aram

Projeya perçekirin û rêvebirina civakê: Bajarvanî

Mehmet Alî Ertaş |

Îktîdar û hêzên serdest ji bo karibin bi hêsanî û li gorî xwe civakê bi rêve bibin, polîtîkayên perçe bike, par bike û bi rêve bibe, pêş dixin. Ji bo vê yekê dixwazin her tim civak koçber bin. Dixwazin cih û warekî civakê tune be û her tim civak mohtacê derve û hikûmetê bin. Çawa ku hêzên navdewletî dixwazin li Rojhilata Navîn bi cih bibin û serdestiya xwe ava bikin, her tim şer pêş dixin, kaosê ava dikin û dixwazin gelên herêmê koçber bibin, hikûmetên Tirkiyeyê jî heman rêbazê dişopîne.

Di serdema hikûmeta Suleyman Demîrel, Tansu Çîller de piştî kurdan doza çand, ziman û nasnameya xwe kir, ji bo serdestiyê li ser civakê ava bikin, perçe bikin û asîmîle bikin, bi hezaran gund vala kirin. Bi sed hezaran kurdên ku ji cih û warên xwe koçber bûn, li Wan, Êlih, Amed, Mêrsîn, Edene, Îzmîr, Stenbol, Dîlokê bi cih bûn. Gelê kurd ên ji cih û warên xwe koçber bûn, ji çand, ziman û aboriya xwe qut bûn. Kurdên koçber bûn, bi salan ji bo parastina çand, zimanê xwe di nava bajarên wekî cinawiran de têkoşîna hebûnê dan. Dema li gund bûn, bi çand, zimanê xwe dijiyan. Debara wan ji sewalkarî, çotkarî û xwezayê bû. Tu pirsgirêka wan a aboriyê tunebû. Hemû jiyana wan bi hevre û komîn bû. Lê piştî gundê wan şewitandin û sirgûnî bajaran kirin, di şertên dijwar de bi kedek mezin hewl dan bijîn. Piştî 20-30 salan ku di şertên dijwar de li metrepolan bi cih bûn, kar dîtin, derdor nas kirin û cîran ava kirin, vê carê dîsa bi polîtîkayên îktîdara AKP’ê dixwazin kurdan ji cih û warên wan koç bikin.

Yek ji mînaka vê yekê jî li ser navê ‘Veguhertina Bajariyî (Kentsel donuşum) dixwazin Navçeya Rezan a Amedê xera bikin û bi deh hezaran şêniyên Navçeya Rezan ji cih û warên wan koçber bikin. Ji aliyê Serokomar û Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve Projeya Veguhertina Bajariyî hatiye amadekirin. Niha li gelek kolanên Amedê Bîlbourdên danasina projeyê daliqandine. Pesnê projeyê didin û wekî tiştekî serkeftî, pêşketî û nûjen nîşan didin. Bi vê yekê dixwazin armanc û naveroka projeyê veşêrin. Di rastiya vê projeyê de tiştên pir cuda hene.

Piştî Serokomar Erdogan proje erê kir, di serokatiya Waliyê Amedê Munir Karaloglu, li Salona Civînê ya Hewselê di 8’ê Cotmehê de civîna “Veguhertina Bajariyî” li dar xistin. Cîgirê Midûrê Giştî yê Wezazareta Derdor û Bajarvaniyê Hasan Bebek, Şaredarê Rezan Huseyîn Beyoglu beşdar bûn. Walî Karaloglu, aşkera kir ku dê di Tîrmeha 2021’an de projeyê têxin meriyetê û li Taxa Kaynartepe ya Rezanê li ser 53 hezar û 600 metrekareyî di çarçoveya “Veguhertina Bajariyî de piştî Erdogan proje erê kir dest bi xebatan kirin.

Li gorî daneyên walîtiyê li qada projeyê 357 avahî hene û hezar û 354 kesên xwedî heq hene. Li gorî daxuyaniya rayedaran ji 357 avahiyan 350 avahî bê rûhsat in. Rayedarên walîtiyê bi van daxuyaniyan wekî ku gel dixwaze û bi hinceta rûhsatên xaniyan tune pesnê projeyê dide.

Lê di esasê xwe de dema mirov li bingeha taxê dinêre, hemû welatiyên ku di salên 1990’an de ji cih û warên xwe koç kirine, hatine li vir bi cih bûne. Piraniya kesên ku 20-30 sal berê xanî û gundê wan ji aliyê esker û cerdevanan ve hatine şewitandin hatine li vir bi cih bûne. Girseyek xizan û bi zorê debara xwe dikin. Li vê taxê têkiliyê cîrantiyê pir xurt in. Parvekirina civakî zêde ye. Zarok dikarin bi rehetî li kolanê bilizîn. Herî zêde çalakiyên girseyi li van kolanan dihatin li darxistin. Kolan teng û xanî di nava hev de ne. Hikûmet bi vê projeyê dixwaze têkiliya cîrantiyê qut bike, civakê perçe bike û welatiyan dîsa ji cih û warên wan koç bike. Dixwaze li aliyekî hem civakê perçe bike û bi hêsanî bi rêve bibe, li aliyekî dixwaze bêtir civakê xizan bike û betal bihêle, li aliyê din jî dixwaze li ser navê nûjeniyê xaniyê welatiyan xera bike û li şûna wan îhaleyê bidin hevkarên xwe û rantek mezin pêş bixin.

Dikarî Biecibînî