Êlek Zer ne tenê Êlek Zer in

Li Fransayê ji 17’yê mijdarê ve çalakiya Êlek Zeran dewam dike. Heta di hin weşanên çapemeniyê de hat diyarkirin ku hikûmeta Manu (Macron) li dijî çalakiyan qebûl kiriye, bihayê sotmeniyê 6 mehan zêde neke. Lê Êlek Zer bi ewqasî razî nabin û ew jî ji eniya xwe ve dibêjin; em hûrikên nan naxwazin em nan dixwazin.

Helbet ji roja ku ev çalakî dest pê kirin ve çapemeniya lîberal jî û çapemeniya di bin hawêra pergalê de ye, îdia dike ku çalakî ji aliyê faşîstan ve tê birêvebirin. Heta hin kesayetên çepgir jî berbayê van îdiayan ketine û ew jî heman tiştî dibêjin. Wisa xuya ye ku wê ev mijar û xwepêşandan hêj demeke dirêj dewam bikin.

Li dijî kesên ku îdia dikin li pişt van çalakiyan navtêdana rastgirên tundrew Le Pen heye jî ev yek ne rast e. Aliyê xwe yê rast ew e ku yên alîgirên Le Pen û siyaseta wê ne jî di nav çalakgeran de hene ku vê yekê înkar nakin. Lê heke em bi tenê bi vî çavî li meseleyê binihêrin, em ê jî bikevin hawêra propagandayên Manu û dewleta Fransayê.

Çalakî bi awayekî jixweber dest pê kirin. Ji herêmên ku ji paytexta Fransayê dûr in li wan navçe û bajarên gund û gundewar dest pê kirin. Cihên navborî ew herêm in ku ji siyaseta rastgir re dengên herî zêde derdikevin. Lê li aliyê din çalakger ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin li nav dilê Fransayê li Parîsê û li kolana ku sembola dewlemendiyê ye ango Champs-Élysée ev xwepêşandan pêk hatin û li seranserî Fransayê jî belav bûn.

Di bingeha van çalakiyan de heke mirov bi du gotinan bibêje; dijberiya ‘dewlemendî’ û ‘newekvehî’yê heye. Polîtîkayên Manu û nemaze jî bihakirina sotemeniyê (benzîn û mazot) bû weke dilopa dawîn. Manu beriya bihakirina sotemeniyê baca dewlemendiyê rakiribû ku ev yek di esasê xwe de têra xwe ji bo raperîneke bi vî awayî bes bû. Hinekên ku dibêjin li pey van xwepêşandanan rastgir hene, bi raya min heke li manîfstoya wan a 42 salî binihêrin wê fêm bikin ku mesele çi ye.

Dîsa li aliyê din ev manîfesto jî dîsa ji aliyê çalakgeran ve bi anketa ku bi 30 hezar xwepêşanderî re hatiye kirin derketiye holê. Li holê wakiayeke ku di warê civaknasiyê de jî li sere nîqaş bên kirin û were analîzkirin heye. Helbet ji bo fêmkirina Êlek Zeran belkî mirov dîsa xwendineke der barê ‘Bihara Erebî’ de jî bike wê baş be. Çalakiyên li Tunus û yên vê dawiyê yên li Îranê jî hêja ne ku mirov wan bi bîr bîne û bi wî çavî li meseleya Êlek Zeran binihêre.

Hikûmeta fransî û serokomarê Komara 5’emîn Macron fêhm kiriye bê ka ev çalakî peyameke çawa didin. Jixwe ji ber wê ketiye tatêla parastina pergalê. Macron dibêje ku ev çalakî pergalê hedef digirin. Li gorî min jî ya rast e ev. Êlek Zer dixwazin hatinî bi adilane were parvekirin. Ev daxwazeke lumpen jî nîn e.

Çîneke din derdikeve holê û daxwaza wê zelal e. Bes di warê pêşengiyê de hin problemên wê hene. Lê ji manîfestoya wan jî diyar e ku ew dikarin ji nava xwe jî pêşengên xwe derxînin. Ne bi argumantên rastgiriyê ne jî bi argumantên çepgiriya klasîk ev çalakî nayên fêhmkirin. Dîtin û nêzîkatiyeke nû lazim e.

Dikarî Biecibînî