Li hemberî 3 karesatên kapîtalîzmê, 3 mifteyên azadiyê (3)

Di roja me de hewceyiya mirovahiyê demildest bi avakirina endustriya ekolojiyê heye. Bi avakirina eko-endustriyê re xweza wêran nabe û civak ji hev qut nabe. Mirov û xweza nayên qetilkirin. Wê demê gerdûneke paqij ku hemû reng û deng li ser wê dijîn dê derkeve holê

Egîd Îpek |

Divê endustrî di xizmeta civakê de be

Endustriyalîzm lingê sêyemîn ê Modernîteya Kapîtalîzmê ye. Kapîtalîzm bi desteserkirina hemû nirxên civakê bi taybetî jî bi desteserkirina endustriyê hewl dide civakê ji hundir ve birizîne û civakeke li gorî berjewendiyên xwe ava bike. Mirov tenê di vî alî de lê binêre dibîne bê ka çiqasî neyarê civakê û xwezayê ye. Heke mirov bêje kapîtalîzm derveyî civakê ye, gotineke di cih de ye. Vê yekê jî bi endustriyalîzmê pêk tîne. Divê mirov vê yekê jî zanibe ku endustrî ango pîşesazî ne îcadeke kapîtalîzmê ye, ew îcada civaka xwezayî ye. Ji bo mirov vê yekê baştir fêm bike hewceye berê xwe bide dîrokê.

Dîroka endustriyê digihêje milyonan salan. Bi pêşketina aqilê analîtîk re derketiye holê. Bi gotineke din endustrî bi milyonan salan beriya ev pergala dagiriker avabûye. Ji îcadkirina tekeran bigire heta amûrên cotkariyê û hwd. di serdema civaka xwezayî de hatine îcadkirin. Endustrî di vê serdemê de li gorî xwezayê di xizmeta civakê de ye û ji bo pêşketina civakê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê aliyê wê yên derveyî xweza û civakê tuneye. Aliyên derveyî xwezayê ne xwe bi xwe jiholê radibin. Her tiştê wê dibin kontrola civakê de ye. Aqilê wê birêve dibe aqilê civakê ye. Pêşketina wê li ser hewceyî û pêdiviyên civakê çêbûye. Ji ber vê yekê îcadên di dema civaka xwezayî de hatine çêkirin, heta dema me hebûna xwe parastine.

Ev endustriya ku li ser bingeha civakê avabûye xwe gihandiye heta Şoreşa Çandiniyê ango Şoreşa Neolîtîkê. Di vê serdemê de li ser bingeha pêşketina civakbûyînê geş bûye û rê li ber  pêşketinên mezin vekiriye. Aliyê wê yên civakî û xwezayî bi hevre ne û di nava hevsengiyekê de xebatên xwe dimeşîne. Ji ber vê yekê endustriya civakê hem ekolojîk e û hem jî civakî ye. Ev jî ji bo civakê û xwezayê şoreşek e û mirov dikare ji vê re bêje Şoreşa Endustriyê.

Di hemû keşf û îcadan de mohra jinê heye

Civaka xwezayî ya ku jinê pêşengiya wê dikir, li herêma Toros-Zagros bi cih bûne. Ev herêm ji bo çandiniyê û bicihbûnê herêma herî guncav bû û ji ber vê dewlemendiya xwezayî li vê herêmê bi cih bûne. Jinê ji aliyekî civak birêve dibir û li aliyê din jî bi kolandina erdê û  komkirina nebatên xwezayî re mijûl dibû. Zilam jî bi nêçîrê debara xwe dikir. Ji bo karên xwe yên rojane birêve bibin, li gorî pêdiviya xwe amûr çêdikirin. Vê jî hişt ku jiyana Neolîtîkê li dora jinê were birêxistinkirin. Hemû kar û barê civakê ji hêla jinê ve dihat meşandin. Xwedawendî li ser bingeha pêşengiya jinê bi awayekî xwezayî derket holê. Vê jî dihişt ku civak bi awayekî azad jiyana xwe bidomîne. Wexta mere bi berfirehî lê dinêre dibîne ku di hemû keşf û îcadan de mohra jinê heye. Hemû amûrên hatin çêkirin di xizmeta civakê de hatine bikaranîn.

Dema ku mirov berê xwe dide serdema sumeran, dibîne ku şerê desteserkirina keda Şoreşa Çandiniyê di vê serdemê de dest pê dike. Ev şer jî ewilî bi xistina jinê û bi vê re jî bi desteserkirina îcadên Şoreşa Çandiniyê dest pê kiriye. Ev di berxwedana Xwedawenda Uruqê Înanna ya li hemberî Xweda Enkî de bi awayekî vekirî tê dîtin. Şerê Înanna û Enkî destpêka vê yekê ye. Înanna ji bo 104 îcadên civaka xwezayî yên bi pêşengiya jinê hatine çêkirin û ji aliyê Enkî ve hatine desteserkirin bistîne, şerekî mezin dide. Di encamê de têk diçe û bi vê têkçûnê re hemû îcad dikevin destê Enkî. Ew jî li gorî berjewendiya xwe bi kar tîne. Wexta mirov li vê destanê dinêre dibîne ku piştî xistina jinê û desteserkirina îcadan, Şaristaniya Navendî ya Yekdestî xwe ava dike. Bi vê re şerekî hovane li hemberî jinê û civakê dide destpêkirin. Jina xistî anî asta êdî ji xwe şerm bike û di nava civakê de tu qîmeta wê nemîne. Îcadên ku desteser kiribûn jî ji bo desthilatdariya xwe bi kar anî. Civak kir xulamê ber destên xwe, jin jî kir xulamê xulaman. Civakê ji xwezayê qetandin û hêdî hêdî ew kir neyarê xwezayê. Bi vê re jî civakê ji civakiya afirînerî derdixe û dike civaka ku her tiştî tune dike. Endustrî veguherand endustriyalîzmê. Vê yekê jî bi destên endustriyalîzmê pêk tîne. Dema ku mirov li ser armanca endustriyalîzmê raweste dibîne bê ka civak çiqasî ji rastiya xwe hatiye dûrxistin.

Şoreşa Endustriyê bi qasî Şoreşa Çandiniyê girîng e

Divê were zanîn ku Şoreşa Endustriyê bi qasî Şoreşa Çandiniyê girîng e û mohra xwe li pêşketina civakê xistiye. Ev di dawiya sedsala 18’emîn û destpêka sedsala 19’emîn de pêngavên girîng avêtiye. Divê were zanîn ku sermaye bi xwe ne mucîdê hemû amûrên endustriyê ne. Di van sedsalan de îcadên mîna serdema civaka xwezayî yên ku mohra xwe li dîroka mirovahiyê xistine nehatine çêkirin. Serdema kapîtalîst ji çêkirina atomê û çekan bigirin heta çêkirina amûrên ku zirarê didin xwezayê çêkirine. Îro bazara çekan di dinyayê de bazara herî zêde pere lê tê xerckirine. Ji ber vê yekê hemû dewlet hewl didin ku yekdestiya endustriyalîzmê têxin destê xwe. Ji bo vê şerê hev dikin. Bi taybetî şerê dewletên hegemon li ser vê yekê diqewimin. Ji bo civakê atom, çek, tang û top ne girîng e. Jixwe hewcehiya civakê bi wan tune ye. Mirov dikare bibêje ku tunebûna wan ji bo civakê baştir e. Heke îro xweza hatibe vê rewşê sedema wê ya yekemîn bikaranîna van çekan e. Ji ber ku exlaqê kapîtalîzmê tuneye, li ser serê mirovahiyê bombeya atomê teqand û her roj van çekan li ser serê civakê diteqîne. Rastiya endustriyalîzmê li Hîroşîmayê, Helepçê û gelek deverên din ên çekên kîmyewî lê hatin bikaranîn hate dîtin. Tenê mirovan nakuje, bi civakê re xwezayê jî wêran dike. Ev jî hovîtiya kapîtalîzmê nîşan dide.

Divê were zanîn ku biqasî serê derziyê jî keda wan di endustriyê de çênebûye. Ji ber vê kedxwariyê dem bi dem mezin bûye û bêhtir jî kêm bûye. Ji ber ku bêsînor û bêpîvane nayê zanîn bê ka dê kengî, çawa raweste û were rawestandin. Divê baş were zanîn ku ew teqez di bin hikmê sermayedar-yekdestan de ye. Hertim li gorî berjewendiya yekdestan tê bikaranîn. Armanca wê ya sereke zêdekirina kar û sermiyana yekdestan e.

Endustriyalîzm neyarê çandiniyê ye

Wekî din hêjayî gotinê ye ku endustriyalîzm neyarê çandiniyê ye. Bi taybetî bi lîstina genê zadan û qirêjkirina ava paqij û xwezayê êdî wekî berê berhemên xwezayî ji çandiniyê nayê hilberandin. Êdî cotkar nikarin wekî berê ji zadên xwe tov derxînin. Berê cotkaran hem bi qasî debara xwe zad hildiberandin û têra carekê din erdê xwe biçîne jî tov vediqetand. Niha ev jiholê rabûye. Hemû cotkar bi xwe ve girêdane. Êdî ew anîne wê astê ku bêyî pergalê nikarin cotkariyê bikin. Hebûn û tunebûna cotkariyê di destên wan de ne. Aliyê din a ku zirar daye cotkariyê ew e ku êdî tehma hemû mêwe, fêkî û hwd. wekî berê nemane. Mîna civakê hemû tiştên xwezayî guhertine. Ev jî texrîbata endustriyalîzmê ya li ser çandiniyê nîşan dide.

Gelek amûrên ku tên gotin di vê serdemê de hatine îcadkirin, di bingeha xwe de ji ber amûrên desteserkirine hatine çêkirin. Wekî mînak em wesayîtê bigirin dest. Dibe ku gelek amûrên wê di vê serdemê de hatibin çêkirin, lê dema mirov berê xwe dide amûrên wê, amûra sereke tekereyên wê ye. Wekî tê zanîn teker îcadeke civaka xwezayî ye. Heke tekerên wê tunebuya, bi kêrî tu tiştekî nedihat. Heke kêr bê jî ew ne wesayît e, dibe tiştekî din. Wexta mirov bi giştî lê dinê re dibîne ku bingeha wê li ser îcada civakê hatiye avakirin. Bi gotineke din li ser keda civaka xwezayî xwe dide jiyandin.

Di vir de hewceye mirov mijareke din zelal bike. Ew jî mijara navê kesên ku hin tişt îcad kirine. Di serdema civaka xwezayî de tu îcad bi navê kesan nayên zanîn. Li wir kes ne girîng e, ya girîng civak bi xwe ye. Ji ber vê yekê ew amûr ne yên tu kesî/ê ye, yên civakê ye. Ji ber ku ji hêla civakê ve hatiye çêkirin, xwediyê wê jî civak bi xwe ye. Hertim di xizmeta civakê de hatiye şixulandin û zirarê nade xwezayê. Serdema kapîtalîzmê de ev yek hatiye berovajîkirin. Di vê serdemê de her tişt bi navê kesan tên nasîn. Her îcadên wan aîdî kesan e navê kesê wê dîtiye lê hatiye kirin. Balkêşe ku hemû îcadên wan navê zilaman e. Navê jinekê jî nava îcadên wan de tune ye. Zilamparêzî ew qasî bi pêşde çûye ku navê nebat û ajalên ji hêla mirovan ve tên kişfkirin bi navê kesên wê dîtine tên naskirin. Ev jî hişmendiya wê ya baviksalarî û takekesî radixe berçavan. Di vir de jî xuya dike bê ka kapîtalîzm çiqasî kesparêz e.

Dema mirov li îcadên wan dinêre dibîne ku hemû zirarê didin xwezayê. Mînak, çêkirina santralan. Wekî tê zanîn santral zirareke mezin didin xwezayê. Ligel vê yekê jî li ser her çemekî santralek hatiye çêkirin. Çemên ku li ser wê tiştek çênekiribin jî bi kîmyasalên ji febrîqeyan derdikevin qirêj û jehrî dikin. Jixwe her der bi febrîqeyan tije kirine. Bi vî awayî hem xwezayê wêran dikin û hem jî jiyana ajalan dixin xetereyê. Bi van santralan dîroka mirovahiyê jî ji holê radikin. Tunekirina Heskîfê mînaka vê ya zindî ye. Li ber çavên me û hemû cîhanê dîroka 12 hezar salan Heskîf tê tunekirin û deng ji tu kesî dernakeve.

Endustriyalîzma huner, spor û sexê

Ji bo ku mirov wêrankarî û tunekirina endustriyalîzmê baştir fêm bike divê li hişmendî û amûrên bi kar tîne binêre. Endustriyalîzm di vê serdemê de hebûna xwe herî zêde li ser endustriyalîzma huner, spor û sexê parastiye. Wexta em li rastiya hunerê dinêrin dibînin ku huner ked û berhema civakê ye. Bi destê civakê hatiye avakirin. Lê di serdema kapîtalîzmê de huner xistine xizmeta endustriyalîzmê. Wexta mirov li jiyana hunermend, şanoger, lîstîkvanên wan dinêre ev yek baştir tê fêmkirin. Kesan ji civakê qut dike û wan wekî li ser civakê bin dide nasîn. Ya balkêş ew e ku ew jî xwe wekî ji ser civakê dibînin. Ev jî dihêle ku ji civakê dûr bikevin û jê qut bibin.

Heman tişt mirov dikare ji bo sporê jî bibêje. Spor jî mîna hunerê ji bo civakê ye. Spor di bingeha xwe de biqasî karê hevpar e, ewqasî jî ji bo tenduristî û zindîbûna civakê pêwîst e. Kengî spor jî wekî hunerê xistin bin xizmeta endustiyalîzmê, wê gavê piyasaya sporvaniyê çêbû. Ew jî kirin amûra sereke ya bikaranînê. Li ser navê bahîsê, qumarê dilîzin û bi vî awayî kesan dişêlînin. Vê şêlandinê jî bi awayekî fermî dikin. Ji lîstikvanan heta goga pê dilîzin her tiştên wê kirine mijara bazarê. Bi sporê milyaran kes bi xwe ve girê dane û fanatîzm avakirine. Mejiyê wan pûç kirine û nahêlin tiştekî din bifikirin. Wexta mirov li ser rastiya sexê ku xistiye nav civakê dinêre dibîne bê ka mirov çiqasî ji mirovatiyê hatine derxistin. Bi rêya sexê zilam kirine cenawirek. Ji vî cenawirî her xerabî, nexweşî û kujerî derxistine. Sedema sereke ya qetilkirina jinan ji ber endustriyalîzma sexê ye. Bi huner, spor û sexê dixwazin civakê ji rastiya wê dûr bixin, kesayetên kujer û hov ava bikin.

Mijareke din a ku hewceye mirov bi berfirehî li ser wê raweste, mijara nexweşiyên ji ber endustriyalîzmê derketine holê ne. Ji nexweşiya AIDS’ê bigirin heta Ebola û herî dawî jî vîrîsa koronayê (Covîd-19) ji ber endustriyalîzmê derketine. Ji ber ku endustriyalîzm hem civakê û hem jî xwezayê jehrî dike, rê li ber nexweşiyên vî rengî vedike. Bi taybetî jî vîrûsa koronayê ji ber vê hişmendiyê derketiye û niha bandora xwe li seranserê dinyayê kiriye. Hêj nayê zanîn bê ka ev nexweşî ji ber çi derketiye. Tişta tê zanîn ew e ku ev nexweşî, rûyê endustriyalîzmê bi awayekî vekirî derxistiye holê. Wekî din jî ew kapîtalîzma ku xwe mezin nîşan dide bi vê nexweşiyê re qelsbûn û bêçareya wê derket holê. Bi gotineke din hate dîtin ku ew kapîtalîzma xwe mezin di dît, di rastiya xwe de wekî nepoxekê pûç û vala ye.

Vê nexweşiyê dest û lingê kapîtalîzmê girêdaye. Ligel ku jiyana civakê di nava xetereyê de ye jî, kapîtalîzm hewl dide çerxên xwe yê endustriyalîzmê bênavber bigerîne. Ji ber vê yekê niha ketiye heyra domandina sermaye û kara xwe. Bêçare maye û ew jî nizane bê çi bike.

Di vê serdema kapîtalîst de hate dîtin ku endustriya ketiye bin kontrala kar-sermayeyê ji bilî çend yekdestan dê dinyayê veguherîne dojehê. Wexta di berjewendiya yekdestan de tê bikaranîn wê demê rê li ber kerasetên ekolojiyê û mirohaviyê vedike. Her wiha nexweşiyên herî kirêt bi xwe re tîne. Heke îro dinya me hatibe ber têkçûnê, sedema vê ya yekemîn ji ber endustriya ji civakê û xwezayê hatiye qutkirine.

Di encamê de îro dema em li xwezayê dinêrin dibînin ku ne tenê jiyana mirovan, jiyana hemû zîndewaran di bin gefa tunebûnê de dinale. Mirov vê yekê tenê bispêre endustriyê têrê nake. Divê were zanîn ku pirsgirêk ne di endustriyê de ye, di şêwayê bikaranîna wê de ye. Ya herî girîng ew e ku endustrî di destê kê û ji bo çi tê bikaranîne. Endustriya di xizmeta civakê de tê bikaranîn nirxdar e.  Dema bi aqilê civakê û xwezayê tê birêvebirin, wê demê gerdûn li ser pergala ekolojiyê dimeşe û bêzirar e. Ji bo vê jî divê hemû amûrên endustriyê li gorî pêdiviyên civakê û li gorî şert û mercên xwezayê jinûve bên sererastkirin.

Di roja me de hewceyiya mirovahiyê demildest bi avakirina endustriya ekolojiyê heye. Bi avakirina eko-endustriyê re xweza wêran nabe û civak ji hev qut nabe. Mirov û xweza nayên qetilkirin. Wê demê gerdûneke paqij ku hemû reng û deng li ser wê dijîn dê derkeve holê. Ev jî wê xwezayeke paqij û mirovên bitendurist derxîne holê. Endustriya bi hebûna civakê re bûye yek wê fêda wê ji hemû mirovahiyê re çêbibe. (Dawî)

Dikarî Biecibînî