Şêrgele Wedat Aydin

Mehmet Şahîn |

Qetilkirin û definkirina Wedat Aydin her yek destpêka pêvajoyeke nû ne.

Dewleta tirk di 5’ê tîrmehê de bi qetilkirina Wedat Aydin di şerê dijî kurd de derbasî qonaxeke nû bû. Civaka kurd jî di 10’ê tîrmehê de di definkirina cenazeya Wedat Aydin de bi serhildaneke bêhempa bersiva dewleta tirk da û ket pêvajoya serhildanan.

Tevgera Azadiya Kurd di 15’ê tebaxa  1984’an de dest bi şerê çekdarî kiribû û gihiştibû qonaxeke gelek girîng. Şêrgeleyên ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi guleyên xwe tarîtiya ser Kurdistanê qelişandibûn di 7 salan de gihiştibûn asteke gelek girîng. Ew şêregleyên ku di destpêkê de weke 4-5 kesên çimtazî  dihatin pênasekirin û temenê wan bi çend rojan dihat diyarkirin, di sala 1991’an de li hemû Kurdistanê belav bibûn û hêjmara wan gihiştibû sed hezaran.

Ew agirê azadiyê ku roj bi roj bi tevilbûna sedhezaran li çar hêlê welat belav dibû tirs û xoveke mezin dixist dilê desthilatdarên tirk.

Bi geşbûna agirê serhildanê re mixabin hovîtî û bê exlaqiya desthilatdariya dewleta tirk a sed salan jî mezintir dibû. Edî li Kurdistanê şereke bêpîvan û bê exlaq hebû. Hişmendiya dewleta tirk a qirker, wêranker û talanker a sedan salî bi hemû dijwariya xwe di meriyetê de bû. Weke hemû serhildanên berê dixwestin careke din civaka kurd bi qirkirinê bêdeng bikin. Pêvajo qirkirinê bi qetilkirina Wedat Aydin da destpêkirin.

Dewleta tirk, di 5’ê tîrmeha 1991’an de bi revandina Wedat Aydın ê serokê HEP’ê yê bajarê Amedê şerê xwe yê li dijî kurdan derbasî qonaxeke herî bê exlaq û bê pîvan bû.

Qetilkirina Wedat Aydin destpêka qonaxeke nû bû. Destpêka di bin navê kujer nediyar de qetilkirina bi hezaran kurdî bû. Ji bo destpêka vê qonaxê hilbijasrtina Wedat Aydin ne tesedufî bû. Wedat Aydin bi têkoşîna xwe ya parazvaniya mafê mirovan, bi berxwedana xwe ya di qada siyasetê de, bi sekna xwe ya şoreşger û têkoşer a tasvîz nedan bibû hezkiriyê dilê gelê xwe. Bûbû şêrgele.

Di şexsê Wedat Aydin de dixwestin careke din vîn û baweriya civaka kurd a azad bişikînin. Tirs û xofa xwe ya bê exlaq li ser civaka kurd bidin ferzkirin û careke din bi kurdan cong bidin danîn.  Lê hesabên wan ên şaş ji bircên Amedê vegeriyan.

Wedat Aydin di 5’ê tîrmehê de ji hêla hêzên dewletê yên ku di destên wan de bêtel hebûn û xwe polîs dabûn nasin ve ji mala xwe hatibû girtin. Piştî 5 rojan di 10’ê tîrmehê de cenazeyê Wedat Aydin li navçeya Maden a Xarpêtê di bin pîrekî de hat dîtin. Şopên îşkenceyên li ser laşê wî nîşan didan ku Wedat Aydin di encama îşkenceyeke hovane de hatibû qetilkirin.

Agahiya qetilkirina Wedat Aydin di demeke kin de li hemû Kurdistanê belav bû. Ew agahiya dilsoj weke xencereke zengarî dilê civaka kurd xwînî kiribû. Beşa civaka kurd a ku hetanî wê rojê haya wî ji berxwedana kurd û ji hovîtiya dewleta tirk tunebû ew jî di nav de civaka kurd hemû bi yek dengî û bi hêrseke mezin rabû ser pêyan. Hemû dilên xwedî wijdan ji bo Wedat bibûn yek.

Di 10’ê tîrmehê de, 10 hezaran kesî ji bo cenazeyê bigirin berê xwe dan navçeya Madenê. Bi konvoya ku ji hezaran wesayitan pêk dihat cenazeyê Wedat Aydin ji Medenê girtin û berê xwe dan bajarê qedîm, paytexta dilê kurdan Amedê.

Di 10’ê tîrmehê de li Amedê jiyan rawestiya. Dilê sedhezaran tenê ji bo Wedat lê dida. Sed hezaran kesî li ser rêya Erxeniyê cenazeya şêrgeleyê xwe pêşwazî kir. Ji Ofîsê hetanî Derê Mêrdînê bi sed hezaran kes weke lehiya biharê ber bi goristana Derê Mêrdînê ve diherikiya. Kujeran yek Wedat qetilkiribûn û xwestibûn di şexsê wî de civakê teslîm bigirin lê Wedat bibû bi sed hezaran û li dijî hovîtiya wan rabibû ser pêyan. Xwedî derketineke wisa bi heybet a li cenazeyê hesabê wan ên kirêt pûç kiribû. Tirs û xofa ku qatilan xwestibû bikin dilê civaka kurd ketibû dilê wan.

Hişmendiya ku ji yek Wedatî re tehamul nedikirin dê ji sedhezarî re qet tehamul nekira. Hişmendiya ku dixwest bi kuştina Wedat civakê bitepisîne dê ji rabûna sed hezaran Wedatî re qet tehamul nekira.

Hişmendiya dewletê ya tarîparêz a qirker bê tehamuliya xwe ya li dijî sed hezaran Wedatî di hemû hewldanên xwe de, di liv û tevgera xwe de bi awayeke aşkera nîşan dida. Li der û dora Derê Mêrdinê li ser kelheya Amedê hêzên xwe yên tarî yên bi maske bi cih kiribûn. Wan qatilên bi maske li ser sed hezarên ku dimeşiyan gule dibarandin. Dixwestin bi gulebarana xwe gel bi tirsînin û paşev vegerînin.

Lê gelê Amedê carek rabibû ser pêyan, dawî mirinbûya jî veger tune bû. Ji girseya meşê bi dehan kes bi guleyên şevşevokên tarîprestên ku ji ronahiya civakê ditirsiyan di nava xwînê de sor bûn û li erdê dirêj bûn. Lê bi qasê serê derxziyê tirs û xof bi kesî re çênebû. Girseyê ji milekî ve brîndar û cenazeyên xwe radikir ji milê din ve bi awayeke bêtirs û bêfikar bi biryardariyeke mezin ber bi goristanê ve dimeşiya. Her ku gulebaran zêde dibû bi ewqasî hêrsa girseyê jî zêde dibû û dengê berxwedana sed hezaran dihat xurt bilind dibû.

Bi dehan şehîd hatin dayîn lê girse bi biryardariyeke xurt hetanî ser goristanê meşiya, peywira xwe ya dawîn li hember lêhengê xwe yê nemir Wedatê xwe yê şêrînê dilan anî cih.

Celatên xwînmij li hember biryardariya gelê Amedê bêzar û dîn û har bûbûn. Di dema vegera ji goristanê de Derê Mêrdînê girtin û carek din li gel gule barandin. Bi rêbaza pêkanîna komkujiyê êrîşê gel kirin. Destûr nedan girse bikeve nav bajêr. Ji ber êrîşa hovane ya gulabaranê bi sedan kes neçar ma xwe ji dîwarê 10-15 m bilind a milê bexçeyên Hewselê de bavêjê xwarê. Di encama xwe ji dîwar avêtinê de bi 10’an kes bi giranî birindar bûn. Yên pişt şikestî, yên pê şikestî, yên çîm şikestî, yên ji serî birîndar û birîndarên cûr bi cûr li erdê din ava êş û janên dijwar de diliviyan.

Di ola îslamê de ji bo dinya din a axretê her tim qala roja mehşerê tê kirin. Lê hêzên dewletê wî rojê li Amedê li ber çavên hemû mirovahiyê di vê dinyayê de bi kurdan roja mehşerê dabûn jiyîn.

Belê gorî daxuyaniya dewletê ya fermî wê rojê 3 kesan, di pirtûka xwe de li gorî li xwe mikurhatina midurê îstixbaratê yê Amedê wê demê Hanefî Avci 23 kesan, li gorî saziyên sivîl zêdeyê 35 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Ji ber fikara girtinê bi sedan kes nekarî here nexweşxaneyan lewre dê tu carî hêjmara kesên birîndar û yên jiyana xwe ji dest dane bi awayeke zelal tam neyê zanîn.

Lê ew roj tiştek gelek zelal derketibû holê. Hesabên hêzên tarî yên ku li ser qetilkirina Wedat Aydin kiribûn ji birçên Amedê û ji vîna kurdê azad vegeriyan.

Dikarî Biecibînî