An çareserî yan jî sergoya dîrokê

Desthilatdariya AKP-MHP’ê dibîne ku ev kiryarên wan ên kirêt hemû têrî serkeftina wan nakin. Lewre li gel van kiryarên xwe yên derhiqûqî û bêpîvan, hewl didin bi guhertina zagona hilbijartinan rê û rêbazên serkeftinê biafirînin û serkeftina xwe mîsoger bikin

Mehmet Şahîn |

Ji salên 1990’î heta niha hemû hikûmetên ku di şerê li dijî kurdan de israr kirin çûn sergoya dîrokê. Hikûmeta AKP’ê ya ku di sala 2015’an de li dijî civaka kurd şerê giştî daye destpêkirin jî piştî 5 salan bi heman aqûbetê re rû bi rû ye.

Israra AKP’ê ya di şerê giştî yê 5 salan de ne tenê desthilatdariya wê anî ber têkçûnê, di heman demê de dewleta tirk di her warî de bi rûxîniyeke mezin re rû bi rû hiştiye. Lê yekane xema AKP’ê di her şert û mercî de parastina desthilatdariya xwe ya.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide bi qirkirinên xwe yên siyasî û bi provokasyonên civakî têkçûna xwe ya aborî, siyasî û exlaqî binixumîne û temenê desthilatdariya xwe ya li ber têkçûnê dirêj bike.

Di pêvajoya referanduma serokomariyê ya di 16’ê nîsana 2017’an de digotin pergala serokdewletiyê dê hemû pirsgirêkan çareser bike û dê Tirkiyeyê bifirîne. Bi ser referandûmê re 3 sal derbas bûn. Di van 3 salan de di pêşengiya desthilatdariya yekkesî de makezagon bê wate bûye, meclis bêwate bûye, heq, hiqûq, edalet tune bûne. Hemû saziyên dewletê li devê yek kesî dinêrin û li gorî daxwaza wî kesî tevdigerin. Ew demokrasiya heyî jî di darbestê de ye. Alîgirên wî yekkesî tu pîvan, nirx, hiqûq nas nakin û ji hesabdayinê natirsin. Dikarin li her kesî gefan bixwin û di bernameyên TV’yan de qala amadekirina lîsteyên kesên ku dê bikujin, bikin.

Qeyrana aboriyê ku beriya pandemiya Covîd-19’ê dest pêkiribû, roj bi roj kûrtir dibe. Bi milyonan kes di nava xizaniyeke dijwar de dijîn. Lê hikûmeta AKP-MHP’ê û rantxwirên wan di nava dewlemendiyê de û di nava bêsexbêriyê de dijîn. Bi kurtasî di van 3 salan de Tirkiye di her warî de têk çû û paşve çû. Di her warî de rizîbûneke mezin heye û roj bi roj nefes li civakê diçike lê yekane xema hikûmetê parastina hikûmdariya xwe ye. Lê wisa xuya dike ku parastina dethilatê êdî nehêsane.

Di pêşengiya kadroyên AKP’ê yen sereke yên berê Ahmet Davutoglu û Alî Babacan de du partiyên nû ava bûne. Her du partî jî ji nava AKP’ê derketine. Birêxistinbûyin û xurtbûyina wan partiyan tê wateya parçebûn û têkçûna AKP’ê. Ev her du kes jî kadroyên sereke yên AKP’ê bûn, di astên herî jor de erk girtine û bi salan di hikûmetên AKP’ê de wezîrî kirine. Şahid û şirîkên guneh û kirêtiyên hikûmetên AKP’ê yên 16 salan in. Bêguman li xwe mikûrhatinên wan dê desthilatdariya AKP’ê gelek bide zorê. Heke hindik demokrasî, hindik hiqûq, muxalafeteke rast û dirûst û çapemeniyeke bi wijdan û bi exlaq hebûya, gotinên Davutoglu ku di bernameya televîzyonê de di got; ‘Haya MÎT’ê ji darbeya hebû û hinekan tasfiyekirina generalên derbekar asteng kir’ têrî serûbino bûna desthilatdariya AKP’ê dikir.

Erdogan û şirikê xwe yê biçûk Bahçelî dizanin ku di şert û mercên heyî de nikarin demeke dirêj desthilatdariya xwe berdewam bikin. Û dizanin ku çiqasî dem derbas bibe dê ewqasî bi têkçûneke mezintin re rû bi rû bimînin. Ji bo bi têkçûneke mezin re rû bi rû nemînin, dixwazin hilbijartineke pêşwext pêk bînin. Lê tirs û fikarên wan ên têkçûnê hene. Heke karibin tirs û fikarên xwe yên têkçûnê ji holê rabikin dê demildest biryara hilbijartinê bidin.

Ji ber ku Erdogan û Bahçelî dizanin di hilbijartineke bi rêk û pêk û adilanede serkeftina wan nepêkane. Lewre serî li dek û dolaban û provokasyonan didin. Dixwazin bi dek û dolab û bi provokasyonan hestên nîjadperestiyê û olperestiyê bizêrînin. Dubendiya di nava civakê de kûrtir bikin û temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin. Darbeya li meclisê ya li dijî vîna kurd, pêl bi pêl qirkirina siyasî û girtina rojnamegerên muxalîf, li bajarê Îzmîrê di mizgeftê de xwendina sirûda Çawbela, li Stenbolê êrîşa li dijî dêran, piştî desthilatdariya xwe ya18 salan nîqaşên li ser dêra dîrokî Ayesofyayê, ji hêla Erdogan ve hedef nîşandan û girtina serokê ciwanên CHP’ê yê bajarê Edeneyê, bi biryara meclisê efûkirin û berdana qatilên dest bixwîn, hewldanên wan ên provokatîfin.

Li gel hewldanên xwe yên provokatîf, qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên kurd û ya li dijî muxalîfan roj bi roj kûrtir û dijwartir dikin. Bi kûrkirina qirkirinên xwe yên siyasî yên li dijî civaka kurd û HDP’ê dixwazin têkçûna xwe ya li dijî berxwedana kurd a 5 salên dawîn binixumînin û bi çîroka serkeftineke derewîn civakên Tirkiyeyê bixapînin.

Ya din jî HDP li ser xeta sêyemîn roj bi roj xurtir dibe û weke alternatîfeke herî xurt derdikeve pêş, ew jî wan ditirsîne. Lewre beriya hilbijartineke pêşwext dixwazin HDP’ê qels û lewaz bikin.

Armanca Erdogan a din jî beriya hilbijartinek pêşwext têkbirina eniya ‘Tifaqa Milet’ e. Tifaqa Milet bi pêşengiya Kiliçdaroglu hatibû avakirin û di hibijartinên heremî yên 31’ê adara 2019’an de bi piştgiriya HDP’ê  Stenbol jî di navde gelek şaredariyên bajarên mezin ên  sereke yên Tirkiyeyê piştî 25 salan ji destê AKP-MHP derxistibû û ew bi têkçûneke mezin re rû bi rû hiştibû.

Armanca darbeya meclisê ya sereke, têkbirina Tifaqa Milet bû. Bi saya helwesta Kiliçdaroglu ya ji nedîtîve hatina wekîlên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogulari û tenê bilêvkirina navê wekîlê xwe Enîs Berberoglu, Erdogan di vê hemleya xwe de bi ser ket. Kiliçdaroglu bi helwesta xwe ya tirsonek û kambax derbeyeke mezin li Tifaqa Milet xist. Hat fêmkirin ku di pêşengiya Kiliçdaroglu de tifaqa gelan û tifaqa eniya muxalîf ne pêkane.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê dibîne ku ev kiryarên wan ên kirêt hemû têrî serkeftina wan nakin. Lewre li gel van kiryarên xwe yên derhiqûqî û bêpîvan, hewl didin bi guhertina zagona hilbijartinan rê û rêbazên serkeftinê biafirînin û serkeftina xwe mîsoger bikin. Bi hesabên xwe yên kirêt dixwazin muxalefetê bixin defikê û di bin navê kêmkirina benda hilbjartinan a ku ji sedî 10’e di bin navê avakirina heremên teng de derxin ji sedî 20’an û pêşî li serkeftina hemû partiyên biçûk bigirin. Bi wî awayî dixwazin Tirkiyeyê neçarî pergala du partîtiyê bikin û serkeftina HDP’ê ya metropolên Tirkiyeyê asteng bikin û HDP’ê tenê bi bajarên Kurdistanê ve sînor bikin.

Bêguman yê ku hikûmeta AKP-MHP’ê di her warî de ber bi têkçûnê ve biriye û xistiye vî halê kambax, têkçûna wê ya di şerê giştî yê li dijî kurdan de ye. Şerê giştî yê ji sala 2015’an heta niha dom dike, dewleta tirk di her warî de ber bi rûxîniyeke mezin ve biriye. Yê ku dewleta tirk ji vê rewşa kambax û têkçûyî rizgar bike, rawestandina vî şerî ye.

Ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê du vebijêrk hene. An çareserî yan jî çûna sergoya dîrokê.

Dikarî Biecibînî