DYA êdî naedile

Hêzên navneteweyî, çawa ku ji biryara DYA´yê ya vê dawiyê jî diyar e, li Rojhilta Navîn ji bo berjewendiyên xwe kurdan dîsa weke qurbanî dineqînin. Belavkirina biryara girtina sê pêşengên siyasî ên kurd a DYA´yê bi temamî encama berjewendiyên qirêj û bazarên li ser mijarê ne. DYA´yê li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî weke beriya 1979´an, ji xwe re dike armanc ku guhertineke îqtîdarê ya ku ew dikare bi kar bîne, bi ser bixe. Ew vê yekê ne ji bo demokratîkkirina Îranê û di serî de pirsgirêka kurd, çareserkirina pirsgirêkên Îranê naxwaze. Armanc ew e ku bi guhertineke îktîdarê biçe serî ku di encamê de Îran întegreyî sermayeya kurewî bibe. Hedef jî ew e ku ji bo serxistina vê yekê Tirkiyeyê bi kar bîne.

A rast, yekane welatê ku bi vê siyasetê wê bi ser bikeve wê bibe DYA. Ne kurd, ne Tirkiye û ne jî gelên herêmê wê bi ser nekevin. DYA û Ewropa çareseriya pirsgirêka kurd jî naxwazin. Ji ber ku ew çaresernekirina pirsgirêka kurd weke qelsiya welatên herêmê dibîne û weke amûrekê radihêjiyê ji bo siyasetên xwe bi kar tîne. Dewletên mîna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê jî pirsgirêka kurd bi rastî çareser nakin û hîna jî tenê dibin aktorên xerab ên vê lîstikê. Careke din xuya dibe ku çaresernekirina pirsgirêka kurd, cezayeke ku xwedawendên xerabiyê li Rojhilata Navîn birîne.

Êdî lazim e ji vê siyaseta qirêj re em bibêjin, êdî bes e. Tu xêr û fêdeya vê bêexlaqiya siyasî li gelên Rojhilata Navîn, li gelên dinyayê û heta li wan ên ku wê dikin ango DYA û Ewropayê jî nîne. DYA û Ewropa difikirin ku di ser çaresernekirina pirsgirêka kurd re siyasetê bikin û berjewendiyan bi dest tînin. Lê ew jî xwe dixapînin. Pirsgirêkên ku ji Rojhilata Navîn peyda dibin, ji bo wan jî ne xêr in. Xerabiya herî mezin bi serê wan de tê. Ew bi mohra siyasetvanên bêexlaq û qirêj tên daxdan, nexasim jî ji ber vê helwêsta xwe ya li Rojhilata Navîn.

Biryara DYA´yê durûtî û bêexlaqiyeke nedîtî ye. Êdî ev halê herî rezîl ê bêexlaqî û riziyana siyasî ye. DYA li aliyekî di şerê li dijî DAIŞ´ê de şirîkatiyê bi kurdan re dike lê li aliyê din êrîşa tesfiyekirina PKK´ê dide destpêkirin û PKK hêza moral û exlaqî ya wan kurdan e ku DYA şirîkatiya wan dike. Helbet, nabe ku hêviyeke din ji bilî helwesteke li gorî berjewendiyên wê, mirov ji DYA´yê bike. DYA tişta ku tifke û bavêje jî, belaş nade. Lê bêaxlaqiyeke di vê astê de jî êdî miqabilî wê peyv û têgehê ye ku êzidî jê re dibêjin celîkirî, xirîstiyan dibêjin hermonîkirî û elewiyên tirk dibêjin “duşkun”. DYA´yê ji bo ku îmaja xwe ya li dinyayê pir zêde xirabûyî çêke li dijî DAIŞ´ê di heman çeperî de şer kir. Ji vê yekê, ji kurdan bêhtir DYA´yê kar kir. Di nava sed salan de ev cara yekê ye ku DYA di nava karekî de ku erênî dihat dîtin û nirxandin, xuya bû. Herçî sererastkirina îmajê ye, ji ya Şerê Cîhanê yê Duyemîn bêhtir bi tifaqa xwe ya bi kurdan re ya li dijî DAIŞ´ê bi ser xist. Lê niha di serî de jî xiyanetê li wan kurdan dike ku bi wan re li dijî DAIŞ´ê tifaq kiribû. Bi biryara li dijî sê rêveberên şoreşger re di serî de jî êrişî xelkê Rojava dike û heqaretê li vî gelî dike. Ji ber ku ya ku DAIŞ li başûrê Kurdistanê sekinand, PKK bû. Gelek PKK´î çûbûn Kobanê, li wir wan şer kiribû û şehîd bûbûn.

Dibêjin mirov bi çi karî rabe jî, xêrek tê de heye. Bi vê biryarê di serî de xelkê Kobanê, kurdên Rojava û gelên bakurê Sûriyeyê rûyê rastî yê DYA´yê dît. Wan dît ka DYA çiqasî qirêj û bêexlaq siyasetê dike. Bêguman, tifaqa objektîf a li Kobanê ya li dijî DAIŞ´ê, ne şaş bû. Heger em bipirsin ka di berxwedana Kobanê de kê kir ku yê din bêhtir tiştan bi dest bixe, divê bê dîtin ku kurdan kiriye ku DYA bi ser bikeve. Tenê di meseleya başkirina îmaja xwe de jî gelekî sûd wergirt ji kurdan. Lê niha bi awayekî bêexlaq biryarên dijminê kurdan werdigire. Cesaretê dide Tirkiyeyê ku êrişî kurdan bike. Gelên bakurê Sûriyeyê vê rastiyê dît. Heta ya ku kir Tirkiye êrîşî Kobanê û Girê Spî bike jî DYA ye. Bi siyaset û helwesta xwe DYA´yê ev êrîş teşwîq kirin û bi vê jî dixwaze gelên bakurê Sûriyeyê bi temamî teslîmî siyaseta wê bibin. Siyaseta Rûsyayê ya li Efrînê ya ku digot, hûn teslîmî me nebin, ez ê pêşiyê li Tirkiyeyê vekim, niha jî di destê DYA´yê de ye, ew wê pêk tîne.

Biryara li dijî rêveberiya PKK´ê rûyê rastî yê DYA´yê derxist meydanê. Careke din xuya kir ku tu nirxa wan a insanî, exlaqî û wicdanî nîne. Bi vê biryarê li nava çavê gelê rojavayê Kurdistanê nihêrî û heqaret lê kir. Heqaret û êrîşeke ji vê mezintir li dijî gelê Rojava nabe. Biryara DYA´yê êrîşeke li dijî tevahiya kurdan e. Êrîşeke ku armanca wê ew e ku tevahiya kurdan lawaz bike. Tevahiya dinyayê dizane ku rêxistina herî mezin a kurdan PKK ye. Dewleta tirk jî bi vê dizane. Lê belê ji ber ku hêzek e ku ev 40 sal e şerê wê dike, helbet wê reş dike, şerê psîkolojîk dike. Dibêje PKK tiştek e, kurd tiştek in. Ev helwesta dewleta tirk asayî ye mirov dikare fêm bike. Lê mirov nikare ya DYA´yê fêm bike. Bi vî aliyê xwe, siyaset, dijminatî û êrîşên dewleta tirk bi rengekî ji rengan di nava xwe de hevgirtî ne. Lê ya DYA´yê ji serî heta binî bêexlaqî ye; tu cihê wê nîne ku mirov bibêje, ev e. Ji hêzeke kapîtalîst, emperyalîst û wê de, ev yek bêexlaqiya siyasî û dûrbûna ji her şêwaz nirxa insanî îfade dike. Ev helwesta bêexlaq a DYA´yê wê DYA´yê needilîne.

Dikarî Biecibînî