Ocalan: Çareserî bi aqlê civakî dibe û tu wateya bêhêviyê nîne

Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de balê dikişîne ser girîngiya hêza aqlê civakî û wiha dibêje: “Divê mirov nirxek mezin bide aqil, ev yek gelek girîng e. Aqilê civakê rastiya pirsgirêkan e. Civak qadeke mezin a ku aqil tê li ba hev e û zêde dibe. Tu wateya bêhêvîbûnê tuneye. Ji bo vê yekê çareserî hêza aqilê civakê ye.”

Navenda Nûçeyan |

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de balê dikişîne li ser pirgirêkên vê serdemê û ji bo çareseriyê pêşniyarên girîng dike. Ocalan di beşa pirtûka xwe ya ‘Hêza aqilê civakî’ de li ser aqilê çareseriyê radiweste û wiha balê dikêşe li ser mijarê:

“Heta mirov bi hêz û têkiliya mejiyê xwe re, bi pêvajoya civakî yên xweser re serwext nebe, nikare tu derfet û rêyên çareseriyê yên pirsgirêkên civakê binirxîne. Mîna zayend di qonaxa mirovbûnê de pîvana potansiyela asta mejiyê wî, li gorî destpêkê dibe ku mijareke spekulatîf be, ev dikare gengaz jî nebe. Ev yek derketiye holê ku em bi mejiyê pir cuda re rûbirû ne, ev jî diyariya şer a dîroka mirovatiyê de ku di mercên me yên îro de dewrûber bi temamî aniye ber bi tunekirinê, ev yek jî diyar bûye. Bi tenê bi rêbazên çînî, bi reçeteyên aborî û bi tevdîrên aboriyê û bi tevdîrên polîtîk, dewlet nikare pêşî li hilweşîna civakî û ekolojîk bigre. Ev yek hatiye fêmkirin û heta hatiye tespîtkirin. Divê herî zêde mirov li ser pirsgirêkan raweste û lê hûr bibe.

‘Eger civak pêş nekeve mejî jî pêş nakeve’

Ocalan li ser têkiliya civakê û aqil nirxandinên girîng dike û wiha dibêje: “Di hemû serdeman de herî zêde li ser hêza aqil hatiye rawestandin. Ez tiştek pir nû nabêjim, divê ji her demê zêdetir mirov balê bikêşe li ser aliyên cuda yên aqil. Têkiliya aqil û civakê aşkera ye û li ber çavan e. Eger civak pêş nekeve mejî jî pêş nakeve. Tişta ku em li ser rawestin ev e, hebûna civakê di kîjan şert û mercan de aqil rewa dibîne. Modernîteya kapîtalîst jî serweriya sermayeya fînansa global a dema nêz bi rêya ‘aqlê sembolî’ pir zêde kar kir û bi vî awayî rê li ber hilweşîna civak û hawirdorê vekir. Bi tu awayî rewakirina civakî ravekirina vê nabe, nayê fêhmkirin. Ya herî rast, tu şêweyê civaka bi exlaq, bi azadî û bi polîtîk nikare derbe ‘aqlê sembolî’ erê bike. Baş e, bendên revakirinê ên civakî çawa, ji aliyê kê ve, bi kîjan zîhniyet û amûran ve hate perçeperçekirin? Li dijî hêza hilweşandina aqil, rola avakirin, çareserkirin û têkûzîkirinê ya kê ye? Ji bo pêşvebirinê dinya ji kîjan zîhniyet û amûran berpirsyar e. Ev pirs jiyanî ye û divê teqez bersiva van pirsan werin dayîn.”

‘Burokrasiya modernîteya kapîtalîst civakê dixe xelekê’

Di berdewamiya nirxandina xwe de jî Ocalan wiha dibêje: “Wallerstein bi girîngî li ser dema derketina sazûmaniya jê re sîstema dinyayê ya kapîtalîst dibêje rawestiyayî ye. Ez girîngî û qedrek mezin didim vê hewldana wî. Dîsan Fernand Braudel jî li ser mijarê nirxandinên girîng kiriye û ez vê hewldanê jî weke xebatek pêşiya mirovan ronî dikin dibînim. Samîr Amîn jî di çarçoveya hilweşîna şaristaniyên Îslamî ya Rojhilata Navîn de li ser mijarê rawestiyayî ye û nirxandinên wî yên li ser kapîtalîzmê mirov dikare hinekî jê hîn bibe. Gelek kûr û bi hişyarî nêzî mijarê bûye. Encamên hevpar ên gihiştinê hemû li dora qelsbûna rêûresma dewletê ya Ewropayê, jihevdeketina dêrê, tarûmarkirina şaristaniya îslamê ji aliyê Cengîz Xanê Moxolî ve dizîvire. Kapîtalîzmê dişibînin şêrê di qefesê û dibêjin; di van şert û mercan de şêr keysa xwe li deriyê vekirî aniye û pêşde çûye, pêşî li Rojavayê Ewropayayê serdest bûye, paşê li gorî rêzê tevahiya Ewropayê, Bakurê Amerîkayê û ber bi roja me ya îro ve êrîşa xwe li tevahiya dinyayê bi awayekî serkeftî temam kiriye. Hêza berê di qefesê de hatibû girtin bûye desthilatdar û desthilatdarên berê jî xistine xelekê. Civak bi destê Levîathan dixin xelekê û vê yekê bi awayekî îstîare û metafor tînin ziman. Bi gotina navdar a Max Weber, burokrasiya modernîteya kapîtalîst civakê dixe xelekê.”

‘Ramana ku dibêje gerdûn bi mejiyekî diyar tevdigere, ramanekî hêja ye’

Ocalan mijara aqilê analîtîk jî wiha dinirxîne: “Ez bi awayeke kûr û berfireh û bi sîstema şaristaniya navendî ve girêdayî li pirsgirêkê dinêrim. Ez difikirim ku divê pirsgirêk hinekî jî bi dîroka pêşketina aqilê analîtîk ê sembolî ve were girêdan. Dema ku aqilê analîtîk di sîstema şaristaniya navendî de avêtiye, bêguman gelekî mezin e. Bi tenê bi tevahî avahiyên şaristaniyan dikarin bandoreke bi vî rengî bikin. Xala din a girîng ew e ku aqlê mirov rengê sembolî digire. Heta bi mirovî, zindî û ruhber hemû bi prensîbên aqil ên xwe şaş nakin, dixebitin. Ev şêwaz aqil ê em dikarin jê re bibêjin xwezayî yan jî fikrî li gorî xerîze û ajoyên hundirîn e. Bi tesîrbûn bi reaksiyonên ji nişka ve tên karekterîzekirin. Di vê mijarê de mirov dikare gelekî jê bandor-reaksiyona li cem nebat û sewalan hîn bibe. Jiyana wan a ji zêdebûn, parastin û xwedîkirinê pêk tê, bi şêweyê ji aqilê xerîzeyî pir hînbûn e, dimeşînin. Îxtîmala şaşiyê bi qasî mirov bibêje nîne, kêm e. Ez hez dikim ku mijarê bînim li ser hebûnên bê ruh jî. Mînak, em hêza dinyayê ku kişandinê weke aqilekî xerîzeyî yê hundirîn tesewir bikin, ‘ez bi xwe xwediyê ramanek bi vî rengî me’ her obje, heta her zerre wê li gorî rêjeya hêza bandora kişandin û dehfdanê bijî. Ji bandora rev gelekî bi sînor e. Lê dibe ku rev bi hêza ronahî û tîrêjê ji bandor û tesîrê gengaz bibe. Di vê çarçoveyê de felsefeyên gerdûnê bêpîvan û beredayî dihesibînin zêde min têr nakin. Ramana ku dibêje gerdûn bi mejiyekî diyar tevdigere, ramanekî hêja ye ku mirov li ser kûr rawest e.”

‘Desthilatdarî û sermayeya di hinavê civakê de her saet weke penceşêrê belav dibe’

Ocalan dibêje ku mejiyê mirov seyr e, ji ber ku dikare mejiyê gerdûnê binpê bike û wiha didomîne: “Di mînaka ronî û tirêjê de dît ku ev aliyê mejî ‘mejiyê analîtîk’ ji bo mirov weke serdestiyekê were şîrovekirin. Lê bi giraniya şêwazê aqil ê gerdûnê re nakok e, em ê vê çawa şîrove bikin? Dibe ku ‘teorema kaosê’ hinekî mijarê zelal bike. Çawa ku tê zanîn ku di teoriya koasê de di nava bênîzamiya mezin de li nîzamê tê gerîn. Nîzam bêkaos gengaz e. Mirov aliyên rast û mafdar ên di vê nêzîkatiyê de nikare înkar bike. Lê li vir pirsgirêk ew e ku jiyana mirov a di bin bandora kaosa civakî de çiqas demê û mekanekî çawa de dikare dewam bike. Ji ber ku mekan û dema xweragirtinê ya civakê li pêvajoyên kaotîk bi sînor e. Gelekî dirêjbûna demê û zêde zirardayîna mekan bi erzanî dikare dawî li civakan bîne. Di dîrokê de em dibînin ku gelek civak ketine vê rewşê. Em dizanin ku komên destpêkê yên mirov tevahiya ‘dema dirêj’ a ‘ev dem ji sedî 98’ê jiyana mirov digire’ hebûna xwe di nava rewşa kaotîk de bûn. Dema di bin nîzamên neolîtîk û şaristaniyan de derbasbûyî bi tevahî ji sedî diduyê giştî jî kêmtir e. Bi kurtî, dibe ji dirêjbûna demê bi tevahî jiyanê bi dawî nake. Lê vê carê talûke cuda ye. Di navbera pêvajoya kaotîk a beriya şaristaniyê û piştî wê de cudahiyeke diyar heye. Şaristaniyê hawîrdor ne tenê ji bo civaka mirov ji bo tevahiya bi giyan û zindiyan gihandiye sînorên talûkeyê. Ya ji vê jî xirabtir jî desthilatdarî û sermayeya di hinavê civakê de her saet bi şêwazê penceşêrê belav dibe. Ev şêwazê penceşêrê bi awayê amade jî belavbûn û mezinbûna xwe dewam bike, mirovatî wê xweziya xwe bi dema beriya şaristaniyê bîne.”

‘Tu wateya bêhêvîbûnê nîne’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikêşîne ser aqilê civakê û çareseriya pirsgirêkan û vê şîroveyê dike: “Divê mirov nirxek mezin bide aqil, ev yek gelek girîng e. Aqilê civakê rastiya pirsgirêkan e. Civak qadeke mezin a ku aqil tê li ba hev e û zêde dibe. Tu wateya bêhêvîbûnê tuneye. Dengê ku bilind dibe jî wiha ye, ‘me aqil da we vê yekê tenê di rêya şer de bikar neynîn, di rêya xêrê de bikarbînin. Wê demê tişta pêdiviya we pê heye, hûnê bikarin bidest bixin’. Divê ev deng were bihistin û fêm kirin. Ev dengê wijdan û dengê aqilê salîm e. Ev dengê aqilê civakê ye. Divê dengê daxwaza azadiyê dike were guhdarkirin. Xebatên civaka demokratîk pratîka vî dengî ne. Sîstema şaristaniya demokratîk teoriya vî dengî ye. Ji bo vê yekê çareserî hêza aqilê civakê ye.”

Çavkanî: ANF

Dikarî Biecibînî