Ji fermanê heta parastina xweseriyê: Keçên Êzidxanê

Hêvî Hesen |

Saet di 02.00’ê şeva di navbera 2 û 3’yê Tebaxa 2014’an de qêrînek bilind bû. Ev qêrîn, qêrîna kurdên êzidî yên li Şengalê dijiyan bû. Hemû cîhan bûn şahidê qetilkirina jin, zarok, ciwan, kal û pîrên êzidî ku çawa ji aliyê DAIŞ’ê ve bi hovîtî û li dijî nirxên mirovan hatin kuştin. Di 11’ê Hezîranê de dema Çeteyan Mûsil dagir kirin, gelê êzidî yên Şengalê ku 126 kilometre dûrî Mûsilê ye talûke ferq kirin û li gorî derfetên xwe, rahiştin çekan. Wezareta Pêşmergeyan ku ji parastina herêmê berpirsiyar bû, çekên hemû êzidiyên ku ji bo parastinê rahiştibûnê, ji malên wan kom kirin. Pêşmergeyên PDK’ê ji gel re gotin; “Axa xwe terk nekin em ê we biparêzin.”

Saeet di 02’yê şeva 3’yê Tebaxê de komên çeteyan bi ser Şengalê de girtin. Bi ser gundên êzidiyan Girk Zerik û Siba Şex Xidir ên 45 deqîqe dûrî Şengalê bûn girtin. Di heman deqîqeyan de pêşmergeyên PDK’ê, bêyî guleyekê jî berdin (biteqînin) komên DAIŞ’ê bi fermana xwe ji Şengalê paşve kişandin. Mirovên gundê Zorava yên girêdayî Şengalê ku dîtin pêşmerge direvin, gotin: “Eger hûn dê biçin, çekan ji me re bihêlin em ê şer bikin.”

Pêşmergeyan, li ser welatiyên ku ji bo çekan bixwazin rê girtin, gule reşandin. Li vir 3 welatiyên êzidî hatin kuştin. Welatiyên êzidî, saet di 07.00’an de li gel gundiyên ciran ên hatin navenda Şengalê, ketin rêya Çiyayê Şengalê.

Lê rê li pêş êzidiyan hat girtin. Êzidî di nava rê de asê man. Bi hezaran êzidî di rê de ji aliyê komên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Di fermanê de herî zêde jinan êş kişandin û zor û zehmetî dîtin.

Komên çeteyên DAIŞ’ê nêzî 7 hezar jin dîl girtin û li bazarên koletiyê firotin.

Hêzên HPG û YJA-STAR’ê bi hawara êzidiyan çûn. Tevî hemû astengiyên pêşmergeyên PDK’ê jî 12 gerîla xwe gîhandin Şengalê. Gerîla li Çiyayê Şengalê bi cih bûn û gel li dijî talûkeyan parast û dest bi xebatên tedbîrên li dijî talûkeyan kirin. Gerîlayên ku piştî fermanê rê li pêş komên çeteyên DAIŞ’ê girtin û destûr nedan ku DAIŞ ên Çiyayê Şengalê êzidiyan qetil bikin, li vîrajen di navbera navenda Şengalê û Çiyayê Şengalê de bi çeteyan re şer kirin û rê li pêş DAIŞ’e girt. Di heman rojê de hêzên YPG’ê li ser rêya deriyê Til Koçer ê sînor koridorek vekirin û êzidî ji komkujiyek mezin rizgar kirin.

Jinên êzidî, ji bo jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin rizgar bikin, tola gelê hatin qetilkirin bistînin, soz dan. Jinên êzidî ku gotin “Carek din dê qet nebe” û nexwestin qedera xwe teslîmî hêzên hevkar û emperyalîstan bikin, bi alîkariya gerîlayên YJA Starê ketin nava tevgerê. Ala Artêşa Jinên Êzidxan êdî li ser çiyayên Şengalê li ba bû. Keçên Êzidxan bi Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hêza parastina cewherî ava kirin. Ji bo tola jinên dîl hatin girtin û hatin kolekirin hilînin li paytextê DAIŞ’ê Reqqayê dest bi şer kirin. Ji bo azadiya Şengalê û parastina gelê êzidî rolekî pir çalak dan ser milê xwe. Keçên Êzidxan ji bo xebatên rêxistinbûnê bi hêz bikin, Meclisa Jinên Êzidî yên Şengalê ava kirin. Bi Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bûn tevger. Jinên êzidî ku xwe bi rêxistin kirin, ji bo kesên ku jinên êzidî bê çare û mexdûr didîtin jî bû peyamek. Keçên Êzidxan roj bi roj hêza xwe mezin kirin û xwe bi rêxistin kirin. Keçên Êzidxan ji sala 2016’an û şûnde sal sal di 3’yê Tebaxê de banga “Çalakiya Navneteweyî ya Li dijî Qirkirina Jinên Êzîdî” dikin. Par 3’yê Tebaxê bi banga jinên êzidî, li hemû cîhanê “Roja Têkoşîna li dijî Komkujî û Qirkirina Jinan” hat îlankirin. Ji Ewropa heta Afrikayê, ji Amerîkayê heta Asyayê li hemû parzemînan tevgerên jin li dijî barbarî, hovîtî û komkujiyê ji bo têkoşîna hevpar deng didin jinên êzidî.

Dikarî Biecibînî