214 sal e operasyon û berxwedan heye -3

Yên ku 4 sal berê digotin ji 1’ê nîsanê şûn ve dê kes qala Tevgera Azadiya Kurd neke piştî 4 salan herî zêde ew navê Tevgera Azadiya Kurd bilêv dikin. Yên ku hatin ber têkçûyînê ew bi xwe ne. Aborî têkçûye, pergal rûxiyaye. Bi kurtahî di pêşengiya hikûmeta AKP’ê de dewleta tirk ber çiraveke mezin ve dibeze

Mehmet Şahîn |

Kesên biryara operasyonan dan û kesên di wan operasyonan de cih girtin hemû yek bi yek çûn sergoyê dîrokê û tu kes niha navê wan jî bi bîr nayîne. Lê berxwedana kurd sal bi sal rêxistinbûniya xwe û hêza xwe xurtir kir. Her ku berxwedana kurd xurt dibû rûpoşa dewletê diket û rûyê dewletê yê rast ê qirker derdiket holê. Her ku civaka kurd rûyê dewletê yê qirker didît hişmendiya kurdewar a azadîparêz xurt dibû û berxwedana xwe mezintir dikir û roj bi roj ji pergala dewletê dûr diket.

Dewleta kûr dûrketina civaka kurd a ji dewletê didît lê weke ku hêza wê ya şer tune bû rûyê wê yê ku karibe careke din kurdan bixapîne û bi dewletê ve girê bide jî tune bû. Lewre pêwistiya dewletê bi rûpoşeke nû hebû.

Ew rûpoşa dewletê ya nû AKP bû.  Rê li desthilatdariya AKP’ê hate vekirin. AKP’e dê bi referansa îslamê û bi biratiya olî ya derewîn kurd bixapandina û di bin navê çareseriyê de rêxistinbûna wan tune bikira û di nava pergala dewletê de bihelandina. Di heman demê de dewleta tirk dê bi destê AKP’ê hêza xwe ya têkçûyî ya li Kurdistanê jî ji nûve dizayn bikira.

Ji bo karibê bigihîje armanca xwe pêdiviya AKP’ê bi demê hebû. Ji bo demê jî hewce bû her tim qala çareseriyê bike, qala qirkirin û zilmên ku dewletê li Kurdistanê pêk anîne bike û bi van çîrokan li ber dilê civaka kurd bide.

Bi saya siyaseta kurd a aştîxwaz hetanî radeyek AKP di vî sayeseta xwe ya xapînok de bi ser ket. Heta ku di bin pêşengiya Rêber Ocalan de Mutabaqeta Qesra Dolmabahçe yê li ser AKP’ê hate ferzkirin rûpoşa AKP’ê ket û plansaziyên wan ên kirêt aşkera bûn. Piştî ku rûpoşa AKP’ê ket hate fêmkirin ku di bin wî rûpoşê de rûyê herî şerxwaz, herî qirker, herî talanker, herî wêranker, herî bê nirx, bê pîvan, bê exlaq û bê rûmet heye.

Piştî redkirina mutabaqeta 28’ê sibata 2015’an vir ve hikûmeta AKP’ê li dijî kurdan şereke topyekûn daye destpêkirin. Hemû rê û rêbazên ku bi dehan caran hatine ceribandin û encam negirtine bi destê AKP’ê bi awayeke nûjenkirî careke din tên ceribandin. Armanc li çar parçeyê Kurdistanê tunekirina hemû destkeftiyên kurdan e. Lewre niha tenê ne li Bakur û li çar parçeyên Kurdistanê operasyonên siyasî û yên leşkeriyên herî dijwar ên ku tu nirx, pîvan û exlaq nas nakin bi destê AKP’ê têne meşandin. Herî gefên tund û dijwar ji hêla rayedarên AKP’ê ve li kurdan tên xwarin.

Rayedarên AKP’ê jî weke rayedarên hikûmetên beriya xwe ji berxwedana kurdan re temen diyar kirin. Wan jî weke yên beriya xwe domdariya desthilatdariya xwe di tunekirina kurdan de dîtin. Ewqas bi xwe bawerbûn ku roja serkeftina xwe jî diyar dikirin. Di sala 2016’an de wezîrê karên hundir S. Soylu got piştî 1’ê nîsanê dê ‘tu kes qala Tevgera Azadiya Kurd neke.’

Bi ser gotina wî re 4 sal derbas bûn. Em niha di hezîrana 2020’an de ne û li çarparçeyên Kurdistanê Tevgera Azadiya Kurd bi berxwedaneke bê hempa li ber xwe dide û berxwedana wan di cîhanê de deng vedide. Her roj li ser serkeftinên xwe serkeftinan zêde dikin. Bakur, Başûr û Rojava hemû bûne qada şer. Roja ku agahiya kuştina hêzên dewletê neyê tune ye.

Yên ku 4 sal berê digotin ji 1’ê nîsanê şûn ve dê kes qala Tevgera Azadiya Kurd neke piştî 4 salan herî zêde ew navê Tevgera Azadiya Kurd bilêv dikin. Yên ku hatin ber têkçûnê ew bi xwe ne. Aborî têkçûye, pergal rûxiyaye. Bi kurtahî di pêşengiya hikûmeta AKP’ê de dewleta tirk ber çiraveke mezin ve dibeze. Dizanin ku têkçûn dawiya desthilatdariya wan e û hesabpirsînek giran li benda wan e lewre ketina tatêla parastina desthilatdariya xwe. Ji bo ku weke yên beriya xwe neçin ser sergoyê dîrokê bi awayeka canfeda li ber xwe didin.

Rayedarên AKP’î jî weke yên beriya xwe ketine xefleteke mezin. Hesabên wan ên şaş dê careke din ji çiyayên Kurdistanê vegerin. Dîrok û pratîka 214 salî, bi taybet jî ya 40 salên dawîn ku me çavdêrî jê re kiriye nîşan dide ku li Kurdistanê operasyon pêkanîn lê serkeftin nepêkan e. Bi operasyonan kurd têk naçin û teslîm nayên girtin. Heke AKP di vî şerî de bi israr be bêguman dê aqûbeta wê jî ji yên beriya wê cudatir nebe.

Feylozof Albert Einstein wiha dibêje; “Kesên ku her tim heman rêbazê bikar bînin û li benda encamên cuda bin, ehmeq in.” Ev 214 sal e dewleta tirk bi heman rêbazê dixwaze encameke cuda bi dest bixe.

Hewce ye êdî li ser erdnîgariya Kurdistanê rêbaza ku heta niha qet nehatiye ceribandin bê ceribandin. Ew jî li ser hîmên aştî, biratî û wekheviye nasîna îradeya civaka kurd e. Xelasiya dewleta tirk a ji çiravê di bikaranîna vê rêbazê de ye.

Bi awayeke gelek aşkera diyar e ku armanca operasyonên dewleta tirk dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê ye, qirkirina civaka kurd e, tunekirina nasnameya kurd e, talan û wêrankirina erdnîgariya Kurdistanê ye, bi kurtahî tirkistankirina Kurdistanê ye. Lewre li dijî operasyonan derketin û di refê berxwedêran de cih girtin erka her kurdekî ye.

Kurdên ku îro bi bêdengmayîna xwe piştgiriya dagirkeriya dewleta tirk dikin û yên ku bi awayeke aşkera di xeta îxaneta dîrokî de li dijî gelê xwe hevalbendiya dewleta tirk dikin hewceye bizanin ku, êrîşên zaliman rûmeta mirov naşikînin, hevalbendiya zaliman rûmeta mirov dişikîne.

Berxwedana li dijî zaliman mirov sefiraz û cihgirtina li cem zaliman jî mirovan bêrûmet dike. (Dawî)

Dikarî Biecibînî