Astana jî têk çû

Li hemberî Cenevreyê, weke alternatîf Astana, Soçî hat sazkirin. Ev civîn projeyên her du dewletên sereke bûn. Projeya DYA’yê di bin sîwana sazûmana Neteweya Yekbûyî (NY) de li Cenevreyê komek rêze civîn pêkanîn. Hema bi lez û bez Rûsyayê jî projeya xwe ya alternatîf li Astana û Soçiyê xist rojevê.

Ji ber ku di her du projeyan de, ne gelê me û ne jî berjewendiyên gelên Sûriyeyê û yên herêmê dihatin parastin û diket rojevê, lewma li pêşiyê ya Cenevreyê, niha jî ya Astana û Soçiyê têk diçê.

Di her du projeyan de, Rûsya û Amerîka, komên ku wan ava kiribûn an jî yên di bin fermana wan de kar dikirin, beşdarî civînên xwe dikirin. Lewma nikaribûn xwe bi raya giştî bidana pejirandin û rût û pût bê wate man li ortê.

Xwedêgiravî, di vê civîna dawiyê ya Astanayê de ew ê makezagona Sûriye ya dahatûyê amade bikirana û pêşkêşî raya giştî bikirana. Lê hîn di serî de beravêtî dest bi civînê kirin. Ji ber ku Tirkiye, navên ku Rûsya û Îranê xwestibû beşdarî civînê bikin, red kiribû.

Li ser van nakokiyan, nûnerê karê Sûriyeyê yê DYA’yê James Jeffrey got “berê me jî piştgriya vê civînê dikir, lê êdî tu wateya vê civîna Astanayê nemaye, lazim e fîşê wê were kişandin”!

Li ser vê helwesta Jeffrey, Çavuşoglu gelek hêrs bû û bertekeke tal dayê. Jixwe weke tê zanîn li ser kuştina Cemal Kaşikçi navbera wan û DYA’yê de gelek nexweş bûye û diyar e, ger weke para xwe, hinek pere ji vê bûyera qirêj bi dest nexin, bi zimanekî şantajê dibêjin “em ê vê dozê bibin dadgeha navdewletî”.

Navbera DYA û Îranê çendî xerab e, tê zanîn. Her wiha li ser Sûriyeyê navbera Tirkiye û Îranê jî xerab e. Lewma dibe ku Rûsya û Amerîka li ser Suriyeyê, bêyî Tirkiyeyê di hinek mijaran de li hev kiribin.

Ew lihevhatina Rûsya-Îran-Tirkiyeyê ji bo Idlibê ya li Soçî nemeşiya û wisa tê xuyakirin ku dê nemeşe jî. Li gorî peymana wan, diviya di 15’ê cotmehê de ew şertên dabûn ber Tirkiyeyê pêk bihatana. Lê pêk nehatin, şer û pevçûn û aloziyên herêma Idlibê li ber çavan e. Ev jî nakokiyên navbera van dewletên hevalbend dijwar dike.

R. Erdogan fortan dike û gefan dixwe ji bo êrîşên xwe berfireh bike û bi vî awayî, dixwaze ser eybên xwe binixumîne, veşêre. Lê hewldan û şantajên wî êdî nema bi kêr tên, ji ber ku êdî her tişt aşkera ye.

Erê çû Venezuela û serokê wir Maduroyê mexdûrê Amerîkayê, gelek pesindariya wî kir û bi vî awayî navê şoreşgeriyê jî careke din lewitand. Wî jî wek selefê xwe pêşwazî kir; berî mirina xwe pesindarî û hevalbendiyeke mezin ji Îranê re dikir. Xwedêgiravî “dijberê Amerîkayê ye”. Ê baş e ma Recep dijberê Amerikayê ye, an jî yê ew anî ser hikûmdariya Amerîkayê bi xwe ye? Ma tu ewqas reben û nezan î Maduro, ya jî tu raya giştî nezan dibînî!

Lê ev jî nikare Recep ji wê qirêjî û xwînxwariya wî paqij bike. Ev çawa di dîndariyê de sextekar e, Maduro û selefên wî jî ewqas di şoreşgeriyê de cahil û nezan in. Bi tenê dikarin hevdu bilewitînin, nikarin hevdu rizgar bikin. Demekê ew û Macron jî bûbûn dostên hev. Lê wa “Êlek Zer”an ew xistiye çi halî. Xwedê dizane aqûbeta wî jî ne bi xêr e.

Hey Recep, ji xwe “Êlek kesk û sor û zer” ên kurd, li ber eniya te hene, lê ne dûr e ku weke Geziyê “Êlek Zer”ên mîna Fransayê jî li te rabin. Heta ne xerîb e ku ew hevalbendên te yên rîh tefşo û şaşik reş û mejî reşên DAIŞ û El Nusrayê jî li xwediyê xwe li te werin xezebê. De li hev bimbarek bin! Balafira dosta te jî li hewa xera bû, li welatekî wek Almanyayê hosta nedîtin ku temîr bikin. Ka balafira te wê kengê li ku xera bibe!

Dikarî Biecibînî