Şikandina tecrîdê şikestina Erdogan e

Serokkomarê tirk Erdogan beriya du rojan li dijî rojavayê Kurdistanê gefên êrîşan xwarin. Ji sala 2015’an ve ye Erdogan hemû sindoqên hilbijartinê di bin siya çekan de datîne. Bi bilindkirina pêla şovenîzmê û bi zextan encama didixwaze jî radigihîne. Heta di hilbijartinên 24’ê hezîranê de wisa bêperwa tevgeriyan ku televîzyonekê hikûmetê hêj ji hilbijartinan re bi heftiyan dem hebû, encam ragihand.

Ev aliyekî gefên li dijî rojavayê welat e. Li aliyê din sedema esasî ew e ku li gel hemû zext, zilm û şerê qirêj ê dewleta tirk jî gelê Kurdistanê dev ji Rêber Abdullah Ocalan bernade. Tevgera Azadiyê ji bo sala 2019’an kampanya ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin’ daye destpêkirin. Şêrejina kurd Leyla Guven jî bi çalakiya xwe di heman demê de bû yek ji pêşengên vê kampanyayê. Îro ro ev kampanya bi xurtbûna çalakiyên kurdistaniyan li hemû cîhanê berbelav bûye.

Li pişt gefên Erdogan di heman demê de hêrsa mirovekî têkçûyî heye. Niha camêr difikire û dibêje; “Ev çi milletekî xerîb e . Li gel ewqas zilm û zorê li gel ewqas sal in ev tecrîd dewam dike jî dev ji Rêberê xwe bernadin.” Ew çiqas li vê difikire, ewqas lê serwext dibe ku mirovekî biçûk e. Lê biçûkekî ku bi nexweşîna îktidarê ketiye. Li gorî min Erdogan rastiya Rêber Ocalan û milletê kurd baş fêhm kiriye. Dizane ku îktidara wî li ser tirsê hatiye avakirin. Lê dîwarên tirsê bi qasî dîwarên hezkirinê ne zexim in û ew jî bi vê yekê dizane.

Hasilî gefa herî mezin a li dijî milletekî ew e ku pêşeng û lîderekî wî were bêdengkirin, tasfiyekirin, tecrîdkirin, qetilkirin û hwd. yanî bi hemû cure êrîşan civak û lîder ji hev were qetandin. Ji destpêka pêvajoya pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê ve kurd li dijî tecrîdê li qadan in. Heta îro ne bi tenê kurd xelkên ji etnîk û baweriyên din jî Ocalan weke rêberê xwe dibînin. Xwedî lê derdikevin. Ramanên wî di jiyanê de bi goşt û beden dikin.

Ya ku Erdogan û hêzên komploger ên navneteweyî dîn û har dike ev rastî ye. Belê rast e gefek heye û ev gef gelekî micid e jî. Bergirî û tedbîr divên. Lê lazim e neyê jibîrkirin heta pergala Îmraliyê, tecrîd dewam bike wê ev metirsî her tim hebin. Ji bo kurd bi rehetî serê xwe deynin ser balîfê lazim e pêşî tecrîd were şikandin. Dema Rêber Ocalan bi awayekî serbest derfeta xebatê peyde kir wê ev yek bi xwe re gelekî guherînên mezin jî pêk bîne.

Îcar wekî ku Rêber Ocalan digot lazim e gelê kurd jiyana xwe li gorî şer saz bikin û wê behre û qabîliyeta ku di gelek eniyan de bi hemwextî bikaribin têbikoşîn jî nîşan bidin. Helbet dema ku em dibêjin kurd em behsa hemû partî û siyasetên kurdî dikin. Da ku êrîşa li ser rêberekî êrîşa li dijî hemû kurdan e. Êrîşa li dijî beşeke welat êrîşa li dijî hemû welat e.

Ji ber vê qasê li gel tedbîrên ewlehiyê lazim e çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan were mezinkirin û li hemû cîhanê were berbelavkirin. Xelasî, felat û azadî bi şikandina tecrîdê pêkan e.

Dikarî Biecibînî