Qêrîn û daxwazên Ahmet Kaya

Li rex karê çêkirina albûmên xwe yên dewlemend, Ahmet Kaya di nav gel û dilxwazên hunera xwe de jî dest bi pêşkêşkirina konseran dike. Ji aliyê medyaya alîgir a sîstema Kemalîzmê ve, wî mîna “hunermendê bi tirs û xeternak” tê binavkirin. Ev karê wan dilê wî û guhdarên wî diêşîne, lê ew bi israr li ser karê xwe berdewam e.

Albûma Ahmet Kaya ya 6´emîn ‘Başkaldiriyorum’ (Serî Hildidim) ku xebata Ahmet Kaya û Yusuf Hayaloglu ya hevpar e û bi demê re pir baş tê pêşwazîkirin. Çimkî welat hêdî hêdî di têkoşîna wê hindê de ye ku tarîtiya salên li pey 12’ê îlonê ji bîra xwe bibe.

Ahmet Kaya derdê xwe ji derd û elemên gel û axa ku ew tê de hatiye dinê cuda û dûr nabîne. Şerekî qirêj li welatê wî Kurdistanê tê meşandin û her roj xortên welatê wî li ser axa xwe tên şehîdkirin. Ji bo wê jî ew di albûma xwe ya bi navê ‘Îyîmser Bîr Gul’ an jî ‘Kod Adi Bahtiyar’ bersivê dide pêvajoyê. Keda û girnijînên wî jî kîneke mezin di dilê rasîstên tirk de diafirîne. Ne diwêrin li dijî wî bisekinin û ne jî dikarin dengê wî bifetisînin, lê weke koremarekî li benda derfetekê ne ku bi wî vedin.

Stranên ku gotina wan jê re hatine qedexekirin, di konseran de distirê û ji wan jî du albûman li jêr navê Resitaller 1 û 2 belav dike. Berhemên van du konseran bi bingeha xwe çavkaniya xwe ji çanda gel standibûn. Êdî albûma wî ya bi navê Resitaller 2 rekora firotinê di nav bazara muzîka Tirkiyeyê de, dişikîne.

Ahmet Kaya bi hevalê xwe Ahmet Koç re ku di hemû konser û berhemên wî de jê re li sazê dixe, dest bi çêkirina albûma xwe ya nû ‘Sevgi Duvari’ (Dîwarê Evînê) dikin.

Rikberiya li dijî Kemalîzimê

Sîstema serdest ji huner û stranên Ahmet Kaya ne razî ye lê ew karê xwe didomîne û bi stranên xwe hemû çînên civaka Tirkiye û Kurdistanê vedixwîne serhildanê. Ji bo wê jî çiqas ku dem derbas dibe, serê wî dikeve nav derd û belayên ku parêzvanên sîstema Kemalîzmê jê re çêdikin. Çiqas ku ramanên wî mezin dibûn, pirsgirêkên mezin jî derdikevin pêşberî wî. Li gelek deveran konserên wî li jêr navê ‘xeterebûnê’ de, tên qedexekirin û albûmên wî jî tên komkirin û nahêlin ku gel ji xwe re bikire. Li ser vê pêvajo û rewşê jî stranan diafirîne û 11´emîn albûma xwe ya bi navê ‘Başim Belada’ (Serê min di belayê de ye) ku ji helbestên Ahmed Arîf, Attîla Îlhan û Yusuf Hayaloglu pêkhatibû, belav dike. Dîsa bi awayekî ku nayê bawerkirin, ew albûm jî ji aliyê gel ve pir bi germî hat pêşwazîkirin. Di vê albûmê de stranên xwe jî bi muzîkek dewlemend xemilandibûn.

Êdî di nava medyaya Tirkiyeyê de wêne û navê wî li her derê tê dîtin û bihîstin. Ew di tarîtiyek reş de serkêşê ramanên azadîxwaziyê ye. Gel bi çavekî bilind û kesên akademîsyen jî qedrekî bilind raberî wî didin.

Di 12´emîn albûma xwe ya bi navê ‘Dokunma Yanarsin’ (Dest Medê Tu yê Bişewitî) dîsa di jiyana xwe ya hunerî de, hinek guherandinên din çêdike. Rengê muzîkê û giraniya ku di cewherê helbestên Yusuf Hayaloglu de tê dîtin, dibine sedem ku zêdetir ji berê 12´emîn albûma wî ji aliyê gel ve bê pêşwazîkirin. Hevkariya wan bi germî didome û ev hevgirtin di jiyana hunerî ya Ahmet Kaya de, pêvajoyek nû dide destpêkirin. Di vê pêvajoya nû de êdî kaset û CD’ên Ahmet Kaya ji milyonekê zêdetir tên firotin. Êdî bûbû xwedî muzîk û hunera xwe ya taybetî û îmzeya wî jî di cîhana hunerê de bi bihayekî giran dihat dîtin.

Di 13´emîn albûma xwe ya li jêr navê ‘Tedîrgîn’ (Biqilqal) hem bi deng û hem jî bi rêya sûdwergirtina ji hemû pêşkeftinên teknîkê yên rojane, berhemeke herî hêja afirand ku di jiyana wî ya hunerî de dîsan jî pêngavek nû û bihêztir ji berhemên wî yê berê bû. Çimkî ew berhem bi muzîkek profesyonel û di fîrmayek herî baş de hatibû amadekirin.

Salên 1990’î di navbera kurdan û dewleta Tirkiyeyê de, şer berfirehtir dibe û zordariya li ser hêzên demokrat jî zêdetir dibe. Li Kurdistanê serhildanên siyasî-neteweyî dest pê dikin. Bi vê re ew hunera ku rêya azadiya ramanên siyasî vedikir, dîsa jî ket jêr zext û gefên alîgirên wê sîstema ku ew heftê sal bû her tim digotin: yek ziman, yek al, yek netew, yek al. Girtin û kuştina rewşenbîr, hunermend û azadîxwazan careke din mîna salên 1980’yan dest pê kir.

Li rex hemû dijayetiyên sîstemê lê dîsa jî li ser xebat û jiyana xwe ya hunerî mîna berê berdewam e.

Û albûma ‘Şarkilarim Daglara’ (Stranên Min Ji Çiyayan Re) tê amadekirin. Di vê albûmê de ku stran bi piranî ji helbest û muzîka wî bixwe pêkhatibûn, dîsa xanima wî Gulten Kaya jî bi stranekê ku dabû hevalê jiyana xwe, hevkariya wî dike. Strana ‘Daglar’ (Çiya)bi naveroka xwe ya tije peyamên demê di nava gel de gelek baş hat pêşwazîkirin. Ew stran ji bo çiyayên Kurdistanê bû, çiyayên ku bibûn hêlîna gerîla û azadîxwazên rêya serxwebûna Kurdistanê. Qêrîn û daxwazên Ahmet Kaya bi leşkerî ji birêveberên sîstema serdest re digot ku hûn nikarin çiyayên me tune bikin û ew hêlîn û hebûna me ne.

Her wiha di vê albûma xwe de ji bo yekemîn car helbestvanê kurd (Orhan Kotan) jî nas dike û helbestên wî jî dike stran û dixwîne.

Albûma 14´an bersivek bû li dijî wî şerê ku li bakurê Kurdistanê di navbera kurdan û artêşa Tirkiyeyê de dihat meşandin. Ji bo wê jî albûm bi hejmarek gelek zêde hat firotin.

Di mercên wiha de, li bendê ye ku li Tirkiyeyê dewletek azad û demokrasiyek rastîn çêbibe. Ji ber wê jî bo gihîştina bi vê armancê, bi hêvî pêngavên xwe ber bi pêş ve diavêje. Ew dixwaze êdî wendabûna kesên azadîxwaz û şerê gemar bi dawî bibe.

15´emîn albûma Kaya ‘Benî Bul’ (Min Bibîne) dibe sedem ku êdî hemû kesên azadîxwaz heqîqeta bîr û ramanên Kaya bi aşkerahî bibînin û bipejirînin. Tîraja wan kovar û rojnameyên ku wêne û hevpeyvînên Ahmet Kaya tê de cih girtine, diçe jor û ew di hemû Tirkiye û Kurdistanê de hunermendê herî populer e.

Navê wî weke hunermendekî şoreşger û aştîxwaz derbasî derveyî sinorên Tirkiyeyê bûye û li Îran, parên din yên Kurdistanê, Iraq û piraniya welatên erebî jî baş tê naskirin û guhdarkirin. Êdî bi deng û hunera xwe hêzeke mezin û xwedî bandor e.

Ew bi hevala xwe Gultenê re bi tîpên destpêka navên xwe, şîrketek prodüksiyonê ya bi navê (GAK PRODUCTION), datînin. Deriyê wan ji bo herkesê ku bixwaze muzîk û hunerek rastîn biafirîne, vekiriye. Êdî navê wî di nava navên herî navdar de diyar e û ew di kanalek TV’ê ya bi navê ‘Ulusal TV’ de bernameyekê ya bi navê ‘Ahmet Abînîn Vapuru’ çêdike.

“GAK Production” tim di xizmeta hunera resen, protesto û xizmeta doza neteweyî de ye ku rêgezên demokrasiyê bi civakê dide nasandin.

Sala 1996’an 16´emîn albûma wî ya bi navê ‘Yildizlar ve Yakamoz’ jî li ser vê armancê çêbû.

Xelata ku qedera wî guherand!

Hunemend Ahmet Kaya ji bo girafîkên CD’ên xwe yên tije peyamên watedar û muzîka profesyonal, bi dehan caran ji aliyê saziyên hunerî-çandî ve tê xelatkirin.

Serkeftinek wiha ji bo 17´emîn albûma xwe ya bi navê ‘Dosta Duşmana Karşi’ (Li Hemberî Dost û Dijminan) jî bi dest anî. Ew ji aliyê ‘Komeleya Rojnamevanên Magazînê’ bi duristkirina şeva Stêrka Muzîkê ya Salê tê xelatkirin. Li wir dema ku xelata xwe distîne, di axaftina xwe de dide xuyakirin ku ew amadekariya albûmeke nû dike û repertuara wê jî di destê wan de amade ye. Di berhemê wî yê nû de bi zimanê kurdî jî stranan yê bixwîne û kilîpan jî yê çêbike. Ji ber ku ew bi koka xwe kurd e û zimanê wî yê zikmakî kurdî ye.

Lê di wê şevê de ew ji aliyê hinek şovenîstên tirk ve ket ber êrîşê û roja piştre jî ew heya çend rojan hat binçavkirin. Êdî her kesî di asta mafê mirov û rêbazên demokrasîheziyê de rûçikê xwe yê rastîn dabû diyarkirin. Hinek kurdên sernas jî bêdengî hilbijartibûn û nebûne hevkarên wê pêngava nû ya ku Ahmet Kaya li dijî înkarkirina ziman û hunera kurdî hilanîbû.

Navê albûma wî ya nû ‘Hoşçakalin Gozum’ (Bi Xêr Bimînin Çavê Min) bû.

Derketina ji Tirkiyeyê

Dema ku wî zanî sîstema serdest jê nagere û dê tim bê girtin û zindanîkirin, ji rûyê neçariyê bo demeke kin diçe Ewropayê û li Fransayê bi cih dibe. Hinek jêder jî didin diyarkirin ku ew di bin gefên kuştinê de ji Tirkiyeyê reviya û nekarî vegere. Albûma ‘Hoşçakalin Gozum’ berhemê xatirxwestina wî bû ji malbat, heval, dilxwaz û welatê wî. Wî ev berhema xwe ya dawiyê, sipart hevala rojên xwe yên xweş û nexweş Gulten Kaya.

Dema ew jî mîna bi hezaran kurdên din diçe Ewropayê, bi germiyek bêmînak ji aliyê gelê kurd û dildarên jiyana wekhev ve tê pêşwazîkirin û hemwelatiyên wî li dorê kom bûn. Li mîtîngên mezin beşdar bû û silav da girtiyên azadiyê. Di MED TV’ê de konsera herî mezin da û bi hevpeyvînên berfireh li dijî rayedarên otorîter peyamên balkêş da gel.

Ahmet Kaya di 16’ê mijdara 2000’î de, dûr ji çaveraniya bi milyonan mirovan di xerîbiyê de jiyana xwe ji dest da. Heza ji kesayetî û rêbaza wî dîsa hingî baştir aşkera bû dema ku li goristana Parîsê hate veşartin. Bi dehhezaran kes xwe gihandin merasîma oxira wî ya dawiyê. Wî bi hezaran xwezî û hesret bi xwe re birin nav axa sar.

Piştî wê Gulten Kaya di xemgîniyek mezin de dest bi xebata mix editing-mastering ya albûma wî ya nû da kir. Stranên wî yên dawiyê di wê albûmê de bi cih bibûn. Armanca Gultenê ew bû ku bi dijminên demokrasî û aştiyê bide fêhmkirin ku Ahmet Kaya navekî nemir e.

Ahmet Kaya di jiyana xwe de gelek caran ji ber naveroka stran û helbestên xwe, hat girtin û zindanîkirin. Wî her tim wiha digot: “Li Tirkiyeyê îdareya Emniyet û Mehkema Dewletê ya Asayîşê mala min a duyê û nav û nîşanên min a duyemîn in.”

Berevajî hemû dijberî û zextên ku ji aliyê sîstema Kemalîzmê ve li dijî bîr û ramanên wî dihatin kirin, albûma dawî û xatirxwestina wî, di sala 2001î de ji aliyê Gulten Kaya û di GAM MUZÎK’ê de gihîşt destê guhdarên deng û hunera wî.

Di wextê ku li derveyî Tirkiyeyê bû, ji ber wan konser û axaftinên xwe gelek caran bi sûcên mîna ‘Xayinê Welat’, ‘Hevkarê xayin û terorîstan’ hat tawanbarkirin û jê re gelek doz hatin vekirin. Di yek ji wan dozan de ew bi 3 sal û 9 mehan girtinê hat mehkûmkirin. Ev qirar ji aliyê mehkema bilind û berpirsyarên dadgeha Tirkiyêyê ve hatibû dayîn.

Lê êdî ew di nav gelê xwe de nemabû û li rex rewşenbîr, siyasetvan û kesayetiyên herî bi nav û dengên cîhanê li goristana Parisê ‘Pere- Lachaise’ bibû mêvanê Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî, Yilmaz Gûney û hemû parazvanên bîr û hizrên azadiyê.

Ew çû, lê deng û ramanên wî namirin. Ahmet Kaya bû sembolek ji sembolên azadîxwazên Kurdistan û hemû gelên bê welat.

Dema li Ewropayê bû her tim wiha digot: “Ji vir û şûnde ez ê stranên xwe yên herî xweş ji gelê xwe re bixwînim.” Ew dilşikestî û pir bi hesret bû. Li rojên xwe yên bihûrî poşman bibû. Ji bo wê jî her tim wiha digot: “Ez dereng bi xwe hesiyam, lê belê êdî ez ê heya mirinê ji gelê xwe re bistrêm û li rex wan bimînim.”

Ahmet Kaya hunermend bû û mîna her hunermendekî rastîn biçekî marjînal bû.

Ew gelek salan di şerê “erê-nayê “ de bû. Kurdan şerê doza xwe ya rewa giran kiribû. Ew jî mîna keştiyeke biçûk, geh bi ber pêlên kurdayetiyê, geh ber bi çepgirtiyê diket û bi vir û wê de diçû. Di bin bandora çepgirtiyê de bû. Ji feqîriyê, ji tunebûnê, ji birçîbûnê hatibû. Bi dengê xwe, bi keda xwe gihîştibû hunermendî, navdarî û dewlemendiyê. Kurdbûn xeternak bû, lê êdî wî xwe dinasî. Ji serhildanê, berxwedan û ji peyvên mezin hez dikir. Çepgirî ji kurdbûnê hêsantir û kêm xetertir bû. Wî her tim digot: “Ez ne nijadperest im, ez enternasyonalîst im.”

Dereng be jî bi alîkariya jina xwe Gulten a Dêrsimî gihîşt rastiya gelê xwe. Gava di wê şevê de got: “Ez dixwazim straneke bi kurdî bibêjim û klîba stranê bi kurdî bikşînim” kevçiyên ku dostên wî avêtin serê wî, jê re bûn şok. Welat terikand. Li Ewropayê kurd lê xwedî derketin, germahiya kurdan û eşqa welatparêziyê ew kemiland û ew vegeriyabû nava konê bav û kalên xwe. Konê ku bi hemû koşkên zêrîn nedihatin hûnandin.

Ew jî mîna Yilmaz Guney, di dema xwe ya herî bi ber de û di emrê Yilmaz de, ji nav me bar kir. Ew ji pişta me çû. Gultenê di roja merasîma veşartina wî de bi dengekî bilind wiha got: “Heta li welatê te ziman û muzîka te azad nebe, ez termê te nabim welat.”

Têbînî: Min tenê du caran nemir Ahmed Kaya li Medya TV dît. Ez û ew hinekî li ser jiyana wî axivîn. Min xwest ez hevpeyvînekê pê re çêbikim, lê wî digot: “Ez xwe hînî zimanê kurdî dikim û dixwazim bi zimanê xwe yê zikmakî bi te re hevpeyvînê çêkim. Hinek dem bide min…”

Min ev nivîs ji rûyê wan notan nivîsî ku di wan du rûniştinan de hilanîbûn. Her wiha bi rêya telefonê jî min çend pirs ji xanima wî Gulten Kaya kirin ku nivîsa min dewlemendtir kir.

Qêrînên Ahmet Kaya yên bilind hê jî ji bîra dîrokê neçûne û ew hesretên bêdawî dê rojekê bibin rastiyên jiyanê. Ew hingî dê ji bîra “wijdanên nerazayî” biçe ku jiyan jî gihabe rawestgeha xwe ya dawiyê. (Dawî)

Dikarî Biecibînî