Di dîrokê de îro; Serhildana Oremarê

Kakşar Oremar |

21.06.1930 destpêka Serhildana Oremar li dijî komara Kemalîstên Tirkiyeyê ye. Li ser wê rojê 90 sal derbas bûn.

Hinek agahî li ser Oremar û serhildana 1930’an.

Oremar û serhildana sala 1930’an

Oremar di pergala dewleta dagirkeraTirkiyeyê de nahiye û girêdayî bajarê Geverê li wilayeta Colemêrgê ye. Sînorên Oremar; Ji bakurê Kurdistanê Astenga Gurgan li nêzî gundê Reşka li Doskiya Jorî ye, li başûrê Kurdistanê jî gundê Çemto, Ertîs û Bîrê li Dosikiyêt Jêr an ku ji Geverê heya gundê Biriyê û Sêvê.

Satî li gor sîstema desthilatdar a berê weke Kirmancên Oremariya anku girêdayî Oremar bûne. Li Satê du binemalên Xalidbegî (Lemdînî) û Mistefa begî (Mefêyî) hebûn ku niha gundekî wêran û akinciyên wira ji ber şerê li Bakur piranî li Gever û hinek jî çûne başûrê Kurdistanê.

Gundên Oremar:

  1. Oremar ku ji taxên: Aqar, Navgund( qerequl li wire û serhildan ji wira destpêkiriye), Firavînk û Taxê Mala Mijdîn pêk tê.
  2. Avitxê, 3. Çemê Xeco, 4. Zêrê ku gundekî dîrokî û mala Melê Xemo li wira bû û mîna navendekê dihat hesibandin,  5. Talane,  6. Mate,  7. Mutê,  8. Zerenî,  9. Elsan,  10. Birîxan,  11. Paçoyan,  12. Şitazin,  13. Bîbava,  14. Serpêl,  15. Satê  16. Erebî Şate ku gundê Oremariyan yê rezan, biharê diçine wira û li wira mêwîja çêdikin..

Niha ji xeynî Oremar, Şitazin û Bîbava hemû gundên din hatine şewitandin û wêrankirin. Di nava wan da Talane, Serpêl û Mewane tev hatine bombarankirin, dar li ser kevira nemane.

Herêm coxrafiyek dewlemd û çiyayî ye.

Çiyayên Oremarê:

  1. Çiyayê Reşko(Cîlo) ku li hemû Tirkiyeyê çiyayê sêyemîne ji bo bilindiyê, 2. Certe, 3. Belqîs, 4. Çeko

Kaniyên Oremarê:

  1. Kaniya Solê, 2. Kaniya Çemi, 3. Kaniya Sereni, 4. Ava Patire, 4. Kaniya Berê Qeşatî, 6. Aava Serkelê, 7. Keviya Pîra Simaqê

Rûbarên Oremarê:

Ev rûbar navbirî tev ji nava gelî û çiyayên herêmê tên xwarê û diçine nava rûbarê Şîn.

Zozanên Oremarê:

  1. Zozanên Cêlo ku navê wan wiha ye: a. Gezre, b. Warêt Kûrêt Serderê, c. Warê Mala Mijdîn, d. Warê Kûrê( Bin tatê Xişkê), e. Warê Latê, f. Warê Mûtê, j. Warê Pişta Paxrey, k. Horke Dêm, l. Çewre Bîh
  2. Zozanên Gundê Serpêl ku navê wan wiha ye: Zozana Beresorki, Zozana Gime, Zozana Sergelki
  3. Zozanên Pişta Certey (Berê Reşiki).
  4. Zozanên Mêrgezerê ku ev in: Kêriyê Mêrgezerê, Kura Xeli, Kanî Spîyê(ya Jêr û Jor), Kêliya Şîn, Meydanokê, Dula Karwana, Terazin, Keskînê, Warê Badê( Kimkimokan), Bere Sor,

Şervanên serhildana Oremar ku piştî têkçûna serhildana roja 21.06.1930”an hemû dan hatin şehîdkirin an jî mişextî perçên din ên Kurdistanê bûnx kesên jêr bûn:

Mistê Şekir, Cemalê Meyter, Elîko, Şêx Mirad, Yasînê Zeynebê û hinek kesên din.

Qereqhla Oremarê:

Qereqola Oremarê di sala 1911’an da li gundê Oremarê hatiye duristkirin, armanca êrîşa yekê di berê sibeha roja 21.06.1930’an de girtina wê qereqolê bû ku sembola hakimiyeta komara nîvavabûyî ya Tirkiyeyê li herêmê bû. Ew qereqol li sala 2005’an bi şerê gerîlayên PKKê hatiye rakirin, lê dîsa ji nûve hatiye avakirin.

Serhildana sala 1930’an li Oremarê tenê nêzî du heftiya berdewam bû û mixabin bi xiyaneta hinek serok eşîretên xayîn û hatina hêzeke mezin a dewleta Tirkiyeyê bo ser herêmê, dawî bi temenê wê serhildana kurdistanî hat ku ji her du aliyên sînorên Kurdistanê şervan û dilxwazên wê hebûn.

Wêne: Ez û jinama Xezal Oremarî( 1927 -2019 ) ku sala 2014’an li ser Oremar û serhildana 1930’an hinek zaniyarî dane min.

Dikarî Biecibînî