214 sal e li dijî operasyonan berxwedan heye – 1

Armanca wan operasyonan hemûyan qirkirin û tunekirina civaka kurd e. Armanc, bêserok, bêrêber, bêrêxistin û bê vîn hiştina civaka kurd e. Kîjan hêz, kîjan hizb, kîjan sazî û rêxsitin, kîjan serok û rêber vîna kurdê azad temsîl bike, nasname, hebûn û rûmeta civaka kurd biparêze û ji bo azadiya kurd û Kurdistanê têbikoşe û li dijî dagirkerî û talangeriya wan li ber xwe bide ew dibin hedefên operasyonên desthilatdarên tirk

Mehmet Şahîn |

Berxwedana li dijî zalim rûmetdar dike, di refa zalim de cih girtin mirov bê rûmet dike.

Kurdên ku îro bi bêdengmayîna xwe piştgiriya dagirkeriya dewleta tirk dikin û yên ku bi awayeke aşkera di xeta îxaneta dîrokî de li dijî gelê xwe hevalbendiya dewleta tirk dikin hewceye bizanin ku êrîşên zaliman rûmeta mirov naşikînin, hevalbendiya zaliman rûmeta mirovan dişkîne.

Di destpêka sedsala 19’emîn de dewleta osmanî biryara tunekirina xweseriya kurdan da û mudaxaleya  mîretiyên kurdan kir.

Bi tunekirina xweserî û mîretiyan dixwestin civaka kurd bê serok û rêber bihêlin û hêza xwe parastinê ya civaka kurd tune bikin. Civaka bê serok û bê rêber û ji hêza xweparastinê mehrûm mayî dê bi hêsanî bihata çewisidin û tunekirin.

Civaka kurd bi hezar salan li ser erdnîgariya xwe, bi nasnameya xwe, bi çanda xwe, bi serok û rêveberên xwe bi awayeke xweser û serbilind jiyaye. Li dijî siyaseta osmaniyan a qirker serî tewandin û teslîmbûn dihat wateya qebûlkirina jiyaneke bêrûmet. Jiyaneke bêrûmet jî dihata wateya mirina civakî. Bêguman dê bersiva civaka kurd serhildan û berxwedan bûya.

Serhildana yekemîn bi pêşngiya Mîr Evdrehmanê Babanî di sala 1806’ an de li bajarê Silêmaniyeyê pêk hat. Ji serhildana Babanî vir ve 214 sal e operasyonên desthilatdarên tirk li Kurdistanê dewam dikin û kurd ji bo parastina hebûna xwe û welatê xwe, ji bo parastina nasname, çand û rûmeta xwe li dijî operasyonên wan ên qirker, wêranker û talanker li ber xwe didin.

Armanca wan operasyonan hemûyan qirkirin û tunekirina civaka kurd e. Armanc, bêserok, bêrêber, bêrêxistin û bê vîn hiştina civaka kurd e. Kîjan hêz, kîjan hizb, kîjan sazî û rêxsitin, kîjan serok û rêber vîna kurdê azad temsîl bike, nasname, hebûn û rûmeta civaka kurd biparêze û ji bo azadiya kurd û Kurdistanê têbikoşe û li dijî dagirkerî û talangeriya wan li ber xwe bide ew dibin hedefên operasyonên desthilatdarên tirk.

Di 40 salên dawîn de yekane rêxistina sereke ya ku van taybetmendiyan di xwe de dihewîne û derbeya mezin li plansaziya wan a qirker, talanker û wêranker xistiye bîrdoziya Birêz Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd e. Lewre 40 sal e yekane armanca dewleta tirk tasfiyekirina Birêz Ocalan û tunekirina Tevgera Azadiya Kurd e. Dixwazin Tevgera Azadiya Kurd tune bikin û plansaziya xwe ya tunekirina kurd û tirkistankirina Kurdistanê ya sed salan bi ser bixin.

Dewleta tirk bi piştgiriya NATO’yê û hêzên navneteweyî 40 sal e ji bo têkbirin û tunekirina Tevgera Azadiya Kurd şereke bêpîvan dimeşîne. Di vî şerî de hemû hêz û derfetên xwe seferkirin lê bi ser neket. Di 36 salên dawîn de 29 operasyon li ser Başûr pêk anîn. Lê di van operasyonan de tu encam bi dest nexist. Her carê li dijî berxwedana gerîla bi têkçûyînê re rû bi rû ma. Jixwe her operasyonaeke nû dihat wateya têkçûn û bêencammayîna operasyona berê.

Piştî bêencammayîna 29 operasyonan dewleta tirk, di 15’ê hezîrana 2020’an de li dijî vîna kurdê azad operasyona 30’emîn a bi navê “Pençe – Pilîng” daye destpêkirin. Careke din hemû rê û rêbazên xwe yên kirêt diceribînin. Dixwazin PDK û YNK’ê weke salên 1990’an careke din bikêşînin xeta îxanetê û bira bi destê bira bidin tasfiyekirin. Dixwazin careke din kurd bi kurd bidin kuştin. Dixwazin Tevgera Azadiya Kurd bi destê kurd bidin tasfiyekirin û vîna kurdê azad bi destê kurd tune bikin.

Ji bo nivîs zêde dirêj nebe ez ê nekevim kûrahiya dîrokê ya 214 salan. Ezê hewl bidim tenê qala serdema pêvajoya tevgera azadiyê ya 40 salên dawîn ên ku yên di temenê min de ne jê re şahedî kirine bikim. Jixwe 40 salên dawîn weke neynika 214 salan e.

Weke ku tê zanîn li Bakur têkoşîna kurdan a çekdarî ya dawîn di 15’ê tebaxa 1984’an de dest pê kir. Ji wî rojê vir ve peyva “operasyonê” bi kok û rehên xwe yên ku jan û kula 214 salan di xwe de dihewîne di jiyana me de rûnişt.

Di destpêkê de pênaseya dewelta tirk a ji bo şervanên kurd “Çend pêxwasin em ê di çend rojan de ji heqê wan derkevin”. Çend roj,  çend meh, çend sal derbas bûn lê ev “çend pêxwas” neqediyan berevajî her ku çû zêde bûn û li çarhêlê welat belav bûn.

Dûrê serokwezîrê wê demê Suleman Demîrel 28 serhildanên kurdan ên berê (tenê yên sed sala dawîn – yên serdema komarê) û qetlîamên ku di encamên wan serhildanan de dewleta tirk li ser kurdan pêk anîne bi bîr anîn û got “ev jî serhildana 29’emîn e, dê encamên wî jî weke yê 28 ên berê be”. Demîrel ev peyam dida kurdan “çawa 28 caran we serîhilda û 28 car hûn têk çûn û we berdêla wan serhildanan bi qirkirina xwe da, hûnê di yê 29’emîn de jî têk herin û berdêla wê dê careke din qirkirina we be”.

Dewleta tirk ji bo ku aqûbeta 28 serhildanên berê di ya 29’emîn de jî li ser kurdan bide ferzkirin û têkçûnê weke qeder carek din li ser kurdan bide ferzkirin çi sosret û bobelat neman ku neanîbe serê kurdan. Tu operasyonên bi navên qerase û tirtire neman ku li Kurdistanê pêk neanîbin. Tu sond û peyman û gefên qetlîaman neman ku li kurdan nexwaribin. Hemû serokwezîran, hemû serfermandaran, hemû wezîrên şerê taybet peyamên xwe yên herî tund, gefên xwe yên herî dijwar li kurdan dixwarin. Hemûyan jî çend roj an çend meh temen didan berxwedana kurdan. Hemûyan serkeftina xwe û pêve girêdayî dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe di têkçûna kurdan de didîtin.

Lewre her sal bi dehan operasyonên ku her yek ji deh hezaran leşker pêk dihatin hatin lidarxistin. Tenê ne Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat bi kurtasî çar parçeyên Kurdistanê hema hema her sal di hedefa operasyonên wan ên qirker û talanker de bûn. (Didome)

Dikarî Biecibînî