Bêedaletî aştî nabe

 

Av. Cemile Turhalli |

“Wekî tofanekî bû. Qiyamet ji asîmanê hat xwarê. Ji hewar û qêrînan ve çav çavê nedidît. Dengê çekan çawa hat pêlavên xwe li xwe kirin û xwe ji malên xwe avêtin derve. Ji wan hinek bi wesayîtan û hinek jî bi linganê tazî bazdan. Her tiştên xwe li pey xwe hiştin.Di xwestin xwe bigihînin Çiyayê Şengalê. Çiyayê Şengalê heta niha tim piştgirî da wan û ji wan re bû stargehek mezin. Ji kal û pîran xwe ve hîn bûn ku xwe çawa li Çiyayê Şengalê biparêzin, çiya wan digire hembêza xwe û wan distirîne. Kal û pîrê wan ên berê digotin; Heta niha 72 ferman ii ser me derbas bûn û Çiyayê Şengalê me parast û xelas kir. Divê ew xwe bigihandana siya Çiyayê Şengalê. Heta ku siya Şengalê nedîtana xelasî ji wan re tune bûn.

Bazdan çûn Çiyayê Şengalê. Roj ji wan re bû dijmin, laşê wan ji wan re bû kevir. Devê wan rengê herî girt û çavê wan bû tarî. Di binê roja germ de bêpêlav, di hembêza wan de zarokên biçûk û li pey wan kal û pîr bazdan. Heta niha berê xwe didan rojê û dua dikirin. Lê belê niha roj ji bedena wan re bûye dijmin. Nikaribû bi rê ve biçine. Hinek ji wan çawa ku pêlavên xwe berdabûn niha jî zarokên xwe berdan û çûn. Kal û pîranê xwe jî berdan. Divê mêze nekirina paş xwe. Kesê ku mêze bikirana paş xwe nikaribûn gavêk jî biavêje. Siyekî dirêj û mezin diketin pêyên wan û wan bêhilm dihiştin. Dizanibûn ku ev siya tarî celat ji Ezîdîxanê re kuştin û qirkirin tîne. Bi hezaran êzidî xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Dizanibûn ku melekê tawus wan li wir tenê nahêle û wan diparêze. Ew çiqas pêş biçûna siya tarî jî dixwestin xwe bigihîne wan. Siya tarî hêza çiyayê nizanibûn. Çawa ku sî xwe gihand çiyayê Şengalê 7 melekê tawûs ji hundirê çiyayê derketin. Hemû êzidiyan girtin paş xwe û wan xelas kirin. Bi vê awayî siya tarî reviya. Dizanibûn ku çiyayê Şengalê ji wan dibe gor û dev ji êzidiyan berdan. Bi hezaran cemaatê êzidiyan heta ku hêzêk were bê şîv û bê av 7-10 rojan xwe derbas kirin. Ji wan hinek ji bo ku nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê û namusa wan neyê xirakirin xwe ji çiyayan avêtin xwarê. Hinek jê ji birçîbûn û bêavî bêmecal bûn. Hinekan jê jî hêstirên xwe û xwîna xwe, ji xwe re kirin av.”

Di roja 3’yê Tebaxa 2014’ê de li ber çavên hemû dinyayê jenosîdêk pêk hat. Êzidî jê re dibêjin Fermana 73’yan. Di vê rojê de wexşetek mezin hat serê êzidiyan. Di sedsala 21’an de jenosîdêkê mezin û trajîk hat serê êzidiyan. Di mejî û serê wan de timî qirkirinêk mezin hebûn. Gelek jê ji alî cîran û hevalên xwe ve hatin qetilkirin. Vê carê kirîvê wan bêbextî kirin. Êvarê tev li kirvanê xwe şîvê xwarin û rojê jî bûn xwarina kirîvên xwe.

Bi hezaran êzidî hatin kuştin, bi hezaran êzidî zindî-zindî avêtin mezelan, zindî-zindî herî avêtin ser wan. Tevgera radîkal a cîhadîst DAIŞ bi hezaran jin û zarokan esîr girt. Hemû wekî kole hatin firotin. Zarokên ku hîn 11 salî biçûkbûn kirin leşker û yên din jî kuştin. Zarokên law kontrol dikirin û yên ku binê çengên wan de mû derbiketana dikuştin. Keçikên ezeban jî ji kontrola bekariyetî ve derbas dikirin. Ji zarokan heta mezinana dest diavêtên hemû kesan. Jin rûyê xwe dikirin tenî û ji bo ku wan nebin digotin em zewicandîne. Kesêk baweriya xwe bi wan nedianî. Li ser jinan tundiya cinsî yê sîstematîk dihat meşandin. Gelek jin û zarok piştî çend salan pê pere hatin firotin û hatin xelaskirin. 500 hezarî zêde êzidî malên xwe berdan, koçî çar aliyê dinyayê kirin û belav bûn. Niha di destê DAIŞ’ê de 3 hezar jin û zarok hene. Kesêk nizane ku ew li ku derê ne. Aqûbeta bi hezaran mêran jî nayê zanîn ku ew çawa bûne. Hêdî-hêdî mezelê komî têne ditîn û aqûbeta wan li wir derdikeve holê. Gelek mezelê komî jî hîna nehatine vekirin. Di nava mezelên ku hatin vekirin de mêr û jinên ji 60 salî mezintir hene.

Gelek êzidî ji malên xwe bûn û mecbur man ku koç bikin. Koçberî ji wan re zilmên nû anî. Rêya oqyanusan ji wan re bû mezel. Yan ketin destê tacîrê mirovan û yan jî ketin stargehanên dewletan. Yanî revîn ji wan re nebû çareserî. Zarokên keç ên ji 7 salî heta 17 salî hemû hatin firotin û hatin îstîsmarkirin.

Ên ku xwe gihandin dewletên mezin û zilmkaran, Ewropayê jî dev ji wan berneda. Çimkî ziman nizanibûn. Gelek jin belkî deh, bîst û sed caran hatin firotin û hatin îstîsmarkirin. Her roja nû ji wan re wekî mirinê bûn. Bi çavên xwe mirina bira û xwûşkên xwe dîtîn. Zarokan bi zorî ji dayikan xwe veqetandin. Mêr jinan kirin mulkê xususî. Bi zorî wan kirin misilman. Hinek ji wan ji bo ku hewldan birevin hatin kuştin, hinek jê bombardumananê koalîsyonê de mirin, birîndar bûn û hinek jê jî jehrê xwarin û xwe kuştin. Dinya ji wan re bû dojeh.

Çi heyfe ku yên ku hatin xelaskirin jî dîsa bi firotinê hatin xelaskirin. Hinek jê di encama tecawizê de bûn ducanî û xwedî zarok. Cemaatê êzidiyan zarokan qebûl nekirin û ji ber wê nikaribûn zarokên xwe tev li xwe bînin. Mecbur man ku zarokên xwe li stargehan bi cih bikin. Zarokên xwe li Iraq û Rojav de berdan.

Ji 7 salî bigir heta 70 salî hemû bûn koçber. Bê ziman, dayik, bav, xwişk û bira man. Belavî Almanya, Fransa , Kanada, Avustralya û welatanê wekî din bûn. Hemû wekî heba tesbîhê belavê her derê dinyayê bûn.

Polîtîkaya entegrasyonê yên dewletan ji wan re zilmek nû anî. Dizanibûn ku bi vê polîtîkayê dê êzidî winda bibin. Ew jî dizanibûn ku jiyanek dûrî êzidxanî nabe. Ew rewş hemû kesan kir şînê. Guhê wan tim li ser êzidxanî bûn. Cilên spî lixwe nekirin. Her roj kom dibûn û ji hevdû re qala êşên xwe dikirin. Digotin heta ku esîrên me rizgar nebin, ruhê me jî rizgar nabe. Heta ku keçên me neyên li gel me, em bênefes in. Heta ku kal û pîrên me neyên, çavên me tarî ne.

Min di sala 2015’an de bi çavên xwe yê huqûqnasiyê rewşa êzidiyan dît. Ez geh çûm Kampa Silemaniyeyê, Iraqê û geh jî çûm Kanadayê. Min bi wan re hevpeyvînan çêkir.

Ez çiqas bi wan re diaxivim, dilê min perçe perçe dibûn. Min bênefesmayîna wan û belengaziya wan bi çavên xwe dît. Hawariya wan dilê min diêşand. Ez dizanibûm ku sebebê zilmên ku ew dîtin kurdîtî û êzidîbûna wan e. Heta niha 73 caran hatin qirkirin. Gund û malên wan bûn mezel. Desmala wan ji wan re bû kefen. Hestir çavên wan bû wekî laserê. Ji malek ve kesek xelas bû  ya na. Divê tim xwe biparastana. Baweriya wan hîn jî ji rizgariya mirovan re hebûn. Di her cih û malên wan de wêneyên esîrên wan hebûn. Stranên wan ên bi êş nediqediyan. Cilên reşan lixwe dikirin. Dawetên xwe bêdeng dikirin. Mirov nizanibûn ku ew mêvanên wan in. Mirov xwe wekî ferdêkê malê hîs dikir. Baweriya wan bi kesek nedihatin, lê belê dîsa jî sofrê wan tim ji her kesî rê vekirîbû… Ciwan temenên xwe li ser temenê dinyayê didîtin û sukuneta xwe diparastin. Tim paceyên xwe digirtin û perdeyên reşan diavêtin ser paceyan.

Êzidî nijadekî qedîm e. Heta niha bi hezaran car berê xwe dan rojê û çand û baweriya xwe parastin. Nedigotin ku ev qeder e. Ne ji feraseta xwe hatin xwarê û ne jî zimanê xwe berdan. Zimanê kurdî car-caran ji wan re bû heval, lê belê car-caran jî bû dijmin. Dijminî û misilmanî wekî hev bûn. Hevaltî û rêhevaltiya wan jî li ser van kokan zergun dibûn. Ev kok ji wan re qederek trajîk bû.

Niha em dizanin ku 7 melekê tawusî Êzidîxanî rizgar kirin. Êdî êzidî dizanin ku kokên wan winda nabe.  Hemû belav bûn û dixwazin kokê xwe bigihini hevdû. Wekî pelên daran belavê her cihî bûn. Ev pel dixwazin xwe bigihînin kokên xwe û kokê wan jî  waye li Şengal û Şexanê ye. Jin li Êzidîxanê bûn hêz û niha xwe diparêzin. Çawa ku êzidîtî bi jinan dewam dike, têkoşîn jî li ser jinan ava dibe. Dijmin û hevalên xwe bizanin. Ew trajediya xwe kirin xelasiya dinyayê. Dizanin ku divê hebek jin jî di destê wan celatan de esîr nemîne. Dizanin ku tenê di Şengalê de qirkirin çê nebûye. Ev feraset ji Zîlanê bigire heta Dêrsimê, ji Enfalê bigire heta Gimgim, Pirsûs û Sûrê dewam kir. Ew êdî qebûl nakin ku ev qedera cografyaya wan e. Qedera jinan bedilandin û kirin xelasiya jinan. Ne ji dinyayê derbas bibin û ne jî ji xwe. Dengê tilîlîya jinan ket pêşiya dengê çekan. Tilîlîya jinan bûye dengê dinyayê. Desmala jinan bûye ala dinyayê. Munitişê porê jinan bûye kokê Êzidîxanê.

Ev pênc sal e daxwaza hemû êzidiyan yek e û dixwazin vegerin Êzidîxanê. Beriya her tiştî statuya xwe dixwazin. Dixwazin meclis û komên xwe avan bikin û bijîn.

Dixwazin derbarê tiştêk ku hatin serê wan de Dadgeha Cezaya Navneteweyî avan bibe û ev dadgeh derbarê sûcên navneteweyî de xebatan bimeşîne. Bila kesên sûcdar cezayan bigirin. Kî piştgiriya lojîstîk û fînansê kiriye, kîjan dewletan piştgirî dane van sûcan, bila werin aşkerakirin û teşhîrkirin. Heta ku dewlet ev sûcan aşkera nekin, ev sêc naqedin. Heke sûcdar neyên cezakirin, ev sûc dikeve ser milê hemû dinyayê. Dinya dê zelalî bi edalet dibe. Têkoşîna global tevî xwe edaleta global tîne. ‘Heta ku edalet pêk neyê, aştî nabe.’ (Carla Del Ponte)

Çavkanî: Rojnameya Xwebûn

Dikarî Biecibînî