Erdogan û Hîtler

Yaşar Aksu |

Peyva siyasetê ji erebî, ji peyva seyîsê zede bûye. Wateya peyva seyîsê jî nihêrvaniya hespan ango kedîkariya hespan e. Di nav yewnaniyan de siyaset wekî ”polîs” ango ”çalekiyên ayîdî dewletê” tê qebûl kirin. Osmaniyan jî ji bo dêrîniya dewletbûnê, siyaset wekî ceza, bi taybetî jî wekî cezayê mirinê an jî cezayê berdariyê bi kar aniye, lê belê niha siyaset di lîteratura cîhanê de wekî sererastkirin û birêvebirina kar û barên dewletê tê qebûlkirin.

Peyva siyasetê piştî sedsala 14’emîn hatiye bikaranîn. Her çiqas hevwate werin zanîn jî peyva polîtîka nûjeniya siyasetê ye, xwedî rêgez, rêzik e û piştî ji sedsala 20’emîn ve berbelav bûye. Di dema me ya niha de, her çiqas mîna mufredatekê cihê xwe girtibin jî zanista siyasetê û polîtolojî ji wateya wan hatine dûrxistin û bûne lîstikên kêfkariyê. Ji ber vê yekê ye ku Bergerat bi van peyvan binavkiriye; ”Siyaset, ew e ku tiştên hûn nexwazin werin serê we, wan tiştan hûn tînin serê kesan.”

Desthilatdarên vî welatî, bi taybetî AKP ev 19 sal in û yên beriya wê jî siyaseta bi rengê salixandina Bergerat dimeşînin. Tiştên ku nedixwazin were serê wan, bi xinizî tînin serê hemwelatiyan. Niha jî vê xiniziyê erka xwe daye nîjadkujiyê, bi taybetî jî ya kurdan. Desthilatdar, niha mîna maratonê, hemû rê û rêbazên ji derveyî zagon, sinc û rêpîvanan di bezê de ne. Dema yek li vê bez û sekna AKP’ê dinêre, dema yek bi gotinên wan, piraze û sepandinên wan dinêre, bêguman Hîtleran tîne bîra mirovan. Bi heman fen û dolaban tevdigerin. Jixwe Erdogan li xwe mikur hatibû û ji bo pergala serokatiyê Adolf Hîtler wekî embaz dîtibû. Ev mijar bi rojan di pêvajoyê de cihê xwe girtibû. Jixwe referansa wî ev bixwe bû, yanî nijadperestî bû.

Divê hinek qala Adolf Hîtler bikin. Hîtler di dema xwe de bi sextekarî û bi komployan di hilbijartinê de xwe serkeftî da xuyakirin. Wê çaxê komunîstên alman fêm kiribûn ku wê Hîtler ji bo mirovahiyê, welatiyên cîhanê û bi taybetî jî ji bo hemwelatiyên xwe bibe bobelateke mezin. Ji ber vê yekê kesên komunîst ji bo Hîtler xetereke cidî bûn û xwest wan ji holê rake. Di serî de Rosa Luxembûrg û hevrêyên wê bi sûîkastekê înfaz kirin. Ji ber ku Luxembûrg û rêhevalên wê komunîst bûn qetilkirina wan di nav gel de gelekî bizavbû. Paşê berê tîr û kevanan dan ser demokratê sosyal. Partî û reveberên  wan hatin girtin; endamên wan gelek zilm û zorî dîtin; hin kes reviyan derveyî welat hin jî hatin pasîfîzekirin. Bi vê têr nebûn, ji bo berjewendî û armancên xwe ketin nêçîra hemwelatiyên cihû. Wê demê di nav welatiyên alman de hejmareke cidî cihûyan hebûn. Cihû wekî dijminên sereke dîtin û hemû pirsgirêkên welêt xistin stûyê wan. Kesên ne cihû bi jehra neteweperestî û nijadperestiyê di ser cihûyan de barandin û tovê kuştinê çandin. Cihû kirin kole, tiştên ji derveyî mirovahiyê anîn sere wan. Heta di bin navê cerbandinên tibî de kirin kobay. Piştî ewqas tiştên kirêt di dawiyê de bi milyonan cihû di xurfeyên gazê de şewitandin. Dema ewqas tiş pêk dihatin gelê alman qet dengê xwe dernexist ji ber ku bi gelemperî ne komunîst, sosyalîst, demokratên sosyal û ne jî cihû bûn. Ew ketibûn xewa mirinê! Dema ev tişt pêk dihatin, hin oldarên xiristiyan bi lawazî be jî li hemberî van kiryaran bertekên xwe nîşan dan. Dikare mînaka bertekên birayên Schollan bê dayîn. Peşkên dijîbûnê li dêran jî ket û hin keşeyan jî dengê xwe bilind kir, li Tirkiyê wekî akademîsyenên li hemberî şerê taybet ê AKP derketin. Keşeyên wê demê jî tev kom kirin, dîl girtin birin wargehên cihûyan. Keşeyan li cem xwe û li derdora xwe kes nedîtin. Her çiqas ev rewş dereng fêm kiribin jî ev bû taktîkeke Hîtler a kesên dengê xwe derxin bifetisînin, kesên serê xwe rakin jî jêbikin.

Niha jî heger em vegerin li Tirkiyê binêrin, heman senaryo li vê jî tê lîstin. Pergala serokatiyê  bi heman awayî dest pê kir. Li gorî pergalê komunîstan heq kiriyte, sosyalîst jixwe bêol in, demokratên sosyal xayin in û hevrastiya bi salan bi serî sond dixwarin jî bu şeytan…

Wekî cihûyan gorî lazim bûn, wê ev gorî kîbûna gelo? Bêguman ew ên ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê bi salan e berdêlên giran didin, gelê kurd e. Hilweşîna maseya Mutabakata Dolmabahçeyê di vir de gava yekem bû. Gotin wey tu kî yî wekheviyê û çanda xwe dixwazî, tu kî yî ferhenga xwe diparêzî û zimanê dayika xwe dixwazî? Hûn dabeşker in, hûn terorîst in û ya we xayînti ye… Hûn ê xwe, vîn, heyîn û biryarên xwe hemûyan deynin dera hanê û hûn ê îtaetê ji me re bikin; hûn ê bibin xûlam û me çi layiqî we dît em ê wê biavêjin ber we… Ya desthilatdarên pergala serokatiyê dixwest ev bû, yên qebûl nekirin tev bûn terorîst! Qetlîamên li Sûr, Farqîn, Nîsêbîn, Kerboran, Dêrik, Cizîr, Silopî, Şirnex, Gever, Şemzînanê tev encamên vê faşîzmê ne. Di bin navê qedexeya derketina derve de bombarduman, talankirin, wêrankirin, qetlîam pêk anîn da ku hemû astengiyên li pêşiya xwe rakin. Bi vê çavsorî û xofa xwe bi sedan kurd qetil kirin û bi sedan birîndar kirin. Ev ji bo gelek welatiyên neteweperest û komarxwazê re  û misilmanên neteweyî re dilkêş dihat. Dema ku ev agir hêdî hêdî bi mal û bedena wan kesan ket û wekî mînaka almanan bobelat hatin sere wan, wê çaxê wê ji kurdan fêm bikin. Almanan ji ber bêdengiya xwe gelek ji axa xwe wenda kirin. Her çiqas nasnameyên din êş kişandibin jî di dawiyê de yên gelek derb û jan kişandin dîsa gelê alman bixwe bû. Dawiya vî welatî jî wê ne kêmî ya Almaniyayê be. Ji ber ku rewşa wan pir dişibe hev.

Ji aliyekî ve alman bêtir bextvekirî bûn, ji ber ku ev dewlet emperyalîstî tevdigeriya. Di wan deman de, di konjoktura cîhanê de komînîzm heya bi Ewrûpayêhebû. Bi xêra plana Marshall û doktrîna Trûman xwe gelekî bi rê ve birin û gihandin qonaxekê. Lê li Tirkiyê ne zanistî heye, ne teknîk ne jî alternatîfên jiyaneke nûjên ku bi destê xwe afirandine heye. Yanî bi her awayî ve ji Almaniyayê lawaztir e.  Pêşî serokatî, paşê şerîat û di dawiyê de dîktatorî jî heye. Yanî ev filmê ku AKP nivîsandiye û dilîze zelal û li ber çavan e. Dawiya vî filmê derew û sexte jî kifş e; wekî ku John Arbatrat gotiye: ”Her partiyên siyasî yên xwedî derew, wê demek bê derewa xwe daqurtîne. Wê çaxê wê bixenike û bimire.”

Dikarî Biecibînî