Şerxwazî û aştîxwazî

Bi girtina Sirri Sureya Onder û cezakirina Demîrtaş û Baluken peyamek girîng ji hêla dewletê ve hat dayîn. Wan peyama; ‘Qet hêviya çareseriyê û muzekereyan nekin’ da û qasidên aştiyê jî avêtin zîndanê.

Gelê kurd bi sed salan e ku di şert û mercên şer de dijîn. Bi taybetî jî di 35 salên dawî de kurdan şahidî ji şerekê nedîtî yê ku mînakên wî li dinyayê kêm tên dîtin kirin. Neyarê kurdan qetlîam û jenosîdên hovane li ser wan meşandin. Ji ber vê yekê jî di lûxata kurdan de peyvên wekî ‘ŞER’, ‘QETLÎAM’, ‘QIRKIRIN’ cihekî girîng digirin.

Dibe ku ji ber dijwarî û giraniya şer be di ferhenga kurdan de cihê peyvên ‘AŞTÎ’ û ‘ÇARESERÎ’ gelek mezin e. Kurd ji heft salî heta 70 saliyan dema devê xwe vedikin dibêjin; ‘Em aştiyê dixwazin’… Di şert û mercên dijwar ên şer de jî û di nava aramiyê de jî daxwaz û doza wan her û her ‘AŞTÎ’ ye.

Li gorî gelek zanyarên civakî û siyasî ‘AŞTÎ’ tenê nayê wateya ‘rewşa bêşer û aram’, her wiha tê wateya nêrîna li jiyanê û pejirandina xwezaya civak û gerdûnê. Heke hêzek an jî kesek xwedî feraset û zîhniyeta serdest û hikûmdariya li ser civak, xweza û derdorê be ne pêkan e ku mirov li wir behsa ‘rewşhala aştiyê’ bike.

Îro li hemû cîhanê tu peyv bi qasî têgeha ‘AŞTÎ’ yê nehatiye pîrozkirin û li ser tu gotinên din ev qas stran, helbest û nivîs nehatine nivîsandin. Tevî ev qas eleqe û pîrozkirinê jî mirovahî hîn jî li hemû deverên cîhanê birçî û tîn in bo aştiyê.

Bêguman gelek sedemên vê yekê hene. Lê sedema esasî û girîngtir jî ew e ku her kes wateyeke cuda li gotina ‘AŞTÎ’ bar dike.

Li gorî hinek zanyar û civaknasan aştî encax piştî jiholêrakirina hest, hiş û rewşa şer bê sazkirin. Ango ew kes û derdor di wê baweriyê de ne ku AŞTÎ bi tunekirin û jiholêrakirina rewşa dijber dê bê fêhmkirin û peydakirin.

***

Em bên ser mijara kurdan a aştiyê û hêviya çareseriyê…

Rewşeke pir aşkera heye. Li holê dewlet û hikûmeteke ku bi amûr û artêşeke mezin êrîşî kurdan dike heye. Rayedarên vê hikûmeta êrîşkar bi tu awayî behsa aştî û diyalogê nakin û her tim dibêjin ‘em ê koka wan biqelînin’.

Li aliyê din jî Tevgera Kurd a di her şert û mercan de behsa girîngiya aştî, diyalog û muzakereyan dike heye.

Gelo di rewşa heyî de divê aştîxwaz û alîgirên çareseriyê bangî kîjan alî bikin? Divê dijberên şer li hemberî kîjan alî rawestin?

Bêguman divê helwest li hemberî aliyê ku şerxwaz bê nîşandan û heta divê ew derdor hemû li kêleka kurdên azadîxwaz û aştîxwaz cihê xwe bigirin.

Lê tiştek zelal heye ku aştîxwaz ji dewleta şerxwaz bêhêvî ne û heta ji ber zextan nikarin bi rehetî helwesta xwe li hemberî wan nîşan bidin. Vêca bi rehetî bang li kurdên di bin xetereya qetlîamê de ne dikin ku ‘aştî û diyalogê’ esas bigirin.

Êdî zelal e ku heta aştîxwaz û derdorên dijberiya şer dikin li hemberî êrîşên dewletê ranewestin û pêşî li wan negirin, nikarin behsa aştî û diyalogê ji bo aliyê kurd bikin.

Heta li gorî Peymana Medîneyê divê navbeynkar bang li her du aliyan bikin da ku aştiyê pêk bînin, lê kîjan alî qebûl neke divê li    hemberî wî alî bikevin nav têkoşîneke çalak.

Dikarî Biecibînî