Em çiqas ronî dikin û diparêzin?

M. Alî Ertaş |

Erka çapemeniyê ew e ku civakê ronî bike. Derbarê her bûyer, geşedan û guhertinê de civakê û mirovan bike xwedî agahî û zanîn. Rojnameger û çapemenî xwedî peyvir e ku civakê ji talûkeyan biparêze. Li dijî talûke, binpêkirin û êrîşên li dijî nirxên mirovahiyê, civakê û mirovan hişyar bike. Bi taybetî çapemeniya ku heza xwe ji civakê digire û bi rola ku bibe deng, çav û guhê civakê divê bêtir, ji êrîş û talûkeyên li ser civakê xwedî agahî be. Bêtir dikaribe beriya ku ew talûke û êrîş mezin bibe civakê bike xwedî agahî û zanîn. Rê nîşanî mirovan û civakê bide. Kesên li dijî civakê sûc kiribe taşîr bike.

Ev rol û peyvira çapemeniya muxalif li her derê cîhanê wisa ye. Rolek gerdûnî, sincî û wijdanî ye. Baş e, lê mixabin dema em li Tirkiyeyê bi vî çavî li rewşa çapemleniyê binêrin, em hemû rol û rista ku çapemeniyê daye ser xwe nabînin. Bêguman gelek sedemên wê hene. Dema em li çapemeniya hawiz û îktîdarê binêrin, mirov nikare vê bendewariyê jê bike. Ji ber ku li ser esasê îktîdarê û dewletê biparêze xwe bi rêxistin dike û polîtîka xwe ya weşanê li gorî wê diyar dike. Armanca wan ne zelalî û ronikirin e. Armanca wan çawa karibin aloz, berovajî, perçe bikin û li gorî xwe bidin xuyakirin. Ne li gorî rastiyan, dijberî vê yekê li gorî ferman û berjewendiyên komîk û hêzên serdestan tev digere û weşanê dike. Ew li gorî pîvanên gerdûnî û sincî nêzî mijarê nabin. Li gorî berjewendiyên civakê jî nêzîk nabin. Bi hezaran mînakê vê yekê hene. Di rewşa OHAL’ê fîîlî de bi hezaran mafên mirovan tên binpêkirin. Zarok û jin, bi destê mêr, polîs, leşkeran li kolanê tên kuştin. Daraz çavê xwe ji vê yekê re digere. Xweza tê talankirin û wêrankirin. Bi hezaran mirov bi şewba vîrûsê dikevin û bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Li kargerî, fabrîqe û nava zeviyan mafê karker û kedkaran tê binpêkirin. Tacîz, tecawiz li bajarên Kurdistanê bi destê polîs, leşker, cerdevan û mêr têkirin. Bi deh hezaran ciwanên kurd li metrepolan tiryakê dikişînin û zerarê didin xwe û civata derdora xwe. Di şer de leşker û polîs tên kuştin. Vê rastiyê jî ji civakê vedişêrin. Rastiyê li gorî berjewendiyên xwe û hikûmetê digirin dest. Rol û misyona lê hatiye barkirin diyar e.

Lê dema em li çapemeniya muxalif binêrin, bêguman rolek wê ya cuda heye. Mijar û geşedanên li jor pêş dikevin, divê çapemeniya muxalif û azad bêtir rast û zelal analîz bike û parve bike. Divê bêtir çav, guh û bêhna wê li ser civakê be. Bêtir di nava civakê de be. Bêtir karibe hilberîn, raperîn, serhildan, berxwedan û afirîneriya civakê bide nîşandan. Dikaribe bêtir zext, tundî, îşkence, binpêkirin, neheqî, bê hiqûqî û bê edaletiya li ser civakê tê ferzkirin bibîne û bide xuyakirin

Lê ruxmê vê yekê biqasî tê xwestin nabîne, nabihîze û nikare bîne ziman. Sedema vê yekê jî pira di nava çapemeniyê û civakê (gel) de zerar dîtiye. Li gorî rêgeza gerdûnî, divê çavkaniyên rojnamegeran piralî, pirrengîn û ji beşên cuda pêk bê. Rojnameger çiqas xwedî çavkaniyên zindî be, çiqas karibe rast û zû analîz bike dê karibe ew qas bibîne û bibihîze. Dê karibe bêtir rastiyan ronî bike.

Lê ji ber bi gelemperî rojnameger xwe di bajar de bi sînor dike, li gund, bajarok, navçe û taxan çi dibe zêde nabe xwedî agahî. Belkî bê gotin ku teknolojî pêş ketiye. Her telefonek wênekêşek e. Her telefonek kamerayek e. Her telefonek cîhaza tomara deng e. Wê demê her kesê xwedî telefon dikarin ji mala xwe, taxa xwe, gund û bajarokên xwe û ji navçeyên xwe agahiyan bi rojnamegeran re parve bike. An jî li ser Medyaya Înternetê (Medya Civakî) parve bike. Di vê serdema ku ewqas teknolojî pêş ketiye, li gorî vê teknolojiyê rastî nayên ronîkirin. An jî rastiyên ku ronî dibin jî pir dereng û perçe perçe ronî dibin. Mînak di demên dawî de li Agirî, Amed, Şirnex û Elihê tacîz, tecawiz, kuştin û “întîhar” a jinan zêde bûye. Dema em bûyerê lêkolîn dikin, em dibînin ku di nav van sûcan de mêrê polîs, mêrê leşker, mêrê cerdevan, mêrê tiryak û esrarkêş, mêrê diz, tev li van sûcan dibin. An demekê hatine gritin û piştî bi efûyê serbest hatine berdan dîsa tev li sûc bûye. (An hevjîna xwe, an xwişka  xwe an jî keça xwe kuştiye) An jî ji girtîgehê “fîrar” kiriye û tev li cînayetan bûye.

Di vê pêvajoya ku çiqas teknolojî pêş bikeve lazim e ragihandin jî bi lez bibe û tora xwe ya di nava civakê de bêtir buhîne. Lê em dibînin ku dijberî vê yekê pêş dikeve. Bêtir têkiliyên rojnameger û çavkaniyan ji hev qut dibe. Agahî bi lez û bez û germa germ nagêjin destê rojnameger. Piştî bûyer pêk tê û şûnde demek dirêj (2-3 roj) agahiya rojnameger jê çê dibe. Di vê pêvajoya ku her roj geşedanên germ pêş dikevin û rojev diguhere de, ger ku rojnameger nikaribe xwe li gorî vê rastiyê bi rêxistin bike, bê guman dê nikaribe rol û erka xwe ya li hemberî civakê jî pêk bîne. Ji bo vê yekê divê rojnameger karibe tora xwe fireh bike. Her çavkaniyekê bike wekî nûçegîhanek dildar û her roj van çavkaniyan zindî bike û nû bike. Ku em wekî çapemeniya muxalif ku hêza xwe ji civakê digigirin, kengî me tora çavkaniyên xwe zindî kir û her roj nû kir, wê demê belkî em karibin bibin çav, guh û zimanê civakê. Belê em karibin hinekî rê li pêş binpêkirina mafan bigirin û civakê bêtir ronî bikin.

Dikarî Biecibînî