Hempa

Hevra an jî hevrê… Ji nîqaş û nêrînek li ser daçekan wêdetir, tişta ku li vir û bi demê re li hev hatiye û li hev kelijiye ew e ku rûbirû, li gel hev, li cem hev bûye wek “yek” lê ne yeka ku tik û tenê ye. Ev yek wisa ye ku li şûna a din pê dihese, dikeve ser rê, diponije, dixeyide, dipişire, dirame û hwd. Ji ser vê xetê, armanc ne ew e ku cihêbûna her yek van “hev/hem”an bigihijînin hev û bikin yek. A rastî xweşikayî û xweserî ew e ku bi parastina cihêtiya wan em li dîmena ku meşa li ser berfê şopan dihêle û diherike binêrin ka çawa giraniyek ji kesekî/ê zêdetir e û li ser şopek kesekê/î cîh digire.

***

Me gotibû, di nûnertiyê de wisa nebe jî bi şîroveyekê daçeka “ra” de “rê” olan dide û ji derz û terikên newal, gelî û neqeban difilite û tê li ber “pê”yên nenas, anonîm, biyanî vedixwîne kerîbûna li ser şopa “hem”bûyînê. Derfet çi ye ku em bi yeka/î din re dibin “hem”hal. Li heman cih û di heman şert û mercan de, çav li heman panoramayê vekirîbin jî çawa dibe ku gava “hem”bûyîn li me venebe heman tişt nayên dîtin. Yanê li heman tiştî binihêre û heman tiştî nebîne. Jixwe ku wisa bibûya wê gavê ziman na, lê axaftin dibe ku kêmtir di nav herî kêm du û jê zêdetir kesan de pêwîst bibûya.

***

Wisa tê ku em hê jî li ser hevrê sor nebûne ka wê çawa bipengize ser hempa/ê→heval→rêheval… heya ev sê xalên ku ber bi nediyariyekê ve diçe di şûna mijarê de xweş lê tê ku ev hevaltiya ji “hev” an jî “hem” bûnê tê bêhesabin ku ka rê wan bi ku ve dibe an jî di dawiya rê de wê çi bi serê wan de were. Leza me nîn e, derd ne ew e ku di nav vê geremolê de em “pê”yan têxin heman solê ku hê li ser despêka birêketinê li pey hev bikevin û rêwîtiya bêserî û bêdawî bidawî bike. Dibe ku qet ji şûna xwe ranebin û nekevin ser rê jî, ev “hem”bûyîn bê axaftin û qise, bê liv û nêrîn, di şûna a/ê din de an jî wî/ê jî hilgire pişta xwe û pê bihese ku ji zû ve derketiye ser rê jî.

***

Jixwe em li pey wî/ê kesê/î nîn in ku beriya me, heya ji ewil de û li şûna me jî derketiyê rê û al ragirtiye. Ew ala ku bi “hev” re kelijiye û li dora xwe herî kêm du kes civandine. Yekser li dora wê civînê bi heman kesan yên ku radibin ser xwe û dikevin ser rê; ew heval in û bi vî şiklî dibin rêheval. Li ser heman rê, bi şopdayîna li ser heman “pê”yan di zêdebûna kesan de rê, şop, xet, hes û dîtin dibin yek û “al”, “pa/ê”, “hal”, “rê” tev de bi “hev” re dibin “hem”.

***

Ji ser van xalên mijarê ku em xetê bikin yek; di nav gotinê de “bêhempa”bûn cihê xwe digire. Ji ber çi em şûn, cih, kes, mînakê li a yek din nikarin bi hev re girêbidin ku ew bi tena serê xwe “bê …” dimîne. Ji bilî estetîkê, bêhempabûn di vê mijarê de bi awayekî neyînî, weke xwedayek ku li ser zinarekî rûniştiye û di nav tenêtiya xwe de diponije. Hempa ya/ê me jî dibe ku li ser zinarekî rûniştibe û bi tena serê xwe be; lê ew gava li dîmenê ku li ber vebûye dinihêre di şûna hempaya xwe de jî dinih+êre; yan jî dibe ku ew jî li kêlekê be û bi heman tiştî bihesibin.

Dikarî Biecibînî