Lîstikên li ser qedera 50 milyon kurd

Biryara dawiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser sê rêberên doza Kurdistanê ya di bin serkêşiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de gotineke fîlosofê naskirî Karl Marks (1818-1883) anî bîra min: “Şerm cureyeke şoreşê ye… Cureyeke qehirînê ye ku hestên nava mirovan ji xwe re dike nîşan. Û ger bi rastî hemû mirovên girêdayî komeke neteweyî hîsa şermê bikin, hingî dê bibibin weke şêrekî/ê ku xwe bilind kiriye û amade ye ku pêş ve biçe…”

Diyarkirina diravekî erzan ji bo girtin an jî peydakirina rêberên şoreşger ên dozeke rewa ne weke kurdekî belkî weke mirovekî şermeke mezin xiste nava hestên min. Rêveberên welatekî weke Amerîka çawa dikarin ewqas li dijî prensîbên demokrasiyê bin ku reş û spî ji nava hev dernexînin! Di rewşekê de ku li dijî dijminên herî xedar ên Amerîka, Ewropa û hemû cîhana azadîxwaz, aliyên kurd li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê şervanên herî bi kar û bar bûne, biryareke wiha weke sosretekê ye ku carê mirov nizane xwedî çi peyam û wateyên xwe yên pişta perdê çi ne. Pêkenokek siyasî ku ji bo razîkirina dewleta Tirkiyeyê û kêmkirina dengê nexweş ê Erdogan ê dîn û harê kursiya îktîdarê ye an rastiyeke siyaseta wan a populîstî ye.

Gelo bi wê îstixbarata xwe ya berfireh û xwedî îmkanên bêdawî ma berpirsên DYA’yê nizanin ku di şînkirina DAIŞ’ê de berpirsên îstixbarata Tirkiyeyê hevkar bûne? Di berxwedana Kobanî de jî ew rastî ji wan re aşkera nebû? Gelo bi ewqas fedakariyên kêmmînak di cihanê de ew çawa dikarin wiha erzan nêzî qedera miletekî 50 milyon kesî bibin? Ew bi çi mafî dikarin bêrêziyê bi nav û keda wan lîderan bikin ku bi dehan salan e avakerên xwendingeheke humanîstî bûne? Ew bi kîjan rêbaza siyasî dikarin li dijî bîrmendên bizaveke siyasî biryarên wiha antîlogîk bidin ku karê wan yên jiyanê tenê perwerdekirina milyonan şoreşgerên fedakar bûye? Çima li dijî wan cinayetkaran biryarên wiha nadin ku bûne sedema wêrankirina hezaran gundên bakurê Kurdistanê? Çima derd û êşên dayikên şemiyê napirsin? Gelo ew nizanin ka kujerên hezaran kes ji gerîla, şoreşger, nivîskar, rojnamevan û azadîxwazên li ku ne û kî ne? Kî ne yên ku li dijî azadiya beyan, ragihandin, tûrên civakî û siyasetmedarên kurd û tirk bûne? Destê kê di sedan kiryarên tarî de aşkera bûye? Bi rastî bêedaletiyê bitaybetî jî li Kurdistanê sînorê xwe heye an na?

Bazirgan bi qedera me dilîzin

Tacir û bazirganên xwîn û qedera gelan nikarin bi xwîn û keda azadîxwazan bazirganiyê bikin. Em encamên van pîvanên dijmirohahiyê, di hilbijartinên dawî yên li Amerîkayê rastî çewtiyên siyaseta partiya komarxwaz a D. Trump de dibînin.

Nêrînên tije guman û ehmeqane ên serokkomarê welatekî weke Amerîka carna dibine sedem ku mirovên şêt û dîn jî pê bikenin. Trump di raporteke CNN’yê de li ser awayê kuştina Cemal Kaşikçi wiha axivîbû: “Piştî pêwendiya telefonî ya bi Melîk Silêman re nêrîna min ew e ku windabûna Cemal Kaşikçi divê karê “qatilên xweser” be…”

Îcar dema ew behsa demkorasiyê dikin, cewherê wê di nêrînên li ser awayê kuştina Kaşikçi de tê xûyakirin. Dema behsa mafê mirovan dikin, derewên wan yên sedan salan li Kurdistan, Erebistan, Ermenistan, Sûriyeyê û piraniya welatên din ên cihanê rûçikê xwe yê rastîn baştir dide der. Raya giştî baş agahdar e ka wan çi bi serê gel û axa Vîetnamê anîn, lê dawiyê bi serê tewandî ve ji wir derketin.

Tevî hemû çavpoşiyên ku di dirêjahiya temenê xwe de li ser cînayetên dîktatorên alîgirên xwe li cîhanê girtine, lê ez bawer nakim ku ew hemû hovîtî bi qasî wan be yên ku di 40 salên derbasbûyî de li Iraq, Îran, Sûriyeyê û Tirkiyeyê bi serê kurdan anîne. DYA şahidekî zindî bûye dema ku li Dêrsimê dehan hezar kurd ji hêla Kemalîstan ve hatine kuştin. Ew agahdarê tevkujiya Helepçe, Cizîr, Roboskê, Efrîn û hwd bûn. Wan dizanîn ku dîktatorên Tehran û Şamê çawa îdama azadîxwazên kurd ji xwe re kirine karê salên dûr û dirêj. Çav li ser petrola Kerkûk, Kirmaşan, Batman û rojavayê Kurdistanê hilnadin, lê desthilata kurdan a li ser Kerkûkê di dema 24 saetan û bi rehetî ji destê wan derdixînin û pêşkêşî Îran û Iraqê dikin. Du welatên ku li herêmê bêhtir ji her dewlet û rêxstineke din a siyasî xizmeta belavkirina karên terorîstî kirine û dikin, dikarin li pêşberî wan û di ronahiya rojê de nîvê axa başûrê Kurdistanê dagir bikin, lê ew ê jî tenê temaşavan bin.

Îmana kurdan a bêdawî

Ez di wê baweriyê de me ku îmana kurdan bi doza wan a rewa û meşrû ewqas heye ku nehêlin ev polîtîka qirêj û populîstî jî bi ser bikeve. Gere amerîkî û hevalbendên wan baş şerezayî dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê bin û hinek rastiyan bînin bîra xwe. PKK’ê bi îmkanên herî kêm dest bi xebata xwe ya tije fedakarî kir û destkeftiyên wê partiyê jî li ber çavan e. Xwîn û berdêlên ku di vê rêya pîroz de hatine pêşkêşkirin dawî bi temenê Kenan Evren, Tansu Çîller, Sûleyman Demîrel, Bulent Ecevît, dehan general û gelek hevalbendên doza înkar û hejmonxwaziyê anîne, lê ew hîn jî hene û ew ên din jî winda.

Siyaseta populîst

Di rabûn û rûniştin an jî axaftin û peyamên kesên ku bi awayê rojane li pey siyaseta populîstî ne, nasnameya çêyî, qencî û rûrastiyê tim winda ye. Di dirêjahiya salên derbasbûyî de naverok û şêweyên siyaseteke wiha li Îran, Tirkiye, Amerîka û gelek welatên din serkeftî nebûye.

Di qada siyasetê de populîzm anî razîkirina xelkê bo demeke kurt û guherandina nêrîna xelkê heya dema ku hinek siyasetmedarên sextekar cihê xwe li ser kursiyê îktîdarê germ dikin. Ango dopîngeke siyasî ye ku bikaribe civakê ber bi xwe ve bikişîne. Rêbaza ku bi her awayî meşrûiyetê ji xwe re peyda dikin. Ew ji bo demeke kurt lîstikvanên populîst û bi zekaweta xwe a tije rêbazên xapandinê berê ber bi wan komên civakê ên feqîr ve diçin ku daxwazên wan ji hêla desthilata heyî ve nehatine cih. Plan û projeyên wan xwedî bingeheke bihêz nînin û armancên wan hinek xeyalî an jî dûr ji rastiyê ne. Ew li ser edalet û daxwazên xelkê pir diaxivin lê dema ku digihîjin armancên xwe, êdî xeyalên wan ên durûyane aşkera dibin.

Encama karên populîstên siyasî li welatên weke Tirkiyeyê an jî Îranê di dema propagandeyên serokkomariyê de diyar in. Dirûşmên ku Xûmeynî di dema hatina xwe de karek kir ku xelkê sade zû baweriya xwe pê bînin û heta wî li ser banê heyvê jî bibînin! Sedem? Çimkî beriya wê wiha gotibû: “Ez ê boriyên petrolê bînim ber deriyê malên we, hûn tev dê bibin xwedî xanî û karê xwe…”

Hemû soz û daxwazên ku heta yek ji wan jî nehate cih, cewherê siyaseta populîst a rejîmeke îslamî jî zû ji raya giştî re aşkera kir. Ehmedînejad jî piştre ew senaryonên Xûmeynî dubare kirin û berdêlên wê siyasetê jî bû sedem ku xwîna hezaran kesan bê rijandin.

Hinek dirûşmên siyasetmedarên Amerîka ên populîst wan salên reş bi bîra me tîne ku rêya rastîn a şoreşa gelên Îranê ket ser rêyeke xwar. Salên 1978-79’an Xûmeynî bi piştgiriya çîneke mezin a jibîrbûyî û soza dayîna gelek tiştên nû ji bo baştirkirina jiyana wan ew bo demeke kurt anîne nava dîroka siyasî ya Îranê. Piştre bi rêya wê çîna feqîr û olperestên şîa dest bi tevkujiya azadîxwazên kurd û îranî kir. Heta karî bi rêya wan di 18.08.1979’an de li rojhilatê Kurdistanê fetwa cihadê jî li dijî şoreşgerên kurd cih bi cih bike.

Nerazîbûna xelkê, bêedaletî, tirsa ji paşerojê û pirensîbên exlaqî-civakî ên desthilatdaran zemîneya perwedekirina wan kesên populîst çêdike ku di dema destpêka şoreşên xelkê de xwe pêşengên gel dibînin.

Ew li pey bidestxistina kursiya desthilatdariyê dijminekî xeyalî jî çêdikin ku wekaleta xelkê bo demeke dirêjtir ji xwe bikin mal. Ew ji bîr û ramanên olî jî sûdek xerab distînin.

Erkên pêwîst bo roja îro

Li hemberî vê siyasetê ku îro li dijî doza Kurdistanê jî ketiye gerê, şiyarkirina xelkê bi rêya çêkirina sendîka, komele û saziyên din heye. Semîner û diyalogên rasterast tevî gel pêdivî ne.

Hemû siyasetmedarên cihanê bi awayekî ji awayan serî li siyaseta populîst dane lê têrbûn û zelalbûna wê li cem her kesê hinek ji hev cuda ye. Populîzm xwedî gelek reng û şêweyên ji hev cuda ye. Dema ku ew gihîştin îktidarê êdî dibine otorîter û heta dijminê wan kes û wê çîna civakî ku ew anîne ser kar. Ji du salên berê heya niha binihêrin ka Trump çend kes ji nêzîktirîn hevalên xwe ji kar avêtine ku yê herî dawiyê siyasetmedarê naskirî senator Jeff Sessions bû. An jî karekî wiha R. Tayyîp Erdogan jî pirî cara encam da û ji hevkarên wî yên berê niha kêm kes li dorê mane. Ango siyasetmedarên populîst hêza xelkê didoşin û malê xelkê bi kar tînin, lê piştre çi bersiveke wan a mentiqî ji daxwaz û gotinên xelkê re nîne. Êdî wiha ye ku pê re ji hêla gel ve pîrozbûna wan tev dibe nehezî û kirêtî.

Populîzm cara yekê di sedsala 19’an de li welatên Ewropa Rojava ji dê bû. Piştre gihîşte welatên din yên cîhanê jî. Xapandina xelkê bi nûçeyên komedî heta carinan analîza rewşenbîrên alîgirên berjewendiyên gel jî bi wan nade pejirandin. Li vir siyasetmedarên populîst kesê li hemberî xwe nabînin û gel wisa kêm dibînin ku bi baweriya wan ew ne di wê hed û zekawetê de ne ku bikaribin li ser pêşeroja xwe biryarê bidin. Li welatên weke Kurdistan, Îran û Îraqê me siyasetmedarên Petropopulîst jî hene. Ango kesên ku bi petrolê (weke samaneke neteweyî) ji bo meramên xwe yên rojê îstifadê dikin. Aya li vira gel wisa bêîrade û hêzin ku bêne xapandin û bihayê hêza xwe nizanin? Aya jigelstandin û careke din liwanvegerandin, ew soz in yên ku dabûne wan?

Li hemberî ev xapandin û cehaleta gelê civakê, carna di wêjeya rewşenbîr, hunermend û helbestvanên me de şîret û rexne jî hene, lê gel her dem zû bi peyamên wan nahese. Helbet hemû çînên navbirî xwe alîgirên maf û berjewendiyên gel dihesibînin û di vir de ye ku kesên şiyar û zana pêwîst e bi erkên xwe yên dîrokî rabin. Ez di wê baweriyê de me ku ne kurd û ne jî dîroka mirovahiyê dê van sivaktiyên bêbingeh bi rêber, doza Kurdistan û azadîxwazên cihanê ji bîr bikin.

Dikarî Biecibînî