Salvegera Sînemaya Amûdê

Roja 13’ê Mijdarê salvegera 58’an a şewitandina 283 zaroyên kurdan a li sînemaya bajarê Amûda Rojava bû.

Du roj berî wê 11’ê Mijdarê jî, ji bo salvegera 100’î ya rawestandina şerê cihanê yê 1’emîn, li Fransayê merasimek hate li darxistin û R.Erdogan jî vexwendibûn vê merasimê!

Em bi kurtayî balê bidin dîroka Kurdistanê, li her çar parçeyan jî, dewletên dagirker ji bo projên xwe yên netew-dewletê qayim bikin, bi giştî li ser çerçoveya zîhniyeta qirkirina neteweyî; di serî de ya kurdan û netewe û baweriyên din ên li Kurdistanê polîtikayên xwînrij dane meşandin.

Balkêş e, mînaka qirkirina li Dêrsimê ya di 14’ê Mijdara sala 1937’an de hatiye kirin û ya Sînemaya Amûdê çiqas dişibin hev. Li Dêrsimê bi hezaran zarokên kurdan, di şikeftan de hatine civandin û bi jehra mişkan hatine jehrîkirin û qirkirin.

Vê agahiyê, Midûrê Ewlekariya Bajarê Meletê yê wê wextê Îhsan Sabrî Çaglayangîl, hem di pirtûka bîranîna xwe de û hem jî di roportaja bi Kemal Kiliçdaroglu yê serokê CHP ê re kiriye de dide.

Qirkirina bi vê şêwazê, li Rojhilat; li Mahabadê, li Başûr; li Helebçeyê, li Enfalê û di van salên niha /nêz de jî li Bakur; li Cizîrê, li Nisêbînê, li Sûrê, li Rojava; li Kobanê, li Efrînê û bi taybetî jî li Şengalê wahşet û qirkirina li dijî gelê me yê êzidî û hwd. hat kirin û hîn jî ev polîtîkaya qirêj û xwînrêj a qirkirinê li ser gelên me yê Kurdistanê berdewam e.

Îcar gelo ne şerm e ku dewleta Fransayê, di salvegera 100’emîn ya rawestandina şerê 1’mîn ê cîhanê de, bang li R.Erdogan jî dike ji bo vê merasîmê û pesindariya aramî û aşbûnê dike? Ma gelo R.Erdogan dûre ji van sûcên qirkirinê yên li ser gelên me? Ma ew bi xwe jî ne xwedî heman zîhniyeta faşîst û qirker e? Ma hûn nabînin ku bi wî zarê xwe yê gemar û xwîn jê diherike, her roj dibêje,”Min ewqas kurd kuştin, ewqas kes girtin” û ya herî balkêş û sosret jî ev e ku dibêje “heta yek ji wan hebe ez ranawestim ez ê wan bikujim” û hwd.?

Ew gazî we dike we dikişîne Stenbolê, ma bi vî awayî we jî nake şirîkê guneh û gemara xwe?

Ma gelo çi cudayiya zîhniyeta qirkirina zarokên kurdan ên li Sînemaya Amûdê û qirkirina zarokên Dêrsimê û qirkirin û revandin û firotina zarok û keçên Êzidxanê heye?

Ma hinek dikarin bêjin, “Ma ev dewletên behsên wan tên kirin û bi R.Erdogan re hevalbendiyê dikin, gelo çendîn ji van kiryaran bêrî ne, agahiyên wan jê nîne û hwd.?”

Ma ka li hemberî van wehşet û qirkirinên li ser gel û baweriyên welatê me tên kirin, ew saziyên we yên xwedê giravî yên sivîl û mafên mirovan diparêzên ên weke Yekitiya ‘Dewletan’, Dadigeha Mafên Mirovan a Ewropayê, CPT, UNICEF û hwd.çi hilwest nîşan dane?

DMMA, berevajî hêviya ku jê dihat kirin û her ji erk û peywirên wê bûn jî lê mixabin biryarek li dijî prensîbên xwe yên bê layen da, got: “Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îşkence nîne û şerdtê jiyana wî asayî ye!” Va ye em dikevin sala 3’yan ku agahî ji Rêberê gelê me nîne. Ma gelo hema ev helwest bi serê xwe, bi tenê, asayî ye an îşkence ye? Di encamê de, careke din rastî hate ber çavan; divê em birîna xwe bi xwe derman bikin, em xwe li hêviya tu hêzê û tu kesî nehêlin! Bi vê bîr û baweriyê tola zarokên me yên Sînemaya Amûdê tên hilanîn û ruhê hemû şehîdên me şa dibe!

Dikarî Biecibînî