Birîna reş, êşên bêdawî!

Beriya ku ji hundirê odeya rûniştinê derkeve, li milê rastê yê dîwar nihêrî. Li ser dîwarê malê wêneyekî kevin û di tozê de werbûyî ê şoreşgerekî navdar hebû. Wêne yê Ernesto “ Che” Guevara ( 1928-1967 ) bû. Li jêr wêneyê Che gotineke wî ya balkêş bi zimanê farisî hatibû nivîsîn. Pêşmergeyekî Komelê di salên destpêka şoreşa gelên Îranê de ew wêne bi dîwarê malê ve zeliqandibû û êdî wiha mabû. Hingî zarok sava bûn û yên mezin jî nexwende. Che kî ye an çi kiriye, jê bêxeber bûn. Êdî wêne mabû li cihê xwe lê ji endamên malbatê pê ve zêde nedikete berçavan an jî wisa ketibû bin domana salên temenê xwe ku reng û rûyê wî jî baş nedihate ber çavan. Keça ciwan a malê Neşmîlê li wêne nihêrî û belkî ji bo cara hezarê bû ku dîsa ew gotina Che xwend: “Ger mirov di jiyanê de ji xeynî hêviyê hemû tiştan ji dest bide asayî ye, çimkî hêvî rêya yekê ye ji bo bidestxistina hemû tiştekê.”

Bi dijwarî hilm dikişand, mistel li singê xwe da, rûnişt û dîsa li wêne nihêrî: “Ev gotin ya hingî ku bombeyên kîmyewî tunebûn. Hêza hilmkişandinê ku bi te re nemîne, êdî hêvî çawa bimînin…” Wiha got û ji bo nûkirina hilma singa xwe derket derve.

Dayîka wê “Daye Zerî” li ber deriyê malê teşî dirist û pezê wê li dorê diçerî. Jineke ku hînî dersên jiyanê bûbû û di nava gundiyan de weke “serejin” dihate naskirin. Li Neşmîlê dinihêre û êdî disekine.

Werin em herin herêma gundekî girêdayî bajarê Dalaho ( Kerend ) yê girêdayî wilayeta Kirmaşanê. Rojek ji rojên havîna sala 1988’an li gundê Zerde yê girêdayî herêma Banzerde dîrokê şahidî ji rûdaneke tije êş û xem kirk û hê jî ji bîra mirovahiyê neçûye.

Şerê Îran û Îraqê

Ji 1980’yî heta 1988’an şerekî dijwar di navbera du dewletên Îran û Îraqê de çêbû lê dîsa giraniya şer li ser singê axa Kurdistanê bû. Pê re jî rewş berdewam bû. Rojekê bombe û mayîn, rojekê kûlber û kuştin, roja din îdam û zindan;  Sine, Maku, Sedeşt, Urmiye, Îlam, Soran, Qeladizê, Raniye, Qesrî Şirîn, Kirmaşan, hemû rojhilat û başûrê Kurdistanê bûn hêlînên vehewandina mirin û tinekirina nîşanên jiyanê. Xem û kovan ketine pey hev û xelas nabin. Ji hêlekê rewşa hewayê, ji hêla din şer, binpêkirina mafan bi awayekî bêsinor di gelek waran de reng û rûyê xwe didin xuyanîkirin. Vêderê Kurdistan e û ji cihanê cuda ye!

Ji meha Çile ya sala 1981’an heta nîsana sala 1988’an bajar, gund û qesebeyên nava sinorên Îranê 242 caran rastî êrişên kimyewî ên dewleta Îraqê hatin. Kuştiyên êrişan bi qasî 44.000 kesan hatiye xûyanîkirin lê tevî ku dibe ku hejmara birîndaran ji sedan hezar kesan jî zêdetir be, ew jî miriyên zindî ne. Naveroka vê nivîsa min li ser gundiyên herêmeke Kurdistanê ye ku piraniya wan her roj tevî xweziyên ji mirinê re dijîn.

Ji dema ku li cîhanê çekên kîmweyî ketine gera şer 500.000 kesan jiyana xwe wenda kirine û bi milyon kesan jî kirine qurbanî.

Êşek bêdawî

Dawiya havînê û roja 21’ê tîrmeha sala 1988’an bû. Êşek wek êşa Hîroşîma, Nakazakî û Helepçe weke barana mirinê bi ser jiyana xelkê gundekî herêma Dalaho de jî barî. Şerê du dewletan di fermiyetê de bidawî bûbû. Lê germahiya rojên dawiyê ên şerê du aliyan bi qasî agirekî berfireh herder girtibû. Roja 26.07.1988’an operasoyana Mêrsad jî ji hêla rêxistina Mucahidînê Xelq ve hat destpêkirin. Destpêka şerê wan jî bi piştgiriya artêşa baasiyên Iraqê ji Mêhran û Kirmaşanê bû. Rêya çûyîna derveyî gund bo bajarê Kirmaşanê hate girtin. Kes nizane di wan rojên tengaviyê de çi hate serê wan. Nalîn û kalîna zarok, pîr, kal, ciwan û mezinan digihîşt erşê esmanê heftan.

Li welatê kurdan û li ser hisana tunekirina wan çend alî tevîhev ketibûn hisab û kîtaban.

Li wira hewzeke avê hebû ku jêre digotin “hewza ava Kewser”, aveke zelal û derman ji êşên bêderman re jê diherikî. Êdî wê rojê ew hewza dîrokî jî bûbû jehra jiyanê. Kaniyên zelal ên pişta gund jî wê rojê tevî senaryoyê bûbûn, dostên xwe yên salên dirêj dikuştin. Roja qiyametê bû. Mirov, sewal, çûk, kuçik, masî, kêz û morî…, tev weke gihayê ku bikeve ber devê tirpanê, diketin xewa mirinê. Hingî bû ku mezinên gund zanîn ku gundê wan bi bombeyên kîmyewî hatiye bombekirin kirin. Zarokên delal êdî digotin: “Laşê min dixurê, qirika min dişewite, çavên min diêşin, êdî nikarim bilîzim babo, dayê ev çi bêhna sêvan e tê?…”

Dayikek bi çavên tije hêsir wiha dinalîne: “Ji wê rojê û şûnde hemû dilxweşiyên ji jiyanê re hatine dawiyê. Di çar werzên salê de jiyan weke hev an jî rengê hebûnê hatiye guherîn, em miriyên ser pêyan e. Xwezî miribûma, ev ne jiyan e birako. Piştî ewqas salan welehî êdî hêza madî jî tune ye ku dermana bikirim…”

Hemû kêliyên rojên şer weke kabusekê li ber çavên wan in.

Hêsirên ji xwîna dil

Keziyên wê yên perîşan hema bêje rewşa îro ya jiyanê ya li rû erdê dida nîşandan. Ciwanî û hestên hezkirinê hema di bihara jiyana wê de miribûn. Axînek kûr kişand, tevî barandina hêsirên ji xwîna dil behsa wan rojan kir. Êdî hilhatina rojê weke sal û rojên berê jê re xwedî wate nebû. Hingî heza ji jiyanê xwedî hezar tehmên ji hev cuda bû, lê piştî wê rojê êdî xweziya wê a herî mezin mirin bû. Ew roj ji bîra wê naçe. Havîna sala 1988’an bû. Ajîra xeterê dil û hilm di singan de sekinandin. Dîsa dê ji hêla kê bombe bi ser serê kê de bêne barandin? Destê xwe avête çarstûna deriyê malê, destê kurê xwe guvaşt û dengê bombeyan qêrîn û hawar jî zû fetisandin. Rengê avê û tehma wê hatibû guherîn.

Roja înê, roja xêrê bû, saet 6’ê li ber sibehê, her kesî xwe amade dikir ku ber bi karê xwe yê derveyî malê here. Vehesîn ji gundiyan re bêwate ye. Lê ew în berevajî yên beriya xwe malwêranî û qedereke din a tije reşahî tevî xwe anîbû. Êdî Neşmîl heta ji vehûnandina porê xwe yê dirêj û keziyên xwe jî bêzar bûbû. Li derdora xwe dinihêre û rûrastane wiha dibêje: “Êdî ji jiyanê bêzar bûme, ka mirinê tu li ku yî?…”

Şerê bêdawî!

Piştî bidawîhatina şerê Îran û Iraqê û pejirandina biryarnameya 598’an a ji hêla Îranê ve her du aliyan ji du aliyên sinorê rojhilat û başûrê Kurdistanê dest bi bombekirina gund, qesebe û bajarên nava sinorên xwe kirin. Armanca du aliyan ew bû ku li ser maseya hevdîtinan daxwazên xwe bi hev û din bidin pejirandin û sepandin. Gundê Zerde tevî siruşt, xaniyên xwe yên kevnar, dar û gihayên ku xemla wira delaltir kiribû, yek ji sedan gundên Kurdistanê bû ku hate bombarankirin. Feqîrî, nedarî, paşdemayîn û jiyaneke bêser û ber li ser der û dîwarên malên nava gund diyar bû. Jin an mêr tev razî bûn ku pariyekî nanê keda destê xwe ya rojane bixwin. Zerde gundekî girêdayî herêma Dalaho roja înê ji hêla çar balafirên dewleta Iraqê ve bi bombeyên kîmyewî bû dojehek bêdawî. Bombe bi ser ava gund de barandin. Tevî pelên daran, çûk jî ji esman ber bi erdê ve dibarîn. Mirîşk, mer û malat, tenê mirin bû ku wê rojê li erd û esmanê gund dibarî. Hilma jiyanê sekinî, pîr, zarok, ciwan, keç, ji tevan re weke hev bû. Hinek kerr bûn, hinek rastî kanserê hatin, yên din jî ji pêya ketin hindî ji bo dermankina xwe ber bi Kirmaşanê û Tehranê ve biçin. Wê rojê 220 kes birîndar bûn û 47 kes jî hatin kuştin.

Em sê kom bûn

Mam Ciwanmerd li lawê xwe yê 35 salî dinihêre û wiha dibêje: “Zanyar hingî nûciwan bû. Liv û lebata wî ji jiyanê re weke barana destpêka biharê bû. Piştî wê roja herî nexweş êdî zimanê wî û gelek zarokên din ji kar ket, kes nedikarî biaxive, ne bibihîze, rehên dil êdî kar nakin, bêdeng, bêhêvî û têrbûyî ji jiyana ku nemirovan kirin para me…”. Nûciwanek bi qasî siruşta welatê xwe delal û zana bû. Şev û rojê dixwend ku rojekê piniyên destê bavê xwe yê cotyar derman bike. Karekî bike ku qermûçkên eniya dayika wî a pîr û zehmetkêş ji bihîstina serkeftina wî saf bibin. Lê niha li pey rêyekê digere ku hinek êşa çavên şewitî, qirikên tije êş ku hilmê nakişînin, ser êşî û sinirên tevlîhev, kêm bike. Rewşa ku êdî ew ji jiyana civakê veqetandine. Dilxweşiya wan ji mayînê re tune ye, her deqeyê ji xwedê dixwazin ku dawî bi wê jiyana wan a tije êş û elem bîne.

Dema behsa wan salên nexweş dikin, zilamekî navsere wiha dibêje:” Em sê kom bûn:

Koma yekê ewên herî bextewar ku şehîd bûn,
Koma du yên ku ketin bin siya piştgiriya dewletê û hevkariyê distînin.
Koma sê ya bexterşan ku di roja tengaviyê de hevkarî kom kirin, birîndar derman û laşê kesên şehîd jî veşartin. Xwezî hema bi wan re û di wan kêliyan de em jî miribûna.”
Jiyana wan weke mînakek biçûk a jiyanê li Kurdistana dagirkirî rastî wê rewşa kambax hat. Ji hêlekê Mucahidînê Xelk û ji hêla din jî bombebarana dewleta Iraqê bextreşiyeke bêdawî kirin para wan. Kêra bijîşkên cerah jî nekarî dawî li derdên bêderman bîne. Piştî salên dirêj hîn jî zarokên mirî têne dinê. Ew nikarin bipejirînin ku êdî nikarin bijîn. Ji wê rojê û şûnde dar hişk bûn, tevkujî kete nava xwezayê û jiyan sekinî. Kes nikare behsa wê êşê bike, êşeke hezar reng û bêdeng, bênasname û kes nizane çi nav lê bikin.

Dermanên giran û bêkarî bûne sedem ku êdî ew dev ji xwe berdin. Îşkenceyên êşên giran saniye bi saniye laşê wan diguvêşin. Kanser bûye mêvanê canê jinên ciwan û qêrîna wan wiha didome: “Ev ne jiyan e, mirinê ka tu li ku ma yî?”

Dadgeha Laheyê jî nebû hevkar

Zerde gundek ji axê, di nava çiyayên Dalaho de ku dema ji dûr ve tê ber çavan, delal û cihwarê jiyanê ye, lê rastî tiştekî dike: xwarinên ji goştê sewalan, geya û pincarên çiya jî êdî bersivê nadin û carana bi xwarina wan re gundî rastî nesaxiya “birîna reş” jî tên.

Di dadgeha Laheyê de şehadeta çend kes ji wan li dijî kesên ku madeyên kimyewî dane Sedam, belgeyên herî bihêz bûn. Tevî selmandina hemû rastiyan kes li ser zirar û ziyanên wan nesekinî.

Şahidekî ji serokê dadgehê re wiha gotibû: “Ger rojekê kesek çavên te ji te bistîne û te kor bike, tu yê çi bi wî bikî dema ku diveke ber destê te?”

Hingî tenê nêrînên tije şermizariyê bûn ku pirsên bêbersiv dabûne hev.

Di dirêjahiya dîrokê de piraniya mirovên rû erdê ji destpêka jiyana li rû erdê heya niha berdeyên “mal û hêzê” bûne. Sulatanên adil û dadmend bi van du tiştan bûne dîktator, fermandar bûne padişah û piştre her tiştek ji bîr kirine û bûne otorîterên kuştina jiyanê. Mînakên ji bo vê rastsiyê gelek in. Sedam Husên bi van mereman hat û çû.

Serok Ocalan li ser hebûn û dubare jiyaneke tije rûmet li Kurdistanê wiha dibêje: “Dîrok di roja me ya îro de û em jî di destpêka dîrokê de veşarî ne…”

Û belê em dikarin nehêlin ku destpêka dîroka me bi xwînê û destê xwînrêjan ve bê nivîsandin.

Dikarî Biecibînî