Komkujiya Şengalê girîngiya yekitî û xweparastinê nîşan da

Mehmet Şahîn |

Komkujiya Şengalê bi awayeke zelal û bêşîrove nîşanê me da ku hebûna neteweyî, bi yekitiya neteweyî û hêza xweparastina neteweyî pêkan e.

Qaşo mirovahiyê dema barbariyê û dema hovîtiyê li paş xwe hiştibû, qaşo mirovahiyê dema tarî û dema xelayê li paş xwe hiştibû. Tenê di fîlm û şanoyan de qala wan serdeman dihat kirin. Lê tiştên ku di sala 2014’an de li Şengalê diqewimîn ne şano, ne fîlm, ne tragedya bûn. Ji serî heta binî rasteqîneke kujer, qirker a tehl û ya herî jehriya ku di serdema herî hov de nehatibû jiyîn li ber çavê mirovahiyê li Şengalê dihat jiyîn. Civaka herî kevnar a Rojhilata Navîn civaka êzidî, li ber çavan dihat qirkirin û tevahiya cîhanê mîna li ber ekranê TV’ê, yan di eywana sînemayekê de li filmekî temaşe bikin li qirkirina civaka êzidî temaşe dikirin. Qêrîn û hewarên ku ji şengalê bilind dibûn di valahiyeke bê nirx û bê exlaq de winda dibûn.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi ser şûnwarên Şengalê de girtin. Yên ku bi 72 fermanan nekaribûn civaka êzidî tune bikin biryara fermana 73’yemîn dabûn. Di armanca fermana 73’yemîn a navneteweyî de, di şexsê civaka êzidî de tunekirina civaka kurd hebû, tunekirina berxwedan û Şoreşa Rojava hebû, tunekirina statuya Başûr hebû. Ji bo pêkanîna fermana xwe ya nebixêr jî DAIŞ’a hov peywirdar kiribûn.

DAIŞ’ê li ber çavên mirovahiyê li Şengalê komkujî pêkanî û di hovîtiya xwe de sînor nas nekir. Hovîtiyeke ku di tu ol, bawerî, çand û exlaqê mirovahiyê de tunebû bi serê civaka êzidî ve anî. Bi hezaran şengalî qetil kirin û dîl girtin. Barbarî û bêexlaqiya ku nayê aqilê mirov bi serê wan de anîn. Hovîtiyên ku neyên ziman li ber çavên mirovahiyê li ser civaka êzidî pêk anîn. Bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Bi hezaran jinên êzidî ji bo nekevin destên barbaran xwe ji şikeft û latan avêtin û dawî li jiyana xwe anîn. Jin, keç û zarokên şengalî yên ku ketin destên barabaran li bazarên bajarên gelek welatan wekî amûr hatin gerandin û firotin. Her roj, her kêlî bi dehan caran giyana wan hat lewitandin.

Ji bo nekevin destê wan hovan di kelagerama Tebaxê de xwe spartin çiyayên Şengalê. Bi hezaran êzidî, jin, zarok, kal û pîr, bê derfet, bê cil û berg, bê nan û av xwe li çiyayê Şengalê dabûn. Çiyayê Şengalê jî di bin dorpêç û êrîşên DAIŞ’ê de bû. Her dem û saeta ku diçû, her roja ku diborî, metirsiyên gelek mezintir di xwe de dihewandin. Bi sed hezaran kes li wan çiyayan bi rojan bê av, bê nan û bê xwarin, bi tirs û fikara kuştinê jiyan. Dewletên ku xwe weke kelheya demokrasî û azadiyan didîtin, civakên ku bi hezar salan cîranên wan bûn û digotin em birayên hevûdin in, dewletên ku bi sedan salan Kurdistan dagiribûn û dewlemendiya ser erd û bin erd talan dikirin hemûyan di bêdengiyê de li wê qirkirinê temaşe dikirin. Cîhan li hemberî wê tragediyê, li hember wê şerma mirovahiyê ker û kor û lal bû.

Gotineke kurdan a pêşiyan heye dibêjin, “Wijdan avêtine ber seyê, se nexwariye” lê li ber wê tabloyê mixabin wijdana mirovahiyê qerisîbû û tune bûbû. Ya herî dilsoj, rêveberiya herêma Kurdistanê ku heta wê rojê ji wan re gotibû, “em bira ne, tişteke bi serê we de were em ê heta dawiyê we biparêzin” di roja reş de ew li ser pişt li erdê hiştibûn û çekên xwe jî biribûn û çûbûn. Erdnîgariyek, civakek, baweriyek, çandek, li ber çavên cîhanê bi qirkirineke madî û manewî re derbas dibû. Di sedsala 21’an de di şexsê civaka êzidî de li Şengalê zarezara mirovahiyê bû, lê mixabin deng nediçû tu kesî. Wekî ku li ser ekranên Tv yan li fîlmekî temaşe bikin li qirkirina civaka êzidî temaşe dikirin.

Rêberê Gelê Kurd çend meh berê ev pêvajoya xeternak û tragediya dilsoj dîtibû û ji bo girtina bergîran hişyariyên xwe kiribûn. Li ser wan hişyariyan Navenda Parastina Gel beriya biryara fermanê di 28’ê hezîranê de 12 gerîlayên xwe ji bo pêşamadekarî û rêxistingeriyê dişîne Şengalê. Ji wan 12 gerîlayan 3 gerîla 20 roj beriya fermanê, di 13’yê tîrmehê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên girtin.

Piştî ku di 3’yê Tebaxê de êrîşên DAIŞ’ê dest pê dikin û xelkê Şengalê berê xwe dide çiyayê Şengalê 9 gerîlayên ku li qadê ne demildest dikevin nava hewldanên parastina gel. Bi awayeke lezgîn li hev dicivin û plansaziya xwe çêdikin. Li gorî plansaziya wan dê her gerîlayek deriyekê çiyê bigire. Bi wî awayî dê hem civaka ku berê xwe daye çiyê were parastin û hem jî dê bergirî bihata girtin ku  çeteyên DAIŞ’ê nekaribin bikevin çiyayê Şengalê û qirkirinên mezintir pêk bînin.

Çeteyên DAIŞ’ê weke artêşa moxiliyan bi çekên herî giran ji bo qirkirina civaka êzidî ketibû nêçîra êzidiyan. 9 gerîlayên Tevgera Azadiyê beşek ciwanên êzidî yên ku berê bi wan re ketîbûn têkiliyê û birêxistin kiribûn li dora xwe kom dikin û dest bi berxwedanê dikin. Ciwanên êzidî yên xwe spartine çiya piştî bergirî û berxwedana wan 9 gerilayên fedaiyên gelê xwe dibînin li dora wan kom dibin û xeteke berxwedanê ava dikin. Ew 9 gerîla û komek ciwan bi derfetên xwe yên gelek kêm bi ruheke fedayî û bi awayeke canbexşane li ber xwe didin. Ji bo ku trajediya herî mezin a dîrokê pêk neyê bi awayeke lezgînî pêdivî bi alîkarî û piştgiriya amûrên şer û hêza leşkerî, bi alîkariya mirovî û lojîstîkî hebû.

Rewş xeternak bû, pêdivî bi mudaxaleyeke lezgînî hebû. Lê gerîlayên Tevgera Azadiyê li çiyayên Qendîlê bûn. Hatina wan a qada Şengalê dem digirt. YPG û YPJ’ê ji bo parastina xaka rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê şer dikirin. Yên herî nêzikê Şengalê ew bûn. Yên herî zû karibûn xwe bigihînin hewara civaka êzidî û berxwedana 9 mêrxas û komek ciwanan ew bûn. Wan jî bi wê zanebûnê û bi bersiyariya parazvaniya hemû erdnîgariya welêt demildest berê xwe dan çiyayê Şengalê û destwerdana rewşê kirin.

Di 5’ê tebaxê de şervanên YPG û YPJ’ê sînorê Başûr derbas kirin û ketin navçeya Rebîa ya pêşberî Til Koçer a rojavayê Kurdistanê ye. Li wê derê şerekî giran rû da. Şerevanên YPG û YPJ’ê bi ruheke fedaiyane li dijî DAIŞ’ê şer kirin û li navçeya Rebîayê hêza DAIŞ’ê şikandin. Piştî ku şervanên YPG-YPJ’ê ketin navçeyê beşek pêşmergeyên YNK’ê yên ku ji herêmê venekişiyabûn bi hestên kurdistanî mil dan milê YPG-YPJ’ê û ji bo rizgarkirina civaka êzidî berê xwe dan xaka Şengalê.

Bi tifaqa YPG-YPJ û YNK’ê rêzê gundên Tawis, Qaîle û Mehmûdiye ku 15 km dûrî Rebîa ne ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi rizgarkirina wan gundan hêzên YPG-YPJ’ê kêlî bi kêlî, gav bi gav pêş de çûn heta ku xwe gihandin çiyayê Şengalê. Dema ku şervanên YPG-YPJ’ê digihêjên çiyayê Şengalê, bi deh hezaran kesên ku li wan çiyayan di nava hestên bêçaretiyê de nîvmirî mayî bûn ji nûve radibin ser xwe. Xwîn diherike rûyê wan ên sar, hêvî dikeve awirên wan ên xembar. Kulîlkek bê av mayî piştî avdanê çawa geş dibe ew jî wisa geş dibin.

Di wê pêvajoya xeternak a ku her kêliyek, her deqîqeyek, her saniyeyek bi wate û encamên gelek giran dagirtî de mudaxaleya YPG û YPJ’ê jiyanî bû. Çûna wan a Şengalê heta hatina gerîlayan firsenda berxwedanê da berxwedêran û pêşî li qewimîna trajediyên herî mezintirîn girt.

Piştî ku şervanên YPG-YPJ’ê gihiştin çiyayê Şengalê ji bo pêşî li komkujiyeke mezintir bigirin û êzidiyên ku ji ber hovîtiya DAIŞ’ê xwe spartibûn çiyê bi awayek ewle wan derbasî Rojava bikin dikevin nava hewldana vekirina korîdoreke bi ewle. Tam di wê pêvajoyê de gerîlayên HPG-YJA STAR’ê jî xwe digihînin çiyayê Şengalê.

Bi hatina gerîlayên HPG-YJA STAR’ê re eniya berxwedan û têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê mezintir dibe. Gerîla, demildest di 5’ê tebaxê de milîsên xwecihî yên xweparastinê de cih girtine di bin navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)’de bi rêxistin dike. Bi plansaziyeke dorfireh û erkdariyên nû ewlehiya çiyayê Şengalê bi giştî tê girtin. Berxwedana gerîla coş û morala civakê bilind dike. Bi sedan, heta bi hezaran xort û keçên êzidî mil bi milê gerîlayên HPG-YJA STAR’ê li dijî DAIŞ’ê çek radikin û dest bi şer dikin. Piştî ku gelê êzidî berxwedana gerîlayên HPG-YJA STAR’ê, şervanên YPG-YPJ’ê û ciwanên êzidî ya li dijî çetayan bi çavê xwe ditin hinek bi ser xwe de hatin û êdî bawer kirin ku dê ji wê keraseta dijwar rizgar bibin.

Bi gihiştina gerîlayên HPG-YJA STAR’ê ya li qadê re plansazî tê kirin ku bi deh hezaran kesên ji fermanê filitîne û xwe spartine çiyê bi awayekî ewle derbasî rojavayê Kurdistanê bikin. Ji bo karibin gelê li ser çiyayê Şengalê belav bûye komê ser hev bikin û bi awayeke ewle derbasî Rojava bikin dikevin nav liv û tevgerê. Şervanên kurd ji milekî ve di şereke giran de li ber xwe didin ji milê din ve hewl didin alîkariya jiyanî bigihînin êzidiyên li serê çiyê asê mayî ne. Bi vekirina korîdorê re rêveberiya Rojava hemû derfetên xwe yên madî, manevî, teknîkî û ya gihaştinê bikar tîne. Di nava du rojan de 120 hezar kes bi serkeftineke nedîtî ji çiyayê Şengalê hatin tehliyekirin.

Di wê pêvajoyê de li herêma ku korîdora mirovî hatî vekirin êrîşên mezin ên DAIŞ’ê pêk tên û li dijî wan êrîşan berxwedaniyeke dîrokî pêk tê. Dîsa li deverên weke Herdan, Solaxê, Skêniyê, li Barêya Jorîn û Jêrîn, Geliyê Şilo, Geliyê Şehîdan, Gabara, Cidalê û her çar aliyê çiyê êrîşên çeteyan pêk tên. Li dijî wan êrîşan hêzên parastina Êzidxanê bi tevkariya gerîlayên HPG-YJA STAR’ê bi berxwedaniyeke bêhempa li ber xwe didin û êrîşên DAIŞ’ê dişikînin.

Di meha kanûnê ya heman salê de hêzên  HPG-YJA Star, YPG-YPJ û YBŞ’ê derbên giran li DAIŞ’ê xistin. Gundên weke Qedaa, Kenho, Ramalla yên li Başûrê Cezaa ku li ser xeta korîdora Şengal-Rojava, dîsa gundên weke Recm Abed, Remmo, Naiyyem û Xazuga ên li aliyê Iraqê diman ji çeteyan hatin rizagarkirin.

Roj bi roj berxwedan mezintir dibû û serkeftinên mezin dihatin bidestxistin. Di 29’ê cotmeha 2015’an de hêzên parastina Êzidxanê gaveke dîrokî avêtin. Bi daxuyaniyeke hevbeş, avakirina “Fermandariya Êzidîxan a Ji Bo Rizgariya Şengalê” ragihandin. Di pêşengiya heman fermandariyê de di  21 û 22’yê meha 12’yan a sala 2014’an de Operasyona Rizgarkirina Şengalê dest pê kir. Mixabin ji ber hinek nakokî û lihevnekirinên di qada leşkerî de pêngav nîvco ma.

Di wê pêngavê de gerîlayên HPG-YJA STAR’ê, şervanên YBŞ’ê û pêşmergeyên herêma Kurdistanê cih digirtin. Pêşmerge li gorî hatî plansazkirin tevnagerin û hêzên xwe paşve dikişînin. Ji ber nakokiyên bi hêzên pêşmerge re pêngav naçû serî û hat rawestandin.

Fermandariya Şengalê di 12’yê Mijdara 2015’an careke din mizgînî da civaka êzidî û tevahiya gelê kurd ku ‘Operasyona Rizgarkirina Şengalê’ dane destpêkirin. Operasyon bi pêşengiya gerîlayên Tevgera Azadiyê, bi tevlibûna hêzên parastina Êzidxanê û xelkê êzidî yê li çiyayê Şengalê dest pê kir. Dîsa Pêşmergeyan jî di wê operasyonê de cih girtin. Di roja destpêka operasyonê de hêzên şervanên kurd ketin navenda bajarê Şengalê. Di roja duyemîn a operasyonê de gerîlayên HPG-YJA STAR’ê û şervanên YBŞ-YJŞ’ê beşeke girîng a navenda bajêr rizgar kirin.

Di destpêkê de taxên weke Berbiroj û girên ku li ser taxên rojhilatê bajêr serwer bûn hatin girtin. Di pêvajoya girtina wan taxan de di Sûka Serî ya bajêr de şerekî gelek dijwar diqewime. Piştî berxwedaneke bêhempa ya bênavber a 11 mehan a gerîlayên HPG-YJA STAR’ê û şervanên YBŞ-YJŞ’ê bajarê Şengalê hat rizgarkirin.

Koordînasyona Şengalê di 14’ê mijdara 2015’an de li navenda Şengalê bi daxuyanîyekê mizgîniya rizgariya Şengalê da civak êzidî û hemû gelê kurd. Di heman daxuyaniyê de gerîlayên HPG-YJA STAR’ê, şervanên YBŞ-YJŞ’ê û pêşmergeyên ku di operasyonê de cih girtibûn hatin pîrozkirin.

Belê, di dîroka civakên Rojhilata Navîn de çîroka lêhengiya 12 qasidên Hz. Îsa hebû, çîroka lêhengiya 12 berxwedêrên Kerbelayê hebû, çîroka lêhengiya 12’yan a Dewrêşê Evdî û hevalên wî hebû, niha li wan çîrokan çîroka lêhengiya 12 fedayiyên Şengalê ya hemdem zêde bû.

Rizgarkirina Şengalê bersiv û tol girtineke dîrokî bû. Hemû hesabên kirêt ên li civaka kurd û Kurdistanê pûç kirin. Hemû dost û dijminan dît ku civaka kurd û erdnîgariya Kurdistanê ne bêxwediye. Plansaziyên ku vîna civaka kurd esas negirin ne li Kurdistanê, ne jî li Rojhilata Navîn bi ser nakevin.

Hewceye ew pêvajoya dilzoj û trajediya mezin a ku ji bo her kurdekî gelek dane û gelek waneyên girîng di xwe de dihewîne tu carî neyê jibîrkirin.

Û hewceye em her tim vê pirsê ji xwe bipirsin “Heke ew 12 fedaî li wir amade nebûna, heke YPG-YPJ û gerîlayên HPG-YJA STAR’ê tunebûna negihiştina hewara civaka êzidî dê encameke çawa derketa holê?

Bersiva vê pirsê ji me re dibêje ku ji nan û avê zêdetir pêdiviya civaka kurd bi tifaqa neteweyî û avakirina hêza parastina neteweyî heye.

Dikarî Biecibînî