cîhanê raperîn, xwepêşandan, şer û alozî naqedin. Talankirina xwezayê gihîştiye asta ku xweza êdî dihile, her roj nexweşiyek, erdhêjek çêdibe. Vê pergalê ji bo serweriya xwe netew dewlet pêş xist. Ji bo erkdariya xwe ya giştî endustriya yekdest kir. Ji bo bîrdoziya wê nîjadperestî pêş xist. Bi yekdest kirina endustriyalîzmê re êdî berhemên civakê li hemberî civakê tên bikaranîn. Aborî, leşkerî û rêveberiyê yekdest dike. Bi bîrdoziya xwe lîberalîzmê dixwaze zanist, felsefe û olê têxe bin xizmeta xwe. Ji ber wê pirsgirêk çareser nabe û her ku diçe zêdetir dibe. Bi pêşxistina takekesî, nîjadî û netew dewletî re îktîdarî di her kesî û di li her qadê belav dibe. Kes ji bo ku bibe xwedî îktîdar, ji hemû nirx, exlaq û xwezaya xwe dûr dikeve. Bi vê rewşê  dewlet pêş ketiye. Burokrasî gihîştiye lûtkeya herî jor. Cihê ku desthilatdariyê û dewletê xera nekirî nemaye. Civakê xwe bi hezaran salan bi exlaqê xwe bi rêve biriye. Ji ber ku xwe ji civakê biparêze exlaq ji holê radike û hiqûqê li şûna wê bi cih dike. Ev jî rê li ber gengeşî û pirsgirêkan vedike.

Hêza civakê ya ku pêdivî, pirsgirêkên xwe nîqaş û çareser dike polîtîka ye. Civakê xwe bi milyonan salan wisa domandiye. Modernîteye kapîtalîst, polîtîka ji holê rakiriye û li şûna wê jî burokrasî û rêveberî pêş xistiye. Êdî burokrasî û rêveberî li cihê civakê diaxive, difikire, nîqaş dike û biryar digire. Lewaz xistina exlaq û polîtîkayê, civak ji hemû çewisandin û neyîniyan re rû bi rû hiştiye. Tê xwestin ku bi destê medya, perwerde, tenduristî û bi beşên zanyariyê zîhniyeta civakê biguhere û ji bo domandina serweriya xwe li gorî xwe ava bike. Bi vê jî dixwaze hemû mirovahî jêre wek evd be û kes li hemberî wê dernekeve.

Modernîteya kapîtalîst xwe wekî pergala aboriyê binav dike. Lê di esasê xwe de tu pergal wekî wê ne li dijî aboriyê ye. Aborî; ji bo ku pêdiviyên civakê pêşwazî bike, ji hêla civaka xwezayî ve hatiye pêşxistin. Lê pergala heyî desteser kiriye û ji bo berjewendiyên xwe yekdest kiriye. Ji ber wê îro ji hemû deman bêhtir bêkarî, xizanî û birçîbûn zêde bûye. Keda mirovan ji hemû deman bêhtir tê desteserkirin.

Civaka xwezayî xwe bi reng û dengê jinê birêve dibir. Bi xwezayê re hevseng, ji bo civakê afirandin û xerckirin, wekhevî û aştî forma wê bû. Şaristanî bi dijberiya jinê xwe bi cih dike. Bi xistina jinê re dixwaze hemû civakê bixîne. Bi daxistina jinê re afirînerî, weke hêviya nava civakê, kes û civaka ji xwezayê re rêzdar dixwaze têk bibe. Di qonaxên dîroka şaristaniyê de çewisandin û pêkutiyên li ser jinê bi awayên cuda hatiye pêşxistin. Carnan jin weke pîrebok nîşan dane û sotin e. Geh jin nîvco û qetek ji parsuyê mêr dibîne. Geh jinê dixe kole û li kolanan difiroşe. Erka jinê êdî amûrê welidandin û ji bo xanedaniya mêr zarokên nêr bîne ye. Herikandina dîrokê de tu dem wekî îro jin nehatiye xistin û çewisandin. Bi destê modernîteya kapîtalîst tu cihên jinê nemaye ku nebûye amûrê kar û bazarê. Ruh û bedena jinê hatiye dagirkirin û perçe perçe tê firotin.

Ji ber pergala ku modernîteya kapîtalîst daye avakirin, li gund û çoltaran civak nikare xwe bigire. Ji ber wê bajarên bê dawî çêbûne. Nifûs bêserûber zêde dibe. Pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê her ku diçe qeyrana nava civakê gur dike. Şer û pevçûn naqede. Bîrdoziya modernîteya kapîtalîst, lîberalîzm her roj propagandaya bêdawîbûna vê pergalê dike. Dibêje dema bîrdozî û têkoşînê çûye. Xwe wekî bê dawî dibîne.

Ji çêbûna gerdunê heta niha lêgerîn didomin. Her çiqas ev lêgerîn carna ber bi ne başiyan ve çû be jî, bi vê lêgerînê re xweza û mirovahî pêş ketiye. Lêgerîna mirovahiyê ya di civaka xwezayî de bi destê dayikê gihîştiye heqîqeta xwe. Civak wekî klan û qebîle dijî. Jiyan asayî û bi aqlê dayikê yê hestewar tê birêvebirin. Bi nêçîrê û berhevkirinê re pêdiviyên jiyanî tên pêşwazîkirin. Xweza zindî û pîroz tê dîtin. Ji ber afirîner û wekheviya wê, jin pîroz û xwedawend tê dîtin. Hînbûna çandiniyê re civak xurt dibe. Sewal tên kedîkirin. Gund tên çêkirin, hejmar zêde dibe û ji koçberiye derbasî niştecihiyê dibe. Ev rewş weke ‘dayiksalarî’ tê pênasekirin û ev pêvajo heta serweriya bajar dewletan didome. Civaka demokratîk a dema dayiksalariyê de bi destê zilamê konê tên şehitandin. Bajarên hewceyî bazirganî û parastinê dibîne, bi destê keşeyên mêr ve koletî û leşkerî tên afirandin. Zîgurat tên avakirin qralên xweda li qatên herî jor tên bicihkirin. Şer û alozî di nava bajar dewletan de gur dibe.

Li hemberî derketina koledariyê, afirandina olên semawî û derketina pêxemberan cihekî taybet dadigire. Zerdeşt dixwaze exlaqê hatiye daxistin rake ser pêyan. Mûsa û Îsa dixwaze koletiyê rakin. Mihemed dixwaze aştiyê ava bike. Tesawûfî dixwazin civak bi fikir û aram be.

Piştî şoreşa pîşesaziyê sosyalîst ji bo mafê kedê û ji bo desthilatdariya karkeran têdikoşe. Dibêje tiştê ji bo civakê diyarde aboriyê ye û alavên hilberînê divê ji destê milkiyeta taybet bêne derxistin. Azadiyeke wekhev bi rêya desthilatdariya karkeran wê çê bibe û ev dirûşma wan a bingehîn e.

Anarşîzm ji bo dewlet û desthilatdariyê rexneyan dike û dibêjin lazime civak ji van dûr bikeve û bi xwezayî bijî. Mirov ne mecburin ku dewletê guhdar bikin. Bêyî dewlet û desthilatdariyê jî mirov dikare bijî.

Têkoşîna jinê bi civaka xwezayî ve didome. Li hemberî xwedayên keşe heta îro li hemberî baviksalariyê têdikoşin. Li dijî erkdariya zilam, têkoşîna wekhevî û edaletê cur bi cur meşandine. Di hemû demên dîrokê de têkoşîna azadiyê daye. Lê wekî birdozî û bi pergal bi şoreşa Fransayê re jinê têkoşîna xwe wekî femînîzm binav kiriye. Her çiqas di nava şoreşê de jin pêşeng û bi çalak bin jî jinedîtî ve tên û keda wê tê înkarkirin. Bi nîqaşa pêşengên jin re mafên xwe standin, li hemberî dirûşma ‘biratiyê’ ku ev zilamparêziyê nîşan dide, dirûşma ‘xwişkan’ berz dikin. (Didome)

Dikarî Biecibînî