Desthilatdarî tê wateya qirkirinê!

Mûnzur Dersim |

Ji bo em hîn baştir mijarê fam bikin destpêkê em bi kurtasî pênaseya jin çi ye bidin diyar kirin. Di heman demê de rola wê ya di nava civakê de diyar bikin wê ji bo jiyanek rast esas be. Peyva jinê di kurdî de ji ‘jînê’ tê ango wateya wê jiyan e. Hêza herî bingehîn a ku civakbûna bi mirovbûna mirov re destpêkiriye, rêxistin kiriye û pêşketina jinê daye diyarkirin. Ne tenê hebûnek biyolojik e, di heman demê de şêwazek jiyanê û bingehê avakirina çanda xwedawend e. Ji ber ku peyva jin tê wateya jiyanê ger ku desthilatdarî li ser jinê tê kirin ev tê wê wateyê ku desthilatdarî li ser jiyanê tê meşandin û jiyana mirovahî tê qirkirin.

Ji ber vê yekê pirsgirêka jinê, bingehê hemû pirsgirêkan e bi vê ve girêdayî ger ku em li çareserkirina pirsgirêka jinê bigerin mijara azadiya jinê bi giştî ji çareserkirina tekoşîna azadiya civakê ve girêdayî ye. Ji ber vê çendî jî ger ku jin neyê azadkirin bi tu şêweyî civak jî azad nabe.

Dema ku em qirkirina jinê lêkolîn dikin ger tenê wek rewşek ku ayîdê îro yan jî encamek sîstema kapîstalîst em bigirin dest hê ji niha ve em ê bikevin nav kêmasiyek bingehîn. Ji ber ku ger em bi vî awayî binirxînin ev jî dê li ser navê mirovahiyê bibe qirkirinek. Divê ku mirov sedemên esasî yên kaos û krîzên ku di serdema me de tên jiyîn di vir de bigire wê ji bo encamên rast ên sosyolojîk û ji bo sosyolojiya rastiyan bibe yek ji gavên herî guncaw.

Dîroka qirkirina jinê dîroka qirkirina herî kevn, pir alî û herî kûr e. Tu nijad, çîn an jî netew bi qasî jinê nehatiye qirkirin. Ji ber vê yekê dîroka qirkirina jinê ya ku di dîrokê de jiyaye aliyê dîroka mirovahiyê ya herî zêde hatiye veşartin û ser de hatiye girtin e. Dîroka kolekirinê ji aliyê pergala desthilatdar û dewletparêz a zilamê serdest ve bi rêbazên profesonel tê çêkirin. Dizanin ku berdewamkirina hebûna wan di kolekirina jinê de derbas dibe. Ger em bi mînak vê yekê bînin ser ziman tu car têgeha qirkirinê ji bo jinan nedihat bikaranîn. Heta sedsala dawîn ji kesekî/ê behsa têgeha qirkirina jinê nekir. Jin wek nijad jî nedihat qebûlkirin. Lê ger jin nasname û çanda xwe bê dûrxistin û tunekirin darbeyek herî dijwar li koka bingehîn a mirovahiyê tê xistin û qirkirina herî mezin tê pêkanîn. Peyva ‘Nijad’ jî bi zîhniyeteke heta ku bibêjî bi baviksalarî hatiye îfadekirin. Pênase bi temamî li ser bingeha zîhniyeta baviksalarî ya di zîhniyeta mirov de xurt bike bi zanebûn û bi awayekî profesonel têkirin û rojane di bîra mirovahiyê de cih digire.

Bi vê ve girêdayî di serdema ku niha em tê de dijîn de jî desthilatdariya AKP û MHP’ê ku bi tifaqek hevbeş li hevkirin û dijmintiya xwe ya li ser gelê kurd daxistin asta herî jor li bajarên Kurdistanê zextên xwe yên li ser jinên kurd di astek herî jor de dan zêdekirin. Ev zextane bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi qetilkirin, tacîzkirin, tecawîzkirin û tundiyê li gelek deverên bajarên bakurê Kurdistanê tê kirin. Mînaka herî ber bi çav a vê yekê ku li navçeya  Êlihê çawişê pispor ê dewleta tirk Musa Orhan ê ku dest dirêjî li jina kurd a binavê Îpek Er kir û di dawiyê de ev jina kurd dawî li jiyana xwe anî bûye.

Ji ber ku her qirkirin, kuştin û tundiya li ser jinê tê kirin ji aliyê zîhniyeta desthiladar a AKP-MHP’ê û zilamê serdest ve hatiye pêşxistin. Ji ber vê yekê tecawiz û qirkirinê di rojên dawî de jî pêşdikevin bi vê ve girêdayî ye û ji ber vê serbestberdana wan kesan maqûl tê dîtin û dengê xwe jê re dernaxin.

Li gorî desthilatdaran tundiya ku di xwezaya mirovan de heyî tu carî ji holê ranabe. Bê guman ji ber ku desthilatdarî ji derveyî exlaq û polîtîkayê tevdiger wê her tişt dij mirovahiyê jê were hêvîkirin. Ger ku em di rastiyê de temaşe bikin desthilatdarî hem qirkirine hem jî tundî bi xwe ye. Xwe dispêre zorî û zordestiyê, ev di çi wateyê de bibe bila bibe peyva zordestî tê wateya tundîtî yê. Ji ber vê yekê sîstemên desthilatdar ên ku xwe dispêrin zîhniyeta zilam her tim tundî û qirkirina li ser jinê ji bo xwe wek zewq dibînin û her roj vê yekê dixin meryetê.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî li bajarên Kurdistanê bi her awayî êrîşên xwe li ser jinê derxistiye astek jor. Her roj li bajarekî Kurdistanê jinek kurd an qetil dike yan tecawiz dike yan jî tundiyê li ser dide pêkanîn. Jixwe di êrîşa ku li bajarê Sakariyayê jî de hatî pêkanîn ku tê de tundî li ser jinê tê kirin, xuya dibe ku desthilatdarî û zîhniyeta AKP-MHP’ê çiqasî li ser jinê di astekî jor de ye. Ev yek ne tê wê wateyê ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi tundiya li ser jinê xwe bi hêz dibîne, tê wateya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji hêza jinê pir ditirse.

Dikarî Biecibînî