Enternasyonala Pêşverû û yekitiya neteweyî

Ji aliyeki ve pergala kapîtalîst li rêyeke nû digere. Derdorên sosyalîst û dij-pergalê jî bi Enternasyonala Pêşverû re dixwazin alternatîfeke nû pêş bixin. Dem dema pêşengiya ruhê enternasyonalîzmê ye. Bi avakirina yekitiya neteweyî re kurd ji her demê bêhtir amade ne ku pêşengiya şoreşa gelan bikin

Ferhat Akinci |

Du hefte berê hate aşkerakirin ku dê bi navê Enternasyonala Pêşverû tevgereke nû were damezirandin.  Bi mîsyona ‘Pevgihandin, rêxistinkirin û tevgerandina rêxistinên pêşverû yên cîhanê’ tê payîn ku di îlona 2020’an de enternasyonala pêşverû were îlankirin. Di pêşengiya 50 şêwirmendên ji qad û welatên cuda de xebatên wê dest pê kirine. Ev agahî û pêşketin ligel ku gelek girîng bû jî zêde bala kesî nekişand. Dema min ev nûçe xwend bi min re hinekî jî kelecan çêbû. Her çiqasî îro enternasyonala sosyalîst hebe jî ji pirsgirêk û pêşveçûnan re nabe bersiv. Dema min nûçe xwend di serî de min çavên xwe li kesayetên nas gerand. Gelek kesên navdar tê de hebûn. Ertugrul Kurkçu û Ece Temelkuran jî di nav şêwirmendan de ne. Tişta bala min kişand ew bû ku ji tevger û pêşengên kurdan kesek tê de tune bû. Di cîhanê de pêşketineke ewqas girîng çêdibe lê ligel evqas ked û têkoşîna gelê kurd jî kesayeteke kurd di nav de cih nagire. Wê demê divê mirov bipirse; “Bi rastî di nav tevgerên kurd de tu rewşenbîr ronakbîr şoreşger an jî rêberekî hêjayî vê xebatê tune ye?” Bêguman hene. Lê ji aliyekî ve ji ber ku tevgerên çepgir û sosyalîst bi awayekî cuda nêzî têkoşîna gelê kurd dibe ji aliyê din ve di nav xwe de avanekirina yekitiya neteweyî gelê kurd ji pêşveçûnên cîhanê dûr digire.

Meseleya yekemîn, nêzîkatiya tevgerên çepgir e. Îro li Tirkiyeyê hin derdorên çepgir ji destpêkê ve helwesta tevgera azadiyê wekî tevgereke çepgir napejirînin. Heman tevger îro li Rojava têkoşîna gelê kurd wekî ‘Alîgirên Amerîkayê’ dinirxînin û li her qadê li hemberî wê derdikevin. Ev feraset di serhildanên piştî avakirina Komara Tirkiyeyê de derdikeve pêşberî me. TKP’ê wê demê digot: “Ev serhildan bi hişmendiya feodalîteyê têne kirin. Divê em li hemberî feodalîteyê derbikevin.” Bi vê hişmendiyê hiştin ku bi taybet pergala Sovyetan li hemberî serhildanan, alîkariyê bide Komara Tirkiyeyê. Divê rola vê feraseta ku paya wê di komkujiyan de heye baş bê dahurandin. Îro jî heman feraset li cîhanê dij-propagandaya tevgera azadiyê dikin. Jixwe PDK wekî partiyeke çepgir nayê nirxandin. YNK her çiqas di enternasyonala sosyalîst de cih girtibe jî ji ber hişmendiya wê, di temsîlkirina têkoşîna kurd de qels maye. Her du partiyên ku bandor û hêza wan heye ji hêla hişmendiyê ve wekî rêxistinên çepgir û sosyalîst tevnagerin. Bêguman hinek paya karaktera hin partiyên kurd rê li ber vê ferasetê vedike. Lê bêhtirî vê paya nêrîna tevgerên çepgir heye. Bi sedsalane rewşa Kurdistanê û gelê kurd ji aliyê tevgerên sosyalîst û komunîst ve rast nehatiye fêmkirin. Wekî mînak, seroke Venezuelayê ku xwe weke ‘sosyalîst’ dide nîşandan, piştgiriya herî mezin dide Tirkiyeyê. Li şûna ku li hemberî pişaftin û komkujiya dewletê derbikeve, alîkariyê dide dewletê. Tirkiye endamê NATO’yê ye.  NATO li hemberî kampa sosyalîst hatiye avakirin. Lê Maduro derdikeve dewleta Tirkiyeyê weke dewleteke li hemberî emperyalîzmê nîşan dide. Heman tişt ji bo Sovyetan jî derbasdar e. Dema li di Serhildana Agiriyê de li Geliyê Zîlan xwîn diherikî, Sovyetan çekên giran û cebilxane dida dewleta tirk. Berovajî van mînakan, dost û hogirên gelê kurd hene lê ew jî ji bo guhertina vê rewşê hew têrê dikin. Di komploya navneteweyî de helwesta hemû dewlet û tevgerên çepgir-sosyalîst baş hate dîtin.

Her çiqas di roja me hinek tevger vê rastiyê qebûl nekin jî di destpêka tevgera azadiyê de rihê enternasyonal û sosyalîst hebû. Kesên wekî Heqî û Kemal nûnerên vî ruhî bûn. Ev ruh li Rojava hêj xurttir bû. Li Rojava bi ruhê enternasyonal di pêşengiya şoreşgerên kurd de li hemberî DAIŞ’ ê şerekî pir mezin hate dayin û îro pêşengiya xeyalên tevgerên dij-pergalê dike. Lewma cihgirtina şoreşgerên kurd a di nava vê xebatê deyne aliyekî, hewce bû rasterast pêşengiya vê xebatê bikira. Zanebûn û tecrubeya wan ez bawerim têrî pêşengiyeke wiha dike. Her çiqasî feraseteke neyînî hebe jî gelê cîhanê di şerê Kobanê de têkoşîna gelê kurd ji nêz ve nas kir. Pêwîst bû tevgera azadiyê ji bo rewşeke wisa zêdetir bi tevgerên cîhanê re danûstandin kiribûna. Xebateke hêja ya dîplomatîk hate kirin. Di roja Kobanê de li dehan welatan ji aliyê bi sedan gelan ve çalakî hatin kirin. Lê di hêla pêşengiya rêxistineke nû de qels ma.

Sedema din a dûrmayîna kurdan ya ji xebateke wiha jî, yekitiya neteweyî ye. Ji ber ku di navbera tevgerên kurd de pevçûn û nerazîbûn didomin, enerjiya herî mezin di vir de tê xerckirin. Gelek tevgerên kurd têkiliyên xwe yên bi cîhanê re ne ji bo naskirina mafê gelê kurd, ji bo tasfîyekirina tevgereke din a kurd bi kar tînin. Bi bûyerekê re mirov dikare vê rewşê bêhtir şênber bike.

Demek beriya niha li Zînî Wertê hêzên KDP’ê xwestin baregehekê ava bikin. Piştî ku hişyarî guhdar nekirin û baregeh lê ava kir, di êrîşeke hewayî li wê herêmê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Bêguman beriya vê bûyerê jî êrîş çêdibûn û pêşengên hêja yên gelê kurd jiyana xwe ji dest didan. Lê belê vê bûyerê nakokiyên di navbera tevgerên kurd û xwesteka dewletên dagirker de jî zêdetir aşkera kir. Dewleta dagirker dixwaze bi destê tevgereke kurd tevgereke din a kurd tasfiye bike. Navê vê rewşê jî wiha lê dike; “Ev der di bin serweriya min de ye û divê hûn ji vir derkevin.” Lê li dehan cihan baregehên dewleta tirk hene û ji bo wan tiştekî nabêje. Dev ji îtîrazê berde, ew bixwe wan vedixwîne. Ji vê rewşê re jî dibêje; ‘Têkiliyên dîplomatîk.’ Ew têkilî mijareke bi serê xwe ne ku divê bên destgirtin. Lê niha em ewqas di nav de naçin.

Bûyera Zînî Wertê berhema piştaqile stratejîk ê Amerîkayê ye. Amerîka ji bo hemleya li hemberî Îranê dixwaze Tirkiyeyê bikşîne aliyê xwe. Rol û mîsyonê dide Tirkiyeyê. Tirkiye jî di kareke wiha de KDP’ê bi kar tîne. Dixwazin tevgera azadiyê tasfiye bikin. Li Rojava xwestin gelê kurd ji bo tasfiyekirina Esad bi kar bînin lê kurd nehatin vê lîstikê. Li Îranê ji xwestin bi destê tevgera azadiyê mudaxale bikin. Lê tevgera azadiyê tu carî bi xwesteka dewletên dagirker û kapîtalîst tevnegeriya. Niha careke din ji bo xwe tevgera azadiyê wekî pirsgirêk dibînin û dixwazin tasfiye bikin. Hewldaneke wekî peymana Washîngtonê heye. Wê demê hîn soz dabûn KDP û YNK’ê. Îro jî xuyaye hem Amerîkayê û hem jî Tirkiyeyê hîn soz dane KDP’ê.

Piştî bûyera Zînî Wertê careke din mijara yekitiya neteweyî kete rojevê. Ji gelek aliyan ve bertek hatin nîşandan. Hê jî nerazîbûn didomin. Lê mixabin KDP paşve gav navêje. Di biryara xwe de israr dike. Di rewşeke wisa de divê were pirsîn; “Di van şert û mercan de dê yekitî çawa ava bibe?” Beriya heft salan di demeke ku li gorî ya niha xweştir de yekitî ava nebû le belê dê niha çawa ava bibe? Ev bi dehan salane ku xebatên yekitiyê têne kirin lê hê jî encameke baş jê derneketiye. Wê demê divê mirov bipirse bê ka çima yekitî ava nabe. Xuyaye hin tişt şaş in û şaş têne meşandin. Kurd ev zêdetirî sed sal in ku li dijî dewletên dagirker ên herêmê şer dikin. Her çar dewlet her tim li hemberî têkoşîna gelê kurd li hev dikin lê tevgerên kurd li hev nakin. Heke heta niha yekitiyek çênebûbe, ji vê hemû tevgerên kurd berpirsyar in. Meseleya di vir de ne dilxwazî yan jî nedilxwazî ye. Mesela şopandina rê û rêbazan e. Heke serkeftinek tune be, wê demê xuyaye ku yan rêbazeke rast an jî têkoşîneke xurt nehatiye meşandin. Gelê kurd bi sedsalane piştgiriya her serhildanê kiriye. Îro ji her tiştî wêdetir gelê kurd xwedî maf e ku yekitiyeke bibîne. Hemû tevger û partî deyndarên gel in. Pişti vê saetê windakirina destkeftiyan rasterast tê wateya devberdana ji xeyala gel. Wê baştir xuya dibe bê ka kî ji bo gel û kî jî ji bo berjewendiyên xwe têdikoşe.

Yekitî li ser bingeheke rast bê avakirin. Biqasî gotinê divê pratîk jî zelal be. Yekitî di navbera sazî û rêxistinên li hemberî heman dijminî şer dikin de çêdibe. Heke yên tu li hemberî wan şer dikî hinek tevgerên din weke dost bibînin, wê demê ne pêkan e yekitî çêbibe. Dibe ku bibe koalîsyon an jî konsensus lê nabe yekitî. Niha rayedarên KDP’ê tevgerên din weke dijmin dibînin. Heke ew dijmin bin naxwe ne gengaz e bibin yek. Dibe ku peyman di navbera wan de çêbibin lê yekitî çênabe. Lewma îro peywireke pir mezin li holê ye. Divê zemînê yekitiyê were zelalkirin. Piştre re û rêbaz werin diyarkirin. Bi salan e ji ber helwesta partiyekê yekitiya neteweyî tê paşxistin. Tu mafê kesî nîne vê rewşê tolare bike. Ev rewş kurdan ji pêşketinên li cîhanê qut dike. Pergala cîhanê xitimî ye li çareseriyeke nû tê gerandin lê mixabin em bi hev re mijûl in. Hêviya ku dewletên dagirker wê piştgirî bidin avakirina dewleteke kurdan xefleta herî mezin e. Heya niha bi sedan caran hatiye ceribandin lê her tim heman encam derketiye.

Di van demên dawî de nexşeyên sedsal berê ku sînorên Rojhilata Navîn diyar kirin têne nîqaşkirin. Li ser peymanên sedsalên berê nirxandinên nû têne kirin. Beriya sedsalan kurdan li ser maseyê winda kirin lê îro êdî tu luksa wan a dîsa windakirinê nîne. Dîsa dixwazin di nexşeyan de kurdan bêstatu bihêlin. Dixwazin li ser gelê kurd peymanên ku kurd û Kurdistan tê de tunene  îmze bikin. Nexşeya ku Erdogan li NY (Neteweyên Yekbûyî) nîşan da, hemû rastiya xwe anî ziman. Ev nexşe di heman demê de krîtera xwestina yekitiya neteweyî ye. Yên ku yekitiyê dixwazin demildest divê li hemberî vê polîtîkayê bisekinin. Yên li hember nesekinin wê demê sekna wan ya neteweyî jî diyar dibe.

Bi kurt û kurmancî ji aliyeki ve pergala kapîtalîst li rêyeke nû digere. Derdorên sosyalîst û dij-pergalê jî bi Enternasyonala Pêşverû re dixwazin alternatîfeke nû pêş bixin. Sazî û pêşengên gelê kurd hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo hemû gelên bindest divê sekna xwe zelal bikin. Tevgera azadiyê ji bo gelên bindest bûye hêviyeke pir mezin. Di têkoşîna li hemberî dagirkerî û zordariye de xwe îspat kiriye. Divê di mijara yekitiya neteweyî de jî xwe îspat bike. Yan na dibe ku hemû destkeftiyên gel ji dest biçin. Dem dema pêşengiya ruhê enternasyonalîzmê ye. Bi avakirina yekitiya neteweyî re kurd ji her demê bêhtir amade ne ku pêşengiya şoreşa gelan bikin.

Dikarî Biecibînî