aram

16’ê Cotmehê: Duh Kerkûk îro Şengal

Berhema sê sal şer û qurbanî dan di nava 24 saetan de ji dest da. Hinek navê ‘xiyanetê’ lê dikin, hinek jî navê ‘firotin’ lê dikin. Lê heya niha li ser vê bûyerê lêpirsîn li gel kesê de nehatiye kirin ku ji sedî 51’ê xaka başûrê Kurdistanê ji dest çû

Xaka ku xwîna her çar parçeyên Kurdistanê li ser hate rijandin, di nava du rojan de radestî artêşa Iraqê hate kirin.

Heya niha jî bandora bûyerên 16’ê Cotmehê di warê coxrafî û bûyerên siyasî de li ser başûrê Kurdistan û cihê kurdan di nava Iraqê de maye.

Sê sal bi ser bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an re derbas dibe. Lê heya niha jî roj bi roj bandora van bûyeran xwe nû dikin. Êş û birînên wê rojê hîna di dilê gelê wan deveran û Kurdistanê bi giştî de maye.

Her carek navê wê rojê mirov bîne ziman divê mirov bipirse, ‘Wê bûyerê çawa rûda?’, yan jî were gotin ‘çima rû da?’, ‘yên ku tev li van bûyeran bûn kî bûn?’, ‘çima heta niha tu kes li ser van bûyeran nehatine dadgehkirin?’

Heya niha jî perde li ser hinek ji sirên vê bûyerê nehatine rakirin.

Her wextek peywendiyên PDK û YNK’ê xerab dibin, vê bûyerê wek çekek bi bandor li dijî hev bikar tînin. Her du alî hevûdû bi ‘xiyanet’ û ‘firotinê’ tawanbar dikin.

PDK dibêje grubek di nava YNK’ê de li gel Iraqê lihev kir û Kerkûkê bêyî şer radest kir. YNK jî dibêje referandûm sedema sereke ya rûdana bûyerên 16’ê Cotmehê bû ku PDK’ê xêz kiribû.

Ji destpêka sala 2017’an de referandûm bû rojeva sereke ya Herêma Kurdistanê. Piştî ku hate ragihandin wê roja 25’ê Îlona heman salê referandûm pêk were, helwest û nerazîbûnên li dijî Herêma Kurdistanê zêde bûn.

Dewleta tirk, Îran û Iraqê hev girtin û li dijî biryara referandûma Herêma Kurdistanê peywendiyên wan xurt bûn. Van welatan gefa êrîşa leşkerî, girtina deriyên sînor û geştên asîmanî li Herêma Kurdistanê xwarin.

Rewş giha wê astê ku Iraqê li gel Îran û Tirkiyeyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê dest bi tatbîqata leşkerî kirin.

Di bin van gefan de roja 25’ê Îlonê hat û li seranserî başûrê Kurdistanê welatî ji bo referandumê çûn ser sindoqa dengdanê. Piştî lidarxistina referandûmê êdî van welatan gefên xwe di pratîkê de pêk anîn.

Çar roj piştî lidarxistina referandûmê Iraqê geştên asîmanî yên li gel balafirxaneyên Herêma Kurdistanê girt. Tirkiye û Îranê jî deriyên sînorê li ser Herêma Kurdistanê girtin û ambargoya aborî danîn ser Herêma Kurdistanê.

Iraq daxwaza vekişîna hêzên pêşmerge ji deverên madeya 140 kir ku pêşmerge piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê bi şer van deveran wergirtibûn.

Vê yekê Hewlêrê tengavtir kiribû, piştî çend civîn û danûstandinan, Iraqê 48 saet dem da Hewlêrê ji bo hêza pêşmerge ji tevayî deverên dikevin nava madeya 140 de şûnde vekişîne.

Roja 15’ê Cotmehê dema 48 saetan bi dawî bû, Hewlêrê dem dirêj kir da ku serkirdayetiya siyasî ya kurd mijarê guftûgo bike.

Heman rojê (15 Cotmeh) rayedarên PDK û YNK’ê li Seyrangeha Dokanê civiyan. Di civînê de 5 xal hatin diyarkirin û pêşkêşî Iraqê û civaka navnetewî hate kirin da ku pirsgirêk bi awayek aştiyane were çareserkirin.

Lê tenê 12 saet di ser vê civînê re derbas bûn, di berbanga 16’ê Cotmehê de artêşa Iraqê li Kerkûkê dest bi êrîşê kir. Di nava 24 saetan de tevayî deverên dikevin nava madeya 140 de xist bin kontrola xwe.

Bi vê êrîşê re ji sedî 51’ê xaka başûrê Kurdistanê ji jêr destê îdareya Herêma Kurdistanê hate derxistin. Piraniya bîrên petrolê jî ketin destê Iraqê ku çavkaniya sereke ya dahatê bûn ji bo Herêma Kurdistanê.

Vê yekê jî Herêma Kurdistanê neçar hişt ku carek din berê xwe bide Bexdayê û daxwaza şandina budceya herêmê bike. Êdî herêm razî bû ku ji sedî 12.6’ê budceyê were şandin ku ji beriya 2014’an para herêmê di budceya Iraqê de ji sedî 17 bû.

Li van deveran siyaseta bi erebkirinê destpêkir, erebên ji derve hatin bi zorê dest danîn ser zeviyên kurdan. Her wiha kurd ji nava îdareya van deveran hatin dûrxistin û di şûna wan de ereb û tirkmen hatin bicihkirin.

Rojek piştî bûyerên 16’ê Cotmehê Bedevkê wê demê yê YNK’ê Sedî Pîre di civînek çapemeniyê de aşkera kir ku Serokê MÎT’a tirk Hakan Fîdan û Fermandarê Pêşî yê Feyleqa Quds Qasim Sileymanî wek nûnerên Tirkiye û Îranê di êrîşê de beşdar bûn.

Di jêr zextên van bûyeran û aliyên derekî de serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê biryara reşkirina encama referandûmê da. Di carek de hem xak çû, hem jî xewn û xeyalên ‘Serxwebûnê’ çûn.

Îro sê sal bi ser vê bûyerê re derbas dibe lê heta niha Parlamentoya Herêma Kurdistanê tu civînek taybet li ser vê bûyerê lidar nexistiye. Sedemê vê bûyerê lêkolîn nekiriye ku PDK bi ‘xiyanet’ û YNK jî bi ‘firotin’ hevdû tawanbar dikin.

Gelê kurd heta niha jî haya wê ji hurgiliyên rûdana bûyera ku ji sedî 51’ê xaka Kurdistanê ji dest çû, nine. Kes li ser vê bûyerê nehatiye dadgehkirin.

16’ê Cotmehê her carek bi rengek cûda xwe nû dike. Îro jî cara sêyemîn e li ser Şengalê heman plan tên kirin ku çawa 2014’an ji bo DAIŞ’ê û 2017’an jî ji bo Heşda Şebî hate hiştin. Îro desthilata Hewlêrê dixwaze li ser sêniyek zêrîn Şengalê pêşkêşî Iraqê bike. Çavkanî: ROJNEWS

Dikarî Biecibînî