Hewldanên ziman pîroz in lê…

Di demên dawî de xebatên derbarê kurdî de zêde dibin û ji bo pêşerojê hêvî didin. Xebatên ziman xebatên parastina rewa ne. Parastina neteweyî di parastina ziman de derbas dibe û heya ku yekitiya neteweyî pêk neyê dê xebatên ziman jî nîvco bimînin. Em baş dizanin ku êrîşên li hemberî kurdan îro li hemberî zimanê kurdî ji êrişên 1925’an berfirehtir û kûrtir in.

Partiyên kurdan gaveke dîrokî avêt û yekitiya zimanê kurdî ava kir. Di 29’ê Cotmehê de 9 partiyên wekî HDP, PAK, PÎA, PSK, DBP, OSP, PDK-T û PDK-Bakur û Hereketa Azadiyê Platforma Kurdî ava kir. Pişt re jî van partiyan di 10’ê mijdarê de Komxebata Zimanê Kurdî li dar xist. Di encama komxebatê de 3 komên xebatê hatin diyarkirin. Ev kom dê di destpêkê de xebatên der barê kurdî de bişopînin, li hemberî çandkujiyê dê bikevin nav helwdanan û serlêdanan li saziyên navneteweyî yên wekî NY’ê bikin.

Ev xebatên pîroz in. Him yekîtiya zimanê kurdî û him jî komxebata zimanê kurdî kelecanê didin mirov. 15’ê Gulanê ji sala 2006’an vir ve wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Her wiha ji îro şûn de 29’ê Cotmehê û 10’ê Mijdarê jî ji bo zimanê kurdî rojên dîrokî ne.

Ev xebat girîng in lê tenê helwdanên partiyên siyasî nikarin pêşiya asîmîlasyonê bigirin. Divê di vî warî de her kurdek xwe wekî neferekî/ê têkoşerê zimên bi nav bike û kurdî di jiyana xwe de serdest bike. Bêguman vîna siyasî pêwîst e lê têrê nake. Beriya niha jî gelek helwdanên parastina zimên derketin holê. Enstîtuyên Kurdî, TZP Kurdî, kovar û kuliyatên kurdî, şanoya kurdî, muzîka kurdî… Her wiha di vî warî de helwdanên girîng bûn. Gelek kar û xebatên pîroz jî pêk hatin lê belê kurdî azad nebû. Ji ber ku azadiya zimên û azadiya civaka kurd bi hev ve girêdayî ne. Ligel van helwdanan êrîşên li hemberî kurdî pir berfireh in û organîze ne. Êrîşên li hemberî civaka kurd di destpêkê de ziman û nasnameya kurd hedef digirin. Dixwazin ku kurdî yek bi yek di mejiyê her kurdekî/ê de bikujin. Xebatên zimanê kurdî divê di destpêkê de li hemberî vê çandkujiyê bên organîzekirin.

Ligel her tiştî ji ber ku 9 partiyên kurd ji bo azadkirina zimanê kurdî hatine cem hev, ev yek hêviyeke mezin dide mirov. Beriya niha her derdorên siyasî yên kurd xebatên kurdî bi serê xwe meşandin. Niha ev yekitî ji bo yekitiya siyasî jî hêvî û bendewariyên mezin derdixe holê. Tu kes nikare bêje ku ez xebatên siyasî dimeşînim ziman min eleqedar nake, an jî ez xebatên çand û zimên dimeşinîm rewşa siyasî min eleqedar nake. Ev mesele têkildarî hev in û pêwîst e xebatên di vî warî de hevdu xurt bikin. Lewma yekitiya partiyên kurdan a der barê zimên de gaveke dîrokî û girîng e lê nîvco ye. Heta ku ev xebat nebin bingeha yekitiya neteweyî jî dê bi ser nekevin. Meseleya kurdan yekitiya neteweyî ye. Lewma Cegerxwîn digot, “An bibin yek an jî hûn ê herin yek bi yek.” Parastina çandî, zimanî, fizîkî girêdayî yekitiya neteweyî ye.

Lê divê mirov bi sebir be. Ev gav dê bi xwe re gavên nû bîne û divê ku heya kurd yekitiya neteweyî ava nekin jî ranewestin. Dîrok vê yekê li ser me ferz dike. Ev yek ji bo kurdan ne tercîhek e, neçariyeke mezin e.

Dikarî Biecibînî