Êdî dem hat…

Mirin zû an jî dereng, para herkesî ye. Qeder wiha ye. Wiha hatiye, dê wiha jî biçe. Tiştekî siruştî ye. Ahmet Kaya di sala 1957’an de li Meletiyê ji dayik bû û di 16’ê mijdara 2000’î de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Xeberên nexweş zû li her derê belav dibin!

Zivistaneke sar bû. Di wê sir û seqema hişk de, dengek hebû ku germahiyek dabû şev û rûniştinên kurdan. Piştî ku bi darê zorê ew ji hêlîba wî derxistibûn, li xerîbiyê jî bûbû kewê di qefeseke teng de. Xemên dil û ruhê xwe yê birîndar di rojên tenêtiyê de jî bi dengekî tije hestên xemgîn beyan dikirin. Dengê ku ji nişka ve qehir û kîna hezar salan di nav sîstemeke înkarker de, bilind kiribû. Li dijî sivikatî û binpêkirina kerameta neteweya xwe bûbû awaza serhildanê.

Bi destê min nebû, xeber wisa nexweş bû ku demekê ez gêj kirim. Hêsirên çavên min û hevalên derdora min hatin xwarê. Yekî li ranên xwe da û bi dengekî bilind wiha qêriya: “…kurdan dengê xwe yê herî bilind ji dest da…”, yeke din jî serê xwe li dîwara dida û bi dengekî bilind digiriya: “Parîs ji me çi dixwaze, ma Yilmaz Guney, Dr.Qasimlo û têhnatiya Per Laşezê neşikênandibûn! Ma hêj zû nebû?!…”

Li derveyî vîna me bû, her kesî tiştek digot. Belê xebera reş, xebera ku ji aliyê medyaya tirkên şovenîst ve bi xweşî û germî hat pêşwazîkirin, mirina hunermend Ahmet Kaya bû.

Sîstema Kemalîzmê, sîstema qirkirin û fermanên tije jenosîd, neviyên bi dek û dolabên Osmaniyan, neyarekî siyaseta xwe ya qirêj ku hê jî hebûna neteweya kurd înkar dikin, ji dest dabûn. Salên dûr û dirêj bûn neviyên gurên Boz (Bozkurt) li rêyekê digerîn ku dengê Ahmet Kaya di qirika wî de bifetisînin. Lê êdî ew jî ne bêxwedî bû.

Xweziyên Ahmet Kaya

Daxwazên wî pir bûn. Li pey wê roja dîrokî ku bi dengekî bilind behsa kurdbûna xwe kiribû, êdî di jiyana xwe de derbasî pêvajoyeke nû bûbû. Çimkî ew li ber bû ku gelek tiştan ji kurdan re bike: Bi zimanê şîrîn ê kurdî stranan bibêje û berhemên dewlemend biafirîne, rêzefilman çêbike û tê de derdê gelê xwe nîşanî her kesî bide. Hezar mijar û plan di dil û mejiyê wî de li ber girnijîna jiyanê bûn. Serhildana wî dê bi serê xwe şoreşeke mezin biafiranda.

Mixabin, hezar heyf ku di temenekî tije hêz û hez agirê wê evîna giranbiha vemirî. Tenê dilê wî nebû ku ji kar disekinî, milyonan dilên din jî tevî dilê wî yê mezin diketin şîneke bêdawî.

Êdî bi dehan projeyên nivco çûn bin axa sar, lê ne li axa Kurdistanê belkî li ser axa xerîbiyê. Belê bêguman mirina li xerîbiyê jî nexweş e. Kesê ku derdê xerîbiyê nekişandibe, belkî nizane ka ez çi dibêjim!

Ev cara duyem bû ku du hunermendên mezin, du stêrkên geş, bêhesret li xerîbiyê bi dinyayek tije xwezî, li dûrî Kurdistana delal, ji nava me diçûn: Yilmaz Günay û Ahmet Kaya.

Yilmaz ku ji reşezindanên komara faşîst a Tirkiyeyê reviyabû, li Parîsê wefat kir û mirinê derfet neda wî ku pirojeyên xwe yên dewlemend peya bike.

Planên wî wisa kûr û dûr bûn ku ger tê de bi ser biketa, ez bawerim niha rewşa huner û sînemaya kurdan di asteke din de bû. Wan salan du hunermend hebûn ku mil bi milê partiyên siyasî, doza kurdîniyê dikirin. Şivan Perwer bi dengê xwe yê dawudî nasnameya muzîk û hunera kurdî derbasî qonaxeke din kiribû. Dengê wî dilê generalên tirk, sedamê cinayetkar, Şahê Pehlewî û mîratgirê wî Xumêyniyê xwînrij bi tirseke mezin lerzandibûn. Û Yilmaz Guney jî bi filmên xwe yên teje peyam hêdî-hêdî ji raya cîhanê re dida xuyakirin ku medeniyeta ku rayedarên komara Tirkiyeyê li ser bi qareqarin, tev ji binî de derew e.

Dema xebera mirina Ahmet Kaya, di nav raya giştî de belav bû, pirs li pey pirsê di mejiyê mirovan de dihatin û diçûn: “Gelo çima em evqas bextreş û bêdisiûd in ma ev bû qedera me? Ev pirsek bû ku wê rojê her kesî ji xwe dikir.

Karwanê hunermendan

Di dîroka hunera kurdî de, hunermendên ku xwezî, hesret, ser û malê xwe fîdayê doza Kurdistanê kirine, ne kêm in. Karwanê hunermendên şehîd dûr û dirêj e: Erdewan Zaxoyî û Dilşad Merîwanî ji başûrê Kurdistanê, Serhed, Mizgîn, Çiya, Sefkan, Hogir, Delîla û çendîn kesên din ji bakurê Kurdistanê, Cemal Moftî ji Rojhilatê Kurdistanê û Mihemed Şêxoyê daxbarê bindestî û perîşaniya gelê xwe ji rojavayê Kurdistanê, ji wan hunermendan bûn ku bi destê dewletên dagirker hatin şehîdkirin an jî rêya mirinê li ber wan vekirin.

Li bakurê Kurdistanê karwanê hunermendên şehîd, ji ber siyaseta înkarê hîna jî dirêjtir e. Hunermendê dawiyê ku ji ber helwesta xwe ya kurdxwaziyê neçar ma ji hêlîna xwe bireve, “Ahmet Kaya” bû. Jiyana Ahmet Kayayê dengxweş, çîrokeke dûr û dirêj e.

Jiyan û xweziyên çaxê zaroktiyê

Ehmed Kaya di 28.10. 1957’an de li bajarê Meletî di nav malbateke karker û zehmetkêş de li bakurê Kurdistanê hat dinê. Bavê wî di febrîqeya mensucat (pate çêkirinê) ya bajarê Meletiyê de bi evînek bêdawî dixebitî ku zarokên wî heya dawiyê xwendina xwe berdewam bikin. Ahmet Kaya di nav pênc zarokên malê de, ji tevan biçûktir bû.

Rojekê dema ku Ahmet Kaya hêj zarok bû, bi tembûrekê vegeriya malê, bavê wî jî jê re wiha got: “Ev daxwaza te ya ji bo hunerê, ji min re jî xweziya herî mezin e.”

Û êdî ew hez rojê ji roja din zêdetir hestên wî şa dikirin.

Stran û pêngava yekemîn

Sala 1966’an Ahmet Kaya hêj 9 salî bû ku li 24’ê tîrmehê de ji bo pîrozkirina roja karkeran, bo yekemîn car derket ser dikê. Ew roja tije xweşî di jiyana wî û malbatê de bû bîranînek nemir.

Di dema bêhnvedanên havînê de ku xwendingeh dihatin girtin, Ahmedê ciwan bi hêzeke bêdawî, mîna şagirdekî li ber destê şofêrê mînîbusê dixebite. Ji temenê zarokatiyê ew jîr bû û rewşa aborî-civakî ya malbatê jî fêhm dikir. Ji bo wê jî dixwest hevkariya bavê xwe yê zehmetkêş bike.

Dema ku birayê wî yê mezin (Başar) ji aliyê dewletê ve tê girtin, bi tembûra xwe ya biçûk strana xwe ya yekê “Bîr Volkswagon alacagim, adini “Başar” koyacagim (Ez ê tirimbêleke Volkswagon bikirim û navê wê deynim Başar) çêdike.

Di pêgehiştineke wiha de, Ahmet Kaya hemû sêlikên (pilak) hunermendê bi nav û deng (Ruhî Sû) dikire û di nav hevalên xwe de jî belav dike. Di wan salan de wî pantolên fireh û kirasên mildirêj dikirin ber xwe û porê serê wî jî dirêj bû. Dixwest tenê weke xwe be. Ew ciwanekî nûkar bû ku ji bo paşerojê bîr û ramanên kûr û dûr di mejiyê wî de hebûn.

Piştî ku bavê Ahmed ji aliyê febrîqeya mensucatê ve teqawit dibe ji Meletiyê koçî Stenbolê dikin û li taxa Kocamustafapaşa, bi cîh dibin.

Bi hatina salên 1970’yan re di nav civaka Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de gûherandinên siyasî û germ dest pê dikin. Ahmet Kaya dixebitî ku xwendina xwe ya navîn bi dawî bîne, lê dema çavên xwe baştir vekirin dît ku di nav wê civatê de ye ya ku jê hez dikir. Zû pêdihese ku çanda wir û Meletiyê ji hev cuda ne. Ew ketibû nav deryaya çandeke nû û cuda ji çanda xwe ya kurdewarî. Rast e ku baş bi zimanê xwe yê zikmakî nedizanî lê atmosfera jiyana wî ya li Kurdistanê ji Stenbolê cuda bû. Êdî wiha ketibû nav cîhaneke din û neçar bi keneke tije hêvî dest bi guhdarîkirina stran, marşên şoreşgerî û stranên hunermend (Ruhî Sû) dike. Piştî çend salan ew vê rastiyê înkar nake ku di bin bandora vî rengê muzîkê de maye. Lê gera wî ya ji bo xwepeydakirin û gera li pey dengê xwe, nasekine. Ew qet çaxê xwe bi valayî derbas nake û her tim bi tembûra xwe re mijûl e û ji xwe re distrê. Şev û rojan nizane westan çi ye.

Di wan salan de Ahmet Kaya dixebite ku mîna mamosteyê xwe (Ruhî Sû) hînî lêxistina tembûrê bibe û bêhtir dixebite ku di cîhana hunerê de, sitîl an jî rêyekê ji xwe re peyda bike.

Ahmet ji aliyekî di cîhana xwe ya muzîkê de wer bûbû, ji aliyekî jî îdiayên guherandinên jiyanê di raman û bizavên wî de geş dibûn. Ew bi wê dînamîzma ciwantiyê, dijberiya xwe ya li dijî sîstema serdest jî aşkera dikir.

Ji salên 1980’yan û pê de di jiyana wî de, guherandinên bingehîn pêk tên û êdî ew rêya xwe hildibijêre.

Di sala 1985’an de Ahmet Kaya ku tenê bi rêya muzîkê ramanên xwe vedibêje, wiha got: “Êdî dem hat” û stranên ku ji xwe re çêkiribûn, radike û kasêta xwe dibe Unkapanê ku li Stenbolê cihê tomarkirin û weşana berhemên hunerî bû. Ew dixwaze kasêtekê bi deng û istîla xwe ya nû derxîne piyasê. Herkesê ku guhdarî wî dike, jê re dibêjin: “Tu kes vê muzîkê naecibîne û rû nadê…”

Lê Ahmedê nûgihîştî û xwedî hêzek bêdawî, kesek nebû ku ji van gotinan bitirse an jî di dewama rêbaza xwe de dilsar bibe.

Albûma yekemîn

Roj derbas dibin, êdî ew digihîje wê biryarê ku bi îmkanên xwe yên şexsî û bi hevkariya çend hevalên derdora xwe, albûma xwe ya yekemîn; “Aglama Bebegîm” (Megrî Dergûşa Min” çêbike. Lê albûma wî ya ku atmosfêra wê ya siyasî, desthilatdaran di wan salan de naveroka wê nedipejirand, zû hat komkirin. Îtiraza wan a li dijî vê biryara dewletê digihîje encamê û bi destûra dadgehê albûma Ahmet Kaya ya yekemîn “Aglama Bebegîm” bi awayekî azad tê belavkirin û firotin.

Ji 12’ê îlona sala 1980’yan û pê de ku Kenan Evren û desthilatdariya leşkerî li Tirkiyeyê û Kurdistanê hat ser kar, xwendevanên zanîngehan, malbatên girtiyên di girtîgehan de, saziyên alîgirên aştî û demokrasiyê, komên kesayetî û dijberên dewama rewşa awarte, tev dixwazin careke din di Tirkiyeyê de, tovê demokrasiyê biçînin. Li dijî ramanên generalekî otorîter dijberî zêde ne. Ev çînên civakî tev hêdî hêdî guhdarên stran û muzîka Ahmet Kaya pêk tînin. Bi vî awayî Ahmet Kaya jî di nava bazara hunera Tirkiyeyê de rêyeke nû ji xwe re vedike.

Demeke kin piştî vê Ahmet Kaya albûma xwe ya duyemîn “Acilara Tutunmak” çêdike. Êdî di vê xebata wî ya nû de, hemû çînên civatê yên sivîl û siyasî, rewşa jiyan û îdeyên xwe tê de dibînin.

Helbestvanên mîna “Ahmed Arif, Enwer Gokçe, Hasan Huseyîn Korkmazgîl” bi helbestên xwe, bi hunermend Ahmet Kaya re ne. Helbestên wan piranî xwedî peyamên siyasî bûn. Di çaxê çêkirina albûma xwe ya duyemîn de, deriyê siûda wî ji nû ve vedibe û yek ji kesên ku di xebata repertuara wî ya nû de li kêleka wî ye, keça dêrsîmî Gulten Hayaloglu ye. Ew ji wir û pê de hev nas dikin û di tomarkirina berhemên albûma xwe ya duyemîn de êdî Gulten jî li ba wî ye.

Di çaxê çêkirina albûma sêyemîn de Gulten helbesta bi navê “Şafak Turkusu” (Strana Şefeqê) ya girtiyekî yê bi navê (Nevzat Çelîk) ku bi îdamê hatibû mehkûmkirin, datîne ber Ahmet Kaya û jê re dibêje: “Vê helbestê bike stran û pêwîst e tu wate û naveroka wê bigihînî guhê pareke mezin a gelê civakê.” Her çend di destpêkê de Ahmed li ser zehmetiyên vê helbesta “Azad an jî şiîra nû” ji bo stranê bi Gultenê re axivî jî, lê wî ew helbest kir stran û navê albûma xwe ya sêyemîn jî li ser îftixara navê girtiyekî azadiyê danî “Şafak Turkusu”.

Alahilgirê şoreşeke nû

Wî bi hevkariya xanima xwe Gultenê ew bayê hestên germ ku ji nav ruhê mirovan dihat, girt û ew derdê dilê girtiyên ku li benda îdamê bûn û bi hezaran girtiyên zindanan û rewşa ku malbatên wan tê de bûn, kiribû stran û awaz. Dengê wî bûbû merhema dilbirîndaran. Dilbirîndarên ku êşa wan bindestî û zordariya faşîzimê bû. Kurd, tirk, laz, çerkez, karker, rewşenbîr û zana, tev bi ramanên wî re bûn. Ew êdî bûbû alahilgirê şoreşeke nû.

Di wan salên reş yên ku 12’ê îlonê de bi xwe re anîbûn, dengê Ahmet Kaya bûbû dengê hemû dijberên zagonên generalên tirk û piştî Şivan û Gulistan Perwerê ku bi zimanê kurdî muzîka protestokirinê li her derê belav kiribûn, êdî “Muzîka Protestokirinê” bi zimanê tirkî jî di nava gel de cihekî xwe yê taybetî vekiribû.

Di 4´emîn albûma xwe ya bi navê “An Gelîr” (Dem Tê) Ahmet Kaya bi helbestên Atîlla Îlhan, Hasan Huseyîn Korkmazgîl û Ulku Tamer ku di vê albûma xwe de kiribûn stran, dîsa hê jî ji berê baştir ber bi pêş ve, pêngavên baş avêtin. Ew êdî bi aranjorên profesyonel re jî dixebitî û berhemên baş di nav gelê ku têhniyên azadiyê bûn, belav dikirin. Stranên ku wêrekî di nav gel de belav dikirin û civak bi ‘dema nû’ dihesandin. Ramana “Pêşdeçûn û karek ji karê berê baştir kirin” ji Ahmet Kaya re bibû armanca sereke.

Kaya di albûma xwe ya 5´emîn “Yorgun Demokrat” (Demokrata/ê Westiyayî) de ji xeynî hevkariya helbestvanên navdar, vê carê bi rêya Gultenê re bi birayê wê yê helbestvan Yusuf Hayalogluyê dêrsimî re jî dest bi xebateke nû dike. Ev hevdîtina wan jî rasthatineke herî baş û durist di jiyana wan her duyan de bû. Çimkî ew her du kurên axekê ango axa Kurdistanê bûn ku di nav xem û derdên gelê xwe de pijiyabûn. Yusuf Hayaloglu bi albûma Ahmet Kaya “Yorgun Demokrat” bi pêşniyara xwişka xwe Gultenê dest bi çêkirina helbestên stranan ji bo Ahmed Kaya kir. Hevkariya wan her duyan bû sedem ku ev berhemê Ahmet Kaya hem bi naveroka xwe û hem jî di wê atmosfera Tirkiyeyê ya girtî û fetisandinê de, bandora xwe di nav mejiyê bi milyonan mirovên demokrat de, bide xuyanîkirin… (didome)

Dikarî Biecibînî