Çerxa dîrokê bi têgihiştinê ve ev gave ye (2)

Di jiyana civakî de valahiya bîrdozî hebe wê gavê pergala demokratîk jî qels dimîne û li hemberî êrîşên bîrdozî têkçûyîna wê hesan dibe. Gel ji qefesa hesin a ku rejîma çar avakiribû bi şoreşê re jê derket û hinek serxwebûnî, hinek xwe serî ye, hinek jî di bin temsîliyeta sosyalîzma sovyetê weke federasyonê qedera xwe bi destê xwe diyar kirin

Mahsûm Koyun |

Beriya Şoreşa Cotmehê derbeya Karnîlov hêza desthilatdariyê şikandi bû ji bo vê parastvanên sor yê xwe girêdayî Bolşevîka dibînin li dijber hukumeta Kerenskî şoreşa bêpêvçûn îlankirin. Her wiha Qesra Zivistanî ketî bû destê parastvanan Û şoreş hêdî hêdî xwe bi saz dikir. Êrîşên  gundiyan yê li ser axayan bi piştgiriya sovyeta qanûnê erda di kongreye de derbas dikirin. Hevpaymana karker û gundiyan bi vê yekê re aşkere dibû. Çaren hegemonê ku bi hezaran sala li ser axa Rûsyayê xizanî, koletî û belengazî pêşxistî bû bi şoreşa sibatê û herî dawî jî bi şoraşa cotmehê re tengav bû û ket nav sergoyê dîrokê.

Bi hevpeymaniya karker û gundiyanb ve kolhoz ava bûn. Kolhoz birêvebirina aborî û komîna şoreşê dihat dîtin. Pêşî rejîma çar piştre hikûmeta Kerenskî civakê zêde xavîl kiribû. Kerenskî weke burjûwaziya hemdem tevdigeriya. Diviya bû ku teqez bûrjûwazî ji desthilatdariyê bihatiba dûrxistin. Lewre aqîbeta şoreşê bi vê ve girêdayî bû. Di qefesa hesinê bindestiyê de êdî nedihat tehemûlkirin. Tengazarî di nava civakê de zêde bû. Lenîn rewşa civakê rasterast tehlîl dikir. Xebat û fikrên xwe li gor vê rewşê û demê diguherand. Pirsgirêkên civakê ew ê çawa bi bîrdozaiya Marksîzmê çareser bibe? Mirateya sosyalîzmê wê bi rêvebirineke çi rengî baş were temsîlkirin? Sosyalîzma şoven dê çawa were mehkûmkriin? Mêldariya rast a ku pêşengtiya wê Kaustley dike dê li hember meşa şoreşê çawa bê bandor bimîne?Bersiva van pirsan enternasyonaleke nû teqez derdixîne pêşiya Lenîn û piştî şoreşa 1919’an meha adarê li Moskovê Enternasyonalîzma Sêyemîn ava dibe. Lenîn xwedî kevneşopiya enternasyonalîzmê derdikeve lê Stalîn di sala 1943’yan de Enternasyonalîzma Sêyemîn belav dike. Her çiqas Troçkî li hember Stalîn têkeve hewldaneke fireh jî encam nagire û tasfiye dibe. Taktîkên Lenîn a berdewamiya şoreşê anî di navbera salên 1918-1921’an de weke Peymana Brets-Litovskî û têkiliya bûrjuwaziyên tirk hwd. weke şîrîkatî dihate dîtin. Lê Lenîn Stalîn nebû. Bernama NEP’ê di dema Stalîn de amûreke pergala kapîtalîzmê ye û herî dawî Kûrûşçev-Brejnev û bi Gorbaçov re bi tevahî teslîmî pergala kapîtalîzmê dibe. Em dizanin ku ji aliyê taktîkê ve Lenîn pispor e. Lê di destpêka şoreşê de xuyabû ku pergal ne alternatîf e heman pergal e. Pergala kapîtalîzmê bi xwe ye. Her çiqas demokrasî û dewlet ji hev cuda û dûr bin jî hewldanên siyaseta bi rêgeza hevpar mafê qedera xwe ya neteweyî ve hemleya serxwebûnê dabûn pêşiya xwe. Pêşî bi Wilson ve aşkera bû- Wilson ji bo welatên cîhanê yên sêyemîn ev rêgez diyar kir. Piştre Lenîn şerê rizgariya neteweyî şîrove kir. Di encama şoreşê de ev maf ji gelek neteweyan re bû klavûz xebitandin. Ev weke hemleya demokrasiyê dihat dîtin. Demokrasî bi xwe seriyê ve girêdayî ye. Xwe serî cihê hebûna civakê weke polîtîka û sincê tê dîtin. Lenîn dema hevpeymaniya gundî û karkeran pêş xist bi du armancê tevgeriya:

Yekemîn armanca Lenîn çîna bindest bi hêza sosyalîzmê ve bike, armanca duyemîn jî bi hevre girêdayî têkiliya bajar û gundewariyê pêk bianiya. Ji bo hilberîna kargeriyê ev kolhoz pêwîst bû. Ev fikrên Lenîn berpirsyariya yek sincî û plansaziyek polîtîk dihate dîtin. Di heman demê de şerê navxweyî bi daxuyaniya Lenîn bi xwe re di nava şoreşê de şoreşê çêkiri bû. “Hikûmeta Sovyetê” ji bo hemû netewan agirbest û aştiyeke demokratîk pêş-niyar dike. Her çiqas sosyalîstên bê rêgez weke partiya Menşevîka li hember sosyalîstan kemînên polîtîk avêtibe jî gundiyan meclisa xwe ava kirin û karker bi nasname yek e polîtîk berpirsyarî hilgirt ser milê xwe. Şerê navxweyî ji destpêka şoreşê heta 1922’yan domiya û di encamê de artêşa zabitan li hemberî parastvanên sor têk çû. Lê mirov dikare li vê derê têkeve navberê û pirseke bipirs e. Gelo Marx di merheleya sosyalîzmê de behsa artêşbûyînê kiribû an na? Aşkera ye ku Marx tu carî di xeta sosyalîzmê de behsa artêşbûyînê ne kiribû. Di vê çarçoveyê de mirov li rêveçûyîna sosyalîzmê binêre burokrasî û dudiliya bîrdoziyê jî artêşbûyînê ve pêş dikev çavkanî; artêşbûyîn e yan burokrasî ye? ne her du amûr in. Çavkaniya pirsgirêkê sosyalîzma desthilatdarî û dewlet bûyîn e. bi vê yekê re valahiya ji –yanî û bîrdoziyê pêş ket. Bîrdozî bi xwe jiyan e.  Di jiyana civakî de valahiya bîrdozî hebe wê gavê pergala demokratîk jî qels dimîne û li hemberî êrîşên bîrdozî têkçûyîna wê hesan dibe. Gel ji qefesa hesin a ku rejîma çar avakiribû bi şoreşê re jê derket û hinek serxwebûnî, hinek xwe serî ye, hinek jî di bin temsîliyeta sosyalîzma sovyetê weke federasyonê qedera xwe bi destê xwe diyar kirin.

Yekitiya komara sosyalîzma sovyetê (YKSS) di sala 1922’yan de xwe saz kir. Piştre 16 komar weke yekitiya federatîf di bin vê saziya jêrîn de xwe bi îlmê sosyalîzmê rêxistin kirin. Yekitiya komaran di cîhanê de cara yekem xwe bi sazkirineke xweser û 21 heremên xweser ava bûbûn. Meclisa yekitiyê ji bo zimanê zikmakî pêşxistina çanda civakî û çarenûsa pirsgirêkên neteweyî nûnertiyan dipejirand. Ev model weke modeleke sovyetê bingeha xwe avabûyînê li gorî bîrdoziyê ango aboriye pêşxistî bû. Ji ber vê dema aborî qels bimîne pergal jî qels dima û belav dibû. Têkiliya aboriyê weke pergala navend derdor bi rê ve diçû.

Rewşa awarte ya ku rejîma çar li Rûsyayê dor li civakê girtibû û civak bi salan di zindaneke vekirî de jiyan kiribû. Li ser vê hîmê “Hemû desthilatdarî ji bo sovyetan” (Lenîn) yekî tiya komarê hatibû avakirin û civak di warê fîzîkî de ji vê zindanê derketibû.

Ji ber ku edi marksîzm-Lenîzîzmê de azadî weke binesazî ango weke aborî hatibû esasgirtin kapîtalîzm êrîşek bi vî rengî sosyalîzma pêkhatî binpêxist. Metafîzîk xira bû. Sosyalîzm yekpare bû. Qedera civakê herdem rast û pêşverû bû. Belê weke ku me dît serweriya kapîtalîzmê bi şoreşê re bi navê sosyalîzmê re qalik guherand piştre dîsa zivirî qalibê xwe. Hewldanên demokratîk hebûn lê bi sazkirina desthilatdariyê ev hewldan bê encam man. Ji bo vê yekê mirov dikare bêje ku ji destpêkirina şoreşê heta dawiya wê pergala kapîtalîzmê li Rûsyayê di meriyetê de bû. Her wiha sosyalîzm bi teşeyî û navendî xwecihî bûbû. Li ser vê yekê ev forma sosyalîzmê xwedî taybetmendiyeke çînî û nijade ye. piştî hestê salan sererastkirina diyalektîkê û parastina azadiyê bi rebaz û tesîrek xurt li tanê pêk tê. Bi taybetî şoreşa Roj, bîr û hevriyek hevpar a li welat û cîhanê nûmûneya tevan a sosyalîzma demokratîk e.

ENCAM:

1)            Dîrok bi erênî û neyînî ve bi komkirî dibe niha.

2)            Gelemperî komkirina sermiyanê weke bingeha pergala bîrdoziyê tê dîtin. Heman demê de sosyalîzm jî li gorî Marksîzmê pergalek dij sermiyanê ye.

3)            Çîna navîn li hember pirsgirêka civakê dirûşmek avêt e.  Her wisa li dij civakê ye, faşîzm bi xwe ye

4)            Mîrateya sosyalîzmê li Mezopotamyayê xwe bi sosyalîzma demokratîk saz dike.

5)            Pergala kapîtalîzmê weke dîrok di “zayîna sêyemîn” vê jî hatiye pejirandin re 500 sal 5000 sal e.

6)            “Sinc û polîtîka hûr û naviyê civakê ye.” (Dawî)

Çavkanî: Mahsun Koyun / Girtîgeha Tîpa D a Amedê

Dikarî Biecibînî