214 sal e operasyon û berxwedan heye – 2

Li gel bi hezaran operasyonên aşkera û yên veşarî, li gel hemû kiryarên xwe yên hov û bê pîvan dewleta tirk ne di şer de ne jî ji hêla siyasî ve bi ser neket. Gel hemû hewldanên xwe yên dij mirovî dewleta tirk nekarî qedera têkçûyînê careke din li ser kurdan bide ferzkirin û bi kurdan çok bide danîn

Mehmet Şahîn |

Bi ser 29 operasyonan re dewleta tirk di 15’ê hezîranê de careke din berê xwe daye Başûr. Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim bala we bikişînim ser operasyonên ku heta niha li ser Başûr pêk hatine.

Rayedarên dewleta tirk her carê ku berê xwe dan Başûr ji bo hêz û operasyonên xwe mezin nîşan bidin navên ecêp û tirtire li operasyonên xwe dikin. Teknîka xwe ya pêşketî û hemû rêbazên xwe yên kirêt di van operasyonên xwe de bikar tînin. Bêguman li gel şerê çekdariyê şerê taybet jî dikin meriyetê.

Ji sala 1984’an vir ve operasyonên bejahî yên ku ji bo dagirkirinê  li ser Başûr pêk hatine hinek ji wan ev in;

  • Di sala 1984an de Operasyona şopandina germ
  • Di sala 1986’an de Operasyona derveyî sînor
  • Di  sala 1987’an de Herekata li derveyî sînor
  • Di sala 1991’an de Harekata paqijkirinê
  • Di sala 1992’yan de Harekata derveyî sînor
  • Di sala 1992’yan de Operasyona Xakûrkê
  • Di sala 1995’an de Harekata Pola
  • Di sala 1996’an de Harekata Başokê
  • Di sala 1996’an de Operasyona Şelqamê
  • Di sala 1997’an de Harekata Çakûç
  • Di sala 1997’an de Operasyona Berbangê
  • Di sala 1998’an de Operasyona Miradê
  • Di sala 2008’an de Operasyona Roj
  • Di sala 2011’an de Harekata li Derveyê Sînor
  • Di sala 2015’an de Operasyona Xendekan
  • Di sala 2018’an de Harekata Biryardariyê
  • Di sala 2019’an de Harekata Pençe
  • Di sala 2020’an de Operasyona  Pençe-Pilîng

Dewleta tirk di 36 salan de 29 operasyon li ser erdnîgariya Başûr pêk anîne û niha operasyona 30’emîn pêk tîne.

Dewleta tirk bi hikûmetên xwe, bi meclisa xwe, bi lijneya ewlehiya xwe ya bilind, bi serok fermandariya xwe ya giştî, bi hêzên xwe yên bejahî û hewayî, bi cendirmeyên xwe, bi polîsên xwe, bi saziya xwe ya sîxuriyê MÎT’ê, bi artêşa xwe, bi qontirgerilayên xwe, bi JÎTEM a xwe, bi TÎT xwe, bi gurên xwe yên boz, bi kurtahî hemû hêzên xwe yên aşkera û yên tarî û teknîka xwe ji NATO’yê girtiye di van operasyonan de seferber kirin.

Serok û rêberên ku di şerê dijî kurd de israr kirin û ser navê desthilatdariyê biryara van operasyonan dan; Kenan Evren, Alparslan Turkeş, Turgut Ozal, Yildirim Akbulut; Mesut Yilmaz, Alî Bozer, Suleyman Demîrel, Tansu Çîller, Meral Akşener, Erdal Înonu, Bulent Ecevît, Necmettîn Erbakan, Ahmet Necdet Sezer, Abdullah Gul, Ahmet Davutoğlu, Bînalî Yildirim, Suleyman Soylu, Recep Tayyîp Erdogan.

Fermandarên ku di asta yekemîn de di van operasyonan de cih girtin û ji van operasyonan re fermandarî kirin;

Bulent Ulusu, Aydogan Babaoglu, Tahsîn Şahînkaya, Nurettîn Ersîn, Necdet Urug, Necîp Torumtay, Osman Pamukoglu, Engîn Alan. Erdal Ceylanoglu, Faruk Comert, Işik Koşaner, Îbrahîm Firtina, Dogan Gureş. Eşref Bîtlîs, Hayrî Kivrikoglu, Huseyîn Kivrikoglu, Îsmaîl Hakki Karadayi, Hîlmî Ozkok, Yaşar Buyukanit, Îlker Başbug, Necdet Ozel, Hulusî Akar,Yaşar Guler.

Di destpêka hemû operasyonan de hemû wekî wezîrê parastinê yê îroyîn Hulîsê Akar digotin “komandoyên me destana serkeftinê dinivîsin” lê di encam de her carî neçar man destana revê û têkçûyînê binivîsin.

Siyasetmedar û fermandarên ku her carî pesnên hêza xwe didan û gefên gelek  mezin li kurdan dixwarin bi têkçûyînên mezin re rû bi rû man û çûn sergoya dîrokê.

Bê guman ev tenê operasyonên leşkerî yên xuyayî bûn. Lê yên nexuyayî yên ku kesên weke Mehmet Agar bi devê xwe li xwe mikûr dihatin bi hezaran bûn.

Li gel operasyonên leşkerî operasyonên siyasî, operasyonên qirkirinên fizikî, operasyonên koçberkirin û bêmirov hiştina erdnîgariya Kurdistanê bênavber dewam kirin. Hemû rê û rêbazin der exlaqî û der hiqûqî dihatin ceribandin. Di şerê xwe yê dijî kurd de exlaq û pîvan hemû bin pê kirin. Di encamên operasyonên siyasî de siyasetmedarê kurd ê ku bi salan di zindanê de nema be tune ye.

Ji wan rê û rêbazên kirêt yek jî careke din xurt kirin û bi karanîna xeta îxanetê ya dîrokî bû. Weke gelek serhildanên berê di salên 1990’an de di şexsê PDK’ê û YNK’ê de xeta îxanetê zindî kirin û bira bi destê bira dan kuştin. Di asta rêbertiyê de xwestin careke din bira bi destê bira bidin tasfiyekirin.

Vana hemû têr nekir, weke gelek rêberên serhildanên berê xwestin careke din di şexsê rêbertiyê de serhildana dawîn jî têk bibin û carek din hêvî û baweriya kurdan di şexsê rêbertiyê de bifetisînin. Bi operasyoneke navteweyî Rêberê Gelê Kurd dîl girtin û avêtin Girava Îmraliyê.

Li gel bi hezaran operasyonên aşkera û yên veşarî, li gel hemû kiryarên xwe yên hov û bê pîvan dewleta tirk ne di şer de ne jî ji hêla siyasî ve bi ser neket. Gel hemû hewldanên xwe yên dij mirovî dewleta tirk nekarî qedera têkçûyînê careke din li ser kurdan bide ferzkirin û bi kurdan çok bide danîn. (Didome)

Dikarî Biecibînî