Mirov bi sansurkirinê dibe dîktator

Erdogan dixwaze girtina YouTube, twîtter û Netflixê bîne rojeva meclisê û bi destê meclisê van hawizên weşanê bigirin. Dixwaze van hawizan bigirin û masiyan têde bifetisîne. Dixwaze hawizê ku hêza muxalîf têde bêhnê distîne bi miciqîne û hêza muxalîf bênefes bihêle

Mehmet Alî Ertaş |

Ji bo dîktatorî pêş bikeve û rejîma totalîter serdest bibe, divê kesên muxalîf tune be. Divê fikr û ramanên cuda tune bin. Divê reng û dengên cuda tune bin. Dema kesên muxalîf hebin jî divê dengê xwe nekin û fikrên xwe bi hevre parve nekin. Ji ber çiqas fikir bên parvekirin ew qas zanîn pêş dikeve. Ciqas fikr bên parvekirin, ew qas rastî ronî dibe. Nezan zana dibe. Ê ker bi guh, ê kor jî bi çav dibin. Ji ber vê yekê ye serokê AKP’ê Erdogan ew qas li dijî deng û hêzên muxalîf in. Erdogan niha dixwaze medyaya civakî ji têxe kontrola xwe. Berê sansur dikir û dikuştin, niha rojnamegeran digirin û weşanê qedexe dikin. Qadên belavkirina fikr û raman digirin.

Li Tirkiyeyê êdî zextên li ser çapemeniyê bi fermana serokê AKP’ê pêş dikevin. Li gorî wî, tenê kesên ku karta wan a ‘ZER’ hebin rojnameger in. Li gorî wî bi deh hezaran xebatkarên çapemeniyê ne rojnameger in. Li gorî vê nerîna wî ev rojnamegerên li derveyî wî bên girtin jî rewa ye. Niha jî dixwaze bên girtin, cezakirin. Weşanê tarî bike. Ji ber ku dizane mirov bi tarîkirin û veşartinê dibin dîktator. Serokê AKP’ê Erdogan, 2 roj berê ev yek aşkera îlan kir.

Di civîna Serokên Bajaran ên AKP’ê ya di 1’ê tîrmehê de medyaya civakî kir hedef girt. Wezîr û zavayê Erdogan Beraat Albayrak, ji bo zarokê xwe yê nû çêbûye li ser medyaya civakî peyamek parve kiribû. Hin bikarînerên medyaya civakî jî şîrove kiribûn û rexneyên xwe nivîsîbûn. Li ser vê yekê Erdogan hêrs bû. Bertek nîşanî wan kesan dan. Neheqî li wan kir  û got; ‘Em ê hesab ji wan kesan bipirsin. Divê em medyaya civakî têxin nîzamekê.’

Fermana girtina kanal û malperên medyaya civakî yên YouTube, twîtter û Netflixê dan û got; ‘Di salên dawî de bê exlaqiya wisa zêde bûye. Di vir de rola bêkontrola mecravanan, hem jî rola kesên van êrîşan hêsan dike hene. Çima YouTube, çima Twitter, çima Netflix? Niha hûn fam dikin bê ka çima em li dijî medyaya civakî ne. Ji bo em vê bê exlaqiyê ji holê rakin. Şert ku em van mecrayan bînin rêzê. Di demek nêz de em ê vê yekê bînin meclisê. Em vê van mecrayên medyaya civakî bi temamî rakin û têxin kontrolê.’

Serokê AKP’ê gav bi gav dixwaze her tiştî têxe kontrol û fermana xwe. Gav bi gav mudaxale dike û perçe dike. Ji ewil bi hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê ji bo xwe wekî qencî û lûtfek dît. Piştî hewldana 15’ê tîrmehê OHAL îlan kir. Di nava 2 salan de gelek zagon guherandin. KHK wekî mertalek zirxî xist destê xwe û bender li pêş demokrasiyê ava kir. Li gorî xala 2’yemîn a zagona bi hejmar 7075’an re 125 hezar û 678 peywirdarên cemaweriyê (karmend) û 270 xwendekar hatin dûrxistin û avêtin. 2 hezar û 761 sazî û rêxistinên muxalîf hatin girtin. 3 hezar û 213 personel ji kar hatin avêtin. Bi KHK’yan 131 rêxistinên weşanê hatin girtin. Di nava wan de ajans, rojname, radyo, televîzyon û weşanxane jî hene.

Piştî ku saziyên çapemeniyê girtin, vê carê qat bi qat hêza ragihandinê li ser tora medyaya civakî pêş ket. Li şûna radyo, televîzyon, rojname û kovaran, bêtir tora medyaya civakî xurt bû. Niha jî hikûmeta AKP û MHP’ê vê yekê ji bo xwe weke talûke dibîne. Erdogan dixwaze girtina YouTube, twîtter û Netflixê bîne rojeva meclisê û bi destê meclisê van hawizên weşanê bigirin. Dixwaze van hawizan bigirin û masiyan têde bifetisîne. Dixwaze hawizê ku hêza muxalîf têde bêhnê distîne bi miciqîne û hêza muxalîf bênefes bihêle. Bi vê yekê dixwaze medyaya civakî ku bûye çav, guh û zimanê civakê ji holê rake. Civakê ker, kor û lal bihêle.

Lê civak êdî hişyar bûye û birêxistin e. Dîrok nîşan dide ku êdî çiqas şerê taybet pêş bikeve, li dijî wê ew qas parastin, berxwedan, tora civakî, piştevanî jî xurt dibe. Fikrên nû jî derdikevin holê.

Dikarî Biecibînî