Li hemberî 3 karesatên kapîtalîzmê, 3 mifteyên azadiyê (2)

Modernîteya Demokratîk paradîgmaya jiyana azad e. Perspektîfa civak dê çawa bijî û xwe bi rêve bibe ye. Modernîteya kapîtalîst xwe li ser sê lingan hatiye avakirin. Ew jî; netew dewlet, têkiliyên hilberînê û endustrîyalîzm e. Modernîteya Demokratîk dijberî wê; eko-endustrî, civaka biexlaq û polîtîk û Konfederalîzma Demokratîk ava dike

Egîd Îpek |

Civakan tevî pergala desthilatdar jî bi rengekî demokratîk heta roja me hebûna xwe domandiye. Ji desthilatariyê dûr, di nava wan de alozî tuneye û bi hişmendiya exlaqî polîtîk xwe birêve birine. Demokrasî, formekê jiyanî ye. Bi mîrateya van kevneşopiyan, çareserkirina pirsgirêkên ku îro pergala modernîteya kapîtalîst dide jiyandin, Rêber Ocalan alternatîfê wê wekî Modernîteya Demokratîk pênase dike.

Modernîteya Demokratîk paradîgmaya jiyana azad e. Perspektîfa civak dê çawa bijî û xwe bi rêve bibe ye. Modernîteya kapîtalîst xwe li ser sê lingan ava kiriye. Ew jî; netew dewlet, têkiliyên hilberînê û endustrîyalîzm e. Modernîteya Demokratîk dijberî wê; eko-endustrî, civaka biexlaq û polîtîk û Konfederalîzma Demokratîk ava dike.

Civaka biexlaq û polîtîk

Civaka xwezayî bi exlaq û polîtîk dijî. Exlaq jiyana ku xweşik, bi pîvan, bi qaîde, rêzdar û bi hevsengî tê sazkirin e. Ji bo armanc û pêdiviyên xwe yên rojane polîtîka tê pêşxistin. Exlaq û polîtîkaya civakê ji şehitandinê diparêze. Ji ber wê her êrîşa li hemberî civakê hatiye lidarxistin, di serî de li ser exlaq çêbûye. Exlaq û polîtîka xweparastina civakê ya cewherî ye. Civaka ku bi exlaq û polîtîk be, ji pişaftinê re girtî ye. Modernîteya kapîtalîst dixwaze exlaqê civakê têk bibe. Têkbirina exlaqê civakê serkeftina vê pergalê ye ku azadiyê, başî û xweşiya di nava civakê de dipelişîne. Civaka bi exlaq û polîtîk heftrengiya dijberî modernîteya kapîtalîst e. Di civaka exlaq û polîtîk de hemû beşên civakê bi reng û dengê xwe dikare cîh bigire. Modernîteya kapîtalîst ji bo serweriya hemû beşên civakê ji hev qut dike. Pir rengî, pir zimanî û pir baweriya civakê ji bo xwe xetere dibîne. Û dixwaze civakeke xwerû û bêreng ava bike. Civaka exlaqî û polîtîk pir rengî û baweriyên civakê ji bo xwe dewlemendî dibîne û aştiyê saz dike. Takekesiya ku lîberalîzm dixwaze wekî azadî û demokrasiyê pêş bixe, qelpe û li dijî civakê ye. Di têkilî, biryar girtin û rêvebirina civaka exlaq û polîtîk de hemû kes û beşên civakê bi fikr û ramanên xwe bi azad tev li dibin. Civaka exlaqî û polîtîk, xwezayê weke perçeyek ji xwe dibîne û zirarê nade xwezayê. Burokrasî û rêveberî cihê civakê difikire û biryar dide. Xweparastina civakê afirandin û pêşxistina polîtîkaya demokratîk e. Modernîteya kapîtalîst dixwaze civakê apolîtîk bihêle. Civaka apolîtîk a nedemokratîk de, takekesî pêş dikeve, li ser navê civakê ev pergal biryar dide. Civaka exlaq û polîtîk bi pêşxistina polîtîkaya demokratîk desthilatdariyê ji holê radike. Civaka wekhev, azad û bi çalak tê afirandin.

Sîwana xwe birêvebirina civaka exlaq û polîtîk ango Modernîteya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk e. Bêyî dewletê ango dewlet û demokrasî jî em dikarin bi nav bikin. Di gelek deman de civakê xwe bi vê formê bi rêve biriye. Konfederalîzma Demokratîk rêveberiyek siste û hemû beşên civakê xwe bi demokrasiya rasterast îfade dikin. Di Konfederalîzma Demokratîk de desthilatdarî tuneye û civak bi dildarî hildibijêre û tev li dibe. Civak pir cure, pir sazî, bi awayekî pir reng re di nava hevsengiyê de xwe bi rêve dibe. Civaka ku tê fetisandin, bi Konfederalîzma Demokratîk re bêhnê distîne. Bi demokrasiya rasterast re komeke biçûk heta pêkhateyên gerdunî dikarin di nava rêveberiyê û biryaran de cih bigire. Xwe li ser meclisên cur be cur û komunan ava dike.

Neteweya Demokratîk jiyana hevpar e

Netewe dewleta ku xwe li ser hîmê nijadperestiyê ava dike, li dijî pir netewebûnê, hîmê wê yê esasî li ser yek netewebûnê ye. Tu hêz û komên li gorî berjewendiyên wan tev nagerin, mafê jiyanê ji wan re nahêlin. Bi vê rêbazê şaxên xwe yên faşîzmê di ruh, mêjî û bîra neteweya ku xwe li ser qayîn dikin de, didin belavkirin. ‘Neteweya xwe’, xwe bi nexweşiya nîjadperestî û faşîzmê sergêj dike û çawa bixwaze bi wî şiklî araste dike. Girseya bi rêya olperestî, nîjadperestî, cînsperestî û milîtarîzmê têne sorkirin, bi çavsorî êrîşî netew û olên cuda dike. Ji netewe û ola xwe pêvtir hemû netewe û olan wekî neyar dibîne. Ji bo wan ji holê rakin her cureyên dermirovahiyê li ser wan dimeşîne. Wekî mînak; êrîşên li dijî civaka elewî û şewitandina Otela Madimakê, dîsa qedexekirina malên cemê û ji guhertina demografyaya herêman bigire heta bi sedan êrîşên bi vî awayî mirov dikare lê zêde bike. Jixwe 74 fermanên li dijî civaka êzdî hovîtiya netewe dewletê bi awayekî şênber rave dike.

Mirovahiya ku bi nexweşiya netewe dewletê dikevin, di her kêliyê de ji bo civakên din dibe gefa kuştinê. Di vê rewşê de hemû nirxên civakan di bin gefa qirkirinê de ye. Jixwe pêla pişaftinê ya li dijî çand û zimanê kurdî, her wiha tunebûna gelek zimanên wekî zimanê lazî, suryanî, gurcî û hwd. vê rastiyê bi dilêşî rave dike. Tu dixwazî bila ev civak bi sedan salan bi hevdu re jiyabin jî ew nirxên wan ên madî û manewî bi tu awayî li ber çavan nayên girtin. Gav bi gav, roj bi roj nêçîra van nirxên civakî tê kirin û beşên ji ber ‘şûr’ mayî ne, ji xwe êdî muzeyî ne.

Netewe dewlet û hişmendiya wê ya ku bi yek al, yek netew, yek ziman û yek dewlet civakê ji hevdu parçe dike, ji pir rengî û pir netewebûnê dûr e. Li dijî hebûna civakan her dem di nava xefik û komployan de ye. Çavên wê timî bi destxistina nirxên gelan e. Dema ku firsendê bi dest dixe jî ‘sînorên’ di navbera gelan de ji holê radike, bi hişmendiya talan û mêtingeriyê êrîş dike. Mînaka hovîtiya dewleta tirk a sed sale li dijî kurdan dimeşîne li holê ye. Tenê di çil salên dawî de bi sedan komkujî li Kurdistanê pêk hatin û ji 60 hezarî zêdetir kurd hatin qetilkirin, bi sedan gundên me hatin şewitandin, bi milyonan mirovên me koçber bûn, bi zordariyên dijwar re rû bi rû man û ev zordestiya dewleta tirk îro jî berdewam dike. Her roj êrîşên xwe yên li dijî başûrê Kurdistanê pêk tîne û mirovên me qetil dike. Hebûna me ya li rojavayê Kurdistanê bi demogojiya terorîzmê reş dike û bi piştgiriya hêzên navneteweyî dixwaze ji holê rake. Jixwe bi dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê re ev dijminahiya xwe danî holê.

Netewe dewlet yek ji wan aşên hêrandinê ya modernîteya kapîtalîst e. Hêza mêtingerî, pişaftin û çandkujiyê ye. Ked û bermahiyên bi milyonan mirovî di bin serweriya gurûhekî de berhev dike, bi vê rêyê pergala yekdestiyê (tekelê) ava dike.

Netewe dewlet di heman demê de dijminê xwezayê ye jî û di van êrîşan de tu sînoran nas nake. Jixwe bi hîme dewlemendiyên bin erdî û ser erdî, rêbazên deraqilî dixe dewrê. Ji bo projeyeke 50 salî dîroka bi hezaran salan talan dike û di vê xalê de hovîtiya li dijî şûnwarê dîrokî Munzurê, Xelfetiyê û hwd. li holê ye. Destpêkê herêm ji mirovan hat dalîkirin û bermahiyên hezar salî di bin avê de hiştin. Bi vê mijarê re girêdayî, dewleta tirk li rojavayê Tirkiyeyê jî heman sûcî dike. Bi salan ne ku li Çiyayên Qazê ya ku herêmeke di navbera bajarên Çanakkale û Balikesîrê de dimîne, raçev kiribû. Ruxmî hemû nerazîbûna civakê jî îro tê talankirin. Bi vê talanê re bi milyonan dar tên birîn, hemû nebatên rûyê erdê tune dike û nivşên ajalan ji holê winda dibin. Hêzên demokratîk ên li dijî vê talana dewleta tirk derketin, bi êrîşan re rû bi rû man.

Bêguman rastiya hovîtiya netew dewletê û bi sedan rûpoşên wê yên xespê bi çend hevokan nikare bê şîrovekirin û dê bi vê rêbazê heqîqeta heyî jî dernekeve holê. Ji bo wê divê girêdana wê ya ontolojîk a di navbera netew dewlet û faşîzmê de bê dîtin û ev gelekî girîng e. Rêber Ocalan aşkera dike ku û dibêje; “Yek jî xeletiya herî mezin a der barê faşîzmê de ew e ku yan têkiliya wê ya di navbera netewe dewletê de qet nayê dîtin, an jî dema tîr di kalanê de hil nayê jî bi çend hevokan dixwazin rastiya netewe dewletê vebêjin. Şiklê desthilatdariya bingehîn a modernîteya fermî netewe dewlet e û ola wê ya nû jî nîjadperestî ye. Civakên ku di bêjinga netewe dewletê re derbas dibin, her dem faşîzmê diafirînin.”

Çawa ku netewe dewlet di nava xwe de cih nade nasname û nêrînên cuda, bi tu awayî destûrê nade hêzên siyasî jî da ku xwe bi rêxistin bikin. Hemû çalakî û xebatên hêzên demokratîk ji bo xwe xetere dibîne. Her saziya ku raçev dike, bi propagandayeke reş li ber çavên civakê reş dike, xebatkaran bi awayekî li dijî exlaqa civakê digire û piştre desteder dike. Naveroka saziyan li gorî hişmendiya xwe sererast dike. Di vê xalê de polîtîkaya dewleta tirk a li dijî şaredariyên li Kurdistanê pir aşkera tê dîtin. Netewe dewleta tirk bi dehan şaredariyên gelê me bi darê zorê desteser kir û li cihên hevşaredaran qeyûm hatin tayînkirin. Saziyên girêdayê van şaredariyan ji bo alîgirê xwe tesîs kirin.

Netewe dewlet tu alternatîf û xebata xwe de hêza civakê napejirîne û tehemûlî vê hevgirtin û parvekirinê nake. Dema dibîne li cihekî civak xwedî hêz e û bi rêveberî ye, bi êrîşên cur be cur civakê ji hevdu parçe dike, pêla koçberiyê dide destpêkirin, an jî ji herêmekê mirovan tîne wir û demografyaya herêmê diguherîne. Bi rêbaza fihûş û heşîşê jî beşa heyî ji nirxên wan dûr dixe. Netewe dewlet bi vê rêyê ne tenê kesayeteke riziyayî, di heman demê de hemû nirxên civakê ji hev dixe. Civaka ku ji nirxên xwe dûr dikeve, bi hêsanî serên xwe li ber netewe dewletê ditewîne. Ev polîtîkaya ku gav bi gav bi destê dewletê tê meşandin, yekane armanca wê ew e ku civak û kesayetiyeke sîxur ava bike û bi van komên sîxur re jî êrîşî hêzên demokratîk dike. Hemû civakê li dijî hev sor dike.

Ji bo hemû civakan sazî û dezgehên civakî gelekî girîng in. Ev saziyên civakî ji bo parastin û daneheva nirxên civakî nebin nabe û qada herî girîng a xwe bi rêxistinkirinê ne. Her gava ku civak bi van saziyan hebûna xwe ya madî û manewî birêxistin dikin, pirî caran di hedefa hêzên netewe dewletê de ye. Tu saziyên alternatîf ji hêla dewletê ve nayên qebûlkirin. Her saziyeke civakî ya heta radeyekê hebûna xwe berdewam dike, bi êrîşên cur be cur re rû bi rû dimîne. Tu êrîş negihêje armancê jî herî dawî tên desteserkirin.

Li ser pirsa saziyên civakî yan saziyên sîxuriyê? Mirov pir girîng dibîne ku li ser vê rewşê raweste. Ji ber ku her saziya ku tê avakirin, li gorî armancekê tê avakirin. Saziyên ji hêla gel ve jî saziyên ji hêla pergalê ve jî rola wan a di nav civakê de girîng e. Saziyên bi destê dewletê tên avakirin, bi taybetî ji bo hişmendiya dewletê di nava civakê de bê belavkirin tên avakirin. Ev saziyên sîxuriyê çand û hişmendiya netewe dewletê bi pêş dixin. Ji wê jî divê teqez civakên demokratîk ruxmî hemû êrîşan jî di her warî de sazîbûna xwe bi pêş bixin û xwe bi rêxistin bikin. Çawa ku netewe dewlet bi hemû hêza xwe êrîşî saziyên civakî dike, divê civak jî bi hemû hêza xwe, di çarçoveya parastina cewherî de hem saziyên xwe biparêze û hem jî sazîbûna xwe berfireh bike. Civaka ku xwe bi rêxistin neke, di her warî de yekitiya xwe ya neteweyî bi pêş nexe de tu carî xwe ji pêla qirkirinê rizgar neke. Di roja meya îro de ji ber ku êrîş li dijî çand û zimanê kurdî gelekî zêde ne, hîna di vî warî de civaka kurd bi sersarî nêzîk dibe, hem berhemên bi zimanê kurdî kêm dertên, hem jî di bin gefa tunekirinê de ye. Civaka me jî ew qas bi êrîşê netewe dewletê gêj bûye ku ji rewşa heyî gelekî razî ye. Di vir de jî ji xwe rewşa ku Rêber Ocalan gelek caran balê dikişîne ser dertê holê. Yanî civaka apolîtîk. Rêber Ocalan vê rewşa apolîtîk wiha tîne ziman: “Polîtîkaya civakî di bingeha van rastiyan de, her dem hêza biryar girtin û nîqaşê bi pêş dixe. Civakê zindî dihêle, dike xwedî fikir û ramanê. Ligel wê civak xwe bi xwe bi rêve dibe û her karî bi xwe dike. Civaka bê polîtîka wekî mirîşka ku serê wê hatî firandin walî û walî hêj can nedayî diperpite. Ji bo civak bêhêz û bêbandor bimîne rêya herî bi bandor ew e ku tu civakê bê polîtîka bihêlî. Tu rêbaz jî ne ew qas bi bandor e.”

Kom û civakên bi hezaran salan e li ser rûyê erdê dijîn, bêyî ku xwe bispêrin hişmendiya dagirkerî û qirkirinê ya netewe dewletê, bi awayekî azad û aştiyane bi hevdu re jiyane. Ev civakên pir rengî û pir zimanî ruxmê hemû êrîşên modernîteya kapîtalîst jî hebûna xwe berdewam dikin. Bi taybetî felsefeya Rêber Ocalan a ku li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê geş dibe, li dijî hişmendiya modernîteya kapîtalîst û netewe dewletê ji bo çand û nirxên civakên bindest dibe hêvî. Neteweya Demokratîk a xwe li ser hîmê wekheviyê bi rêxistin dike, berovajiyê netewe dewletê mafên hemû mirovan diparêze. Li hemberî xweza û gerdunê bi hurmet e û hişmendiya civaka exlaqî û polîtîk esas digire. Civakên di bin sîwana Neteweya Demokratîk de dijîn, berî her tiştî hişmendiyeke exlaqî û polîtîk armanca wan a sereke ye. Di serî mafên jin û zarokan, hurmeta li hemberî xwezayê rêgez e. Netewe dewlet çiqasî bi polîtîkaya xwe ya cudakariyê civakan ji hevdu parçe dike, polîtîkaya Neteweya Demokratîk jî ew qasî civakan digihîne hev û di yekitiyê de bi israr e. Civakan bi hişmendiya pir çandî, pir zimanî û başiyê di bin Konfederalîzma Demokratîk de digihîne hevdu. Parastina mafên civakan, parastina çand û hunera gelan, di vê pergalê de di bin ewlehiyê de ye. Mirov dikare bêje civaka herî xwedî înîsiyatîf û pêşketî ye. Di pergala Neteweya Demokratîk de jiyana komunal esas e. Nirxên gelemperî yên ku ji hêla civakê vê tên afirandin, divê li gorî hişmendiya komunal bê parvekirin. Civaka Neteweya Demokratîk girîngiyê dide rêveberiya demokratîk. Divê rêveberî jî li gorî berjewendiyên civakê tev bigere, ji pirsgirêkên civakê re bibe bersiv.

Civak û kesayetên ji ber nexweşiyên modernîteya kapîtalîst bi pirsgirêkên pir cidî yên civakî û takekesî re rû bi rû ne. Di serdema meya îroyîn de ji ber polîtîkaya pergala serdest, bi milyonan mirov bê kar in û ev rewşa bêkarî û xizaniyê bi xwe jî ji bo karesata di civakê de bê fêmkirin bes e. Ji ber vê rewşa kaotîk her meh bi dehan mirov dawî li jiyana xwe tîne. Dîsa ji ber bê ewlehiyê her meh bi sedan karkerên li ser kar in jiyana xwe ji dest didin. Ji pirsgirêkên malbatî bigire heta pirsgirêkên kesayetî, ji pergala tenduristiyê bigire heta pergala perwerdeyê, di vê sedsala 21’emîn de hema bêje mirovahî bi pençeşêreke kapîtalîzmê re rû bi rû ye. Ji ber wê ji xwe me got ku Neteweya Demokratîk pergala herî bi tendurist e. Ji ber ku di warê manewiyata civakî de xwedî polîtîka ye, hemû pirsgirêkên civakî berî ku mezin bibe di dema xwe de tê çareserkirin. Pirsgirêkeke wekî bêkarî di rojeva Neteweya Demokratîk de tune û ji xwe betal mayîn bi serê xwe şermeke mezin e. Di her warî de xwe bi rêxistin dike û perwerdeya civakê xaleke herî girîng e. Mijara perwerdeyê ji xwe di serdema me ya îroyîn de di destê netewe dewletê de bûye amûra sergêjkirinê, ne wekî perwerde lê mirov dikare wekî mêjî pûçkirinê pênase bike. Di Neteweya Demokratîk de perwerde ji bo civakê xwe nasîn e û bi xwenasînê re xwe gihandina azadiyê esas e. Rol û rista jin û mêran a di Neteweya Demokratîk de li ser hîmê wekheviyê tê danîn. Di hemû warên jiyanê de nexşên jinê cihekî xwe yê taybet heye. Her gava ku rengê jinê dîtinbar dibe, reng û rista civaka azad jî hêj bêhtir dîtinbar dibe. (Didome)

Dikarî Biecibînî