Ji Abdulwehap heta Erdogan rûxandina goristanan

Di roja îro da bêtehemûliya AKP-MHP’ê ya li hemberî mezelên kurdan nîşaneya hişmendiya wahabîtiyê ye. Bi taybetî li Goristana Xerzanê derxistina cenazeyan û birina wan a li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyê de veşartina wan, sûcê mirovahiyê ye

Ferîde Caferî |

Di vê rewşa ku em jê re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dibêjin de, qeyrana kûrewî ya pergala modernîteya qapîtalîst, pergal him xistiye nav rewşeke tengasî him jî nakokiyên kûr û dûr bi xwe re aniye. Di aliyekî de mesrefên şer, di aliyê din de dîzaynkirina herêmên ku di nav xwe de parvedikin berdewam dike. Bi hewldanên pêşxistina amûr û teknîkên şer ên nû, ji holê rakirina qeyranê, hewldanên vala ne û dê encam negire. Ji ber ku pergala kapîtalîst potansiyela xwe ya ku xwe pê pêşve bibe diqedîne û astengiyeke dîrokî dijî. Bi taybetî xwesteka derketina wê ya bi awayekî serkeftî ji nav kaosên ku li Rojhilata Navîn rû didin vala derketiye. Êdî wek demên berê nikare danheviyên (rezerv) nû bidest bixe. Pergalê angaşt kiribû ku di mijarên wek; bi hişmendiya netewe-dewletê re şer pêşxistin, bi riya endustriyalîzmê amûrên şer pêşxistinê ve qaosa civakî pêkanînê de hosta ye. Lê belê di rewşa îroyîn de, dîtina terpilîna wê ya li hemberî tevgerên gelan ên xwedî çanda berxwedana demokratîk, gengaz e. Di vê wateyê de mekanîzmayên ji bo ku heyamên qeyranê derbas bike serî lêdide, hemû mehitîne.

Lê belê mirov dibîne ku dewlet û desthilatdariya ku bi hişmendiya netewe-dewletê tevdigere, wek “Ecemê ku çav penêrê ter bikeve” hemû nirx û berhemên civakê yên manewî didize. Bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku parastvaniya hişmendiya netewe-dewletê dike, ji polîtîkayên “Mirov çawa ji laşên miriyan jî sûdwerdigire” ji paşve namîne. Pergala ku ji siya darê berjewendiyan bi dest naxe hewldide ku darê di kokê de qut bike. Di vê rêyê de jî her tiştî ji xwe re rewa dibîne. Piştî ku DAIŞê li Efrînê kêlên mezelan dizîn, AKP-MHP’ê jî ji goristanan laş dizîn, ev rewşeke rasthatî nîn e. Hişmendiyeke ku goristanan talan dike, hestiyên şehîdan di bin peyarêyan de vedişêre, di heman demê de behsa demokrasî û azadiyê dike, ev sextekarî ye.

Erdogan û Bahçelî mirovên modern ên pergala kapîtalîst in. Divê ev nêzîkatiya wan a ku nirx û hestiyariya civakê tune dihesibîne weke nêzikatiya veşartina tirsa xwe ya ji mirinê bê dîtin. Lewre evqas êrîşkirina cenaze, goristan, şîn û mewlûdan bi qasî ku êrîşa li ser baweriya gelan e, di heman demê de wek veşartina tirsa ji mirinê jî derdikeve hemberî mirov. Dema mirov, mirovê modern dinirxîne, dibîne ku li hemberî tirs û bêhna mirinê dicirifin û ev tirs û xofa wan ewqas aşkera dixuyê ku nikarin veşêrin jî. Bi taybetî ji ber ku mirinê tînin bîra wan, kal û pîr ên ku nêzî mirina biyolojîk in ji xwe dûr dixin û wan diavêjin xweytîxaneyan. Dîsa ji ber ku mirinê tîne bîra wan bêwate nezî goristanan dibin. Ev rewş nîşaneya bêparmayina mirovên modern a ji jiyana kevneşopî ya civakê û manewiyat û nirxên wê ye. Mirovê modern ê ku pergala kapîtalîst teşe dayê, temînata pergala dewlet û desthilatdariyê ye.

Rêza desthilatdarî û dewletê ya li hemberî miriyan li gor mayindetiya wan re xizmetê tê pîvan. Desthilatdarî qîma xwe bi mirina fîzîkî nayne. Li cenazeyan îşkenceyê dike û bi vî awayî dixwaze mirina manewî jî pêk bîne. Ev hêrsa dewletê di pêşiya hezkirina ji mirovan de asteng e. Di sala 1802’yan de sazkar û rêberê tevgera wehabiyan Muhammed Bîn Abdulwehap li Kerbelayê, di roja aşûreyê de êrîşî tirba Îmam Huseyn dike û tirba wî talan dike. Dîsa di sala 1803’yan de dema bajarê Taîfê fetih dike tekke û tirban hildiweşîne. Piştre berê xwe dide Mekkeyê, xanî û tirbên hz. Muhammed, Alî, Ebubekir, Omer û keça Muhammed Fatmayê hildiweşîne. Van êrîşan di dîrokê de weke êrîşên ewil ên li hemberî goristan û tirban cih girtine.  Di roja me da jî DAIŞ’ê ev kevneşopiye berdewam kir û di serî de li Rojava, li Rojhilata Navîn gelek şehîdgeh, tirbe hilweşand û talan kir. Li gorî van rastiyan mirov nikare bibêje ew kes û tevgerên ku nirx û kevneşopiyen pîroz ên civakan tune dihesibînin merhaleya mirovbûnê temamkirine. Habîlê ku birayê xwe Kabîl dikuje, jê re merasîma cenazeyê pêk tîne, ev jî nîşaneya rêzgirtina li hemberî cenazeye. Dîsa di dîrokê de di qadên şer da jî, pêkanîna rê û rêgezan rakirina cenazeyan pir derdikevin pêşiya mirov.

Di roja îro da bêtehemûliya AKP-MHP’ê ya li hemberî mezelên kurdan nîşaneya hişmendiya wahabîtiyê ye. Bi taybetî li Goristana Xerzanê derxistina cenazeyan û birina wan a li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyê de veşartina wan, sûcê mirovahiyê ye. Desthilatdariya ku her cure neheqî û bêexlaqiyê ji kurdan re rewa dibîne, ji kêlikên kurdan ditirse. Bêrêziya li hemberî goristanan bêrêziya mirov û civakê ye. Di aliyekî de  êrîşkirina nirxên pîroz ên civakê di aliyê din de behsa ol û misilmantiyê kirin durûtî ye. Tê fêhmkirin desthilatdariya ku ji miriyên kurdan ditirse ka di çi astê de ji zindiyan ditirse. Dîsa ev hêrs û kîna li hemberî miriyan nîşan dide bê ka hêrsa li hemberî zindiyan çiqas e. Ruxmê her cure êrîşên  desthilatdara darbekar a AKP-MHP’ê ya ku xwe ji wateya civakî, demokrasî, azadî û pîroziyan bêpar hiştiye jî gelê kurd dê li nirxên xwe xwedî derkeve û ji bo ku jiyaneke azad ava bike dê têkoşîna xwe bidomîne. Guman ji vê rastiyê nîne.

Bêdengiya muxalefetê ya li hemberî van êrîşan, ji bo civakê zilm e. Ev êrîşên ku li ser navê mirovahiyê cihê şermê ne, desthilatdarî xwe bi van êrîşan serbilind dibîne. Kes û beşên civakê yên ku li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind nekin, hevkarên vî sûcî ne. Li hemberî vî sûcê desthilatdariyê yê dij mirovî gelê kurd dê her daîm li şehîdgeh û şehîdên xwe xwedî derkeve, ev rastiyeke bêguman e. Di vê pêvajoya ku desthilatdarî polîtîkayên mirinê dimeşîne de, Helîn, Îbrahîm, Mistefa, Mizgîn, Sefkan, Serhat û Delîla ya ku rastiya huner civakî ye bi muzîka xwe diyar kirine, dê gelên me bi newaya wan re bibin yek û her tim li nirxên xwe xwedî derkevin. Werin em car din tunebûna mirinê ya sosyolojîk bi van riste û newayên dilên ku bûne gel biqîrin…

“Di ser simbilên çiyan re,

Wek genim bi bereket,

Wek ava çeman zelal,

Kî gotiye mirin heye ji me re

Ev dilê diherike yê me ye

Ji me re mirin nîn e

Ji me re mirin nîn e

Ev dil dê ti car bêdeng nebe…”