aram

Tunekirina kurdan dê xewna wan be

Munzur Dersîm |

Gelê kurd di demek wisa re derbas dibe ku bi talan, tunekirin, qirkirin, kuştin û revandinê re rû bi rû ye. Ji roja ku Konseya Hevserokatiya Rêvebere a KCK’ê pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ dayî destpêkirin heta niha li bakurê Kurdistanê pêlên girtin û binçavkirinê jî zêde bû.

Dewleta tirk a dagirker ji bo ku gelê kurd nebe xwedî maf, jiyanek azad û Kurdistanek serbixwe çi ji destê wê tê dixe meriyetê. Di rojên dawî de binavê ‘Daweya Kobanê’ li bakurê Kurdistanê dewleta tirk a faşîst û partiya wê AKP ya ku serkêşiya wê Erdogan dike pêlek a girtin û binçavkirina parlamenterên HDP’ê yên berê jî di nav de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daye destpêkirin. Ev wê yekê nîşan dide ku di berxwedana Kobanê ya 2014’an de ku şervanên gelê kurd bi xwîn û keda xwe ya li rojavayê Kurdistanê dayî meşandin ka çiqasî bandora xwe li ser wan daye çêkirin û hikûmeta AKP û dewleta wê ya bi çeteyên barbar şer dikir şaş û maşo kiriye.

Bê guman ev yek ne ji operasyonê qirkirinê yên ku di salên derbas bûyî de li dijî partiya kurdan ku bi navê deweya KCK’ê dayîn destpêkirin dûr in. Ji ber ku ev operasyon hema kes in û heman zihniyet e. Ji ber dewleta tirk a dagirker naxwaze gelê kurd bi tu şêwazî û li tu cihî bibe xwedî maf. Em dibînin ku li Rojava, Başûr, Bakur û li çiyayên Kurdistanê bi awayekî dijwar êrîşî destkeftî û xaka Kurdistanê dike. Bê guman her roja ku dewleta tirk êrîşî van cihan dike ne ku ji hêzbûna wê berovajî vê yekê qelsbûna wê derdikeve holê.

Di heman demê de ji ber ku dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de tu encam bi dest nexist, tenê ji bo vê qelsbûna xwe veşêre dest bi operasyonên qirkirina siyasî ya li diji partiya gelan HDP’ê kir. Ev yek ji bi hinceta ku di serhildanên 6-8’ê Cotmehê yên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê de cihên xwe girtine û bi destekdayîna vê yekê hatin sûcdakirin. Lê belê ger ku em li rewşê temaşe bikin ji ber ku dewleta tirk bi çeteyên xwe ya ku dixwest li Kobanê pêkbîne nekir û biserneket, niha hikûmeta AKP’ê bi awayekî vekirî vê yekê dixwaze li ser parlementer û siyasetmedarên kurd bide kirin. Bê guman vê yekê bi awayekî vekirî bi destê polîsên û ajanên xwe dide kirin.

Her wisa ger ku em li van êrîşan temaşe bikin, em ê dijminahiya dewleta tirk a faşîst a li hemberî gelê kurd di asta herî jor de fam bikin. Ji ber ku êrîşên tên kirin, tevahî bi awayekî vekirî, di heman demê de bi awayekî koordînekirî ji yek cihî biryara wan êrîşan tê dayîn. Ji ber ku her êrîşa ku tê kirin ji bo tune kirin, talan û qirkirina kurdan tê kirin.

Dema em li êrîşên ku di dîrokê de li dijî gelê kurd hatin kirin temaşe dikin, bê guman her êrîş ji bo ji holê rakirina gelê kurd û dîrok gelê kurd hatiye kirin. Her wisa tevahî êrîşên ku hatin kirin û tên kirin hemû bi hev ve girêdayîne û bi giştî li ser yek armancê tên kirin.

Di van demên dawî de jî li hemberî gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşên tunekirinê di astekî jor de zêde bûne. Li Bakur êrîşên qirkirina siyasî, li Başûr êrîşên dagirkirina xakê û di heman demê de li Rojava jî li hemberî gelê kurd êrîşên tunekirina destkeftiyên gelê kurd di astek jor de ne. Lê belê bila dewleta dagirker a tirk vê yekê baş bizanibe ku tevahî êrîşên li dijî gelê kurd tên meşandin dê bi dirûşma ‘Dem dema azadiyê û azadkirina Rêber Apo’ ye vala bên derxistin û dê ‘tunekirina gelê kurd’ ji bo wan bibe wek xewnekê.

Dikarî Biecibînî